Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

“Yehowa Ez Bîr Nekirime”

“Yehowa Ez Bîr Nekirime”

EZ LI Orêallayê dijîm, gundekî li Guyanayê (Amêrîkaya Başûr). Bineliyên gundê me weke 2 000 e. Gundê me ji bajêr haqas dûr e ku meriv tenê bi teyareke biçûk yan jî bi qeyikê dikare bigihîje wêderê.

Ez di sala 1983-da hatime bûyînê. Gava ez biçûk bûm, siheta min baş bû, lê gava ez 10 salî bûm, min di bedena xweda êşeke giran texmîn kir. Weke 2 sal şûnda, gava ez sibehê hişyar bûm, min nikaribû lingên xwe bilivînim. Ji wê rojêva, ez nikarim bimeşim. Usa jî, nexweşiya min bûye sebeb ku bejna min bi qasî bejna zarokekî maye.

Paşî ku ez çend meha li malê mam, du Şedên Yehowa hatin mala me. Gava mêvan dihatin, min hertim dixwest xwe veşarta, lê wê rojê, min tevî du jinika xeber da. Gava wana besa cinetê kir, tiştekî ku min bihîstibû gava ez weke 5 salî bûm, hat bîra min. Hingê, mîsyonêrekî bi navê Cêtro, yê ku li Sûrînamê dijît, mehê carek dihat gundê me û Kitêba Pîroz bavê min hîn dikir. Cêtro merivekî pir dilgerm bû, û min wî pir hiz dikir. Usa jî, kalik û pîrika min ez dibirim hine civînên Şedên Yehowa, yên ku li gundê me dihatin derbaz kirin. Lema, gava Florênsyê – yek ji jinikên ku wê rojê hatin serlêdana min – pirsî ka ez dixwazim hê zêde elametî bistînim, min got “Erê”.

Florêns tevî mêrê xwe Cûstûs dîsa hate bal me, û wana tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Gava wana fem kir ku ez nikarim bixûnim, wana alî min kir ku ez xwendinê hîn bibim. Wext şûnda, min îda dikaribû bê alîkariyê bixûnim. Rojek, wana minra got ku ew hatin kifş kirin ku li Sûrînamê xizmet bikin. Çi heyf e ku li Orêallayê tu kes tunebû ku hînbûna min berdewam bike. Ez pir şa me ku Yehowa ez dîsa jî bîr nekirim.

Pir wext derbaz nebû ku pêşengekî bi navê Floyd hat Orêallayê, û wexta ku ewî mizgîn mal bi mal bela dikir, ewî ez dîtim. Gava ewî pirs kir ka ez dixwazim Kitêba Pîroz hîn bibim yan na, ez keniyam. Ewî ji min pirsî: “Tu çima dikenî?” Min got ku min îda broşûra bi navê “Xwedê Çi ji Me Dewa Dike?” xilaz kiribû û kitêba “Zanebûn ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê” * destpêkir kiribû. Min wîra zelal kir ku hînbûna min çima nîvîda ma. Me ev kitêb xilaz kir, lê paşê, Floyd jî hat şandin cîkî din. Ez dîsa bê dersdar mam.

Di sala 2004-da, du pêşengên mexsûs yên bi navê Granvîl û Coşûa hatin kifş kirin ku li Orêallayê xizmet bikin. Wexta ku wan mal bi mal xizmet dikir, wan ez dîtim. Gava wana pirs kir ka ez dixwazim Kitêba Pîroz hîn bibim yan na, ez keniyam. Min dixwest kitêba “Zanebûn” ji destpêkêva lêkolîn bikim. Min dixwest bidîta ka tiştên ku ew hîn dikin, bi tiştên ku ez berê hîn bûbûm, eynî ne yan na. Granvîl minra got ku li gund civîn tên derbaz kirin. Ez nêzîkî 10 sala ji malê derneketibûm, lê min dixwest ku herim civînê. Lema Granvîl ez bi erebeya seqeta birim Oda civatê.

Wede şûnda, Granvîl ez hêlan kirim ku ez li Mekteba Xizmeta Têokratîk gotara bixûnim. Ewî got: “Rast e, tu nikarî bimeşî, lê tu dikarî xeber dî. Rojekê, tuyê gotara bixûnî. Ez sed selefî bawer im”. Gotinên wî mêrxasî da min.

Min tevî Granvîl belakirina mizgînê destpêkir. Lê belê, rêyên gundê me haqas xirab bûn ku min nikaribû bi erebeya seqeta rêva herim. Lema min ji Granvîlra got ku bira ew min li destgerekê bide rûniştin û min bigerîne. Bi vî awayî, min îda bi rihetî xizmet dikir. Li meha Nîsanê ya sala 2005, ez hatim nixumandin. Paşê, bira ez hîn kirim ku ez li edebyetên civatê û li sîstêma deng ya Oda civatê cabdar bim.

Di sala 2007-da, bavê min di qezîkêda mir. Malbeta me pir xemgîn bû. Granvîl tevî me dua kir û bi rêzên Kitêba Pîroz berdilî da me. Lê sed heyf ku 2 sal şûnda, qeyika Granvîl noq bû, û ew jî mir.

Şîna civata meye biçûk, giran bû. Îda tu rûspî tune bû, û tenê berdestîkî civatê hebû. Min ji Granvîl pir hiz dikir. Ewî ji her aliyava alî min kiribû. Li civîna pêşin paşî mirina wî, xwendevanê “Birca Qerewiliyê” ez bûm. Paşî ku min du abzas xwend, ez haqas giriyam ku min nikaribû bixûnim.

Gava birên ji civateke din hatin Orêallayê ku alî me bikin, ez şa bûm. Usa jî, fîlîal pêşengekî mexsûs bi navê Kojo şand bal me. Diya min û birê minî biçûk jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin û hatin nixumandin. Li meha Adarê ya sala 2015, ez bûm berdestiyê civatê. Çendek şûnda, min cara pêşin gotar xwend. Wê rojê, min bi şikirdarî anî bîra xwe ku çend sal berê, Granvîl minra çi gotibû: “Rojekê, tuyê gotara bixûnî. Ez sed selefî bawer im”.

Bi saya bernamên JW Brodkastîng, min dîtiye ku halê hine xûşk û bira mîna halê min e. Dîsa jî, ewana bextewar in, û di xizmetêda pêşdaçûyî ne. Ez hê dikarim hine tişta bikim. Mesele, ji ber ku min dixwest çi ji destê min tê bona Yehowa bikim, ez bûme pêşengê hertim. Li meha Îlonê ya sala 2019, min xebereke pir xweş stand. Li civata me, ya ku têda weke 40 mizgînvan hene, ez wek rûspî hatim kifş kirin.

Ez ji xûşk û birên hêja, yên ku tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir û alî min dikir ku ez mizgînê bela bikim, pir razî me. Û ez ji dil şikirdar im ku Yehowa ez bîr nekirime!

^ abz. 8 Ev edebyeta Şedên Yehowa îda nayê çap kirin.