SERHATÎ
Min Dixwest Çev Bida Merivên Ruhanî
“Tu zanî ez çend salî me?”, min ji birê Îsak Maraî pirsî, kîjan ku ji Patêrsonê (Niyû York) minra têlê xist, çaxê ez Koloradoyêda bûm. Ewî jî caba min da: “Ez zanim tu çend salî yî”. Niha ez dixwazim wera gilî kim, ku çi qewimî pêşiya vê xeberdanê.
EZ HATIME bûyînê 10 Kanûna Pêşin sala 1936, Dewletên Yekbûyîda, şeherê Wîçîtayêda. Ez ji xûşk-birên xwe yê mezin bûm. Dê-bavê min Wîlîam û Cên, Şedên Yehowa bûn. Civatêda bavê min ça “qulixkarê civatê” bû, berê usa nav dikirin kordînatorê koma rûspiya. Diya min rastiya Kitêba Pîroz ji diya xwe pêhesiya, navê wê Êma Wagnêr bû. Êmayê gelek meriv rastiyên Kitêba Pîroz hîn dikir, yek ji wan meriva Gêrtrûd Stêlê bû, yê ku bi sala Porto Rîkoyêda ça mîsyonêr xizmet dikir. * Gelek merivên ruhanî dor berê min hebûn, û min dixwest çev bidime wan.
MESELÊN BAŞ TÎNIM BÎRA XWE
Çaxê ez 5 salî bûm, carekê roja Şemiyê min tevî bavê xwe kûçêda jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Berdilî” (niha tê navkirinê “Hişyar Bin!”), merivara bela dikir. Wî wedeyî Şerê Hemdinyayê II diçû. Kûçêda hekîmek ku vexwarî bû, rastî me hat û çêrî bavê min kir, çimkî bavê min piştgiriya şer nedikir. Ewî bavê minra got, wekî ew tirsoneke û lema naxwaze here eskeriyê. Ew kîp nêzîkî bavê min bû, û got: “Êy tirsonek, tu çira min naxî?” Ez gelek tirsiyam, lê ez ecêbmayî mam, ku Bavê min xwe ça da kifşê. Paşî vê yekê, ewî dîsa jî berdewam kir jûrnala bela ke merivara, yên ku wêderê top bûn. Paşê, ser rêra eskerek derbaz dibû, û ewî hekîmî wî kire gazî: “De were tiştekî bêje wî tirsonekîra!”. Ewî eskerî têderxist, wekî ew mêrik vexwarî ye, û lema jêra got: “Here mala xwe û ser hişê xweda were!” Paşê ew herdu jî çûn. Çaxê ez ewê qewimandinê tînim bîra xwe, ez timê Yehowara dibêjim “zef razî me”, çimkî ewî mêrxasî daye bavê min. Bavê min du delakxane vekir, û ew hekîm dihate cem wî wekî porê xwe bibire!
Çaxê ez 8 salî bûm, dê-bavê min mala me û delakxane firotin, û mal ser tekereka çêkirin. Û em derbazî Koloradoyê bûn, kîderê ku hewcetiya
mizgînvana hebû. Em cîwar bûn Grênd Cankşênêda, û wêderê dê-bavê min ça pêşeng xizmet dikirin û nîv roj karxanêda dixebitîn. Bi alîkariya Yehowa û xîreta wane xizmetiyêda, wî cîyî civat saz bû. Li wê derê, 20 Hezîranê sala 1948, bavê min ez çêmda nixumandim. Xêncî min, dîsa yên din jî hatine nixumandinê, nav wanda bûn Bîlî Nîkolz û jina wî. Paşê, ewî çawa berpirsiyar tevî jina xwe xizmet dikir, û kurê wî jî tevî jina xwe çev dane wan, û şixulê berpirsiyartî destpêkirin.Em gelek nêzîk bûn tevî wan meriva, yên ku bi temamî nava şixulê Padşatiyêda bûn, îlahî tevî malbeta bi femîla Stêlê, ew hene Don û Êrlên, Dav û Cûlya, Sî û Marta, yên ku gelek qayîm ser min hukum bûn. Wana minra nîşan kir, wekî çaxê meriv şixulê Padşatiyê datîne ciyê pêşin, çiqas bextewar dibe û şabûnê distîne.
DERBAZÎ CÎKÎ MAYÎN DIBIN
Çaxê ez 19 salî bûm, dostekî malbeta me Bed Hastî, minra got wekî tevî wî xizmet kim ça pêşeng li Dewletên Yekbûyî ya Başûrê. Berpirsiyarê mihalê mera got, wekî em derbazî Rêstênê, (Lûîsyana) bin, kîderê ku hine Şedên Yehowa ruhanîda sist bibûn û nedihatine civatê. Mera gotin, wekî em her heftî, firqî tune ku çiqas meriv bêne ser civatê, lazim e civata derbaz kin. Me cîk dît û ew cî hazir kir seva derbazkirina civatê. Me her civat derbaz dikir, lê cara tenê ez û ew bira bûn ser civatê. Çaxê em tenê bûn, me dor bi dor civat derbaz dikir, mesele hergê yek ji me ser sênê bû, yê din gerekê ser ciyê guhdara bûya û caba pirsa bida. Çaxê me temaşe gerekê bikira, em herdu jî ser sênê bûn, bêy guhdarvana. Axiriyêda, xûşkeke emirda mezin destpêkir bê ser civatê. Paşê, îda hine merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibûn, û yên ku ruhanîda sist bibûn dihatine ser civatê. Usa civat mezin û qewî bû.
Rojekê, ez û Bed rastî merivekî hatin, kîjan ku ji rêlîgiya “Dêra Mesîh” bû. Ewî tevî me derheqa rêzeke Kitêba Pîroz şêwir kir, kîjan ku minra nas nîbû. Ez ecêbmayî mam, û min xwera safî kir, wekî hê kûr bifikirim derheqa baweriya xwe. Heftêkî, her roj heta dereng min ew pirsên ku ewî mêrikî dabû, lêkolîn dikir, seva cabên van pirsa bivînim. Ewê yekê gelek alî min kir, wekî rastiyê hê rind fem kim, û îda min gelek dixwest wekî dîsa rastî merivên wî cûreyî bêm.
Hine wede derbaz bû, û berpirsiyarê mihalê minra got, wekî ez derbazî Êl Dorado bim (Arkansas), seva alîkariyê bidime civatê. Çaxê ez wêderê bûm,
ez gelek car diçûme Koloradoyê, çimkî gerekê biçûma komîsiya eskeriyê û şirovekira ku çira naçim eskeriyê. Carekê, rêva, ez tevî hine pêşenga bûm, û min Têxasêda avariya kir û avta min şikest. Me birakîra têlêxist, ew hat em birine mala xwe û paşê ser civatê. Civatêda bira elam kirin, wekî em ketine ziyanê, û bira aliyê perada alîkarî dane me. Usa jî birê ku em birine civatê, avta min firot 25 dolara.Paşê em çûne Wîçîtayê, kîderê ku dostê malbeta meyî nêzîk ça pêşeng xizmet dikir. Navê wî “Dok” Makartnî bû. Du kurên wîyî cêwî Frank û Fransîs heta niha hevalên minî nêzîk in. Avta wane kevin hebû, kîjan ku wana 25 dolara dane min, dêmek hema haqas, çiqas min avta xweye şikestî firotibû. Ev cara pêşiyê bû, ku min zelal dît wekî Yehowa çiqas alî min dikir, çimkî min şixulê Padşatiyê danî ser ciyê pêşin. Makartnî nasiya min da xûşkeke delal, ku navê wê Bêtêl Kran bû. Diya wê Rût xizmetkareke xîret bû li Wêlîngtonê (Kansas). Ew hela hê 90 saliya xweda jî pêşeng bû. Salek derbaz nebû, min û Bêtêlê hevdu sitand, sala 1958, û Êl Doradoyêda me tevayî ça pêşeng xizmet dikir.
TEGLÎFKIRINÊN PIR ŞA
Em timê difikirîn ser mesela merivên baş, û me dixwest çev bidine wan. Me safî kir wekî teşkîleta Yehowa çi şixulî jî bide me, emê bi dil qebûl kin. Em hatine kifşkirinê ça pêşengê hertim Walnût Rîcêda, (Arkansas). Paşê, sala 1962 em teglîf kirine Mekteba Gîled û em gelek şa bûn. Em hê gelek şa bûn, çaxê em pêhesiyan wekî Don Stêl jî wê tevî me hîn be. Çaxê me Mekteba Gîled xilaz kir, ez û Bêtêl hatine kifşkirinê Naîrobiyêda, (Kênya). Em gelek berxwe diketin, çimkî em gerekê ji Niyû Yorkê biçûna, lê em gelek şa bûn çaxê me bira dît, ku hatibûn pêşiya me li aêraporta Naîrobiyê.
Em zû hînî Kênyayê bûn, û xizmetkirina wêderê gelek me xweş hat. Merivên pêşin, tevî kîjana me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, Krîs û Mêrî Kanaya bûn. Ewana heta niha Kênyayêda ça xizmetkarên hertim xizmet dikin. Lê sala dinda, mera gotin ku em gerekê derbazî Kampalayê, dêmek Ûgandayê bin. Wî welatîda em mîsyonêrên pêşin bûn. Ew wedekî zef xweş bû, çimkî gelek meriva dixwestin rastiyên Kitêba Pîroz hîn bin û axiriyêda ewana bûne xûşk-birên me. Lê paşî sê sal û nîva em ji Afrîkayê vegeriyane Dewletên Yekbûyî, çimkî zêdayî kete malbeta me. Me safî kir wekî vegerin Dewletên Yekbûyî. Çaxê me Afrîka hîşt, mera hê çetin bû, ne ku çaxê me Niyû York hîşt. Me merivên Afrîkayêda gelek hiz kir û me dixwest dîsa vegerin wêderê.
CABDARIYA TEZE
Em derbazî Koloradoya roavayê bûn, kîderê ku dê-bavê min dijîtin. Çaxê qîza meye pêşin Kîmbêrlî hate bûyînê, paşî salek û 5 meha qîza me Stêfanî hate bûyînê. Cabdariya meye teze çawa dê-bav, gelek ferz bû bona me. Me gelek qewat xerc dikir, wekî qîzên xwe rastiyê hîn kin. Me dixwest çev bida wan meriva, yên ku meselên baş bûn bona me. Me zanibû, wekî mesela meye baş jî dikare baş ser zarên me hukum be. Lê me fem dikir, wekî tenê wê yekêva girêdayî nîne, ku ewana wê bibine xizmetkarên Yehowa yan na. Çimkî yazix, birê minî biçûk û xûşka min, rastî hîştin. Lê ez bawer im ku ewana wê dîsa vegerin û çev bidine meselên baş.
Mera gelek hewas bû çaxê me qîzên xwe mezin dikir. Malbeta me dixwest timê hemû tiştî tevayî
bikin. Me nêzîkî Aspênê dijît, kîjan ku bi kûrorta ajotina lakana (lîj) nas e. Çaxê em pê kanatê hildikişiyane çiyê, ew wede me dida xebatê seva tevî qîzên xwe xeberdin. Usa jî me li çiya û deşta rêwîtî dikir. Hingê me kuçik vêdixist, em dorê rûdiniştin, û me tevî qîzên xwe xweş-xweş xeberdida. Rast e ewana hê biçûk bûn, lê me tevî wan xeberdida, wekî çaxê ewana mezin bin wê çi bikin û mêrê ça bistînin. Me dixwest wekî zarên me prînsîpên Yehowa hiz bikin. Me timê wana hêlan dikir ku xwera nêtê daynin, wekî xizmet kin ça xizmetkarên hertim û kesên usa bistînin, kîjana nêta usa dane pêşiya xwe. Me dixwest wana hîn kin, wekî azepbûna xwe qîmet kin û zû mêr nekin. Me tevayî xeberda û kire qeyde: “Heta nebin 23 salî mêr nekin”.Çawa dê-bavê me bona me kiribûn, usa jî em zef dixebitîn, wekî malbeta me timê tevayî ser civatê bin û xizmet kin. Me usa jî, xûşk-birên ku xizmetkarên hertim bûn, teglîf dikir, wekî şev mala meda bimînin. Usa jî me gelek car tevî zarên xwe xeberdida derheqa vê yekê, ku wedekî çiqas xweş bû çaxê em mîsyonêr bûn. Me digot, wekî em gelek dixwazin ku em her çar tevayî herine Afrîkayê. Qîzên me jî gelek dixwestin wekî em herin.
Me timê qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir û hingê me şêwir dikir, ku ewana mektebêda dikarin rastî kîjan dereca bên. Me temaşe saz dikir ku ewana Şedê Yehowa ne, lê em hevalên wane mektebê ne, û me pirs dida wan. Ew yek gelek wan xweş dihat, û ewana mêrxas dibûn. Lê çaxê ewana hinekî mezin bûn, cara dikirine ofe-of, çimkî ne dixwestin qulixkirina tevî malbetê derbaz bin. Carekê ez hêrs ketim û min wanra got, wekî herin otaxa xwe û em qulixkirina tevî malbetê derbaz nakin. Ewana şaş man, destpêkirin giriyan û gotin, wekî dixwazin qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Me fem kir wekî ewana dilê xweda rastiyê hiz dikin. Çiqas diçû, hê zêde wana hiz dikir hîn bin, û wana zef aza fikirên xwe mera gilî dikirin. Rast e dilê me dêşiya çaxê wana digot, wekî ewana hine hînkirinên Kitêba Pîroz bawer nakin, lê usa me têderdixist, wekî bi rastiyê dilê wanda çi ye. Paşî şêwirkirina derheqa pirsên wan, ewana qayîl dibûn tevî prînsîpên Yehowa.
GUHASTINÊN TEZE
Zarên me usa zû mezin bûn, wekî me ne jî têderxist ew wede ça derbaz bû. Me pê alîkarî û rêberiya teşkîleta Yehowa, çi dikaribû hemû tişt dikir, seva zarên me Yehowa hiz kin. Em gelek şa bûn çaxê du qîzên me paşî xilaziya mektebê destpêkirin ça pêşeng xizmet kin. Ewana usa jî pêşe hîn bûn, dixebitîn û xwexa xwe xwey dikirin. Ewana tevî du xûşka, derbazî Klîvlênd (Tênêsî) bûne, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû. Me gelek bîra wan dikir, lê em gelek şa dibûn wekî ewana temamiya wedê xwe xerc dikin xizmetiyêda. Min û Bêtêlê dîsa destpêkir xizmet kin ça pêşeng, û ewê yekê mera rê vekir bona kifşkirinên mayîn. Em hatine kifşkirinê ça alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê, û usa jî me alîkarî dida şixulên ku lazim bûn seva civata mezin.
Qîzên me pêşiya ku biçûna Tênêsiyê, çûbûne fîlîala Londonê. Hingê Stêfanî 19 salî bû, û li wêderê ew rastî birakî cahil hat, kîjanî ku Beytelêda xizmet dikir. Navê wî Pol Norton bû. Kengê Stêfanî bû 23 salî, ewê Pol stand. Lê çaxê Kîmbêrlî dîsa çû vê fîlîalê, ew rastî hevalê Pol hat, navê wî Brayan Lêwêlîn e. Salek pey mêrkirina Stêfanîra, Kîmbêrlî Brayan stand, çaxê ew 25 salî bû. Ewana herdu jî giliyên xwe anîne sêrî, ku heta 23 salî mêr nekin. Dilê me gelek şa dibû, wekî qîzên me mêrkirinêda safîkirinên rast kirin.
Qîzên me mera gotin wekî mesela me û kalik-pîrikên wan alî wan kir, wekî gura vê temiya Îsa kirin, ku hela hê tunebûnêda jî “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Met. 6:33). Sala 1998, meha nîsanê, Pol û Stêfanî hatine teglîfkirinê Mekteba Gîledda, û paşê ewana hatine kifşkirinê Malavyêda (Afrîka). Wî wedeyî, Brayan û Kîmbêrlî hatine teglîfkirinê ku Beytela Londonêda xizmet kin. Paşê ewana hatine kifşkirinê Beytela Malavyayêda. Şabûna me bêhesab bû, çimkî seva cahila riya lape baş ew e, çaxê ewana wedê xwe pêşkêşî Xwedê dikin.
DÎSA TEGLÎFKIRINEKE GELEK ŞA
Sala 2001, meha Çile, minra têlêxistin, çawa min îda jorê gilî kir. Maraîsê bira, yê ku berpirsiyarê îdara Komekdariya Welgera bû, têlêda minra şirovekir
wekî bira dixwazin nav temamiya dinyayê kûrsên femkirina zimanê Înglîzî saz kin. Û wana dixwest wekî ez 64 saliya xweda, bibûma yek ji dersdarên vê kûrsê. Min û Bêtêlê dua dikir, û derheqa vê yekê me şîret ji diya min û diya wê hilda, yên ku emirda mezin bûn. Rast e wanra alîkariya me lazim bû, lê yeke wan herda jî em hêlan kirin wekî em herin. Û min têlêxist wî birayîra û got wekî em hazir in seva wî şixulî, kîjan ku bona me qedirekî mezin bû.Paşê, eyan bû, wekî reqa diya min heye. Min diya xwera got, wekî emê bimînin û alî xûşka min Lînda bikin seva miqatî wê bin. Lê diya min minra got: “Na tiştê usa neke, ezê hê xirab bim hergê tu neçî”. Xûşka min jî dixwest ku em herin. Me gelek dişêkirand ku ewana hazir bûn qurbanên usa bikin, û em usa jî gelek razî bûn seva alîkariya xûşk-birên me, yên ku mihala diya minda dijîtin. Sivetirê, çaxê em hatine Patêrsonê, kîderê ku gerekê em hîn kirana, Lîndayê mera têlêxist û got, wekî diya min mir. Û çawa diya min em hêlan kiribûn, em nava wî şixulîda man.
Em usa şa bûn, çaxê em cara pêşiyê hatin kifşkirinê fîlîala Malavyayêda, kîderê ku qîzên me tevî mêrên xwe xizmet dikirin. Çiqas xweş bû, ku em dîsa tevayî bûn! Paşê, me kûrs derbaz kir Zîmbabweda û paşê Zambyayêda. Paşî sê sal û nîva, mera gotin wekî dîsa herine Malavyayê, seva ku qewimandinên xûşk-birên me binivîsin, yên ku ji bo tevnebûyînê dihatine zêrandinê. *
Sala 2005, dîsa em gelek berxwe diketin, çimkî em ji Afrîkayê çûn û vegeriyane mala xwe Koloradoyê. Li wê derê min û Bêtêlê berdewam kir xizmet kin ça pêşeng. Sala 2006, Brayan û Kîmbêrlî bûne cînarên me, tevî du qîzên xwe Mêkênzî û Êlîzabêtê. Pol û Stêfanî dîsa Malavyayêda nin, kîderê ku Pol xizmet dike ça endemê Komîtêya Fîlîalê. Niha ez îda dibime 80 salî, û ez gelek şa me çaxê ewan birên cahil divînim, kîjan ku min bi sala hîn dikir. Ew şixulên ku min berê dikir, niha ewana dikin. Em bi rastiyê jî bextewar in û şabûna me pir mezin e, çimkî me emirê xweda çev dida merivên ruhanî, û ewê yekê zarên me û nebiyên mera jî kar anî.
^ abz. 5 Seva hê zêde pêbihesin derheqa serhatiya malbeta Stêlê çaxê ewana mîsyonêr bûn, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Golanê, sala 1956, rûp. 269-272, û ya 15 Adarê sala 1971, rûp. 186-190.
^ abz. 30 Mesele, binihêrin serhatiya Trofîm Nsomba “Birca Qerewiliyêda”, 15 Nîsanê ya sala 2015, rûp. 14-18.