Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çira Metta û Lûqa serhatiya derheqa bûyîna Îsa û biçûktaya wî, mîna hev ne nivîsîne?

Nivîsara Metta derheqa bûyîna Îsa û biçûktaya wî hinekî cude dibe ji nivîsara Lûqa, çimkî Metta hê zêde gilî dike qewimandinên ku tevî Ûsiv qewimîne, lê Lûqa hê zêde derheqa Meryemê gilî dike.

Metta nivîsiye ku Ûsiv ça xwe da kifşê gava pêhesiya ku Meryem hemle ye, usa jî nivîsiye ku xewnêda milyaket jêra ça şirovedike derheqa bûyîna Îsa, û çawa Ûsiv pey rêberiya milyaket çû (Met. 1:19-25). Metta usa jî gilî dike derheqa xewna Ûsiv çaxê milyaket temî da wî ku bireve Misirê û ewî usa jî kir, malbeta xweva revî Misirê. Hin jî Metta nivîsiye derheqa xewna Ûsiv ku çaxê milyaket jêra got, wekî ew vegere Îsraêlê û ça ew vegeriya. Û usa jî ewî gilî kir derheqa safîkirina Ûsiv ku malbeta xweva derbazî Nisretê be (Met. 2:13, 14, 19-23). Kitêba Mettada serê 1 û 2-da, navê Ûsiv 10 cara tê xebitandinê, lê navê Meryemê tenê 5 cara.

Lê Lûqa hê zef gilî dike derheqa Meryemê. Mesele, ew gilî dike çaxê milyaket Cibrayîl wêva xuya bû, çaxê Meryem çû cem meriva xwe Êlîzabêtê, û çawa Meryemê pesinê Yehowa da (Lûqa 1:26-56). Lûqa usa jî nivîsiye giliyên Şimhûn, ku ewî derheqa cefên Îsaye axiriyê Meryemêra got. Paşê, Lûqa gilî dike çaxê malbeta Ûsiv çû paristgehê gava Îsa 12 salî bû û ew giliyên Meryemê dibêje ne ku giliyên Ûsiv. Lûqa usa jî zêde dike ku çawa hemû qewimandin ser wê hukum bûn (Lûqa 2:19, 34, 35, 48, 51). Du serên pêşine kitêba Lûqada navê Meryemê 9 cara tê xebitandinê, lê navê Ûsiv 4 cara. Dêmek, Metta hê zêde dîna xwe dide ser kirên Ûsiv û derecên wî, lê Lûqa hûr bi hûr dibêje derheqa Meryemê û qewimandinên ku tevî wê diqewimîn.

Dîsa hine firqî heye orta nivîsara Lûqa û Mettada. Rêzkirina rikinyata ku Îsa jê hatiye, wana mîna hev ne nivîsîne. Metta kal-bavên Ûsiv rêz dike û dide kifşê, wekî rast e Îsa kurê Ûsivî helal nîne, lê kurê wî tê hesabê, û lema Îsa bi qanûnî warê padşatiya Dawid e. Çira? Çimkî Ûsiv ji rikinyata Padşa Dawid bû aliyê kurê wî Silêmanda (Met. 1:6, 16). Lê Lûqa kal-bavên Meryemê rêz dike û dide kifşê wekî Îsa ji bûyîna xweye bi bedenî, warê padşatiya Dawid e (Rom. 1:3). Çira? Çimkî Meryem jî ji rikinyata Padşa Dawid bû, lê aliyê kurê wî Natanda (Lûqa 3:31). Lê gelo çira Lûqa rêza rikinyatêda ku Meryem jê hatiye, navê Meryemê nabêje ku ew qîza Elî ye? Çimkî rêzkirina rikinyatada tenê navê mêra dihate gotinê. Lema jî çaxê Lûqa rikinyata Ûsiv rêz dike û ser wî dibêje kurê Elî, ew dihate femkirinê wekî Ûsiv zevê Elî bû (Lûqa 3:23).

Rêzkirina Metta û Lûqa ya rikinyata ku Îsa jê hat, eşkere dike, wekî Îsa bû Mesîh, derheqa kîjanî jî hatibû pêxembertîkirinê. Ew îzbatkirin ku Îsa ji rikinyata Dawid bû, usa eşkere bû, wekî Fêrisî û qanûnzana jî nikaribûn bêjin wekî ew yek derew e. Rêzkirina rikinyata ku Îsa jê hat, baweriya me qewî dike û îzbat dike, wekî hemû sozên Xwedê wê ese bêne sêrî.