Bi Sebir Hîviyê be
“Hûn jî sebir kin” (AQÛB 5:8).
1, 2. a) Çira ew pirs: “Heta kengê?”, bal me jî dikare pêşda bê? b) Çira meselên xizmetkarên berê yên amin, me dilgerm dikin?
“HETA çi wextî?” Ew pirs pêxemberên amin Îşaya û Hebaqûq dan (Îşa. 6:11; Hebq. 1:2). Çaxê Dawid Padşa Zebûra 13 nivîsî, wê zebûrêda ewî jî çar cara ew pirs da: “Heta kengê?” (Zeb. 13:1, 2). Hela hê Îsa jî ew pirs da çaxê kete nav wan meriva baweriya kîjana tune bû (Met. 17:17). Lema ecêbmayî nîne wekî cara bal me jî ev pirs pêşda tê.
2 Lê çira bal me jî dikare ew pirs pêşda bê? Çimkî diqewime nerastiyê hindava meda bikin. Yan dibeke em emirda mezin in û nexweş dikevin. Yan jî dibeke em dikevine strêsê, çimkî “zemanêd” xirabda dijîn (2 Tîmt. 3:1). Yan diqewime nihêrandina xirab ya merivên dor berê me, me bînteng dikin û eciz dikin. Lê çi jî hebe, em gelek dilgerm dibin çaxê pêdihesin ku xizmetkarên Yehowayî berê jî ew pirs didan û Xwedê ewana sûcdar nedikirin seva wê yekê.
3. Çi dikare alî me bike çaxê em dikevine derecên çetin?
3 Çi dikare alî me bike gava em rastî derecên çetin Aqûb 5:7). Belê, me hemûyara jî sebir lazim e. Lê çi tê hesabê sebir, û ça em dikarin ewî hunurî bidine kifşê?
tên? Aqûbê birê Îsa got: “Xûşk-birano, sebir kin heta hatina Xudan” (ÇI TÊ HESABÊ SEBIR?
4, 5. a) Çi tê hesabê bi sebir bin? b) Aqûb çi mesele anî derheqa sebirê? (Binihêre şiklê ewlin.)
4 Li gora Kitêba Pîroz, sebir ew heye berê ruhê pîroz, lema jî bêy alîkariya Xwedê meriv nikarin ça lazim e ewî hunurî bidine kifşê. Em dikarin bêjin, ku sebir ew pêşkêş e ji Xwedê. Û çaxê sebira me heye, bi wê yekê em hizkirina xwe Xwedêra nîşan dikin. Em usa jî hizkirinê hindava yên mayîn didin kifşê, gava bi sebir in. Lê çaxê em bê sebir in, hizkirin orta me û merivên dinda sist dibe (1 Korn. 13:4; Galt. 5:22). Sebir ew e, ku wedê çetinayên giran em dîsa jî teyax dikin û şabûna xwe unda nakin (Kols. 1:11; Aqûb 1:3, 4). Sebir usa jî ew e, çaxê em heyfê venakin, lê teyax dikin, qewî dimînin û çi çetinayî rastî me tên, yeke em sist nabin. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî bi dil û can qebûl kin evê yekê ku lazim e hîviyê bin. Ev yek rind tê kifşê ji Aqûb 5:7, 8 (Bixûne.)
5 Çira mera lazim e sebir bin û hîviya Yehowa bin? Aqûb dereca me beramberî cotkar dike. Mesele, cotkar zef dixebite seva zeviyê biçîne, lê ew nikare ser hewayê hukum ke, yan jî usa bike wekî zevî zû şîn be. Ew nikare wede lez xe. Ew fem dike wekî gerekê bi sebir hîviyê be seva “berê erdêyî bi qîmet” bistîne. Dereca me jî usa ne. Gelek tişt destê meda nîne û lazim e em hîviyê bin heta Yehowa sozên xwe bîne sêrî (Marq. 13:32, 33; Kar. Şand. 1:7). Belê, mîna cotkar em gerekê bi sebir hîviyê bin.
6. Çida em dikarin çev bidine Mîxa pêxember?
6 Derecên ku îro rastî me tên, mîna derecên wedê Mîxa pêxember in. Ewî wedê padşatiya Ahazda dijît, çaxê hemû cûre korûpsiya hebû. Ahaz padşakî gelek zulm bû. Cimetê jî xwe xirabiyê digirt û “karê xirabda” destên wan bi xîret bû. (Bixûne Mîxa 7:1-3.) Mîxa fem dikir ku ew pê qewata xwe nikare ewan derecên xirab biguhêze. Lê ewî çi dikaribû bikira? Ew dibêje: “Lê ezê Yehowa bigerim. Ezê hîviya Xwedê xilazkarê xwe bim. Xwedayê min, wê min bibihê” (Mîx. 7:7, DT). Em jî mîna Mîxa gerekê bi sebir hîviyê bin.
7. Ça em gerekê hîviya sozên Yehowa bin?
7 Hergê baweriya me mîna ya Mîxa ye, emê bi dil û can hîviya Yehowa bin. Mesele, girtiyê kelêda kîjan ku hîviya roja ceza xwe ye, bixwaze nexwaze gerekê hîviya vê rojê be, lê ew ne jî dixwaze ev roj bê. Lê dereca me usa nîne. Em bi dil û can hîviya Yehowa ne, çimkî zanin ku ew wê wededa sozê xwe bîne sêrî û jîyîna heta-hetayê bide me! Lema jî “bi dûmika dirêj” û bi şabûnê sebir bikin (Kols. 1:11, 12). Lê hergê em bêsebir bin û bikine kute-kut ku çira Yehowa lez nakeve, ew yek wê wî xweş neyê (Kols. 3:12).
MERIVÊN AMINE BERÊ,YÊN KU SEBIR DIKIRIN
8. Ji xizmetkarên berê em çi dikarin hîn bin?
8 Hergê em bifikirin ser meselên xizmetkarên berê yên ku bi sebir hîviya sozên Yehowa bûn, emê jî hêlan bin bi dil û can hîviyê bin (Rom. 15:4). Wê kêrhatî be hergê em bînin bîra xwe ku ewana çiqas wede hîviyê bûn, çira bi dil û can hîviyê bûn, û seva sebira xwe wana çi kerem sitandin.
9, 10. Birahîm û Sera çiqas wext gerekê hîviya Yehowa bûna?
9 Bînin bîra xwe serhatiya Birahîm û Serayê. Ewana “bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn”. Kitêba Pîroz dibêje wekî “Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte” wî sozî, ku Yehowa wî kerem kira û zureta wî li hev zêde kira (Îbrn. 6:12, 15). Lê çira Birahîm gerekê sebir kira û hîviyê bûya? Çimkî wede lazim bû seva ev soz bihata sêrî. Peymana ku Yehowa tevî Birahîm girêda, destpêbû bê sêrî 14 Nîsanê sala 1943-da B.D.M.. Vê rojê Birahîm tevî Serayê û hemû merivên ku mala wîda diman, Çemê Feratra derbaz bûn û ketine Erdê Sozdayî. Paşê Birahîm 25 sala hîviyê bû heta Îshaq jêra bû sala 1918-da B.D.M., û paşê 60 sala hîviyê bû heta nebî jêra bûn Esaw û Aqûb (Îbrn. 11:9).
10 Lê Birahîm çiqas erd stand? Kitêba Pîroz dibêje: “[Yehowa] wargeh neda wî [Birahîm] . . . , ne jî dewsa nigekî, lê soz da ku vî welatî çawa milk bide wî û pey wîra jî Kar. Şand. 7:5). Paşî 430 sala çaxê Birahîm Çemê Feratra derbaz bû, rikinyata wî bû milet, kîjan ku gerekê wî erdî war bûya (Derk. 12:40-42; Galt. 3:17).
bide zureta wî, gava ku hê zarêd wî tunebûn” (11. Çira Birahîm bi dil hîviya Yehowa bû, û ew seva sebira xwe wê çi kerema bistîne?
11 Birahîm bi dil hîviyê bû û sebir dikir, çimkî baweriya xwe Yehowa û sozê wî dianî. (Bixûne Îbranî 11:8-12.) Rast e Birahîm bi temamî pê çevê xwe nedît ev soz ça hate sêrî, yeke ew bi şabûnê sebir dikir. Lê bidine ber çevê xwe çaxê Birahîm dinya tezeda ji mirinê rabe, ew wê çiqas şa be. Ew wê ecêbmayî bimîne ku Kitêba Pîrozda serhatiya wî û rikinyata wî gelek ciyada hatiye nivîsarê. * Bidin ber çevê xwe, ew wê ça zendegirtî bimîne gava pêbihese, ku ewî roleke çiqas mezin lîstiye qirara Xwedêda derheqa Mesîh! Bêşik, ew wê bivîne ku çiqas hêja bû wekî haqas wext sebir kir û hîviyê ma.
12, 13. Çira Ûsivra sebir lazim bû, û tengasiyada ewî ça xwe da kifşê?
12 Ûsiv nebîçirkê Birahîm jî bi sebir bû. Ûsivra gelek xirabî kirin. Mesele, çaxê ew weke 17 salî bû, birên wîyî helal wî ça dîl firotin. Paşê, çaxê ew Misirêda bû, şer avîtine wî yançi ewî xwestiye tevî jina axayê xwe razê û lema wî kirine kelê (Destp. 39:11-20; Zeb. 105:17, 18). Ûsiv merivekî amin û heyf bû, lê tê bêjî ew dihate cezakirinê, ne ku keremkirinê. Lê paşî 13 sala, halê wî nişkêva hate guhastinê. Wî ji kelê aza kirin, û ew bû serwêrê duda Misirêda (Destp. 41:14, 37-43; Kar. Şand. 7:9, 10).
13 Lê gelo ji bo wan neheqiya Ûsiv hate guhastinê û bû yekî zulm? Gelo ewî îtbariya xwe hindava Yehowa unda kir? Tu car na. Lê çi alî wî kir ku bi sebir hîviyê be? Baweriya wî hindava Yehowa alî wî kir. Ewî zanibû wekî Yehowa haş ji her tiştî heye û her tişt destê wîda ye. Baweriya wî tê kifşê ji wan giliya ku ewî birên xwera got: “Netirsin, çima ez dewsa Xwedê digirim? Rast e hûn hindava minda xirab fikirîn, lê Xwedê fikirî ku wê bike qencî, wekî mîna roja îroîn, emirê gelek merîya xwey ke” (Destp. 50:19, 20). Belê, Ûsiv fem kir wekî hêja bû ew hîviyê be.
14, 15. a) Em ji sebira Dawid çi hîn dibin? b) Çi alî Dawid dikir ku bi sebir hîviyê be?
14 Dawid Padşa jî rastî gelek neheqiya hat. Çaxê Yehowa Dawid bijart seva ew axiriyêda bibe padşê Îsraêlê, ew hela hê cahil bû. Lê Dawid 15 sala hîviyê bû heta ew bibûya padşê bereka xwe (2 Sam. 2:3, 4). Hingê, Padşa Şawûl pey Dawid ket û dixwest wî bikuje. * Lema Dawid ça xerîb dijît, ew cara direviya welatên xerîb, cara jî beriyêda şkeftada dima. Lê hela hê paşî mirina Şawûl jî, Dawid weke 7 sala hîviyê bû seva padşatiyê bike ser temamiya Îsraêlê (2 Sam. 5:4, 5).
Zeb. 13:5, 6). Dawid zanibû wekî Yehowa amin e û wî hiz dike. Ew difikirî ku çawa Yehowa alî wî dikir, û ew bi dil hîviya xilazkirina xwe bû. Belê, Dawid zanibû wekî ew badîhewa hîviyê nîne.
15 Lê çira Dawid bi sebir hîviyê bû? Caba vê pirsê ew xwexa zebûra xweda dide, kîderê ku çar cara pirseke usa daye: “Heta kengê?” Ew dibêje: “Min xwe spartîye aminîya Te, dilê minê şa be, bi xilazkirina Te. Ezê bistirêm eşqî Xudane, bona qencîya ku li min kirîye” (Yehowa ji me naxwaze tiştekî usa, çi ku ew xwexa nake
16, 17. Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh ça sebira mezin dane kifşê?
16 Yehowa ji me naxwaze tiştekî usa, çi ku ew xwexa nake. Ew xwexa gelek sebir dike, û vê yekêda ewî mera mesela mezin hîştiye. (Bixûne 2 Petrûs 3:9.) Yehowa îda bi hezara sala hîviyê ye, heta safî be ew şerê ku Edenêda avîtine wî. Ew bi sebir hîviya wî wedeyî ye çaxê navê wî bi temamî bê pîrozkirinê. Gava ev wede bê, merivên ku bi dil hîviya wî ne, wê keremên mezin bistînin (Îşa. 30:18).
17 Îsa jî sebir dike û hîviyê ye. Çaxê ew ser erdê bû, ew heta mirinê Yehowara amin ma, û sala 33 D.M.-da emirê xwe da qurban û çû li ezmana. Û paşê ew heta sala 1914 hîviyê bû seva padşatiya xwe destpêke (Kar. Şand. 2:33-35; Îbrn. 10:12, 13). Lê Îsa niha jî hîviyê ye heta ku hemû dijminên wî qir bin paşî xilaziya Hezarsaliya Padşatiya wî (1 Korn. 15:25). Rast e ew wedekî kin nîne seva hîviyê be, lê ew yek wê keremên mezin bîne.
ÇI WÊ ALÎ ME BIKE SEBIR KIN?
18, 19. Çi wê alî me bike bi sebir hîviyê bin?
18 Bêşik, em jî gerekê sebir kin û bi dil û can hîviyê bin. Lê vê yekêda wê çi alî me bike? Xwedêra dua bikin, wekî ruhê xweyî pîroz bide we, çimkî sebir jî berê ruhê pîroz e (Efes. 3:16; 6:18; 1 Têsln. 5:17-19). Ji Yehowa hîvî kin seva alî we bike ku hûn sebir kin û qewî bimînin.
19 Bînin bîra xwe ku çi alî Birahîm, Ûsiv, û Dawid kir, ku ewana bi sebir hîviya sozên Yehowa bûn. Bawerî û îtbariya hindava Yehowa alî wan kir. Ewana nediketine heyra xwe û xwestinên xwe. Hergê em bifikirin ku sebira wan ça hate keremkirinê, emê hêlan bin ku mîna wan bi sebir hîviyê bin.
20. Em gerekê bixwazin bi dil çi bikin?
20 Hergê jî em niha rastî tengasiya û cêribandina tên, yeke em bi dil û can hîviya Xwedê ne. Dibeke cara em jî ji kesera dilê xwe dibêjin: “Heta kengê ya Yehowa?” (Îşa. 6:11) Lê bi alîkariya qewata Xwedê, dêmek ruhê pîroz, her kes ji me dikare çev bide Yêremya pêxember yê ku got: “Para min Xudan e; ji ber vêya ez hêviya xwe bi wîva girê didim” (Lûr. Yêrem. 3:21, 24).
^ abz. 11 Kitêba Destpêbûnda weke 15 seriyada derheqa serhatiya Birahîm tê gilîkirinê. Xêncî vê yekê, nivîskarên Peymana Nû 70 cara zêdetir besa Birahîm kirine.
^ abz. 14 Çaxê Şawûl bû Padşa, paşî weke 2 sala zêdetir, Yehowa îda Şawûl qebûl nedikir, lê hîşt wekî Şawûl 38 sala zêdetir padşatiyê bike, dêmek heta mirinê (1 Sam. 13:1; Kar. Şand. 13:21).