Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Heger Mesîhîk ne ser hîmê Kitêba Pîroz jina xwe biqete û kesekî dinra bizewice, gerekê civat ser zewaca wîye pêşiyê û ser ya duda çawa binihêre?

Vê derecêda çaxê Mesîhîk kesekî dinra dizewice, nihêrandina civatê gerekê usa be: hukumê zewaca wîye pêşin betal dibe û ew îda bin hukumê zewaca tezeda ye. Seva ku em vê yekê rind fem bikin, were em dîna xwe bidinê ku Îsa Mesîh derheqa hevqetandinê û zewaca teze çi gotiye.

Metta 19:9-da Îsa gotiye, ku li gora Nivîsarên Pîroz, bona hevqetandinê tenê sebebek heye: “Kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike”. Ji gotinên Îsa, em fem dikin ku (1) li gora Nivîsarên Pîroz, jin-mêr tenê rûyê bênamûsiyêda dikarin hev biqetin û (2) mêrê ku jina xwe ji bo sebebeke din berdide û jineke dinra dizewice, bênamûsiyê dike. *

Gelo gotinên Îsa têne hesabê ku heger mêr bênamûsiyê bike û jina xwe berde, ewê îda aza be ku jineke din bîne? Ne hemû derecada. Heger mêr bênamûsiyê bike, gerekê jina wî, ya ku ne gunekar e, safî ke bibaxşîne mêrê xwe, yan na. Heger jin nebaxşîne mêrê xwe û ewana bi qanûnî ji hev biqetin, paşî hevqetandinê herdu jî aza ne ku bizewicin.

Ji aliyê dinva jî, dibeke jin bixwaze tevî mêrê xwe bimîne û bi vê yekê nîşan ke ku ew hazir e bibaxşîne wî. Lê heger mêr tevî jina xwe qayîl nabe û dixwaze lê biqete? Heger jin hazir e bibaxşîne mêrê xwe û tevî wî bimîne, wî çaxî li gora Nivîsarên Pîroz îzina wî tune yeke dinra bizewice. Lê heger ew jineke dinra bizewice, ev yek wê bê hesabê bênamûsî, û hingê rûspiyên civatê gerekê komîtêya dîwankirinê saz kin (1 Korintî 5:1, 2; 6:9, 10).

Çaxê mêrek ku li gora Kitêba Pîroz aza nîne bizewice, lê yeke ew jineke dinra dizewice, civat gerekê ser zewaca wîye pêşiyê û ya duda çawa binihêre? Gelo li gora Kitêba Pîroz hukumê zewaca wîye pêşin hê qewatêda ne? Gelo paşî hevqetandinê jin dikare bibaxşîne mêrê xwe û wî qebûl ke, yan na? Gelo civat gerekê zewaca wîye duda hesab ke ça zewaca bênamûsî?

Li gora femkirina berê, zewaca duda ça bênamûsî dihate hesabê heta ku kesê negunekar sax bûya, azep bima û bênamûsî nekira. Lê gava Îsa derheqa hevqetandin û zewaca duda got, ewî besa hevalzewacê neneheq nekir. Ewî tenê zelal kir, wekî mêrekî ku ne li gora Nivîsarên Pîroz jina xwe berdide û tezeda dizewice, ew bênamûsiyê dike. Hevqetandin û zewaca usa, li gora gotinên Îsa bênamûsî ye û zewaca berê îda betal dibe.

“Kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike” (Metta 19:9).

Çaxê mêr jina xwe berdide û jineke dinra dizewice, îda baxşandina jina wîye pêşin ku bêsûc bû, boş-betal e. Dêmek îda ne lazim e ku jin safî ke hela bibaxşîne wî, yan na. Usa jî, nihêrandina civatê ser zewaca duda gerekê vê yekêva girêdayî nîbe, ku kesê bêsûc miriye, tezeda zewicî ye, yan jî bênamûsî kiriye. *

Vê meselêda ku me jorê şêwir kir, jin-mêr ji hev qetiyan, çimkî mêr bênamûsî kir. Lê carna usa diqewime ku mêr bênamûsî nekiriye, lê yeke jina xwe diqete û jineke dinra dizewice. Yan jî, mêr ne ku pêşiya hevqetandinê, lê paşî vê yekê bênamûsiyê dike û yeke dinra dizewice, lê jina wî hazir e bibaxşîne wî. Van meselada, hevqetandin û zewaca duda wek bênamûsiyê ye û zewaca pêşiyê betal dike. Û îda zewaca duda bi qanûnî dikeve qewatê. “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Mijdarê, sala1979 usa hatibû gotinê: “Ew kesekî dinra zewicî ye û îda nikare vegere cem jina xweye pêşin, çimkî hevqetandin, bênamûsî û zewaca duda, zewaca wîye pêşin betal kiriye”.

Ev nihêrandina teze pîroziya zewacê kêm nake û nayê hesabê ku bênamûsî gunekî haqas giran nîne. Heger mêr bê sebeba li gora Kitêba Pîroz jina xwe biqete û jineke dinra bizewice, seva vê yekê gerekê komîtêya dîwankirinê bê saz kirinê. (Heger jina duda Şeda Yehowa ye, vî çaxî komîtêya dîwankirinê gerekê dereca vê jî lêkolîn ke, çimkî ewê jî prînsîpa Kitêba Pîroz teribandiye). Rast e civat zewaca wîye duda ça bênamûsî hesab nake, lê dîsa jî lazim e gelek sal derbaz bin, heta ku kirên wan bêne bîrkirinê û ew navê baş qazanc ke, wekî bikaribe civatêda cabdariya bistîne. Lê usa jî pêşiya ku rûspî cabdarîkî bidine wî, ewana gerekê hildin hesab, hela jina wîye pêşiyê, kîjanêra ku mixenetî hate kirinê, û zarên wîyî negihîştî, ku ewî bêxweyî hîştiye, çi halîda nin (Malaxî 2:14-16).

Hevqetandin û zewaca duda, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz nînin, ziyaneke gelek mezin tînin, lema jî Mesîhî gerekê çev bidine Yehowa û zewacê pîroz hesab kin (Waîz 5:4, 5; Îbranî 13:4).

^ abz. 2 Vê gotarêda, xeberdan wê derheqa mêr here, yê ku bênamûsî kiriye. Lê Marqos 10:11, 12-da, Îsa zelal da kifşê wekî ev pirs him jina him jî mêra dikeve.

^ abz. 1 Berê, em difikirîn ku zewaca usa gerekê bênamûsî bê hesabê heta ku kesê bêsûc bimire, tezeda bizewice yan jî bênamûsiyê bike.