Pirsên Xwendevana
Qanûna Kahîntiyê 19:16 usa dibêje: “Nebî bayîsê serê hevalê xwe”. Ev qanûn çi tê hesabê, û em dikarin jê çi dersê hîn bin?
Yehowa Îsraêliyara gotibû wekî pîroz bin. Seva ku ewana pîroz bin, ewî wanra got: “Nava cimeta xweda buxdanbîyê nekî, nebî bayîsê serê hevalê xwe. Ez Xudan im” (Qanûna Kahîntiyê 19:2, 16).
Gotina ku vê rêzêda ça “nebî bayîsê” hatiye welgerandinê, gilî-gotineke Îbranî ye. Li gora kanîke Cihû, ku derheqa kitêba Qanûna Kahîntiyê ye, ev gotin raste-rast tê hesabê “ser . . . nesekine” yan “pêşberî . . . nesekine”. Çevkanî usa dibêje: “Çimkî em nizanin mena vê gilî-gotinê çi ye, mera çetin e fikira vê rêzê şirovebikin”.
Hine zandar difikirin ku ev gotin bi rêza pêşiya vêva girêdayî ye, ya ku usa dibêje: “Dîwanêda nerastîyê nekin, pişta belengaza negirin ne jî qedir li yê mezin bikin, rast li ser îşê wanda binihêrin” (Qanûna Kahîntiyê 19:15). Li gora vê yekê, qanûna ji rêza 16 tê hesabê ku gerekê Îsraêliya dîwanêda, arş-vêrşiyêda yan problêmên malbetêda, zirar nedana merivên din û bona kara xwe qelpî nekirana. Hilbet gerekê em tiştên usa nekin, lê bona rêza 16 şirovekirineke hê logîkî heye.
Were dîna xwe bide gotinên pêşin yên vê rêzê. Xwedê xizmetkarên xwera gotibû ku gerekê ew buxdanê navêjin ser kesekî. Gevestî çiqas xirab be jî, buxdan diha xirab e (Metelok 10:19; Waîz 10:12-14; 1 Tîmotêyo 5:11-15; Aqûb 3:6). Nêta kesê ku buxdana davêje ev e, wekî navê kesekî xirab bike. Dibeke ew miqabilî vî kesî tiştên derewîn bêje û bi vî cûreyî jîyîna wî bike bin xofê. Bîne bîra xwe, ku Nabot dane ber kevira, çimkî buxdan avîtine wî (1 Padşatî 21:8-13). Belê, ça para duda ya Qanûna Kahîntiyê 19:16 nîşan dike, dibeke ewê ku buxdana davêje ser kesekî din bi rastî miqabilî jîyîna wî radibe.
Serda jî, buxdan carna nefretêva girêdayî ye. 1 Yûhenna 3:15 usa dibêje: “Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tu mêrkujîda jiyîna heta-hetayê tune”. Lê hewas e wekî paşî gotinên rêza 16, Xwedê usa got: “Dilê xweda nejenî birê xwe” (Qanûna Kahîntiyê 19:17).
Ça tê kifşê, temiya ji Qanûna Kahîntiyê 19:16 bona me jî gelek ferz e. Gerekê em fikrên xirab ji hişê xwe derxin û buxdana nevêjin ser tu kesî. Heger em miqabilî kesekî radibin, dêmek heger em buxdana bavêjin ser kesekî, çimkî em çevnebariya wî dikin yan wî hiz nakin, ev yek dibeke tê hesabê wekî em wî nefret bikin. Lazim e wekî şagirtên Îsa tu kesî nefret nekin (Metta 12:36, 37).