Serhatî
“Her Kesîra Ez Bûme Her Tişt”
“Hergê tu bêyî nixumandinê, ezê ji te biqetim!”. Ew sala 1941-da bû, çaxê bavê min bi wan giliya diya min da tirsandinê. Lê yeke diya min ne tirsiya, û ça safî kiribû usa kir. Ewê xwe tesmîlî Yehowa Xwedê kir, û hate nixumandinê. Lê bavê min giliyên xwe anî sêrî, û ew ji diya min qetiya. Wî wedeyî ez heyşt salî bûm.
HETA ew yek biqewimiya, min îda dixwast derheqa rastiyê hê zêde pêbihesim. Bal diya min hine edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz hebûn, û min ew edebyet bi dil û can dixwend. Gelek min xweş dihatin şiklên wan edebyetada. Bavê min nedixwast wekî diya min derheqa rastiyê tevî min xeberde. Lê yeke, min gelek dixwest hê zêde pêbihesim, û min gelek pirs dida wê. Çaxê bavê min malda nîbû, diya min tevî min hînbûn derbaz dikir. Axiriyêda, min jî safî kir, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa kim. Û sala 1943, çaxê ez deh salî bûm, ez hatime nixumandinê Blêkpûlêda, (Înglîstan).
DESTPÊDIKIM YEHOWARA XIZMET KIM
Paşî vê yekê, min û diya xwe timê bi xîret mizgînî bela dikir. Seva belakirina mizgîniyê, me fonograf dida xebatê. Ew fonograf mezin û giran bûn, weke 4.5 kg. Min bidine ber çevê xwe, ça ez, gedekî biçûk, mal bi mal ew fonograf tevî xwe digerand.
Wî wedeyî ez 14 salî bûm, û min dixwest ça pêşeng xizmet kim. Diya min minra got
wekî pêşiyê ez gerekê tevî berpirsiyarê mihalê xeberdim. Berpirsiyarê mihalê minra şîret da, wekî ez pêşekî hîn bim, seva wedê xizmetiya xweye pêşengtî bikaribim xwe xwey kim. Min usa jî kir. Paşî du sala, min derheqa xizmetiya pêşengtî xeberda tevî berpirsiyarekî din. Ewî gote min: “Here û bigihîje nêta xwe!”.Usa, sala 1949, meha Nîsanê, min û diya xwe hûr-mûrê malê firot, û derbazî Mîdlêtonê, nêzîkî Mançêstêrê bûn, û me li wêderê destpêkir ça pêşeng xizmet kin. Paşî çar meha, min birak bijart ku tevî min pêşeng xizmet ke. Ji fîlîalê mera şîret dan wekî em derbazî civata teze bin Îrlamêda. Lê diya min tevî xûşkeke din civateke dinda xizmet dikir.
Rast e ez 17 salî bûm, lê min û heval-xizmetkarê minra cabdarî dan wekî em civatê derbaz kin, çimkî vê civata tezeda gelek hindik birên cêribandî hebûn. Hine wede şûnda, ez hatim teglîfkirin, wekî derbazî Civata Bakstonê bim, kîderê ku tenê çend mizgînvan hebûn û alîkarî lazim bû. Ew hemû cabdariyên ku didane min, ez gelek tişt hîn kirim û hazir kirim seva cabdariyên axiriyêda.
Sala 1951, min blank tije kir seva ku herime Mekteba Gîled. Lê sala 1952, meha Kanûna Pêşin, gazî min kirin ku herime eskeriyê. Min dixwest aza bim û neçime eskeriyê, lema min got wekî ez xizmetkarê
hertim im. Lê dîwanê xwestina min qebûl nekir, wekî çawa xizmetkarê hertim aza bim ji eskeriyê, û ez ser şeş meha kirime kelê. Çaxê ez kelêda bûm, min teglîfkirin stand ser Mekteba Gîled. Û sala 1953 meha Tîrmehê, ez pê gemiya bi navê “Corcîk”, çûme Niyû Yorkê, wekî Mekteba Gîledda hîn bim.Gava ez hatime Niyû Yorkê, ez çûme ser civata mezin bi navê “Cimeta Dinya Teze”. Ew sala 1953 bû. Paşê, ez pê trênê çûme Lansînga Başûrê, (Niyû York), kîderê ku ez gerekê hîn bûma. Cem min gelek hindik pere hebû, çimkî ez teze ji kelê derketibûm. Çaxê ez ji trênê derketim, ez otobûsêda rûniştim seva herim Lansîngê, lê perê riya min kêm bû. Min ji merivê ku otobûsêda kêleka min rûniştî bû, 25 sênt xwest, û ewî da min.
XIZMETKIRIN WELATÊ XERÎBDA
Mekteba Gîledda me hînkirina gelek baş stand, wekî çawa “her kesîra” bibine “her tişt” (1 Korn. 9:22, ÎM). Ez, Pol Bran û Raymond Lêç, hatine kifşkirinê ku Fîlîpînêda xizmet kin. Em çend meha hîviya vîzê bûn. Em pêşiyê pê gemiyê çûne Rotêrdamê, paşê Bera Navberê, Kanala Sûêzê, Okyanûsa Hindîyê, Malazyayê, û Hon-Kongê, bi temamî riya me ser berê 47 roja kişand! Axiriyêda em gihîştine Manîlayê. Ew sala 1954, 19 Mijdarê bû.
Ji wî wedeyîda em gerekê hînî merivên teze, welatê teze, û zimanê teze bûna. Lê yeke em her sê bira hatine kifşkirinê civata Kêson Sîtîda, kîderê ku bineliya ser zimanê Înglîzî xeberdidan. Lema, me nava şeş meha tenê çend giliyên Tagalog zanibûn. Lê kifşkirina teze îda ev çetinayî safî kir.
Rojekê, meha Gulanê, sala 1955, ez û birê Lêç ji xizmetiyê hatine malê, û me otaxa xweda çend nemek dît. Ji nema em pêhesiyan, wekî em hatine kifşkirinê ça berpirsiyarên mihalê. Wî çaxî ez 22 salî bûm, lê ew cabdariya teze minra mecal da wekî “her kesîra” bibime “her tişt”.
Mesele, min ça berpirsiyarê mihalê, gotara xweye pêşiyê derva ber dikana gund xwend. Min fem kir wekî bona merivên Fîlîpî tebiyetî ye, wekî gotara bona hemûya, gerekê wan ciyada bê xwendinê, kîderê ku gelek meriv in! Çaxê min ça berpirsiyar teseliya civata dikir, min gotar dixwend bazarada, ber mûnîsîpalîtêta, ser meydana baskêtbolê, parkada, û gelek car kûçada. Carekê, San Pablo Sîtîda baraneke qayîm barî çaxê min bazarêda gotar dixwend, û min şîret da birên cabdar, wekî ew gotar Oda Civatêda bê xwendinê. Paşê bira ji min pirsîn ku gelo ewana ewê gotarê dikarin hesab kin ça gotar bona hemûya, çimkî ew derva ber hemû meriva nayê xwendinê, lê tenê Oda Civatêda.
Ez timê mala birada dimam. Rast e ewana dewletî nîbûn, lê malên wan timê temiz bûn. Gelek car ez ser xalîça tenik, ser polê dar radizam. Li wêderê ciyê serşûştinê vekirî bûn, û ez hîn bûm wekî kincava serê xwe bişom. Ez pê otobûsê diçûm, û cara bi qeyikê derbazî giravên din dibûm. Nava temamiya salên xizmetiya minda, avta min tune bû.
Xizmetkirin û teselîkirina civata, alî min kirin wekî ez zimanê Tagalog hîn bim. Ez kûrsên wî zimanî derbaz nebûm, lê bi saya guhdayîna xûşk-bira wedê xizmetiyê û usa jî bi saya civata, ez evî zimanî hîn bûm. Vê yekêda bira gelek dixwestin alî min bikin, û ez gelek razî bûm wekî ewana ça bi sebir bûn hindava minda û bi dil û can payê min didan.
Wede derbaz dibû, û min kifşkirina teze stand, kîjan ku min hêlan kir hînî guhastinên teze bim. Sala 1956, çaxê birê Nêytan Nor serlêdan kir, ez hatime kifşkirinê, wekî
ser civata mezine hemdinyayê tevî mêdiya hevkariyê bikim. Vê yekêda ez cêribandî nîbûm, lema yên din bi dil û can min hîn dikirin. Salekê kêmtir şûnda, civata mezine hemdinyayê ya mayîn derbaz bû, û Frêdêrîk Fransê bira ji ofîsa sereke hate wêderê. Ser wê civatê ez berpirsiyarê civata mezin bûm, û ez ji Frans bira hîn bûm ku bi dil û can qedirê hemû meriva û edetên wan bigirim. Çaxê Fransê bira gotar xwend, birên wê mihalêda ecêbmayî man û şa bûn gava ew dîtin pê kincê “barong Tagalog”, dêmek kincê miletê Fîlîpîn.Çaxê ez hatime kifşkirinê ça berpirsiyarê nehiyê, minra lazim bû dîsa hînî tiştên teze bim. Wî çaxî me fîlm nîşan dikirin bi navê “Bextewariya Cimeta Dinya Teze”, û me heçî zef derva ciyên ku gelek meriv bûn ew fîlm nîşan dikirin. Cara wedê fîlmê, mêş-moza em eciz dikirin. Ewana dora me top dibûn ji bo lûsê, û diketine nava projêktora. Paşî wan civîna, me wan projêktora temiz dikir, û dikarim bêjim wekî hêsa nîbû wana temiz kin! Belê mera hêsa nîbû ku ewê fîlmê nîşan kin, lê yeke em gelek şa dibûn çaxê me didît ku meriva ça rind guh didan, û ça ewana pêdihesiyan derheqa teşkîleta Yehowaye hemdinyayê.
Keşîşên Katolîk nav hine merivên dewletê didan, seva ewana îzinê nedin ku em civatên mezin derbaz kin. Cara jî wan ciya kîderê ku civînên me nêzîkî dêra derbaz dibûn,
ew keşîş zengilên dêra qayîm lêdixistin wekî tu kes nikaribe gotara bibihê. Lê ev hemû tiştî şixulê me ne da sekinandinê, û roja îroyîn wî cîyîda gelek xizmetkarên Yehowa hene.HÎNÎ CABDARIYÊN TEZE DIBIM
Sala 1959, min nemek stand kîderêda dihate gotinê wekî ez hatime kifşkirinê ku fîlîalêda xizmet kim. Vê kifşkirinêda ez gelek tişt hîn bûme û cêribandî bûm. Wî wedeyî minra cabdarî didan wekî ez herim teseliya welatên din bikim. Welatekîda min nasiya xwe da Canêt Dûmand, kîjan ku Taylandêda mîsiyonêr bû. Me hine wext hev nas dikir û paşê em hev standin. Em 51 sala tevayî ça mêr û jin xizmet dikin û şabûneke mezin distînin.
Bi temamî ez çûme 33 welata û ez gelek şa me wekî tevî gelek xûşk-bira bûme nas. Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî ew cabdariyên ku cahiltiyêda min distand, ez hazir kirim seva ez bikevime halê cûre-cûre meriva! Teselîkirina welata, nihêrandina min ser gelek tişta guhast û alî min kir wekî ez pê çevê xwe bivînim wekî Yehowa hemû cûre meriva hiz dike (Kar. Şand. 10:34, 35).
DÎSA HÎNÎ GUHASTINA TEZE DIBIM
Çiqas baş e wekî em tevî xûşk-birên Fîlîpînê xizmet dikin! Niha li wêderê mizgînvan 10 cara zêdetir hene, ne ku çaxê cara pêşiyê min destpêkir xizmet kim li wêderê. Ez û Canêt heta niha xizmet dikin fîlîala Fîlîpînêda, kîjan ku şeherê Kêzon Sîtîda ye. Îda 60 sala zêdetir e ça ez welatê xerîbda xizmet dikim, û hela hê niha jî ez hazir im wekî Yehowa çi ku minra bêje ezê evê yekê bikim. Wan paşwextiyada teşkîleta meda guhastin hatine kirinê, û niha em îda hînî wan guhastina dibin.
Nêta me timê ew e wekî rêberiyên Yehowa qebûl kin, û ew yek emirê meda şabûneke mezin tîne. Em usa jî hînî wan tişta dibûn, kîjan ku lazim bûn wekî em xûşk-birên xwera berdestiyê bikin. Belê, em hazir in wekî qirara Yehowa bînin sêrî, bi vê yekê ku “her kesîra” em bibine “her tişt”.