Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

Tu Dikarî Bigihîjî Nêtên Xweye Ruhanî

Tu Dikarî Bigihîjî Nêtên Xweye Ruhanî

“Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der” (GALATÎ 6:9).

KILAMA 84 Bi Dil û Can

VÊ GOTARÊDA a

1. Gelek ji me rastî çi çetinaya tên?

 GELO tera çetin e ku bigihîjî nêteke xweye ruhanî? b Hergê usa ne, tu tenê nînî. Mesele, Fîlîp dixwest duayên xwe baş kira û hê zêde dua kira, lê ewî bona dua wede nedidît. Lê nêta Êrîkayê ew bû, ku wededa here civînên bona xizmetiyê. Lê yeke ew timê derengî diket. Tomas çend cara xîret dikir ku Kitêba Pîroz ji serî heta xilaziyê bixûne. Ew dibêje: “Hewasa min xwendina Kitêba Pîrozra tune bû. Min sê cara destpêdikir, lê her car ez tenê digihîştime heta Qanûna Kahîntiyê”.

2. Heger bona me çetin e bigihîjin nêta xwe, çima gerekê em berxwe nekevin?

2 Hergê tera çetin e bigihîjî nêta xwe, berxwe nekeve. Hela hê bona nêteke hêsa jî, meriv gerekê gelek qewat û wedê xwe xerc ke. Ev yek ku tu dixwazî bigihîjî nêteke xwe, dide kifşê wekî tu dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dikî û dixwazî bi cûrê lapî baş wîra xizmet kî. Yehowa xîreta te qîmet dike (Zebûr 103:14; Mîxa 6:8). Lema jî li gora derece û qewata xwe nêtê dayne pêşiya xwe. Gelo tu çawa dikarî bigihîjî nêta xwe? Were em dîna xwe bidine çend fikirên baş.

XWESTINA XWE ZÊDE KE KU BIGIHÎJÎ NÊTA XWE

Dua Bike, Wekî Xwestina Te Zêde be (Binihêre abzasa 3-4)

3. Çima ferz e ku xwestina me hebe?

3 Seva ku em bigihîjin nêtên ruhanî, xwestin gelek ferz e. Çimkî gava xwestina meye mezin heye, em her tiştî dikin wekî bigihîjine nêta xwe. Xwestina dilê me mîna bakî ye, ku alî qeyikê dike, wekî bigihîje cî. Hergê ba timê hebe, gemîvan wê bigihîje nêta xwe. Û hergê ba diha qewî be, ewê diha zû bigihîje nêta xwe. Mîna vê yekê, xwestina dilê me çiqas mezin be, haqas mecal diha zêde dibe, ku emê bigihîjine nêta xwe. Dêwîd, birakî ji Êl Salvadorê, dibêje: “Hergê xwestina dil heye, meriv diha zêde xîret dibe. Meriv her tiştî dike, wekî tu tişt riya wî negire bigihîje nêta xwe”. Lê tu çi dikarî bikî wekî xwestina te zêde be?

4. Em bona çi dikarin dua bikin? (Fîlîpî 2:13). (Binihêre usa jî şikil.)

4 Bona xwestinê dua bike. Bi saya ruhê pîroz, Yehowa dikare dilê te qewî ke, wekî tu bigihîjî nêta xwe (Bixûne Fîlîpî 2:13). Cara em nêtekê datînin pêşiya xwe, çimkî em zanin ku gerekê vê yekê bikin. Lê dibeke xwestina me tune ye ku em bigihîjine vê nêtê. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke bi navê Norîna, ya ku ji Ûgandayê ye. Ewê dixwest tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, lê difikirî ku ew dersdareke baş nîne, lema jî xwestina wê kêm bû. Gelo çi alî wê kir? Ew dibêje: “Min her roj ji Yehowa lava dikir, wekî ew xwestina min zêde ke, ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kim. Min destpêkir li gora duayên xwe, feresetên xweye hînkirinê baş kim. Paşî çend meha, min dît ku xwestina min zêde bûye. Hema vê salê, min du hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkir”.

5. Em dikarin derheqa çi bifikirin, ku xwestina me zêde be wekî bigihîjin nêta xwe?

5 Kûr bifikire ku Yehowa bona te çi kiriye (Zebûr 143:5). Pawlosê şandî ser keremên Yehowa kûr difikirî. Ev yek lê hêlan dikir, wekî diha zêde Yehowara xizmet ke (1 Korintî 15:9, 10; 1 Tîmotêyo 1:12-14). Hergê tu jî kûr bifikirî, ku Yehowa bona te çi kiriye, xwestina te wê hê zêde be, wekî bigihîjî nêta xwe (Zebûr 116:12). Dîna xwe bidê, ku çi alî xûşkeke ji Hondûrasê kiriye, wekî ew bigihîje nêta xwe û bibe pêşenga hertim. Ew dibêje: “Min dianî bîra xwe ku Yehowa çiqas min hiz dike. Ewî alî min kiriye, wekî ez bibim xizmetkara wî. Ew min dibe xweyî û min diparêze. Gava ez ser van tişta difikirîm, hizkirina min hindava Yehowa diha qewî dibû û xwestina min zêde dibû, wekî bibim pêşeng”.

6. Çi dikare alî me bike ku em xwestina xwe diha qewî kin?

6 Dîna xwe bide kerema. Gelo çi alî Êrîkayê kir ku derengî nekeve? Ew dibêje: “Min tê derxist ku çaxê ez dereng diçûme ser civînên bona xizmetiyê, gelek mecalên baş ji destê min diçûn. Lê hergê ez zû bihatama, minê bikaribûya silav bida xûşk-bira û wede tevî wan derbaz kira. Minê fikirên baş bibihîsta, yên ku wê alî min bikirana wekî min diha baş xizmet kira û şabûn bistanda”. Êrîka dîna xwe didayê ku ewê çi karê bistîne, gava wededa here ser civîna. Gelo tu dikarî dîna xwe bidî kîjan kerema? Hergê nêta te ev e ku Kitêba Pîroz bixûnî, yan duayên xwe baş kî, bifikire ku ev yek wê ça dostiya te tevî Yehowa diha qewî ke (Zebûr 145:18, 19). Lê hergê nêta te ev be, wekî tu ser hunurekî xwe bixebitî, dîna xwe bidê ku ev hunur çawa alî te dike wekî heleqetiya xwe tevî kesên din hê baş kî (Kolosî 3:14). Xwera binivîse ku tuyê çi karê bistînî, gava bigihîjî nêta xwe û timê dîna xwe bide vê nivîsarê. Tomas dibêje: “Çiqas menî hebin ku ez bigihîjime nêta xwe, haqas hê zêde ezê bona vê yekê xîret bim”.

7. Çi alî birê me Jûlîo û kulfeta wî kir, ku bigihîjine nêta xwe?

7 Tevî wan wede derbaz ke, kê ku te hêlan dike bigihîjî nêta xwe (Metelok 13:20). Dîna xwe bidinê, ku çi alî birê me Jûlîo û kulfeta wî kir, wekî xizmetiya xwe diha zêde kin. Ew dibêje: “Me hevalên usa xwera dijbart, yên ku me hêlan dikirin bigihîjine nêta xwe û me wanra derheqa nêta xwe digot. Gelek ji wan îda gihîştine nêtên xwe, lema jî wana dikaribû şîretên baş bidine me. Hevalên me gelek car ji me dipirsîn ku şixulê me ça diçe, û çaxê lazim bû wana dil dida ber me”.

GAVA XWESTINA TE TUNE YE

Xîret Bike ku Bigihîjî Nêta Xwe (Binihêre abzasa 8)

8. Hergê em tenê hingê xîret bin, gava xwestina me hebe, çi dikare biqewime? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Cara xwestina me tune ku em tiştekî bikin. Gelo ev tê hesabê ku em nikarin ser xwe bixebitin wekî bigihîjine nêta xwe? Na. Vê meselê bide ber çevê xwe: Qewata ba heye wekî qeyikê bivê berbi wî cîyî, kîderê ku lazim e. Lê qewata ba her roj mîna hev nîne, hene roj ku ba qe nayê. Gelo ew tê hesabê wekî gemîvan nikare pêşda here? Ne her gav. Mesele, hine qeyik pê babirka ne û hinek jî pê motorê ne. Bi alîkariya van tişta, qeyik dikare ber bi nêta xwe here. Xwestina me mîna bakî usa ye, cara qewî ye û cara jî kêm e. Hine roja hewasa me tune ye, ku derheqa nêta xwe bifikirin û bona vê yekê tiştekî bikin. Lema jî hergê em tenê vî çaxî xîret bin gava xwestina me hebe, dibeke em qe negihîjin nêta xwe. Lê çawa ku gemîvan mecalên din jî digere ku bigihîje nêta xwe, em jî dikarin mecala bigerin ku bigihîjin nêta xwe, hela hê vî çaxî jî gava xwestina me tune ye. Hemikî ev yek hêsa nîne. Lê gava em bigihîjin nêta xwe, emê gelek şa bin. Pêşiyê were em dîna xwe bidine pirsekê ku dikare pêşda bê.

9. Gelo lazim e ku em xîret bikin, wekî bigihîjine nêta xwe, gava xwestina me tune ye jî? Şiroveke.

9 Yehowa dixwaze wekî em bi şabûnê û rezedilî wîra xizmet kin (Zebûr 100:2; 2 Korintî 9:7). Gava xwestina me tune ye, gelo lazim e wekî em xîret bikin ku bigihîjin nêta xwe? Were em dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Ewî got: “Ez cefayê didim bedena xwe û wê bin-dest dikim” (1 Korintî 9:25-27). Pawlosê şandî, hela hê vî çaxî jî ser xwe dixebitî, ku tiştên rast bike, gava hewasa vî tune bû. Gelo Yehowa ji xizmetiya Pawlos razî bû? Bêşik, erê! Û Yehowa xîreta wî kerem dikir (2 Tîmotêyo 4:7, 8).

10. Gava xwestina me tune be jî, çima hêja ye ku em xîret bikin wekî bigihîjin nêta xwe?

10 Hema bi vî cûreyî, hergê xwestina me tune be, lê em dîsa jî xîret bikin ku bigihîjine nêta xwe, Yehowa wê ji me razî be. Ew zane ku em hine şixula hiz nakin, lê dîsa jî em filan şixulî dikin çimkî hiz dikin. Çawa ku Yehowa Pawlosê şandî kerem kir, ewê xîreta me jî kerem ke (Zebûr 126:5). Gava em divînin ku Yehowa me kerem dike, em hêlanê distînin wekî diha zêde bikin. Xûşka me Lûsîna, ji Polonyayê, dibêje: “Cara hewasa min tune bû derkevim xizmetiyê, îlahî gava ez westiyayî bûm. Lê paşî xizmetiyê şabûn dikete dilê min. Ev yek pêşkêşeke mezin bû”! Lê gava xwestina me kêm be yan jî tune be, em dikarin çi bikin?

11. Yehowa çawa dikare alî me bike, wekî em xwegirtinê pêşda bînin?

11 Bona xwegirtinê dua bike. Xwegirtin tê hesabê gava ku meriv hest û kirên xwe kontrol dike. Ev tê hesabê ku gerekê em xwe ji kirên xirab dûr bigirin. Xêncî vê yekê mera xwegirtin lazim e, seva ku em hela hê vî çaxî jî tiştên qenc bikin, gava mera çetin e yan jî hewasa me tune. Bîr neke, xwegirtin berê ruhê pîroz e. Lema jî bona vê yekê dua bike, wekî tu bikaribî vî hunurî nav xweda pêşda bînî (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23). Dêwîd, yê ku me jorê besa wî kiribû, dibêje ku dua çawa alî wî kiriye. Ewî dixwest timê lêkolîna şexsî derbaz bike. Ew dibêje: “Min Yehowara dua dikir, ku ew xwegirtinê bide min. Bi alîkariya wî, min xwera grafîka bona lêkolîna şexsî çêkir”.

12. Waîz 11:4 çawa alî me dike ku em bigihîjine nêta xwe?

12 Hîviya derecên gelek baş nîbe. Vê dinyayêda, wê tu car mecalên gelek baş nekevin destên me. Hergê em hîviya wan rojên xweş bin, diqewime em tu cara negihîjine nêta xwe (Bixûne Waîz 11:4). Birakî bi navê Danyêl dibêje: “Mecal û derecên bêqisûr tune ne. Lê çaxê em gava davêjin, wî çaxî derên teze ber me vedibin”. Paûl, birakî ji Ûgandayê, derheqa menîke din dibêje, ku çira em gerekê nêtên xwe paş nexin: “Çiqas jî mera çetin be, gava em destpêdikin, em mecalê didine Yehowa ku me kerem ke” (Malaxî 3:10).

13. Çira diha baş e bi gavên biçûk bigihîjine nêtên xwe?

13 Bi gavên biçûk destpêke. Cara xwestina me tune ye, çimkî diqewime mera usa tê kifşê, ku çetin e bigihîjine nêta xwe. Hergê usa ne, tu dikarî bi gavên biçûk destpêkî? Hergê nêta te ev e, ku hunurekî xwe baş kî, xîret bike ku sêrîda tiştên biçûkda vê yekê bidî kifşê. Hergê nêta te ev e ku Kitêba Pîroz bi temamî bixûnî, tu dikarî bi parên biçûk destpêkî bixûnî. Birê me Tomas dibêje, ku wîra gelek çetin bû Kitêba Pîroz salekêda bixûne: “Min tê derxist ku min derbekêra êpêce dixwend. Lema jî min safî kir, wekî dîsa sêrîda destpêkim bixûnim, lê îjar min her roj tenê çend rêz dixwendin û ez ser wan kûr difikirîm. Bi vî cûreyî, min ji xwendinê lezet distand”. Tomas îda ji xwendinê şabûnê distand, lema jî ewî îda dixwest diha zêde bixûne. Û cem wî hate standinê, ku Kitêba Pîroz bi temamî bixûne. c

MÊRXASIYA XWE UNDA NEKE

14. Kîjan çetinayî dikarin nişkêva pêşda bên?

14 Xwestina me çiqas hebe yan em çiqas xîret bin jî, dibe ku hinek çetinayî bêne pêşiya me. Mesele, hine tiştên ku nişkêva diqewimin, dikarin wedê ji me bistînin, kîjan meyê bida xebatê ku bigihîjine nêta xwe (Waîz 9:11). Carna em dikarin ji bo problêma, qewat û mêrxasiya xwe unda kin (Metelok 24:10). Yan jî dibeke ji bo vê yekê, ku em merivne gunekar in, mera çetin e bigihîje nêta xwe (Romayî 7:23). Yan jî, dibeke em westiyayî ne (Metta 26:43). Lê çi dikare alî me bike dilteng nebin?

15. Hergê çetinayî pêşda tên, gelo ev yek tê hesabê ku emê negihîjin nêta xwe? Şiroveke. (Zebûr 145:14)

15 Hergê tiştek biqewime ev nayê hesabê, wekî tê îda negihîjî nêta xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku gelek çetinayî dikarin bêne pêşiya me. Lê dîsa jî, Xebera Xwedê dibêje ku bi alîkariya Yehowa, em dikarin serkevin (Bixûne Zebûr 145:14). Birê me Fîlîp dibêje, ku çi tê he-sabê serkevin: “Serketina min ne ku vê yekêva girêdayî ye wekî ez çend cara dikevim, lê vê yekêva girêdayî ye ku ez dîsa radibim ser piya û riya xwe berdewam dikim”. Dêvîd dibêje: “Ez xîret dikim, ku van çetinaya ne ku ça kevirê likumandinê, lê ça mecal bidime xebatê, ku Yehowara nîşan kim wekî ez çiqas wî hiz dikim”. Belê, kesê ku xîret dike, wekî nava çetinayada jî bigihîje nêta xwe, îzbat dike wekî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Gava Yehowa xîreta me divîne, ew ji me razî ye!

16. Em dikarin ji çetinayên ku pêşda tên çi hîn bin?

16 Ji çetinayên ku pêşda tên, dersa hîn be. Bifikire ku ev çetinayî çira pêşda hat û ji xwe bipirse: “Seva ku ew çetinayî dîsa pêşda neyê, ez dikarim çi bikim?” (Metelok 27:12). Cara çetinayî didine kifşê, wekî ev nêta ku te dabû pêşiya xwe, ne usa hêsa ye. Lema carekê jî derheqa nêta xwe bifikire, hela bi rastî qewata te digihîjê ku vê yekê bikî, yan na. d Hergê tu negihîjî nêteke xwe, nefikire ku Yehowa te ça yekî bêkêr hesab dike (2 Korintî 8:12).

17. Çira em gerekê bîr nekin, ku em îda gihîştine kîjan nêta?

17 Bîr neke wekî tu îda gihîştî çi. Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbranî 6:10). Lema jî derheqa wan tişta bifikire çi ku bal te îda hatiye standinê, mesele ku tu bûyî dostê Yehowa, belakirina mizgîniyêda kar dikî û hatî nixuman-dinê. Çawa ku berê tu gihîştibûyî nêtên xweye ruhanî, tu dikarî berdewam kî pêşda herî û bigihîjî nêtên xweye din jî (Fîlîpî 3:16).

Ji Rêwîtiya Xwe Lezetê Bistîne (Binihêre abzasa 18)

18. Gava em xîret dikin ku bigihîjin nêta xwe, gerekê em çi bîr nekin? (Binihêre usa jî şikil.)

18 Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî nêta xwe. Çawa ku gemîvan digihîje nêta xwe û ji rêwîtiya xwe lezetê distîne, tu jî dikarî bigihîjî nêta xwe û ji vê yekê şabûnê bistînî. Gava tu xîret dikî wekî bigihîjî nêta xwe, bîr neke ku heta niha, Yehowa ça alî te kiriye û xîreta te kerem kiriye (2 Korintî 4:7). Hergê tu sist nebî û destê xwe berjêr nekî, tuyê keremên mezin bistînî! (Galatî 6:9)

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

a Teşkîleta Yehowa gelek car me hêlan dike, ku em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Lê em çi dikarin bikin hergê me nêteke ruhanî daniye pêşiya xwe, lê negihîştinê? Vê gotarêda emê şêwir kin ku çi dikare alî me bike, wekî em bigihîjine nêtên xwe.

b XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Nêta ruhanî tê hesabê ku em xîret dikin wekî diha zêde Yehowara xizmet kin û dilê wî şa kin. Mesele, dibeke tu dixwazî ser hunurekî xwe bixebitî, yan jî wan tiştada diha pêşda herî, mesele xwendina Kitêba Pîrozda, lêkolîna şexsîda, yan jî belakirina mizgîniyêda.

d Seva hê zêde elametî, binihêrin gotara bi navê “Nêtên Rêalî Dayne Pêşiya Xwe û Şabûna Xwe Unda Neke” ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Tîrmehê, sala 2008.