Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

Bira Hêviya Te Hertim Qewî be

Bira Hêviya Te Hertim Qewî be

“Xudanda guman be!” (ZEBÛR 27:14).

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi hêvî daye me?

 YEHOWA hêviya jîyîna herheyî daye me. Hine kes hîviya jîyîna ser ezmana ne. Wêderê, ewana wê mîna ruhên nemirî heta-hetayê bijîn (1 Korintî 15:50, 53). Lê heçî zef meriv hîviya jîyîna heta-hetayê ya ser erdê ne, kîderê ku ewana wê sihet-qewat û bextewar bin (Eyantî 21:3, 4). Her du hêvî jî gelek qîmet in, him hêviya jîyîna herheyî ser ezmana, him jî hêviya jîyîna herheyî ser erdê.

2. Hêviya me ser hîmê çi ye, û em çima usa dibêjin?

2 Kitêba Pîrozda xebera “guman” tê hesabê “hîviya tiştên baş bin”. Gumana me hindava axiriya baş wê eseyî bê sêrî, çimkî ew yek ji Yehowa ye (Romayî 15:13). Em zanin ku ewî çi soz daye, û Ew sozê xwe hertim tîne sêrî (Jimar 23:19). Em bawer in wekî Yehowa him dixwaze, him jî dikare her tiştê ku ewî gotiye, bîne sêrî. Lema jî, hêviya me çîrok nîne, ew ser hîmê rastiyê û îzbatiya ye.

3. Vê gotarêda emê derheqa çi xeber din? (Zebûr 27:14)

3 Bavê meyî ezmana me hiz dike, û ew dixwaze ku em îtbariya xwe wî bînin (Zebûr 27:14 bixûne). Bi saya hêviya qewî, em dikarin nava tengasiyada Yehowara amin bimînin, û usa jî mêrxasî û şabûna xwe unda nekin. Were em bivînin ku hêviya me çawa dikare me biparêze. Ya pêşin, emê bivînin ku hêvî çawa mîna lenger û kumzirihê ye. Paşê emê bivînin, ku em çawa dikarin hêviya xwe diha qewî kin.

HÊVIYA ME MÎNA LENGERÊ YE

4. Hêvî çawa mîna lengerê ye? (Îbranî 6:19)

4 Pawlosê şandî hêviya me beramberî lengerê kir (Îbranî 6:19 bixûne). Ewî gelek car bi gemiya rêwîtî dikir, lema jî ewî zanibû ku lenger gemiyê digire, wekî av gemiyê nebe. Carekê, gava Pawlos bi gemîkê diçû cîkî, firtoneke qayîm rabû. Wedê firtonê, ewî dît ku gemîvana lenger avîtine avê, wekî gemî zinara nekeve (Karên Şandiya 27:29, 39-41). Çawa ku lenger gemiyê digire ku av lê nebe, hêviya me jî me xwey dike, wekî em nava tengasiyada ji Yehowa dûr nekevin. Hêviya me alî me dike, ku em himberî firtonên jîyînê sebir kin, çimkî em rind zanin wekî xilazî nêzîk e. Îsa Mesîh gotibû ku emê rastî peyketina bên (Yûhenna 15:20). Lema jî fikirandina kûr ser sozên Yehowa wê alî me bike, wekî em ji riya rastiyê derneyên.

5. Gava Îsa ber mirinê bû, hêviya wî çawa alî wî dikir?

5 Dîna xwe bidê ku gava Îsa ber mirinê bû, ew çawa amin ma. Roja Pênciye Hesab D.M.-da, Petrûsê şandî besa gotineke ji Zebûrê kir, ya ku nîşan dike wekî Îsa Mesîh çima haqas qewî û rihet ma: “Bedena mine mirî jî wê bi guman bijî, çimkî tu min diyarê miriyada nahêlî, ne jî tê bihêlî ku Pîrozê te birize. . . . Tê şabûna dîndara xweva min tijî kî” (Karên Şandiya 2:25-28; Zebûr 16:8-11). Îsa zanibû ku ewê bimire, lê hêviya wîye qewî hebû ku Xwedê wê wî ji mirinê rake û ewê vegere bal Bavê xwe (Îbranî 12:2, 3).

6. Birakî derheqa hêviyê çi got?

6 Hêviya ku Kitêba Pîroz dide, alî gelek xûşk-bira kiriye, wekî sebir kin. Mesele, serhatiya birakî amin bi navê Lêonard Çîn, yê ku li Înglîstanê dijît, vê yekê nîşan dike. Wedê Şerê Hemdinyayê ya Pêşin, ew kete kelê, çimkî ewî înkar kir here eskeriyê. Du meha ew otaxeke başqeda tenê bû û paşê xebateke giran dane wî. Çend sal şûnda ewî usa nivîsî: “Tiştên ku hatin serê min nîşanî min kirin, wekî hêviya me çawa alî me dike, ku em sebir kin. Him Îsa, şandiyên wî û pêxembera, mera meseleke baş hîştine, him jî sozên ji Kitêba Pîroz hêviya me qewî dikin û alî me dikin ku em sebir kin”. Bona Lêonard, hêvî mîna lengerê bû, û bona me jî dikare usa be.

7. Tengasî çawa hêviya me diha qewî dikin? (Romayî 5:3-5; Aqûb 1:12)

7 Çaxê em ber tengasiya sebir dikin û destê Yehowa divînin, hêviya me diha qewî dibe (Romayî 5:3-5; Aqûb 1:12 bixûne). Lema jî, niha hêviya me îda diha qewî ye, ne ku çaxê me teze rastî qebûl kir. Mîrê-cina dixwaze, wekî em mêrxasiya xwe ji bo tengasiya unda kin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin serkevin.

HÊVIYA ME MÎNA KUMZIRIHÊ YE

8. Hêvî çawa mîna kumzirihê ye? (1 Têsalonîkî 5:8)

8 Usa jî, Kitêba Pîroz hêviyê beramberî kumzirihê dike (1 Têsalonîkî 5:8 bixûne). Esker kumzirihê dike serê xwe wekî serê xwe ji çekên dijmina biparêze. Lê şerê ruhanîda, gerekê em hişê xwe ji hicûmên Mîrê-cina biparêzin. Mîrê-cina dixwaze me bicêribîne û hişê me bi fikirên şaş tije ke. Çawa ku kumzirih serê esker diparêze, hêvî jî hişê me diparêze, wekî em Yehowara amin bimînin.

9. Merivên bê hêvî çawa dijîn?

9 Hêviya jîyîna herheyî wê alî me bike, ku em safîkirinên bîlan bikin. Ji aliyê dinva jî, hergê hêviya me sist be û em îzinê bidin ku xwestinên bedenê hişê me kontrol kin, em dikarin nêta jîyîna herheyî pişt guhê xweva bavêjin. Qirna yekêda, halê hine şagirtên Îsa jî usa bû, yên ku bajarê Korintêda dijîtin. Baweriya wan derheqa hêviya rabûna miriya sist bibû (1 Korintî 15:12). Pawlos zelal kir, wekî kesên ku baweriya xwe vê hêviya ferz naynin, tenê dîna xwe didin xwestinên xwe (1 Korintî 15:32). Rojên meda jî gelek merivên usa hene. Ewana tenê dîna xwe didin vê yekê, çi ku niha dikarin bistînin. Lê em usa nakin. Em îtbariya xwe sozên Xwedê tînin. Mîna kumzirihê, hêviya me hişê me diparêze û alî me dike, wekî em tenê li ser xwestinên xwe nefikirin, çimkî em zanin ku hergê em usa bijîn çawa dilê me dixwaze, wî çaxî dostiya me tevî Yehowa dikare xirab be (1 Korintî 15:33, 34).

10. Hêvî çawa dikare me ji nihêrandinên şaş biparêze?

10 Hêvî dikare me ji nihêrandinên şaş biparêze. Hine kes difikirin ku ewana çi bikin jî, Yehowa ji xîreta wan razî nîne. Mesele, ewana usa dibêjin: “Ez hêjayî jîyîna herheyî nînim. Ez nikarim li gora xwestina Xwedê bijîm. Xîreta min badîhewa ye”. Bîne bîra xwe ku Elîfaz, dostekî Îboyî derewîn, çi got: “Ma mirov çî ye ku paqij bibe?” Usa jî, Elîfaz derheqa Xwedê usa got: “A vay, Xwedê ji pîrozên xwera ewle nîne, heta ezman jî di çevê wîda ne paqij in” (Îbo 15:14, 15). Dereweke ça mezin e! Bîr neke ku nihêrandina usa ji Mîrê-cina ye. Ew zane ku hergê fikirên usa dilê teda pêşda bên, tuyê hêviya xwe unda kî. Lema jî, derewên usa înkar ke û dîna xwe bide sozên Yehowa. Bawer be, Yehowa dixwaze wekî tu heta-hetayê bijî û ewê alî te bike, wekî tu bigihîjî vê nêtê (1 Tîmotêyo 2:3, 4).

BIRA HÊVIYA TE HERTIM QEWÎ BE

11. Çira lazim e wekî em bi sebir hîviyê bin, heta ku Yehowa sozên xwe bîne sêrî?

11 Carna hêsa nîne ku em hêviya xwe qewî xwey kin. Ev yek ku sozên Xwedê hê nehatine sêrî, dikare sebira me bicêribîne. Yehowa Xwedêyê heta-hetayê ye, lema jî nihêrandina wî ser wede, ji ya me cude ye. Wedê ku mera gelek dirêj tê kifşê, bona wî gelek kin e (2 Petrûs 3:8, 9). Ewê nêta xwe bi cûrê herî baş bîne sêrî, lê dibeke ew vî wedeyî neyne sêrî, çaxê em hîviyê ne. Gelo çi dikare alî me bike, wekî hêviya me qewî be û em bi sebir hîviya vî wedeyî bin, çaxê Xwedê sozên xwe bîne sêrî? (Aqûb 5:7, 8)

12. Li gora Îbranî 11:1, 6, hêvî çawa baweriyêva girêdayî ye?

12 Seva ku hêviya me qewî be, gerekê em nêzîkî Yehowa bin, çimkî ewê her tiştî bîne sêrî, çi ku em hîviyê ne. Li gora Kitêba Pîroz, hêvî baweriyêva girêdayî ye. Belê, gerekê em bawer bikin “ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbranî 11:1, 6 bixûne). Çiqas ku baweriya me hindava Yehowa qewî dibe, haqas em diha zêde îzbat dibin, ku ewê hemû sozên xwe bîne sêrî. Niha were em bivînin, ku em çawa dikarin dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin, wekî hêviya me qewî bimîne.

Dua û fikirandina kûr alî me dikin, ku hêviya me qewî be (Abzasa 13 heta 15 binihêre) *

13. Em ça dikarin nêzîkî Xwedê bin?

13 Yehowara dua bike û Xebera wî bixûne. Em nikarin Yehowa bivînin, lê dîsa jî em dikarin nêzîkî wî bin. Em bawer in ku gava em bi saya dua wîra xeber didin, ew me dibihê (Yêremya 29:11, 12). Ji aliyê dinva jî, gava em Xebera wî dixûnin û li ser wê kûr difikirin, em ça bêjî dengê Xwedê dibihên. Çaxê em dixûnin ku Yehowa çawa xizmetkarên xweye berê xwey dikir, hêviya me diha qewî dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).

14. Çira ferz e wekî em ser tiştên ku Yehowa bona kesên din kirine, kûr bifikirin?

14 Bide ber çevê xwe ku Yehowa sozên xwe ça anîne sêrî. Mesele, bîne bîra xwe ku Xwedê bona Birahîm û Sarayê çi kiribû. Ewana îda kal-pîr bibûn, lema jî zar wanra nedibûn. Dîsa jî Xwedê soz dabû wana, ku zar wê wanra bibe (Destpêbûn 18:10). Birahîm “bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta” (Romayî 4:18). Halê wî çiqas bêçare dihate kifşê jî, dîsa jî Birahîm bawer bû, wekî Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî. Hêviya vî mêrê amin badîhewa nîbû (Romayî 4:19-21). Serhatiyên usa mera didine kifşê, wekî hal çiqas çetin bê kifşê jî, Yehowa sozên xwe hertim tîne serî.

15. Çira lazim e em ser tiştên ku Xwedê îda bona me kiriye, kûr bifikirin?

15 Bîne bîra xwe ku Yehowa bona te çi kiriye. Bifikire ku heta niha, te ji sozên Xebera Xwedê çi kar standiye. Mesele, Îsa soz daye ku Bavê wî wê bona hewcên teye sereke xem bike (Metta 6:32, 33). Usa jî, Îsa soz daye ku gava tu bixwazî, Yehowa wê ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Yehowa ev soz anîne sêrî. Ewî gelek sozên din jî dane. Mesele, Ewî soz daye ku wê bibaxşîne te, dilê te rihet bike û te ruhanîda têr bike (Metta 6:14; 24:45; 2 Korintî 1:3). Fikirandina ser tiştên ku Xwedê bona te kirine, wê hêviya te diha qewî ke ku axiriyêda, Ewê sozên xweyî din jî bîne sêrî.

JI HÊVIYÊ ŞABÛNÊ BISTÎNIN

16. Hêvî çima pêşkêşeke qîmet e?

16 Hêviya jîyîna herheyî pêşkêşeke gelek qîmet e, ku Xwedê daye me. Belê, axirîke gelek xweş hîviya me ye! Em bawer in ku emê pêkhatina sozên Xwedê bivînin. Mîna lengerê, ev hêvî alî me dike wekî em li himberî tengasî, peyketin û hela hê mirinê jî sebir kin û amin bimînin. Mîna kumzirihê, hêviya me hişê me diparêze, wekî em bikaribin tiştên xirab înkar kin û tiştên rast bikin. Hêviya me alî me dike wekî em diha nêzîkî Xwedê bin û fem bikin ku ew me çiqas hiz dike. Lema jî, gelek ferz e ku hêviya me hertim qewî be.

17. Hêviya me çira alî me dike ku em şa bin?

17 Pawlosê şandî xûşk-birara usa gotibû: “Bi gumanê şa bin” (Romayî 12:12). Pawlos şa dibû, çimkî ew bawer bû ku hergê ew amin bimîne, ewê ser ezmana bigihîje jîyîna herheyî. Em jî dikarin “bi gumanê şa bin”, çimkî em rind zanin ku Yehowa wê hemû sozên xwe bîne sêrî. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wî, ku . . . gumana wî li ser Xudan, Xwedê wî ye” (Zebûr 146:5, 6).

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

^ Yehowa hêviya gelek baş daye me. Bi saya vê hêviyê, em şa dibin û bi zêdeyî dîna xwe nadin problêmên îroyîn. Ev hêvî alî me dike, ku çi jî bibe em Yehowara amin bimînin. Usa jî, ev hêvî dikare me ji tiştên nebaş biparêze, yên ku dikarin ser hiş-aqilê me xirab hukum kin. Lema jî, gelek ferz e ku hêviya me hertim qewî be. Vê gotarêda, emê şêwir kin ku ça hêviya xwe qewî kin.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çawa ku kumzirih serê esker diparêze û lenger gemiyê xwey dike, hêviya me jî hişê me diparêze û me wedê tengasiya xwey dike. Xûşkek bi bawerî Yehowara dua dike. Birak tîne bîra xwe wekî Xwedê çawa sozê ku ewî dabû Birahîm, anî sêrî. Birakî din ser keremên ku ewî standine, kûr difikire.