Ew Tişt Bispêre Merivên Amin
“Ew tiştêd ku te . . . bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin” (2 TÎMT. 2:2).
1, 2. Îro meriv ça dinihêrin ser xebata xwe?
GELEK meriv îro difikirin, wekî xebat wana yan bilind yan nimiz dike. Hine kûltûrada, çaxê meriv hevra dibine nas, edet e wekî hev bipirsin: “Tu çi xebatê dikî?”
2 Cara Kitêba Pîroz meriva bi xebata wan eyan dike, mesele ew dibêje, “Mettayê xercgir”, “Şimhûnê çermkerda”, û “Lûqayê doxtorê delal” (Met. 10:3; Kar. Şand. 10:6; Kols. 4:14). Kitêba Pîroz dibêje ku meriv pê şixul û cabdariyên xwe têne kifşê, ku ew çi cûre meriv in. Mesele em dixûnin derheqa Dawid Padşa, Êlyas pêxember, û Pawlosê şandî. Ew meriv gelek qîmet dikirin ew şixul, ku Xwedê dabû wan. Em jî gerekê mîna wan qîmet kin her şixulê ku Xwedê daye me.
3. Çira lazim e wekî birên emirda mezin, birên cahil hîn kin? (Binihêre şiklê ewlin.)
3 Em hiz dikin Yehowara xizmet kin û qîmet dikin ew şixulê ku em teşkîleta wîda dikin. Gelek ji me hiz dikin şixulê xweyî civatêda û dibeke em dixwazin timê hema ewî şixulî bikin. Lê yazix, ji bo gunê Adem em gişk kal-pîr dibin, û îda haqas qewata me tune, ça berê (Waîz 1:4). Wan paşwextiya, ji bo vê yekê hine çetinayî pêşda hatin. Îro şixulê belakirina mizgîniyê gelek zêde û mezin dibe. Usa jî teşkîleta Yehowa hacet û têxnolojiyên teze dide xebatê, seva ku hê zêde meriv mizgîniyê pêbihesin. Lê bona merivên emirda mezin, cara çetin e hîn bin wan tiştên teze bidine xebatê (Lûqa 5:39). Hergê jî ew yek wanra çetin nîne, yeke ewana nikarin haqas şixul bikin, çiqas cahil * dikarin (Metlk. 20:29). Lema wê bi hizkirin û bîlanî be, hergê yên emirda mezin, hazir kin birên cahil, seva ewana hê zêde cabdariya hildin ser xwe. (Bixûne Zebûr 71:18.)
4. Çira hinekara çetin e wekî şixulê xwe bidin destê kesekî din? (Binihêrin çargoşe “ Çira Dikare Mera Çetin be wekî Şixulê Xwe Bidine Destê Kesekî Din?”.)
4 Hinekara hêsa nîne cabdariya xweye civatêda bidine destê kesekî din. Çimkî hinek naxwazin unda kin ew şixulê ku ewana hiz dikin û qîmet dikin. Hinek jî difikirin wekî yên cahil nikarin mîna wan şixul rind bikin. Hinek jî dibeke difikirin, wedê wan tune birên din hîn kin. Lê birên cahilra lazim e sebir kin, çaxê şixul hê nadin destê wan.
5. Vê têmayêda emê derheqa kîjan pirsa şêwir kin?
5 Were em şêwir kin du pirsa: Ya pêşiyê, ça birên emirda mezin dikarin alî birên cahil bikin, seva ewana hê zêde cabdariya hildin ser xwe, û çira ew yek ferz e? (2 Tîmt. 2:2) Ya duda, çira ferz e wekî yên cahil eciz nebin çaxê birên emirda mezin û cêribandî wana hîn dikin? Lê were pêşiyê em bînin bîra xwe serhatiya Dawid Padşa, ku ewî çawa kurê xwe hazir kir seva şixulekî mezin.
DAWID SILÊMAN HAZIR KIR Û ALÎ WÎ KIR
6. Dawid Padşa çi dixwest bikira, û derheqa vê yekê Yehowa çi jêra got?
6 Dijmina bi sala pey Dawid diketin û ew ji cîkî direviya ciyê din. Paşê, çaxê ew bû padşa, îda mala wîye baş hebû, lê 1 Dîr. 17:1-4, 8, 11, 12; 29:1, DT).
ew berxwe diket wekî “mala”, dêmek paristgeha Yehowa tune bû. Lema ewî xwera nêt danî, wekî bona Yehowa paristgehê ava ke. Ewî derheqa vê yekê Natanra got: “Va ez dijîm mala ku ji darê erzê ye, lê sindoqa peymana Yehowa bin çadirada ye”. Natan jî caba wî da: “Te çi nêt kiriye dilê xwe bîne sêrî, çimkî Xwedêyê rast tevî te ye”. Lê Yehowa cûrekî mayîn caba wî da, ewî gote Natan wekî Dawidra bêje: “Tu nînî yê ku minra malê ava ke seva ez têda bimînim”. Rast e Yehowa bi hizkirin Dawid da bawerkirinê, wekî ewê dîsa jî timê tevî wî be û wî kerem ke, lê yeke ewî got, wekî kurê wî Silêman wê paristgehê ava ke. Lê gelo Dawid ça xwe da kifşê çaxê derheqa wê yekê pêhesiya? (7. Dawid ça xwe da kifşê çaxê Yehowa got ku ew paristgehê ava neke?
7 Dawid dilteng nebû, wekî wê paristgehê ava neke û navê wî wê eyan nebe ku ewî paristgeha Xwedê ava kir. Çaxê paristgeh ava bû, ew nas bû ça paristgeha Silêman, ne ku ya Dawid. Dawid dibeke berxwe diket, wekî nikaribû nêta dilê xwe bîne sêrî, lê ewî alîkariya mezin da bona avakirinê. Ewî seva avakirinê xebatçî hazir kirin, usa jî hesin, sifir, zîv û zêr, û usa jî darên erzê top kir. Xêncî vê yekê, ewî dil da ber kurê xwe Silêman: “Niha kurê min, bira Yehowa tevî te be, û tu pêşda herî û mala Xwedêyê xwe Yehowa ava kî, çawa ku ewî derheqa te gotiye” (1 Dîr. 22:11, 14-16, DT)
8. Çira Dawid fikirî wekî Silêman necêribandî ye wî şixulîda, lê yeke ewî çi kir?
8 Bixûne 1 Dîrok 22:5. Dawid fikirî wekî kurê wî Silêman wê nikaribe rêberiya avakirina paristgehê bike, çimkî Paristgeh gerekê gelek mezin bûya, lê Silêman cahil û necêribandî bû. Lê yeke Dawid bawer bû, wekî Yehowa wê alî kurê wî bike, seva ewî şixulî bîne sêrî. Lema çi destê Dawid dihat ewî kir, ewî gelek matêryal hazir kir bona avakirinê.
HÎNKRINA YÊN DIN, ŞABÛNÊ TÎNE
9. Ça birên emirda mezin dikarin şabûnê bistînin, çaxê cabdariya xwe didine destê yên din? Meselê bînin.
9 Birên emirda mezin gerekê berxwe nekevin, çaxê lazim e cabdariyên xwe bidine destê birên cahil. Çaxê yên cahil hînkirî ne seva cabdariya hildine ser xwe, ew yek şixulê Xwedê hê pêşda dibe. Birên mezin gerekê şa bin, wekî yên cahil kîjan ku wana xwexa hîn kiriye, bûne cêribandî û wê şixulê wan bikin. Were meselekê şêwir kin. Bidine ber çevê xwe, bav kurê xwe hîn dike wekî erebê bajo. Çaxê zar biçûk e, ew dîna xwe dide ajotina bavê xwe. Ew mezin dibe, paşê bav jêra şirovedike ku ew ça bajo. Lê gava kur dibe gihîştî, îda
xwexa erebê dajo, û bav jî hê zêde wî şîret dike ku hê rind ajotinê bizanibe. Cara bav dajo cara jî kur. Bav şa dibe wekî kur bêy alîkariya wî, dewsa wî erebê dajo. Usa jî birên emirda mezin firnaq dibin çaxê birên cahil divînin, yên ku wana xwexa hîn kiriye seva civatêda hê zêde şixul bikin.10. Mûsa ça xwe da kifşê çaxê pêhesiya ku Îsraêlêda hinek xwe ça pêxember didine kifşê?
10 Em gerekê xwe xwey kin, wekî hevsûdiyê kesekî nekin. Dîna xwe bidine serhatiya Mûsa, wekî ewî ça xwe da kifşê çaxê pêhesiya ku zoma Îsraêlêda hinek xwe ça pêxember didine kifşê. (Bixûne Jimar 11:24-29.) Yêşû, berdestiyê Mûsa, dixwest wana bide sekinandinê. Dibeke ew fikirî ku ewana navê Mûsa xirab dikin û hukumetiya wî nimiz dikin. Lê Mûsa gote wî: “Ew tu dewsa min hevsûdîyê dikî? Xwezî temamîya miletê Xudan pêxember bûna, ku Xudan ruhê xwe danîya li ser wan”. Mûsa dît wekî Yehowa rêberiya wê yekê dike û ewî dixwest ku hemû xizmetkar jî, bikaribin şixulê Xwedê bikin. Were em jî mîna Mûsa şa bin, çaxê yên din cabdariya distînin.
11. Birakî çi got derheqa vê yekê çaxê cabdariyê didine destê kesekî din?
11 Îro gelek bira hene yên ku bi deha sala, çiqas dikaribûn dixebitîn ku yên mayîn hîn kin seva ewana jî hê zêde şixul hildine ser xwe. Mesele, birakî bi navê Pîtêr 74 sala xizmet dikir ça xizmetkarê hertim. Ji wî wedeyî 35 sala ewî xizmet dikir fîlîaleke Ewropayêda. Gelek sala ew xizmet dikir ça serkarê Îdara Xizmetiyê. Niha dewsa Pîtêr, birakî cahil bi navê Pol, bû serkar, ew çend sala tevî Pîtêr dixebitî. Lê gelo Pîtêr berxwe diket, wekî dewsa wî îda kesekî din şixul dike? Na, ewî got: “Ez usa şa me, wekî hene birên usa, yên ku têne hînkirinê seva hê zêde şixul hildine ser xwe û ewî şixulî gelek rind dikin”.
QÎMET KIN BIRÊN EMIRDA MEZIN
12. Em çi dersê xwera hîn dibin ji serhatiya Rehobowam?
12 Paşî mirina Silêman, kurê wî Rehobowam bû padşa. Çaxê Rehobowamra şîret lazim bû ku çawa serwêrtiyê bike, ewî pêşiyê ji mêrên emirda mezin pirsî. Lê yeke ewî şîretê wana qebûl nekir û çû şîret ji wan cahila hilda, tevî kê ew mezin bibû. Axiriya vê yekê gelek xirab bû (2 Dîr. 10:6-11, 19). Gelo em ji vê yekê çi dersê xwera hildidin? Wê bîlanî be hergê em şîreta ji merivên emirda mezin hildin, çimkî ewana cêribandî ne. Lema yên cahil gerekê eciz nebin hergê ji wan tê xwestinê ku tiştekî bi cûrekî mayîn bikin ne ku ça wana berê dikir. Wê baş be wekî birên cahil lez nekevin û şîretên birên emirda mezin destê xwe nekin.
13. Birên cahil ça gerekê hevkariyê bikin tevî birên mezin?
13 Hine birên cahil rêberiyê şixulên usa dikin, kîjan ku birên emirda mezin dikin. Wê kêrhatî be seva cahila, wekî ji wan birên cêribandî hîn bin. Pol, derheqa kîjanî me jorê got wekî ew dewsa Pîtêr îdareke Beytelêda serkar e, got: “Ez gelek car nêzîkî Pîtêr dibûm wekî ji wî şîreta hildim, û ez îdara xweda birên din jî hêlan dikim wekî usa bikin”.
14. Em çi hîn dibin ji vê yekê ku çawa Tîmotêyo tevî Pawlosê şandî hevkarî dikir?
14 Tîmotêyo ku cahil bû, gelek sala Fîlîpî 2:20-22.) Pawlos Korintiyara nivîsî: “Min Tîmotêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hemû civîna hîn dikim” (1 Korn. 4:17). Ew gilî gelek rind didine kifşê ku Pawlos û Tîmotêyo ça tevayî hevkarî dikirin. Pawlos timê wede didît seva mêtodên xwe Tîmotêyo hîn ke. Tîmotêyo rind hîn bû û Pawlos gelek şa dibû. Ewî îtbariya xwe Tîmotêyo dianî, wekî ew wê bikaribe ruhanîda miqatî xûşk-birên Korintêda be. Rastî jî meseleke çiqas baş e bona rûspiya, çaxê ewana birên din hîn dikin seva civatêda rêberiyê hildine ser xwe.
tevî Pawlosê şandî hevkarî dikir. (BixûneHER KES JI ME ŞIXULEKÎ DIKE
15. Şîreta Pawlos Mesîhiyên Romêra, ça dikare alî me bike çaxê derecên me têne guhastinê?
15 Em wedê mexsûsda dijîn. Para teşkîleta Yehowa ya erdê, gelek aliyava pêşda diçe û lema hê zêde guhastin jî lazim e bêne kirinê. Hine guhastin dikarin ser me jî hukum bin, û diqewime mera nehêsa be hînî wan guhastina bin. Lê were em wî çaxî jî milûk bimînin û dîna xwe bidine ser şixulê Xwedê, ne ku ser xwe. Çaxê em usa bikin, emê yektiyê xwey kin. Pawlos Mesîhiyên Romêra nivîsî: “We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin, bira her kes weke wê baweriya ku Xwedê parevekir, bifikire. Çawa qalibê meda gelek endem hene û hemû endem kirekî nakin, usa jî em gelek in, lê yektiya Mesîhda em bedenek in” (Rom. 12:3-5).
16. Çi dikare alîkariyê bide birên emirda mezin û cahil, û usa jî jinên wan, wekî teşkîleta Xwedêda edilayê û yektiyê xwey kin?
16 Her kes ji me dixwaze şixulê Padşatiyê pêşda bive. Gelî birên emirda mezin, birên cahil hîn kin, wekî ewana hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Lê hûn, gelî birên cahil, qebûl kin ewan cabdariya û şixula ku didine destên we. Milûk bin û qedirê mezina bigirin. Gelî kulfeta lê hûn çev bidine Priskîlayê, jina Ekîla, û bi aminî piştgiriya mêrê xwe bikin, çaxê derece têne guhastinê (Kar. Şand. 18:2).
17. Îsa şagirtên xwe çi hîn dikir, û çira?
17 Îsa meseleke baş hîşt, ku çawa hîn kin yên mayîn seva ewana hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Îsa zanibû, wekî ew wê timê ser erdê nîbe û yên din gerekê şixulê wî berdewam kin. Ewî zanibû, wekî şagirtên wî gunekar in, lê yeke ewî îtbariya xwe wana dianî û wanra got ku ewana wê wî zêdetir bikin (Yûhn. 14:12). Ewî ewana bi temamî hazir kirin û hîn kirin bona wî şixulî. Û wana mizgînî bela dikir hemû ciya kîderê dikaribûn (Kols. 1:23).
18. Em hîviya çi ne axiriyêda, û em çi dikarin îro bikin?
18 Paşê çaxê Îsa emirê xwe qurban kir, ew hate saxkirinê û çû li ezmên. Wêderê ewî hê zêde şixul stand. Xwedê “ew danî ser hemû serwêrtiya, hukumetiya, qewata, xudantiya” (Efes. 1:19-21). Hergê jî usa biqewime ku pêşiya Harmegedonê em emirê xwe unda kin, emê bêne saxkirinê dinya tezeda. Emê wêderê gelek şixulên hewas bikin û şabûnê bistînin. Lê niha, her kes ji me dikare şixulekî gelek ferz bike, dêmek mizgîniyê bela ke û şagirta hazir ke. Were em gişk ça cahil usa jî emirda mezin, “her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58).
[Spartin]
^ abz. 3 Çaxê vê gotarêda tê xebitandinê xebera birên “cahil”, ew usa jî tê gotinê derheqa birên gihîştî.