Gelo Em Gerekê Kê Hurmet kin?
“Bira heta-hetayê pesin, hurmet, rûmet û qewat li Yê ser text rûniştî, usa jî li wî Berxî be” (EYAN. 5:13).
1. Çira hinek hêjayî hurmetê ne, û emê niha derheqa çi şêwir kin?
ÇAXÊ em kesekî hurmet dikin, ew tê hesabê wekî em hindava wîda bi cûrekî mexsûs in û qedirê wî digirin. Lê femdarî ye, wekî em bêmenî hurmetê nadine kesekî, lê meniyên me hene. Mesele, hergê ewî kesî kirê usa kiriye ku rastî jî hêjayî hurmetê ye, yan jî hergê ew ciyê bilind digire. Niha pirs pêşda tê: Gelo em kê gerekê hurmet kin û çira ew hêjayî hurmetê ye? Were şêwir kin caba vê pirsê.
2, 3. a) Çira îlahî Yehowa hêjayî rûmetê ye? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Kî ye Berx ku Eyantî 5:13-da tê gotinê, û çira ew jî hêjayî hurmetê ye?
2 Çawa Eyantî 5:13 zelal dide kifşê, ku Yehowa “Yê ser text rûniştî” û “Berx”, bêşik hêjayî hurmet-rûmetê ne. Eyantî serê 4-da em pêdihesin derheqa menîkî ku çira Yehowa hêjayî hurmetê ye. Li wêderê em dixûnin wekî efirînên ruhanî bi dengê bilind pesina didine Yehowa, “Yê ku . . . heta-hetayê sax e”. Ewana dibêjin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene” (Eyan. 4:9-11).
3 Berx ew heye Îsa Mesîh, “Berxê Xwedê, yê ku gunêd dinyayê hildide” (Yûhn. 1:29). Îsa ji hemû padşa bilindtir e, çawa Kitêba Pîroz dibêje: “Ew . . . Padşayê padşaya û Xudanê xudana ye. Ew bi tenê bêmirin e û ronaiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne” (1 Tîmt. 6:14-16, ÎM). Dinyayêda qe hebûye padşakî usa, yê ku bi rezedilî emirê xwe bida bona gunên meriva? Na, padşê usa tune bûye. Lema dibeke hûn jî razî ne tevî giliyên bi hezara milyaketa ku dibêjin: “Ew Berxê ku hatiye serjêkirinê hêja ye ku zorayê, dewlemendtiyê, serwaxtiyê, qewatê, hurmetê, rûmetê û keremê bistîne” (Eyan. 5:12, DT).
4. Çira em gerekê Yehowa û Mesîh hurmet kin?
4 Em gerekê Yehowa û Mesîh hurmet-rûmet kin. Jîyîna meye heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye. Ewa yeka zelal tê kifşê ji giliyên Îsa ku Yûhenna 5:22, 23-da nivîsar in: “Bav dîwana tu kesî nake, lê hemû hukumê dîwankirinê daye Kur, wekî hemû qedirê Kur bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kur nizane, ew qedirê Bavê ku ew şandiye jî nizane”. (Bixûne Zebûr 2:11, 12.)
5. Çira em gerekê qedirê meriva bigirin?
5 Xwedê meriv “dilqê xweda” efirand (Destp. 1:27). Lema heçî zef meriv hunurên Xwedê didine kifşê. Mesele, ewana dikarin hindava hevdu hizkirinê, qenciyê û berdiliyê bidine kifşê. Xêncî vê yekê, Xwedê îsaf daye meriva. Îsaf alî meriva dike wekî rastî û xirabiyê, qelpî û neqelpiyê ji hev derxin. Lê belê, cara îsafa hine meriva nerast dixebite (Rom. 2:14, 15). Gelek meriv temizayê û tiştên bedew hiz dikin û dixwazin tevî yên din edilayêda bijîn. Belê, meriv usa hatine çêkirinê ku dikarin çev bidine Yehowa. Lema jî, ewana hêjayî hurmet û qedir in (Zeb. 8:5).
ÇA EM GEREKÊ HURMETÊ BIDINE MERIVA?
6, 7. Îro gelek meriv ça hurmetê didine hineka, û Şedên Yehowa ça ji wana cude dibin?
6 Em gerekê bizanibin çiqas hurmetê bidine meriva, çimkî îro gelek meriv ewê yekê nerast dikin. Vê dinya Şeytanda meriv gelek bilind hurmet dikin merivên din. Lê dewsê qedirê meriva bigirin ew îda bes e. Îro meriv serwêrên rêlîgiya û polîtîka, sportsmênên navdar, artîsta û merivên nav û deng, rûmet dikin û xwera dikine xudan. Û lema jî ewana dixwazin mîna wan bin, û çev didine wana xeyset-hunurada, kincxwekirinêda û rabûn-rûniştinêda.
7 Mesîhiyên rast bi wî cûreyî meriva hurmet nakin. Ji hemû meriva ku ser erdê dijîtin, tenê Îsa meseleke herî baş hîşt ku lazim e em çev bidinê (1 Pet. 2:21). Xwedê naxwaze wekî em meriva usa hurmet-rûmet bikin, çawa ku wanra nakeve. Em gerekê bîr nekin evê rastiyê: “Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” (Rom. 3:23). Bi rastiyê tu meriv hêjayî hebandinê nîne, çimkî gerekê tenê Xwedê bihebînin.
8, 9. a) Şedên Yehowa ça nin hindava serwêrên dewletê? b) Kîjan derecada em gura serwêrên dewletê nakin?
Rom. 13:1, 7).
8 Vê dinyayêda merivên xweyîhukum hene, yên ku hêjayî hurmetê ne. Mesele, merivên dewletê miqat dibin wekî bineliyên wan, qanûnê û terbetiyê xwey kin, û hin jî ewana xem dikin seva hewcên bineliya. Û ew yek hemûyara karê tîne. Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya wekî serwêrtiyên meriva hesab kin ça “hukumetiya” bilind û gura wanda bin. Ewî gote Mesîhiya: “Kêra çi dikeve, li wan vegerînin, kêra xerc dikeve, xerc bidinê, . . . kêra qedir dikeve, qedirê wî bigirin” (9 Em Şedên Yehowa bi qedir in hindava merivên dewletê. Lê belê, qeydê qedirgirtinê hindava merivên dewletê hemû welatada ne mîna hev e. Çaxê ewana tiştekî ji me dewa dikin, em gura wan dikin hergê ew yek miqabilî qanûna Xwedê nîne. Em nikarin bona xatirê wan gura Xwedê nekin, mesele bikevine nav şixulê polîtîkê. (Bixûne 1 Petrûs 2:13-17.)
10. Xizmetkarên Yehowaye berê ça bûn hindava serwêrên dewletê, û em ji wana çi dikarin hîn bin?
10 Em dikarin ji xizmetkarên Yehowayî berê hîn bin, ku çawa qedirê serwêrên dewletê bigirin. Mesele, çaxê Qeyserê Împêratoriya Romayê ferman da wekî meriv welatda bêne navnivîsarê, Ûsiv û Meryemê hema usa jî kirin. Ewana çûn Beytlehmê seva navê xwe bidine nivîsarê. Wî çaxî Meryem giran bû, zûtirekê wê zara pêşiyê jêra bibûya (Lûqa 2:1-5). Pawlos jî mera meseleke baş hîşt. Çaxê ew bêmenî neheq kirin yançi ewî qanûn teribandiye, ewî bi qedir-hurmetê ber Hêrodes Egrîpa Padşa û Fêstorê serwêr, xwe xwey dikir (Kar. Şand. 25:1-12; 26:1-3).
11, 12. a) Çira em firqiyê dikine orta merivên dewletê û serwêrên rêlîgiya? b) Çi berê baş anî çaxê birakî me ji Avstryayê qedir da kifşê hindava merivê polîtîk?
11 Em bi mexsûsî hurmet-rûmetê nadine serwêrên rêlîgiya, hergê jî ewana hîviya vê yekê ne. Çimkî rêlîgiyên qelp Xwedê nerast derdixin û Xebera wî nerast hîn dikin. Lema jî em qedirê wan digirin çawa qedirê hemû meriva, lê em bi cûrekî mexsûs wana hurmet nakin. Bînin bîra xwe wekî Îsa serwêrên rêlîgiya ku wedê wîda dijîtin, neheq kir wekî ewana durû û rêberên kor in (Met. 23:23, 24). Lê tiştekî nerast vê yekêda tune hergê em qedirê merivên dewletê bilind bigirin û hurmetê bidine wan. Çimkî cara bona vê yekê, ewana ser me baş dinihêrin û alî me jî dikin.
12 Were qewimandinekî şêwir kin. Lêopold Ênglêîtnêr xizmetkarê xîret ji Avstryayê, hate girtinê aliyê Natsîsta û pê trênê wî şandine girtîgeha Bûkênwaldê. Vê trênêda nava girtiya, qanûnzan Hêînrîk Glêîsnêr bû, yê ku polîtîkê Avstryayê bû. Lê Natsîsta wî hiz nedikir. Rêda, Ênglêîtnêr bi qedir derheqa baweriya xwe Glêîsnêrra gilî kir û ew rind guh dida wî. Çaxê şerê hemdinyayê ya duda xilaz bû, Glêîsnêr gelek car hukumê xwe da xebatê seva alî Şedên Yehowa Avstryayêda bike. Dibeke hûn jî zanin qewimandinên hewas, ku çaxê Şedên Yehowa bi qedir bûn hindava merivên dewletê û ew yek berên baş anî. Belê, Mesîhî qedirê merivên dewletê digirin, çawa Kitêba Pîroz temiyê dide.
DÎSA KÊRA HURMET DIKEVE?
13. Kê îlahî hêjayî qedir e û çira?
13 Xûşk-birên me hêjayî hurmet û qedir in, îlahî rûspî, ku rêberiyê me dikin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:17.) Em nanihêrin ku ewana çi miletî ne, xwendî yan nexwendî ne, dewletî yan kesîb in. Ewana şixulekî mezin dikin teşkîleta Xwedêda, çimkî miqatî cimeta Xwedê dibin. Kitêba Pîroz wana nav dike “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efes. 4:8, DT). Qirna yekêda xûşk-bira gelek qedirê wan bira digirtin, yên ku rêberî dikirin. Em jî gerekê usa bikin. Bifikirin derheqa rûspiyên civatê, berpirsiyarên mihalê, endemên Komîtêya Fîlîalê û endemên Koma Rêberiyê. Em wan bira cûrekî mexsûs rûmet nakin û çaxê wana divînin, hesab nakin ça horî kêleka me ne. Lê em qedirê wan bira bilind digirin, çimkî ewana milûk in û bona şixulê Xwedê giran dixebitin. (Bixûne 2 Korintî 1:24; Eyantî 19:10.)
14, 15. Gilî kin ku çi firqî heye orta şivanên Mesîhîye rast û serwêrên rêlîgiya.
14 Rûspî milûk in û şivanên ruhanî ne. Ewana naxwazin wekî wana bilind kin û rûmet kin ça merivên nav û deng. Rastî jî ewana gelek cude dibin ji serwêrên rêlîgiyên îroyîn û ji yên qirna yekê. Îsa derheqa wan serwêra got: “Şayîyada herema jorin hiz dikin, kinîştada jî kursiyêd pêşin, bazarada silavê bidine wan” (Met. 23:6, 7).
15 Şivanên rast bi milûktî gura wan giliyên Îsa dikin: “Bira wera nebêjin: ‘Mamosta’, çimkî dersdarê we yek e û hûn hemû jî bira ne. Li ser dinê hûn tu kesîra nebêjin: ‘Bavo’, çimkî Bavê we yek e, ku ezmana ye. Ne jî wera bêjin: ‘Rêber’, çimkî Rêberê we yek e, ew Mesîh e. Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestiyê we. Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be” (Met. 23:8-12). Belê, rûspiyên civatê milûk in çimkî giliyên Îsa tînin sêrî, lema jî xûşk-bira wana hiz dikin û qedirê wan digirin.
16. Çira hêja ye em hîn bin ku çawa rast hurmetê bidine meriva?
16 Belê wede lazim e wekî hîn bin çawa û kêra hurmetê bidin. Qirna Kar. Şand. 10:22-26; 3 Yûhn. 9, 10). Bi rastiyê, hêja ye ku ewê yekê bikin, çimkî hergê em hurmetê bidine meriva usa ça Yehowa dixwaze, emê gelek karê bistînin.
yekêda jî Mesîhiyara lazim bû ew yek (EMÊ ÇI KARÊ BISTÎNIN HERGÊ RAST HURMETÊ BIDIN KIFŞÊ?
17. Çi karê em dikarin bistînin çaxê qedirê yên xweyîhukum digirin?
17 Çaxê em qedirê yên xweyîhukum digirin, ewana dikarin piştgiriya me bikin, wekî em aza mizgîniyê bela kin. Gelek car usa diqewime ku ewana paşê baş ser şixulê me dinihêrin. Mesele, Bêrgît pêşenga ji Almanyayê çû ser civîna xilazkirina mekteba qîza xwe. Dersdara gotine Bêrgît wekî gelek wan xweş tê ku mektebêda bi sala wana zarên Şedên Yehowa hîn dikirin. Wana got ku şerm e hergê mekteba wanda zarên Şedên Yehowa tune bin. Bêrgît dersdarara şirovekir: “Zarên me hînkirî ne wekî rabûn-rûniştinêda pey prînsîpên Xwedê herin û usa jî qedirê dersdara bigirin”. Dersdarek jî jêra got: “Hergê hemû zar mîna zarên we bûna, mekteb wê bibûya mîna cinetê”. Paşî çend heftiya, dersdarek hatibû ser civata mezin ku Lêypsîgêda derbaz bû.
18, 19. Çira gelek ferz e wekî em bizanibin ça rast qedirê rûspiya bigirin?
18 Xebera Xwedêda hene prînsîp, kîjan ku nîşan dikin çawa lazim e qedirê rûspiyên civatê bigirin. (Bixûne Îbranî 13:7, 17.) Belê, çaxê rûspî rêberiyê didine me, em gerekê gura wanda bin û payê wan bidin bona şixulê wanî giran. Çaxê em usa bikin, ewana wê şixulên xwe bi şabûnê bikin. Lê gerekê usa nîbe ku em rûspîkî başqe kin û çev bidine wî kincxwekirinêda, porçêkirinêda, xeberdanêda ser sênê yan jî xeberdana wî tevî meriva. Hergê em usa bikin, yên din wê bifikirin ku em pey wana diçin, ne ku pey Îsa. Em gerekê bîr nekin ku rûspî jî merivên gunekar in û em gerekê tenê çev bidine Îsa Mesîh.
19 Çaxê em qedirê rûspiya digirin, lê wana bilind nakin ça merivên nav û deng, em alî wan dikin. Gelo çida? Usa wê wanra diha hêsa be qure nebin û xwe ser yên dinra negirin.
20. Çaxê em qedirê meriva digirin, ew yek çida alî me dike?
20 Çaxê em qedirê meriva digirin, ew yek gelek tiştada alî me dike. Mesele, ew yek alî me dike wekî em nebine xwehiz û çaxê hurmetê didine me, em çevê xweda bilind nebin. Hin jî, hergê ew merivê ku em qedirê wî digirin dilê me bêşîne, emê dilteng nebin û ew wê nebe bona me kevirê likumandinê. Xêncî vê yekê, teşkîleta Yehowada wê yektî bê xweykirinê, çimkî teşkîleta wîda ne xûşk-bira ne jî yên nebawera, bilind nakin.
21. Çi kareke mezin em distînin çaxê qedirê wan digirin, kêra dikeve?
21 Çaxê em qedirê wan digirin kêra dikeve, em dilê Xwedê şa dikin, çimkî gura wî dikin û wîra amin dimînin. Usa em rê didine Yehowa wekî caba wan bide kê qerfê xwe wî dike (Metlk. 27:11). Merivên vê dinyayê rast fem nakin hurmetê bidinê kê û çawa. Lê bi rastiyê jî em gelek razî ne ji Yehowa wekî ew me hîn dike çi cûreyî em gerekê hurmetê bidine kifşê.