Nihêrandina Me ser Şaşiya Gerekê Çawa be?
Teyo û Zeyneb * gelek şa bûn ku qîza wan malbeta xweva, hatin cem wan mêvanî, seva ku tevayî xwarinê bixwin. Zeyneb ku berê aşpêj dixebitî, destpêkir rişte tevî penîr çêke. Nebiyên wê ev xwarin gelek hiz dikirin.
Çaxê gişk ber sifrê rûniştin, Zeyneb hat û çigûn danî ser sifrê. Çaxê ewê devlîk vekir, dît ku çigûnêda tenê penîrê helandî bû! Zeynebê bîr kiribû rişte bavêjê!
Firqî tune em çend salî ne, yan çiqas cêribandî ne, em gişk şaşiya berdidin. Dibeke me tiştekî bêfemî gotiye, yan tiştekî baş kiriye ne wedê layîqda. Yan diqewime me tiştek pişt guhê xweva avîtiye û bîr kiriye. Gelo çima şaşî diqewimin? Çawa em dikarin usa bikin ku şaşiya nekin? Nihêrandina rast ser şaşiya, wê alî me bike caba wan pirsa bivînin.
NIHÊRANDINA ME Û YA XWEDÊ
Çaxê em tiştekî baş dikin, em bi şabûn qebûl dikin payîdayînê çimkî fem dikin ku em hêja ne. Çaxê em nişkêva şaşiya berdidin, û hergê yên dinêna dîna xwe nedane şaşiyên me, yeke em gerekê şaşiyên xwe bînin rûyê xwe. Bona vê yekê milûktî lazim e.
Hergê em gelek bona xwe difikirin, emê nikaribin ser xwe bixebitin, çimkî emê yên dinêna neheq kin, yan jî emê qayîl nebin ku me şaşî berda. Kirên usa car-cara ber bi axiriya xirab dibin. Problêm wê neyêne safîkirinê û merivên din jî wê nerast bêne neheqkirinê. Hela hê jî çaxê em şaşiya berdidin û ev yek ser me xirab hukum nake, yeke em gerekê timê bîr nekin ku li axiriyê “ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Romayî 14:12).
Xwedê rast dinihêre ser şaşiya. Kitêba Zebûrda, Xwedê eyan dibe ça yekî “dilşewat û rem”; û “Ew heta xilazîyê hêrs nakeve, heta-hetayê kînê najo”. Ew fem dike ku em gunekar in, ku kêmasiyên me hene, û “Ew bibîr tîne ku em ax in” (Zebûr 103:8, 9, 14).
Xêncî wê yekê ça bavekî dilovan, Xwedê dixwaze ku zarên wî jî li ser şaşiya usa binihêrin ça ew dinihêre (Zebûr 130:3). Xebera xweda Ew bi hizkirin gelek şîret û rêberî daye nivîsarê, ku alî me bike li ser şaşiyên xwe û yên dinêna rast binihêrin.
ÇAWA ŞAŞIYÊN XWE RAST KIN
Gelek car diqewime ku çaxê şaşiya berdidin, merî wede û qewata xwe xerç dikin, ku yên dinêna neheq kin yan jî xwe rast derxin. Lê dewsê hergê te bi giliya kesek daye xeyîdandinê, baxşandinê bixwaze ku şaşiyên xwe rast kî û hevaltiya xwe xirab nekî. Diqewime te jî hindava kesekîda tiştekî nerast kiriye, ji bo çi jî te, yan jî ewî kesî, xwe nebaş texmîn kiriye? Dewsa ku ser xwe hêrs kevin, yan yên dinêna neheq kin, wê baş be hemû tiştî bikî ku şaşiyên xwe rast kî. Lê
hergê tu timê dîna xwe bidî ser şaşiya, ev yek wê badîhewa nerihetiyê pêşda bîne û problêm zêde be. Lema jî hê baş e, ça lazim e usa bikî.Çaxê kesek şaşiya berdide, mera hêsa ye neqayîliya xwe bidine kifşê. Lema jî baş be şîreta Îsa Mesîh hildin hesab: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12). Çaxê tu şaşiya berdidî îlahî yên biçûk, bêşik tu dixwazî, ku yên dinena hindava teda dilremiyê bidine kifşê, yan jî ku bi temamî dîna xwe nedine şaşiyên te. Lema jî wê baş be, ku tu jî qenciya wî cûreyî hindava meriva bidî kifşê (Efesî 4:32).
PRÎNSÎPÊN KU ALÎKARIYÊ DIDIN, WEKÎ ŞAŞIYA KÊM BERDIN
Ferhengek usa dibêje: “Şaşî pêşda tên ji bo sûcdarkirinên nerast, zanebûna kêm yan jî çaxê rind dîna xwe nadine tişta”. Em gerekê fem bikin ku carekê yan çend cara hemû meriv, hine ji wan tiştê jorê gotî didine kifşê. Hergê em hine prînsîpên sereke ji Nivîsarên Pîroz hildin hesab, ev yek wê alî me bike kêm şaşiya berdin.
Prînsîpeke vî cûreyî em divînin Metelok 18:13-da kîderê ku nivîsar e: “Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye”. Belê çaxê em hemû tiştî heta xilaziyê dibihên, ev yek hemikî alîkariyê dide seva ku bi lez tiştekî nebêjin û hêrs nekevin. Çaxê rind guh didî meriva, usa tuyê bikaribî xwe ji sûcdarkirinê, dûr bigirî û şaşiya bernedî.
Prînsîpeke din ji Kitêba Pîroz usa dibêje: “Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin” (Romayî 12:18). Ji aliyê xweda hemû tiştî bike ku edilayî û şixulkariyê pêşda bibî. Çaxê tevî yên dinêna dixebitî serwaxt be û qedirê meriya bizanibe, usa jî payê wan bide û wana hêlan ke. Dereca usada giliyên bêfemtî û şixul dikarin hêsa bêne baxşandinê, yanê wê dîna xwe nedine ser wan şaşiya. Û xeyda lape giran jî dikare hêsa bê bîrkirinê.
Ji şaşiya tiştekî baş xwera hîn be. Dewsa ku bixebitî seva şaşiyên xwe rast derxî, hê baş e ser van şaşiyên xwe hîn bî xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînî. Dibe ku tera lazim e hê zêde sebrê, qenciyê û xwegirtinê bidî kifşê? Lê usa jî bîr neke derheqa milûktiyê, edilayê û hizkirinê (Galatî 5:22, 23). Ji şaşiyên xwe tu hîn dibî wekî careke din çi gerekê nekî. Gelek dîna xwe nede wê yekê, ku ev yek ça ser te hukum bûye. Hergê tu hine tişta bi henek û ken derbaz kî, tuyê xwe rihet texmîn kî.
KAR JI NIHÊRANDINA RAST
Çaxê em nihêrandina rast ser şaşiya xwey dikin, hingê em xwe rast didine kifşê, dilrihet dibin û tevî yên dinêna jî edilayêda nin. Hergê em dixebitin ku ji şaşiyên xwe hîn bin, em daha bîlan dibin û meriyara hêsa dibe tevî me şixulkariyê bikin. Usa emê ne jî gelek dilteng bin û derheqa xwe jî xirab nefikirin. Çaxê em fem dikin û divînin, wekî yên din jî ser şaşiyên xwe dixebitin, mera daha hêsa dibe ji wana fem bikin. Hê ferz ew e ku em hîn dibin çev bidine Xwedê, ku hizkirinê bidine kifşê û hazir bin bibaxşînin (Kolosî 3:13).
Şaşiya Zeynebê derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, malbeta wê dilteng kir? Hemikî na. Her kesî bi ken ser wê yekê nihêrî, xût Zeynebê xwexa, û wana wedê xwe rind derbaz kirin hela hê bê rişte jî! Çend sal şûnda du nebiyên wê ev qewimandin zarên xwera gilî kirin û kirine bîra xwe, ew wedê baş yê ku wana tevî kalik-pîrkê xwe derbaz kirin. Ew tenê şaşiya biçûk bû!
^ abz. 2 Nav hatine guhastinê.