GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27
KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me
Mîna Sadok Mêrxas be
“Sadokê egît, xort û dilawêr [mêrxas] bû” (1 DÎROK 12:28).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku mesela Sadok ça dikare alî me ke, wekî em mêrxas bin.
1-2. Sadok kê bû? (1 Dîrok 12:22, 26-28)
BIDE ber çevê xwe, ku zêdetirî 340 000 mêr tevayî top bibûn, seva ku Dawid ser temamiya miletê Îsraêlê bikine padşa. Ji çiyayên nêzîkî Hebronê, sê roj dengê xeberdan, şabûnê û stiranên pesindayînê dihat (1 Dîrok 12:39). Nava van merivada, xortekî bi navê Sadok hebû. Hergê em wêderê bûna, nava haqas merivada dibeke me Sadok nedîta. Lê Yehowa ew didît û xwest wekî em jî bizanibin, ku Sadok wêderê bû (Bixûne 1 Dîrok 12:22, 26-28). Gelo Sadok kê bû?
2 Sadok kahîn bû û tevî Kahînê Mezin Abiyatar, hevkarî dikir. Sadok usa jî mêrekî bîlan bû û fem dikir ku qirara Xwedê çi ye (2 Samûyêl 15:27). Meriv diçûne bal wî, wekî şîretên bîlan bistînin. Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ça Sadok mêrxasî dida kifşê.
3. (a) Çira xizmetkarên Yehowa gerekê mêrxas bin? (b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
3 Wan rojên axiriyêda, çiqas diçe haqas Mîrê-cina hê zêde hicûmî ser xizmetkarên Xwedê dike (1 Petrûs 5:8). Heta ku Yehowa Mîrê-cina û vê sîstêma xirab kuta ke, mera mêrxasî lazim e (Zebûr 31:24). Were em dîna xwe bidine sê dereca, ku çida em dikarin çev bidine mêrxasiya Sadok.
PIŞTGIRIYA PADŞATIYA XWEDÊ BIKE
4. Çira xizmetkarên Yehowara mêrxasî lazim e, wekî piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Çawa xizmetkarên Yehowa, em bi dil û can piştgiriya Padşatiya wî dikin. Lê seva vê yekê mera mêrxasî lazim e (Metta 6:33). Mesele, vê dinya xirabda mera mêrxasî lazim e, wekî em li gora qanûnên Yehowa bijîn û mizgîniya Padşatiya Xwedê bela kin (1 Têsalonîkî 2:2). Usa jî mera mêrxasî lazim e, seva ku em pirsên polîtîkîda tevnebûyînê xwey kin (Yûhenna 18:36). Gelek Şedên Yehowa, carna aliyê matêrîalîda zirarê distînin û rastî zulim û zordariyê tên. Û wana dikine kelê, çimkî ewana nakevine nava şixulên polîtîkî û naçine eskeriyê.
5. Sadokra çira mêrxasî lazim bû, wekî piştgiriya Dawid bike?
5 Gava Sadok çû Hebronê, nêta wî ne tenê ev bû, ku padşatiya Dawid bimbarek ke. Ewî çekên xwe tevî xwe bir û hazir bû tevî Dawid bimîne û şer bike, seva ku miletê Îsraêlê ji dijmina xwey ke (1 Dîrok 12:38). Diqewime Sadok eskerekî cêribandî nîbû, lê ew mêrekî gelek mêrxas bû.
6. Dawid çi mesele Sadokra hîşt? (Zebûr 138:3)
6 Çi alî Sadok dikir, wekî mêrxas be? Der-dora wî mêrên qewî û mêrxas hebûn, û bê şik ewî ji mesela wan ders distand. Mesele, Dawid bi mêrxasî rêberiya miletê Îsraêlê dikir, û lema jî temamiya milet hazir bû bi dil û can alî wî bike (1 Dîrok 11:1, 2). Dawid timê bawer bû, ku Yehowa wê alî wî bike, wekî ew dijmina alt ke (Zebûr 28:7; bixûne Zebûr 138:3). Usa jî Sadok mêrxasiya merivên usa didît ça Yehoyada, kurê wî Benaya û 22 serokên eşîra, yên ku piştgiriya Dawid dikirin (1 Dîrok 11:22-25; 12:26-28). Nêta wan hemûya ev bû, ku Dawid bikine padşa.
7. (a) Îro em dikarin çev bidine mesela mêrxasiya kê? (b) Em ji mesela birê Nasayîlû, derheqa kîjanî vîdêoyêda tê gotinê, çi hîn dibin?
7 Gava em serhatiyên wan meriva dixûnin, yên ku bi mêrxasî piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikirin, qewat û mêrxasiya me jî zêde dibe. Mesele, gava Padşê me Îsa Mesîh ser erdê bû, ewî înkar dikir bikeve nava şixulên polîtîkî ya sîstêma Mîrê-cina (Metta 4:8-11; Yûhenna 6:14, 15). Ewî timê ji Yehowa qewat û mêrxasî dixwest, wekî çi ku rast e, vê yekê bike. Îro jî gelek birên meyî cahil bi mêrxasî înkar dikin herine eskeriyê, yan jî tevî şixulên polîtîkî bin. Ser jw.org a tu dikarî hine serhatiyên van bira bixûnî.
ALÎ XÛŞK-BIRA BIKIN
8. Kengê rûspiyara mêrxasî lazim e, ku alîkariyê bidine xûşk û bira?
8 Xizmetkarên Yehowa hazir in alî hev bikin (2 Korintî 8:4). Lê carna bona vê yekê wanra mêrxasî lazim e. Mesele, gava şer destpêdibe, rûspî fem dikin ku xûşk-bira hewcê hêlanê û alîkariyê ne. Usa jî dibeke wanra alîkariya matêrîalî û ruhanî lazim be. Rûspî gelekî xûşk-bira hez dikin, lema jî ewana hela hê emirê xwe jî dikine bin xofê, seva ku alîkariyê bidine wan (Yûhenna 15:12, 13). Bi vê yekê rûspî çev didine mêrxasiya Sadok.
9. Li gora 2 Samûyêl 15:27-29, Dawid çi cabdarî da Sadok? (Binihêre usa jî şikil.)
9 Carekê emirê Dawid Padşa kete bin qeziyê. Kurê wî Abşalom îzin da xwe, wekî textê padşatiyê ji wî bistîne (2 Samûyêl 15:12, 13). Lema jî Dawid gerekê ji Orşelîmê bireviya! Û ewî xulamê xwera got: “De em rabin û birevin! yan na emê ji destê Abşalom xilaz nebin” (2 Samûyêl 15:14, ÎM). Lê gava ewana diçûn, Dawid gote Sadok û hine kahînên din, ku ewana Orşelîmêda bimînin, wekî derheqa nêtên Abşalom elamî wî kin (Bixûne 2 Samûyêl 15:27-29). Lazim bû ku ewana gelek fesal bin, çimkî cabdariya wan gelek xof bû. Hela bide ber çevê xwe, ku hergê Abşalom, yê ku merivekî xwehez û zulim bû, fem bikira ku ewana bona kara Dawid cesûsiyê dikin, wê çi bianiya serê Sadok û kahînên din!
10. Sadok û hevalên wî ça emirê Dawid xwey kirin?
10 Dawid gote Sadok û dostekî xweyî din, bi navê Hûşa, ku ewana piştgiriya planeke wî bikin (2 Samûyêl 15:32-37). Hûşa li gora plana Dawid hereket kir û usa kir, wekî Abşalom îtbariya xwe wî bîne, û gote Abşalom ku çi cûreyî ew dikare hicûmî ser Dawid ke. Bi saya vê planê mecal Dawidra vedibû, wekî xwe bona hicûmkirinê hazir ke. Paşê Hûşa derheqa vê planê gote Sadok û Abiyatar (2 Samûyêl 17:8-16). Û wana ev yek elamî Dawid kirin (2 Samûyêl 17:17). Bi alîkariya Yehowa, Sadok û kahînên din emirê Dawid xweyî kirin (2 Samûyêl 17:21, 22).
11. Gava em alî xûşk-bira dikin, em ça dikarin çev bidine mêrxasiya Sadok?
11 Hergê wedê xofda lazim be, wekî tu alî xûşk-bira bikî, gelo tu ça dikarî mîna Sadok mêrxas bî? (1) Guh bide rêberiyê. Gelek ferz e ku em wedê usa yektiya xwe xwey kin. Lema jî, li gora rêberiya fîlîala mihala xwe hereket bike (Îbranî 13:17). Mesele, rûspî gerekê timê dîna xwe bidine van rêberiya, yên ku ewana bona teşqelên tebiyetê ji fîlîalê distînin (1 Korintî 14:33, 40). (2) Mêrxas be, lê haş ji xwe hebe (Metelok 22:3). Pêşiya ku tiştekî bikî, rind bifikire û çiqas dikarî fesal be. (3) Xwe bispêre Yehowa. Bîr neke ku Yehowa bona te û xûşk-bira xem dike. Ew dikare alî te bike, wekî tu bikaribî usa alî xûşk-bira bikî, ku ziyanê nedî xwe.
12-13. Tu ji serhatiya Vîktor û Vîtalî çi hîn dibî? (Binihêre usa jî şikil.)
12 Were em dîna xwe bidinê, ku çawa du birên me av û xwarin digîhandine xûşk-birên li Ûkraînayê. Vîktor dibêje: “Me her dera xwarin digeriya. Gelek car dengê gulekirinê dihate me. Birakî ji dikana xwe gelek xwarin pêşkêşî me kir. Ev xwarin têra gelek xûşk-bira kir, wekî wextekê ebûra xwe bikin. Gava me ev xwarin ereba xweda cî dikir, rakêtek weke 20 mêtrî dûrî me ket. Wê rojê, min çend cara ji Yehowa lava dikir, wekî mêrxasiyê bide min, ku ez bikaribim alîkariyê bidime xûşk-bira”.
13 Vîtalî dibêje: “Mera gelek mêrxasî lazim bû. Cara pêşin riya min 12 sihet kişand. Temamiya rê min Yehowara dua dikir”. Rast e Vîtalî mêrxas bû, lê ew usa jî fesal bû. Ew dibêje: “Min ji Yehowa reca dikir bîlaniyê bide min û alî min bike milûk bimînim. Min ser riyên ku dewletê îzin dabû, erebe dajot. Hevkariya orta xûşk-birada baweriya min diha qewî dikir. Wana bona me kûçe temiz dikirin, wekî em bikaribin bi erebê derbaz bin, û bona me xwarin, kinc û tiştên din top dikirin û cî didane me, ku paşî riya dirêj em serê xwe daynin”.
YEHOWARA AMIN BIMÎNE
14. Gava merivekî meyî hezkirî ji rastiyê dertê, ev yek ça dikare ser me hukum ke?
14 Gava dost yan merivekî me ji rastiyê dertê, em gelek xemgîn dibin (Zebûr 78:40; Metelok 24:10). Çiqas heleqetiya me tevî wî merivî nêzîk e, haqas mera çetin e vê derecê qebûl kin. Gava tiştekî usa tê serê me, em dikarin çev bidine aminiya Sadok.
15. Sadokra çira mêrxasî lazim bû, ku Yehowara amin bimîne? (1 Padşatî 1:5-8)
15 Nêzîkî xilaziya serwêrtiya Dawid, gava ew îda ber mirinê bû, kurê wî Adoniya xwest textê padşatiyê zeftî xwe ke. Lê Yehowa soz dabû, ku Silêman wê bibe padşa (1 Dîrok 22:9, 10). Sed heyf, ku Abiyatar piştgiriya Adoniya kir (Bixûne 1 Padşatî 1:5-8). Bi vê yekê Abiyatar ne tenê Dawidra, lê Yehowara jî amin nema. Lê dostê Abiyatar, Sadok, Yehowara amin ma. De bide ber çevê xwe, ku Sadok ji bo vê yekê çiqas xemgîn bû. Weke 40 sala Sadok û Abiyatar tevayî ça kahîn xizmet kiribûn (2 Samûyêl 8:17). Wana tevayî “Sindoqa Xwedê” hildabûn (2 Samûyêl 15:29, ÎM). Sêrîda herda jî piştgiriya serwêrtiya Dawid dikir û tevayî gelek Yehowara xizmet kiribûn (2 Samûyêl 19:11-14).
16. Diqewime çi alî Sadok dikir amin bimîne?
16 Rast e Abiyatar xwera rêke din bijart, yeke Sadok Yehowara amin ma. Dawid tu car dudilî nedibû ku Sadok yekî amin e. Gava plana Adoniya eşkere bû, Dawid gote Sadok, Natan û Benaya, ku ewana Silêman ça padşa kifş kin (1 Padşatî 1:32-34). Bê şik, Sadok ji aminiya xizmetkarên Yehowaye din qewat û hêlanê distand, mesele ji aminiya Natan û merivên din, yên ku piştgiriya Dawid Padşa dikirin (1 Padşatî 1:38, 39). Gava Silêman bû padşa, ewî Sadok dewsa Abiyatar ça kahîn kifş kir (1 Padşatî 2:35).
17. Hergê merivekî teyî hezkirî ji rastiyê derê, tu ça dikarî çev bidî Sadok?
17 Gelo tu ça dikarî çev bidî Sadok? Hergê merivekî teyî hezkirî ji rastiyê derê, Yehowara bide kifşê wekî tu dixwazî jêra amin bimînî (Yêşû 24:15). Yehowa wê qewat û mêrxasiyê bide te. Bi saya dua, xwe bispêre wî û tevî xûşk-bira nêzîk be. Yehowa aminiya te gelekî qîmet dike û ewê bona vê yekê te xelat ke (2 Samûyêl 22:26).
18. Tu ji serhatiya Marko û Sîdsê çi hîn bûyî?
18 Dîna xwe bidine serhatiya birê me Marko û kulfeta wî Sîdsê. Du qîzên wan ji rastiyê derketin. Marko dibêje: “Ji roja ku zar tê bûyînê, dê-bav gelekî wan hez dikin û çi ji destê wan tê dikin, wekî wana ji qeziyê biparêzin. Lema jî, gava ewana safî dikin pişta xwe bidine Yehowa û ji rastiyê dertên, dê-bav gelek xemgîn dibin”. Usa jî ew dibêje: “Lê Yehowa alî me dike. Bi saya alîkariya wî, gava ez sist im, kulfeta min qewî ye, û gava ew sist e, ez qewî me”. Sîdsê dibêje: “Bê alîkariya Yehowa, meyê nikaribûya amin bimînin. Ez carna difikirîm, ku ez her tiştîda neheq im, lema jî min Yehowara besa hestên xwe dikir. Demeke kin paşî vê yekê, xûşkeke ku min gelek sala lê nedîtibû, hate bal min, destê xwe da ser milê min, çevê min nihêrî û got: ‘Bîr neke, Sîdsê, ev neheqiya te nîne!’ Belê, bi alîkariya Yehowa, ez dikarim bi şabûnê Wîra xizmet kim”.
19. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?
19 Yehowa dixwaze ku hemû xizmetkarên wî mîna Sadok mêrxas bin (2 Tîmotêyo 1:7). Lê ew naxwaze, wekî em xwe bispêrin qewata xwe. Yehowa dixwaze ku em xwe bispêrin wî. Lema jî hergê bona tiştekî tera mêrxasî lazim be, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Bawer be, ku ewê alî te bike, wekî tu mîna Sadok mêrxas bî! (1 Petrûs 5:10)
KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin
a Ser jw.org, binihêre vîdêo bi navê Çira Lazim e, wekî Mesîhiyên Rast Mêrxas Bin; Wekî Tevnebûyînê Xwey Kin.