Pirseke Hêsa, ya ku Her Kes Dikare Bide Xebatê
Wî welatîda, kîderê ku Meryem û mêrê wê, Con, a dijîn, gelek koçberên ji Fîlîpînayê dixebitin, û mecala Meryemê û Con heye, wekî şedetiyê bidine wan. Wedê pandemiya COVID-19, Meryemê him wî welatîda, him jî welatên dinda tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiriye. Gelo çi cûreyî?
Meryemê ji xwendekarên xwe usa dipirsî: “Tu qe kesên din jî nas dikî, yên ku dixwazin Kitêba Pîroz hîn bin?” Gava xwendekara digot, wekî merivên usa hene, ewê digot ku dixwaze nasiya xwe bide wan. Belê, bi saya pirseke usa hêsa tiştên gelek hewas dikarin biqewimin. Gelo çira? Çimkî gelek meriv, yên ku Kitêba Pîroz qîmet dikin, dixwazin wekî heval û merivên wan jî derheqa vê yekê pêbihesin. Gelo paşî pirsa Meryemê çi qewimî?
Xwendekareke Meryemê bi navê Jasmîn, Meryem tevî çar kesa da naskirinê, yên ku dixwestin Kitêba Pîroz hîn bin. Yek ji wan, Krîstîna bû, ya ku ji hînbûna Kitêba Pîroz şabûneke usa mezin distand, ku gote Meryemê, wekî ew heftiyê du cara tevî wê hînbûnê derbaz ke. Meryemê ji Krîstînayê jî pirsî, ku ew kesên usa nas dike, yên ku dixwazin Kitêba Pîroz hîn bin. Krîstînayê got: “Belê, ezê hevalên xwe tevî te bikime nas”. Nav çend heftiyada, Krîstînayê Meryem tevî çar hevalên xwe da naskirinê, yên ku dixwestin Kitêba Pîroz hîn bin. Paşê, Krîstînayê ew tevî çend hevalên xweye din jî da naskirinê, û ji wan hineka jî, Meryem tevî çend merivên din dane naskirinê.
Krîstînayê dixwest, wekî malbeta wê jî, ku Fîlîpînayêda dijît, Kitêba Pîroz hîn bin. Lema jî ewê derheqa hînbûna Kitêba Pîroz qîza xwe Andrêyara jî got. Sêrîda Andrêya usa difikirî: “Rêlîgiya Şedên Yehowa gelek ecêb e, ewana Îsa Mesîh bawer nakin, û tenê Peymana Kevin dihebînin”. Lê çaxê tevî wê carekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kirin, ewê nihêrandina xwe guhast. Wedê hînbûnê ewê timê usa digot: “Hergê Kitêba Pîrozda usa tê gotinê, dêmek ev yek rast e!”
Wede şûnda, Andrêyayê Meryem tevî du hevalên xwe û hevalxebatçiyên xwe da naskirinê, û wana jî destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin. Xêncî vê yekê Meryemê nizanibû, ku meta Andrêyayê jî, bi navê Anjêla, ya ku kor bû, guh dida dersa. Rojekê, Anjêlayê gote Andrêyayê, wekî ew lê tevî Meryemê bike nas, çimkî ewê jî dixwest Kitêba Pîroz hîn be. Û çi ku Anjêla hîn dibû, gelek lê xweş dihat. Nava mehekêda, ewê gelek rêz ezberî kirin, û xwest wekî heftiyêda çar cara tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin! Bi alîkariya Andrêyayê,
Anjêlayê destpêkir timê pê vîdêokonfêrênsiyayê bikeve civata.Çaxê Meryem pêhesiya, ku wedê hînbûnê, mêrê Krîstînayê, Coşûa jî dûrva guh dida wan, ewê ji wî pirsî ku diqewime ew jî dixwaze tevî wan rûnê û guh bide dersa. Coşûa got: “Ezê tenê guh bidim, lê tiştekî ji min nepirse. Hergê tu pirsa bidî min ezê herim”. Lê nava pênc deqên pêşinda ewî diha zêde pirs dida, ne ku kulfeta wî, û ewî got, ku dixwaze berdewam ke derheqa Kitêba Pîroz xeber de.
Bi saya pirsa hêsa, ya ku Meryemê dida xebatê, gelek meriva destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin. Û Meryemê çend xwendekarên xwe tesmîlî xûşk-birên din kir. Bi vî cûreyî, ewê çar welatada tevî 28 meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.
Xwendekara pêşin, Jasmîn, meha Nîsanê sala 2021 hate nixumandinê. Krîstîna meha Gulanê sala 2022 hate nixumandinê, û vegeriya Fîlîpînayê, cem malbeta xwe. Du kesên din jî, yên ku Krîstînayê tevî Meryemê dabû naskirinê, hatine nixumandinê. Anjêla çend meh şûnda hate nixumandinê û niha pêşenga hertim e. Coşûa mêrê Krîstînayê, qîza wan Andrêya û çend xwendekarên din jî, ruhanîda rind pêşda diçin.
Qirna yekêda, şagirtên Îsa heval û merivên xwera besa mizgîniya xêrê dikirin, û bi vî cûreyî mizgînî zû bela dibû (Yûhenna 1:41, 42a; Karên Şandiya 10:24, 27, 48; 16:25-33). Tu jî dikarî ji xwendekarên xwe û ji kesên din, kîjanara Kitêba Pîroz hewas e, bipirsî: “Gelo tu kesekî nas dikî, yê ku dixwaze Kitêba Pîroz hîn be?” Kê zane, ku bi saya vê pirsa hêsa, ya ku her kes dikare bide xebatê, çend meriv destpêkin Kitêba Pîroz hîn bin!
a Navên vê gotarêda hatine guhastinê.