Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

Baxşandina Yehowa bona Me Çi Tê Hesabê?

Baxşandina Yehowa bona Me Çi Tê Hesabê?

“Baxşandin destê Te ye” (ZEBÛR 130:4).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine çend meselên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin, wekî Yehowa ça dibaxşîne me. Ev gotar wê alî me bike, wekî em hê zêde razîbûna xwe bidine kifşê bona baxşandina Yehowa hindava meda.

1. Çira cara çetin e fem kin, ku nêta baxşandina kesekî çi ye?

 ÇAXÊ kesek dibêje ku ew dibaxşîne me, dilê me rihet dibe, îlahî hergê me dilê wî kesî pê gilî yan kirên xwe êşandiye. Lê yeke diqewime çetin be fem bikin, ku bi rastî nêta giliyên wî çi ye, gava ew dibêje “Ez dibaxşînim te”. Gelo ew dixwaze bêje, ku hûn dîsa jî dostên hev in? Yan bi vê yekê ew dixwaze vê têmê dade û dostiya we wê îda mîna ya berê nîbe? Bi rastî nihêrandina meriva hindava baxşandinê ji hev cude dibe.

2. Kitêba Pîroz baxşandina Yehowa ça şirovedike? (Usa jî binihêre spartin.)

2 Ev yek ku çawa Yehowa dibaxşîne me, gelek cude dibe ji vê yekê ku çawa merivên qisûrdar dibaxşînine hev. Tu kes nikare usa bibaxşîne, çawa ku Yehowa dibaxşîne. Zebûrbêj derheqa Yehowa usa got: “Çimkî baxşandin destê Te ye, wekî însan ji Te xof bike” a (Zebûr 130:4). Belê, baxşandina Yehowa, baxşandina rast e. Tenê Yehowa dikare bide kifşê, ku baxşandina rast çi tê hesabê. Hine rêzên nivîsarên Yûnanîda, nivîskarên Kitêba Pîroz xeberek didane xebatê, gava şirovedikirin ku Yehowa çi cûreyî dibaxşîne, lê wana evê xeberê tu car nedidane xebatê, gava şirovedikirin, ku meriv çi cûreyî dibaxşînin.

3. Baxşandina Yehowa ça ji baxşandina meriva cude dibe? (Îşaya 55:6, 7)

3 Gava Yehowa dibaxşîne kesekî, ew gunên wî kesî bi temamî red dike. Merivên ku Yehowa baxşandiye wan, dikarin ça dostên wî bimînin. Em ji Yehowa gelek razî ne, ku ew dîsa û dîsa bi merdanî dibaxşîne me (Bixûne Îşaya 55:6, 7).

4. Yehowa ça alî me dike, ku em mena baxşandinê rind fem bikin?

4 Hergê baxşandina Yehowa ji baxşandina me cude ye, lê merivên qisûrdar ça dikarin fem bikin, ku çi tê hesabê baxşandina rast? Seva ku em vê yekê fem bikin, Yehowa baxşandina xwe bi çend mesela şirovedike. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine hine ji wan mesela, yên ku didine kifşê, wekî Yehowa gunên me çawa red dike û îzinê dide, ku em dîsa bibine dostên wî. Ev mesele wê alî me bikin, ku em bona baxşandina Bavê xweyî dilovan, hê zêde razî bin.

YEHOWA GUNÊN ME RED DIKE

5. Gava Yehowa gunên me dibaxşîne, çi diqewime?

5 Kitêba Pîrozda, gune cara beramberî barê giran dibe. Dawid Padşa derheqa gunên xwe usa got: “Neheqîyên min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne” (Zebûr 38:4). Yehowa hazir e bibaxşîne wan meriva, yên ku gunên xwe tînin rûyê xwe (Zebûr 25:18; 32:5). Xebera Îbranî, ya ku ça “baxşandin” hatiye welgerandinê, tê hesabê “hildan”. Dêmek, gava Yehowa gunên me dibaxşîne, ew barekî giran ji milê me hildide.

“Baxşand” (Zebûr 32:5)


6. Yehowa gunên me ji me çiqas dûr dixe?

6 Meseleke din jî dide kifşê, ku Yehowa gunên me ji me çiqas dûr dixe. Zebûr 103:12 usa dibêje: “Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr xistî ne”. Çawa ku rohilat û roava gelekî dûrî hev in û nikarin bigihîjine hev, hema bi vî cûreyî Yehowa gunên me ji me dûr dixe. Belê, gava Yehowa gunên me dibaxşîne, em dikarin bawer bin, ku ew bi temamî dibaxşîne.

“Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e” (Zebûr 103:12)


7. Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa gunên me ça dike? (Mîxa 7:18, 19)

7 Gava Yehowa gunên me ji me dûr dixe, gelo ew berdewam dike gunên me bîra xweda xwey ke? Hemikî na. Hizqiya Padşa derheqa Yehowa usa nivîsî: “Te hemû sûcên min avît paşî pişta xwe” (Îşaya 38:9, 17). Ev mesele nîşanî me dike, wekî Yehowa îda dîna xwe nade gunên merivê ku tobe kiriye. Giliyên Hizqiya Padşa dikaribûn bi vî cûreyî jî bihatana welgerandinê: “Te usa kiriye, tê bêjî min qe gune nekiribû”. Kitêba Pîroz evê fikirê bi meseleke din jî nîşan dike. Li gora Mîxa 7:18, 19 (bixûne), Yehowa gunên me davêje binê berê. Mesele, çaxê wedê berê tiştek dikete binê berê, ev îda tu car nedihate dîtinê.

“Te hemû sûcên min avît paşî pişta xwe” (Îşaya 38:17)

“Tê temamiya gunên me, bavêjî binê deryayê [berê]” (Mîxa 7:19, ÎM)


8. Bi alîkariya van mesela em çi pêhesiyan?

8 Bi alîkariya van mesela em pêdihesin, ku gava Yehowa dibaxşîne me, ew me ji barê guna xilaz dike. Çawa ku Dawid Padşa gotibû, “xwezî li wan, ku neheqiyên wan hatine baxşandinê û gunên wan hatine nixamtinê. Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîra gune hesab nake” (Romayî 4:6-8). Belê, ev e baxşandina rast!

YEHOWA GUNÊN ME PAQIJ DIKE

9. Kitêba Pîroz ça dide kifşê, ku Yehowa bi temamî guna dibaxşîne?

9 Bi alîkariya meselên din, Yehowa nîşanî me dike ku ew gunên wan meriva, yên ku tobe dikin, çawa bi saya kirînê paqij dike. Kitêba Pîroz dibêje, ku Ew van guna ça bêjî dişo û merivê gunekar bi vî cûreyî paqij dike (Zebûr 51:7; Îşaya 4:4; Yêremya 33:8). Yehowa mera dibêje, ku axiriya vê paqijkirinê çi ye: “Heger sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin, heger mîna kêzika qirmizê gevez jî bin, wê mîna hirî sipî bibe” (Îşaya 1:18). Rastî jî gelek çetin e, ku lekên sor bêne paqijkirinê. Lê bi saya vê meselê, Yehowa eşkere dike, wekî gunên me dikarin usa rind bêne şûştinê, ku wê îda tu car neyêne dîtinê.

“Heger sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18)


10. Kitêba Pîroz dîsa bi kîjan meselê baxşandina Yehowa eyan dike?

10 Çawa ku em ji gotara pêşin pêhesiyan, gune beramberî deyna dibin (Metta 6:12; Lûqa 11:4). Em çiqas himberî Yehowa gune dikin, haqas deynê me zêde dibe. Lê gava Yehowa dibaxşîne me, ew vî deynê meyî mezin betal dike. Çaxê gunên me têne baxşandinê, Yehowa me îda deyndar hesab nake. Çawa ku nigê meriv ji şabûnê erd nagire, gava deynê wî tê baxşandinê, usa jî bîna me gelek fire dibe, gava Yehowa gunên me dibaxşîne me!

“Min hemû deynê te baxşande te” (Metta 18:32)


11. Çaxê Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Yehowa gunên me dibaxşîne, gelo ev çi tê hesabê? (Karên Şandiya 3:19)

11 Yehowa deynên me, dêmek gunên me, ne tenê dadide, lê usa jî betal dike (Bixûne Karên Şandiya 3:19). Cara gava deynê kesekî ser kaxazê pê qelemê tê xezkirinê, dîsa jî binîva ev deyn tê kifşê, lê çaxê ev deyn bi temamî bê temizkirinê, dêmek betalkirinê, ev îda tiştekî din e. Seva ku em evê meselê fem kin, em gerekê bînin bîra xwe, wekî wedê berê hubireke usa didane xebatê, ku hêsa pê avê dihate temizkirinê. Bi saya lûfika şil meriv dikaribû nivîsara deynê kesekî temiz kira. Lema jî gava deyn dihate “paqijkirinê”, ev bi temamî unda dibû û tê bêjî ev deyn ne jî hebû. Em gelek ji Yehowa razî ne, wekî ew usa gunên me dibaxşîne, ku tê bêjî ev gunên me ne jî hebûn! (Zebûr 51:9)

“Tobe bikin . . . wekî gunên we bêne paqijkirinê” (Karên Şandiya 3:19)


12. Ji mesela derheqa ewirê mezin em çi pêdihesin?

12 Yehowa dîsa bi meselekê dide kifşê, ku ew bi temamî guna dibaxşîne. Ew dibêje: “Min neheqiyên te wek ewira û gunên te wek mijê paqij kirin” (Îşaya 44:22, ÎM). Gava Yehowa gunên me dibaxşîne, ew ça bêjî wan guna bi ewirekî mezin dadide, wekî ev betavebin û îda tu car neyêne kifşê.

“Min neheqiyên te wek ewira û gunên te wek mijê paqij kirin” (Îşaya 44:22, ÎM)


13. Yehowa ça gunên me dibaxşîne?

13 Em ji van mesela çi pêdihesin? Gava Yehowa gunên me dibaxşîne, em gerekê netirsin ku leka gunên me wê heta-hetayê ser me bimîne. Bi saya xûna Îsa Mesîh, deynê me bi temamî tê betalkirinê û ne jî tê kifşê, ku wextekî ev leke ser me bû. Belê, çaxê em gunên xwe tobe dikin, Yehowa hema bi wî cûreyî dibaxşîne me, ku tê bêjî me ne jî gune kiriye.

YEHOWA ME DÎSA ÇA DOSTÊN XWE QEBÛL DIKE

Bi saya baxşandina Bavê meyî ezmana, em dikarin bibine dostên wî (Binihêre abzasa 14)


14. Çira em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê gunên me bi temamî bibaxşîne me? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Yehowa bi rastî dibaxşîne me, lema jî em dikarin bibine dostên wî. Nelazim e ku em berdewam kin xwe sûcdar kin, yan jî bitirsin wekî Yehowa kînê dajo û mecalê digere wekî me ceza ke. Tiştekî usa wê tu car neqewime! Yehowa derheqa baxşandinê usa gote Yêremya pêxember: “Ezê neheqiyên wan bibaxşînim û îdî ezê gunên wan bi bîr neyînim” (Yêremya 31:34, ÎM). Pawlosê şandî ev gilî wekilandin, çaxê got: “Ezê neheqiyên wan bibaxşînim û gunên wan jî îdî bîr neynim” (Îbranî 8:12). Gelo ev yek çi tê hesabê?

“Îdî ezê gunên wan bi bîr neyînim” (Yêremya 31:34, ÎM)


15. Çi tê hesabê ku Yehowa gunên me îda nayne bîra xwe?

15 Kitêba Pîrozda xeberên “bînin bîra xwe” cara ne tenê tê hesabê ku kesek tiştên berê tîne bîra xwe, yan jî ser vê yekê dişirmîş dibe, lê ev usa jî kirên kesekî tê hesabê. Mesele, ew merivê qaçax, yê ku kêleka Îsa hatibû mixkirinê, usa got: “Îsa, gava tu bikevî Padşatiya xwe, min bîne bîra xwe” (Lûqa 23:42, 43). Bi van giliya ewî ne tenê dixwest wekî Îsa derheqa wî bifikire, lê bi rastî ewî dixwest, ku Îsa tiştekî bona wî bike. Ji caba Îsa em fem dikin, ku ewê wî merivî ji mirinê rake. Lema jî gava Yehowa dibêje, ku ew gunên me îda nayne bîra xwe, ev tê hesabê wekî axiriyêda ewê me ceza neke bona van guna, yên ku ewî îda baxşandiye me.

16. Kitêba Pîroz derheqa azaya ku em bi saya baxşandina rast distînin, çi dibêje?

16 Kitêba Pîroz bi saya meseleke din jî alî me dike fem kin, wekî çi tê hesabê azaya ku em bi saya baxşandina rast distînin. Ji ber ku em gunekar in, em “xulamên gune” ne. Lê bi saya vê yekê, ku Yehowa baxşandiye me, em mîna van xulama ne, yên ku îda ‘ji gune aza bûne’ (Romayî 6:17, 18; Eyantî 1:5). Belê, em gelek şa ne, wekî bi saya baxşandina Yehowa, em ji xulamtiyê aza bûne.

“Hûn ji gune aza bûn” (Romayî 6:18)


17. Em ça bi saya baxşandina Yehowa têne qenckirinê? (Îşaya 53:5)

17 Bixûne Îşaya 53:5. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ji bo guna em mîna wan meriva ne, yên ku nexweşîke usa standine, ku nayê qenckirinê. Bi saya qurbana Kurê xwe Îsa Mesîh, Yehowa me ji vê nexweşiyê qenc kiriye (1 Petrûs 2:24). Gava em gune dikin, dostiya me tevî Yehowa xirab dibe. Lê bi saya qurbanê Yehowa dibaxşîne me û em dikarin dîsa bibine dostên wî. Çawa ku meriv gelek şa dibe, gava ji nexweşîke giran qenc dibe, em jî gelek şa dibin, çaxê ruhanîda têne qenckirinê û dîsa dibine dostên Yehowa.

“Bi dexmên wî hûn qenc bûn” (1 Petrûs 2:24)


BAXŞANDINA YEHOWA BONA ME ÇI TÊ HESABÊ?

18. Ji meselên Kitêba Pîroz derheqa baxşandina Yehowa em çi pêhesiyan? (Usa jî binihêre çargoşe “Yehowa Çawa Dibaxşîne Me?”)

18 Gelo em ji wan meselên Kitêba Pîroz derheqa baxşandina Yehowa, çi pêhesiyan? Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew bi temamî dibaxşîne, û bona gunên meye berê me ceza nake. Bi vî cûreyî mera mecal tê dayînê, ku dîsa bibine dostên Bavê xweyî ezmana, Yehowa. Ev yek ku Yehowa dibaxşîne me, nayê hesabê ku em hêjayî vê yekê ne, lê ev pêşkêşa wîye mezin e, ku Ew bi qenciya xweye mezin dide me (Romayî 3:24).

19. (a) Em gerekê bona çi şêkirdar bin? (Romayî 4:8) (b) Gotara dinda emê çi şêwir kin?

19 Bixûne Romayî 4:8. Em gelek şêkirdar in, ku Yehowa bi temamî dibaxşîne me! (Zebûr 130:4) Lê hergê em dixwazin wekî Yehowa bibaxşîne me, em gerekê ji aliyê xweda tiştekî ferz bikin. Îsa got: “Hergê hûn gunên meriva nabaxşînin, Bavê we jî wê gunên we nebaxşîne” (Metta 6:14, 15). Eşkere ye, ku em gerekê çev bidine baxşandina Yehowa. Lê em ça dikarin vê yekê bikin? Gotara dinda emê pêbihesin.

KILAMA 46 Ji Te Razî ne Yehowa

a Nivîsarên Îbranîda vê rêzêda xebera orîjînal nîşan dike, ku baxşandina rast tenê ji Yehowa ye, yê ku dikare guna bi temamî bibaxşîne.