Gelo Lazim e Herine Ziyareta û Ciyên Pîroz?
HER sal, li Japonê, şeş mîlîon meriva zêdetir têne li ziyaretê, yê ku li ser nîvgirava Şêmayê nava mêşeda ne. Ewana weke du hezar sal e ku têne li Paristgeha Mezin, di Îsêda û serê xwe datînin ber xudayên tevê Amaterasû Omêkamê yên rêlîgiya Şînto. Xizmetkarê wê rêlîgiyayê pêşiya wê yekê ku bikevine paristgehê, xwe temiz dikin bi wê yekê ku destê xwe û devê xwe dişon. Paşê ewana disekinin ber oda bona xizmetkirinê û rêtûala tînin sêrî bi wê yekê, ku serê xwe berjêr dikin, destê xwe hev dixin, û dua dikin. * Bawermendên Şîntora nayê qedexekirinê rêtûalên bawermendên din bînine sêrî. Û lema jî her kesê ku dihate paristgeha Şînto, dixwazî Bûdîst, Mesîhî yan bawermendên din, dikaribûn rêtûalên Şînto bînine sêrî.
Dinyayêda gelek rêlîgiyên mezinda, ciyên pîroz yan jî ziyaret hene, * û bi mîlîona meriv têne li wan ciya. Welatên Mesîhiyada, gelek dêr û paristgeh hene, kîjan hatine tesmîlkirinê Îsara, Meryemêra û yên pîrozra. Gelek paristgê mîna wan, hatibûn avakirinê wan ciya, kîderê ku serhatiyên ji Kitêba Pîroz qewimîn, yan jî kîderê ku tiştên pîroz hatibûn dîtinê û xweykirinê, yan jî çawa hinek dibêjin “keremetên” wedê îro hatibûn sêrî. Gelek meriv diçine paristgeha çimkî ewana bawer dikin, ku hergê ewana ciyên pîrozda dua bikin duayên wan wê bêne bihîstinê. Hinek jî diçine ziyareta, û ciyên usa kîjanî ewana hesab dikin ciyê pîroz, çimkî bi wê yekê dixwazin aminiya xwe Xwedêra bidne kifşê.
Hergê hûn paristgehada dua bikin, gelo Xwedê duayên we wê bibihê û caba duayên we wê bide? Gelo Xwedê ji aminiya wan kê diçine ziyareta û ciyên pîroz razî ye? Lê gelo lazim e meriv paristgehada serê xwe ber Xwedê daynin? Cabên wan pirsa wê ne ku tenê şirovekin ça em gerekê binihêrin li ser çûyîna li paristgehada, lê usa jî wê alî me bikin fem kin çi cûre hebandin Xwedê xweş tê.
XIZMETKIRINA “BI RUH Û RASTIYÊ”
Çaxê Îsa Mesîh tevî kulfeta Samerî xeber da, ewî eyan kir ku ça Xwedê dinihêre ser duakirinên li paristgeha û ciyên pîrozda. Çaxê Îsa Sameryayêra derbaz dibû ew sekinî ber bîra avê nêzîkî bajarê Sûxar, seva ku hêsa be. Wêderê ewî tevî kulfetekê xeber da, kîjan ku hatibû ber bîra avê wekî avê bikişîne. Wedê xeberdana xwe, kulfetê da kifşê firqiya mezin orta dînê Cihûyîya û Sameriya. Ewê got: “Kal û bavêd me li serê vî çiyayî Xwedê hebandine, lê hûn dibêjin ciyê Xwedê hebandinê gerekê li Orşelîmê be” (Yûhenna 4:5-9, 20).
Yûhenna 4:21). Ew kulfet ji wê cabê gelek ecêbmayî bû, îlahî çimkî ew cab ji merivê Cihû bû! Lê gelo çira hebandin di paristgeha Orşelîmêda gerekê bihata hildanê?
Ewê kulfetê derheqa Çiyayê Gerîzîm digot, kîjan ku aliyê bakûrê weke 50 km., nêzîkî Orşelîmê bû. Wêderê paristgeha Samerya hebû, kîderê ku ewana cejin derbaz dikirin, mesele Cejina Derbazbûnê. Lê dewsa ku dîna xwe bide ser firqiya orta du mileta, Îsa kulfetêra got: “Evdê, min bawer bike, wextekê bê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bihebînin” (Îsa berdewam kir: “Lê belê wextê bê, îdî pêra gihîştiye jî, ku yêd rast dihebînin wê bi ruh û rastiyê Bavê bihebînin, çimkî Bav yêd aha dihebînin digere” (Yûhenna 4:23). Nava Qirnada, Cihûya hesab dikirin ku ciyê lape sereke bona hebandinê ew heye paristgeha Orşelîmê. Ewana salê sê cara diçûne wêderê wekî Xwedayê xwe Yahowara qurbana bînin (Derketin 23:14-17). Lê Îsa got wekî ew hemû tişt wê bê guhastinê, û “yêd rast” wê “bi ruh û rastiyê” bihebînin û xizmet kin.
Paristgeha Cihûya ser erdê bû û dihate dîtinê. Lê ruh û rastî nayne dîtin û ne jî ciyên wane ser erdê heye. Bi wî cûreyî Îsa şirovekir ku ciyê hebandina rast wê girêdayî nîbe bi tiştên ku tên dîtin, mesele Çiyayê Gerîzîmêva, paristgeha Orşelîmêva, û ne jî ciyên pîroz e dinva.
Wedê xeberdana tevî kulfeta Samerî, Îsa usa jî kifş kir ku “wextê bê”, çaxê hebandina Xwedêra wê bê guhastin. Lê ew yek kengê gerekê bihata sêrî? Wî çaxî, gava Îsa xwe kire qurban, û bi wê yekê cûrê hebandina Cihûya, ya ku ser hîmê qanûna Mûsa bû, da hildanê (Romayî 10:4). Îsa usa jî got ku ew wext “îdî pêra gihîştiye”. Îsa derheqa kîjan wextî digot? Ew derheqa wî wextî digot, çaxê ku ewî şagirtê xwe îda top dikir, kîjan ku gerekê guhdariya xwe bidana kifşê hindava temiya ku ewî got: “Xwedê ruh e û yêd ku wî dihebînin jî gerekê bi ruh û rastiyê wî bihebînin” (Yûhenna 4:24). Dêmek çi tê hesabê bihebînin bi ruh û rastiyê?
Çaxê Îsa digot derheqa hebandina bi ruh, ewî dixwest bigota ku meriv gerekê bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz bijî, kîjan ku alî me dike Nivîsarê fem kin (1 Korintî 2:9-12). Lê rastiya derheqa kîjanî Îsa digot, ew heye zanebûna rast ji Kitêba Pîroz. Lema jî hebandina meye ser hîmê Kitêba Pîroz û bi rêberiya ruhê wîyî pîroz, wê Xwedê xweş bê.
NIHÊRANDINA RAST LI SER PARISTGEHA
Çawa em gerekê binihêrin ser çûyîna paristgeha bona hebandinê? Çaxê em didin hesabê temiya Îsa derheqa wê yekê, ku şagirtê wî bi ruh û rastiyê gerekê Xwedê bihebînin, femdarî ye ku hebandina paristgehada û ciyê pîrozda bona Bavê meyî ezmana, pûç tê hesabê. Xêncî wê yekê ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku ça Xwedê dinihêre ser hebandina pûta: “Ji pûtparistiyê birevin” û “xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Korintî 10:14; 1 Yûhenna 5:21). Lema jî xizmetkarên Xwedê yên rast serê xwe ber Xwedê danaynin li wan ciya, kîjan ku têne hesabê ciyên pîroz yan ciyên bona hebandina pûta.
Lê ew yek nayê hesabê wekî Xebera Xwedê nahêle wekî ciyê bona duakirinê, hînbûnê, û dişirmîşbûnê hebin. Ciyên bona civînê kîjan ku terbet û xemle ne, layîq in bona hînbûnê û şêwirkirina tiştên ruhanî. Usa jî hela bifikirin, heger meriv kevir datînin ser mezelê merivê xweyî nêzîk bona bîranînê, wê yekêda tiştekî xirab tune, usa nîne. Hinek ewê yekê dikin, seva bidine kifşê ku merivên xweyî mirî bîr nakin, û wana hiz dikin. Lê hergê ciyê usa hesab kin ça ciyê pîroz yan ciyên ku serê xwe ber pûta daynin, bi wê yekê emê pêşberî xebera Îsa biçûna.
Ça tê kifşê nelazim e herine paristgeha bi vê nêtê, ku tenê wêderê Xwedê wê hê zêde guh bide duayên we. Û usa jî nefikirin ku heger hûn rêwîtiya dirêj bikin û herin paristgehê, hema bona xatirê wê yekê Xwedê wê ji we razî be û kerema bide we. Kitêba Pîroz dibêje wekî Yahowa Xwedê “Xudanê erd û ezmên e û paristgehêd bi desta çêkirîda namîne”. Lê ew yek me ji Xwedê dûr naxe. Em dikarin wîra dua bikin û duayên me li hemû ciya wê bêne bihîstin, çimkî “Xwedê ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:24-27).
^ abz. 2 Her paristgehên Şîntoda ew rêtûal dikarin ji hev cude bin.
^ abz. 3 Binihêre çargoşê “ Çi tê Hesabê Ciyên Pîroz?”