PIRSÊN CAHILA
Hevnaskirin—Para 3: Em Gerekê Heleqetiya Xwe Bidine Sekinandinê?
Hine wede ye tu rastî kesekî têyî, wekî hev nas bikin, lê îda şik ketiye dilê te, ku hûn hev tên yan na. Gelo hingê tu gerekê heleqetiya xwe tevî wî yan wê berdewam kî, yan bidî sekinandinê? Ev gotar wê alî te bike, wekî safîkirina rast bikî.
Vê gotarêda
Çaxê şik dikeve dilê te
Hine wede paşî wê yekê, çaxê gede û keçik rastî hev tên ku hev nas kin, diqewime ku ewana îda texmîn dikin wekî hev nayên. Mesele:
Yek hez dike ber berê hêsa be, yê din jî nav mêşe û tebiyetêda bigere.
Yek hez dike nav merivada be û xeberxweş e, yê din jî hest û fikirên xwe eyan nake, û tenêbûnê hez dike.
Yek hinekî binva ye û dikare derewa bike, lê yê din jî timê helal e.
Dîna xwe bidê ku ew her sê derece ji hev cude dibin. Dereca pêşinda herdu ji hev cude dibin vê yekêda ku çi wana xweş tê; ya duda xeysetda ji hev cude dibin; ya sisiya vê yekêda ji hev cude dibin, ku bona wan çi diha ferz e.
Bifikire: Hergê hûn hev bistînin, ji wan her sê cudebûna, kîjan wê tera diha çetin be qebûl kî? Yan van sê cudebûnada, kîjanîda hûnê herdu jî bikaribin guhastina nav xweda bikin, wekî hev fem kin?
Jin-mêr dikarin xeysetda û wan tiştada çi ku wana xweş tê ji hev cude bin, lê dîsa jî bextewar bin, çimkî hev bên nayê hesabê mîna hev bin. Jin yan mêr dikarin hewasa xwe pêşda bînin hindava wan tişta, çi ku hevalzewacê wan xweş tê, û hela hê ji xeysetê hev hîn bin û karê bistînin a.
Lê gerekê çi ku bona te ferz in, bona wî jî kîjanî tu dixwazî bistînî, ferz bin, dêmek bawerî, prînsîpên nav-namûsiyê û nihêrandina te ser vê yekê ku çi qenc e û çi xirab e. Hergê vê yekêda hûn ji hev cude dibin, ew nîşaneke nebaş e.
Mesele, bide ber çevê xwe ku baweriya we ji hev cude dibe. Kitêbekêda tê gotinê: “Lêkolînên ku timê têne kirinê, didine kifşê wekî diha zef ew jin-mêr ji hev diqetin, yên ku ji cûre-cûre rêlîgiya ne” (Fighting for Your Marriage).
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî” (2 Korintî 6:14).
Çaxê safîkirinê dikî
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî zewacêda jin-mêr “wê rastî oxirmên giran bên” (1 Korintî 7:28). Lema jî ecêbmayî nemîne bona wan çetinaya, ku îda wedê hevnaskirinê pêşda tên.
Problêmên biçûk timê nayêne hesabê, ku hûn hev nayên û çare tune. Lê pirs vê yekêda ne, ku gelo hûn dikarin wan çetinaya orta hevda safî kin û edilayê xwey kin? Hergê hûn safî kin bizewicin, hemikî we herdura jî gelek ferz e evî feresetî nav xweda pêşda bînin.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efesî 4:32).
Aliyê dinva jî, hergê hûn gelek car û him jî pirsên ferzda hev fem nakin, ev dikare bibe nîşana vê yekê ku hûn hev nayên. Hergê bi rastî usa ye, çiqas zû hûn vê yekê têderxin haqas baş e, dêmek hê pêşiya zewacê!
Fikira sereke: Hergê tu hindava wî merivîda tevî kê dibî nas dikevî şikê, yan jî dudilî yî ku hela tu bona zewacê hazir î yan na, wê baş be wan şika pişt guhê xweva nevêjî.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 22:3).
Hergê te safî kiriye ku heleqetiya xwe bidî sekinandinê
Hevqetandin dikare hêsa nîbe û dilê we bêşîne. Lê yeke ev dikare bibe safîkirina lape baş, îlahî hergê dilê yekîda yan jî dilê we herdada şik heye ku hûn hev nayên.
Çawa hûn dikarin heleqetiya xwe bidine sekinandinê? Hergê mecal heye, wê diha baş be vê yekê bi smsa û êmayla nekin. Dewsê, wede û cîkî layîq bijbêrin, wekî rû bi rû derheqa vê yekê hevra xeber din.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hevdura rastiyê bêjin” (Zekerya 8:16, DT).
Gelo sekinandina heleqetiyê tê hesabê, wekî tu yekî bêkêr î? Na. Bîr neke, wekî hevnaskirin seva vê yekê ye, wekî safî kî wî merivî bistînî, yan na. Hergê heleqetî bê sekinandinê, yeke tu dikarî dersên qîmet ji vê yekê bistînî.
Pirsê bide xwe: “Ez derheqa xwe çi pêhesiyam ji vê heleqetiyê? Anegorî vê heleqetiyê çi lazim e ez nav xweda biguhêzim, wekî bona zewacê hazir bim? Hergê ez bixwazim kesekî din nas bikim wekî bizewicim, ez gerekê çi cûrekî mayîn bikim?”
a Seva ku hê baş fem bikin, ku ev çetinayî ça dikarin ser jin-mêr hukum bin, binihêrin gotar “Alîkarî bona Malbetê—Hînî Hev Dibin Çaxê ji Hev Cude Dibin”, û “Alîkarî bona Malbetê—Çi Bikin Hergê Xeysetên Hevalzewacê We, We Eciz Dikin”.