PIRSÊN CAHILA
Hevnaskirin—Para 1: Ez bona Hevnaskirinê Hazir im?
Vê gotarêda
Çi ye hevnaskirin?
Hine meriv hevnaskirinê hesab dikin ça wedederbazkirineke hewas. Vê gotarêda tê şirovekirinê, wekî “hevnaskirin” ew wede ye gava qîz û xort tevayî derbaz dikin, seva bivînin hela ewana bona zewacê layîqî hev in yan na. Dêmek nêta hevnaskirinê heye û ew ne bona wê yekê ye, wekî qîz û xort ji rasthatina hev hewasê bistînin.
Wede şûnda hevnaskirin gerekê alî te bike safî kî, ku tevî wî merivî bikevî zewacê, yan heleqetiya romantîk bidî sekinandinê. Çaxê tu tezeda destpêdikî rastî wî merivî bêyî, kîjanî dixwazî nas kî, gerekê hazir bî bona wê yekê, ku dibeke hûn layîqî hev nîbin.
Fikira sereke: Hergê tu bawer î ku bona hevnaskirinê hazir î, dêmek tu gerekê usa jî bawer bî wekî bona zewacê jî hazir î.
Tu bona hevnaskirinê hazir î?
Hevnaskirin berbi zewacê dibe, lema jî wê baş be bifikirî hela xeyset-hunurên teye usa hene ku dikarin ziyanê bidine heleqetiya we. Dîna xwe bide meselên ku jêrê nivîsar in:
Heleqetî malbetêda. Ev yek ku tu tevî dê-bav yan xûşk-birên xwe çawa xwe didî kifşê, îlahî çaxê tu strêsêda nî, nîşan dike ku tê hindava hevalzewacê xwe çawa bî.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin tevî her cûre kîn-boxiyêva” (Efesî 4:31).
Pirsê bide xwe: “Dê-bavê min û xûşk-birên min dikarin derheqa min bêjin, wekî ez hindava wanda bi qedir im? Çaxê ez tiştekîda wanra neqayîl im, ez tevî wan rihet şêwir dikim, yan hêrs dikevim û wanra dikevime hucetê?”
Kara xwe negere. Zewacêda wê lazim be ku bifikirî hela hevalparê te çi dixwaze. Wê yekêda tu gerekê kara xwe negerî û carna tiştekî ji xwe kêm kî.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).
Pirsê bide xwe: “Ez timê ser ya xwe disekinim, ku her tişt li gora xwestina min be? Merivên din derheqa min dikarin bêjin, ku ez yekî serwaxt im?”
Milûktî. Mêr yan jina baş wê şaşiyên xwe bîne rûyê xwe û ji dil baxşandinê bixwaze.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2).
Pirsê bide xwe: “Ez hazir im şaşiyên xwe bînim riyê xwe, û bona şaşiyên xwe baxşandinê bixwazim? Gava kesek şîretê dide min, ez dixeyîdim?”
Xerckirina pera. Gelek car ji bo pera, zewacêda problêm pêşda tên. Lema jî hergê tu pera rast bidî xebatê, tê ji gelek problêma dûr bî.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wiyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28).
Pirsê bide xwe: “Ez kontrol dikim ku çiqas pera xerc dikim, yan ez her gav dikevime bin deyna? Tê kifşê wekî ez pera rast didime xebatê?”
Ruhaniya te. Hergê tu Şedê Yehowa yî, tu gerekê xwera bikî xeyset wekî her gav Kitêba Pîroz lêkolîn kî û herî civata.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (Metta 5:3, DT).
Pirsê bide xwe: “Ez qewatê didime xebatê, wekî baweriya xwe qewî xwey kim? Jîyîna minda şixulên ruhanî diha ferz in, yan ez dihêlim dîna min here ser tiştên din?”
Fikira sereke: Ew merivê ku tu lê bistînî, hêjayî hevalzewacekî baş e. Hergê tu her tiştî dikî seva ku merivekî baş bî, tê dîna wî kesî bikişînî ser xwe, kîjan ku mîna te usa dike.