Derbazî serecemê

Gelo Pêxembertiyên Derheqa Mesîh li ser Îsa Hatine Sêrî?

Gelo Pêxembertiyên Derheqa Mesîh li ser Îsa Hatine Sêrî?

Caba Kitêba Pîroz

Belê. Çaxê Îsa li ser erdê bû, gelek pêxembertiyên derheqa Mesîh ku gerekê bibûya Rêber û “Xilazkirê dinyayê”, ser wî hatine sêrî (Daniyêl 9:25; 1 Yûhenna 4:14). Hela hê paşî mirina Îsa jî, gelek pêxembertiyên derheqa Mesîh ser wî dihatine sêrî (Zebûr 110:1; Karên Şandiya 2:34-36).

 Çi tê hesabê xebera “Mesîh”?

Xebera Îbranî “Meşiyax” (Mesîh) û xebera Yûnanî “Krîstos” têne hesabê “Rûnkirî”. Lema jî “Îsa Mesîh” tê hesabê “Îsayê Rûnkirî”.

Wedê berê, çaxê merivek bona şixulekî mexsûs dihate kifşkirinê, rûn dirêtin ser serê wî (Qanûna Kahîntiyê 8:12; 1 Samûyêl 16:13). Xwedê, Îsa kifş kir bona şixulekî mexsûs û hukumetiya mezin da destê wî (Karên Şandiya 2:36). Lê dewsa rûn, Xwedê bi ruhê pîroz ew kifş kir (Metta 3:16).

 Gelo pêxembertiyên derheqa Mesîh dikaribûn ser çend meriya bihatana sêrî?

Na. Çawa xezên tiliya, tenê merivekî eyan dikin, usa jî pêxembertiyên Kitêba Pîroz eyan dikin ku Mesîh tenê yek e. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî “mesîh û pêxemberêd derew wê derên, nîşan û keremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartiyêd Xwedê jî bixalifînin” (Metta 24:24).

 Gelo rast e ku Mesîh wê paşê eyan be?

Na. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî Mesîh wê ji rikiniyata Dawid Padşa be (Zebûr 89:3, 4). Lê diqewime sala 70-da D.M. çaxê Romaya Orşelîm zeft kirin, navnivîsarên Cihûdî, kîjan ku dikaribûn rikiniyata Dawid eyan kirana, hatibûn kutakirinê. a Ji wî çaxî tu kes nikare îzbat ke, wekî ew ji rikiniyata Dawid Padşa ye. Çaxê Îsa li ser erdê bû ev navnivîsarên rikiniyata hê hebûn. Bi wan nivîsara hela hê dijminên Îsa jî fem dikirin, wekî ew ji rikiniyata Dawid e (Metta 22:41-46).

 Kitêba Pîrozda çiqas pêxembertiyên derheqa Mesîh hatine nivîsarê?

Çetin e bêjin, wekî çiqas pêxembertiyên Mesîhva girêdayî, Kitêba Pîrozda nivîsar in. Gava zelal e ku nivîsareke Kitêba Pîroz derheqa Mesîh pêxembertiyê dike, dîsa jî nihêrandina meriya derheqa vê yekê, ku çiqas pêxembertî dikevine nava vê nivîsarê ji hev cude dibe. Mesele Îşaya 53:2-7-da çend tişt têne gotinê derheqa Mesîh. Hinek difikirin, wekî ew nivîsar pêxembertîk e, lê hinek jî hesab dikin ku nivîsarên van rêza çend pêxembertî ne.

 Hine pêxembertiyên derheqa Mesîh, ku ser Îsa hatine sêrî

Pêxembertî

Kîderê nivîsar e

Ça hate sêrî

Ji rikiniyata Birahîm be

Destpêbûn 22:17, 18

Metta 1:1

Ji rikiniyata Îshaqê kurê Birahîm be

Destpêbûn 17:19

Metta 1:2

Ji bereka Cihûda bê bûyînê

Destpêbûn 49:10

Metta 1:1, 3

Ji rikiniyata Dawid Padşa be

Îşaya 9:7

Metta 1:1

Ji qîzeke bikir bê bûyînê

Îşaya 7:14

Metta 1:18, 22, 23

Beytlehmêda bê bûyînê

Mîxa 5:2

Metta 2:1, 5, 6

Ser wî bê gotin Îmmanûyêl b

Îşaya 7:14

Metta 1:21-23

Destpêbûna wî mexsûs nîbe

Îşaya 53:2

Lûqa 2:7

Paşî bûyîna wî zar wê bêne qirkirinê

Yêremya 31:15

Metta 2:16-18

Wê ji Misirê bê gazîkirinê

Hoseya 11:1

Metta 2:13-15

Ser wî wê bê gotinê Nisretî c

Îşaya 11:1

Metta 2:23

Pêşiya wî wê qasid bê şandinê

Malaxî 3:1

Metta 11:7-10

Sala 29 D.M.-da hate kifşkirinê ça Mesîh d

Daniyêl 9:25

Metta 3:13-17

Xwedê wê wî ça kurê xwe qebûl ke

Zebûr 2:7

Karên Şandiya 13:33, 34

Hindava mala Xwedêda xîret be

Zebûr 69:9

Yûhenna 2:13-17

Wê mizgîniya xêrê elam ke

Îşaya 61:1

Lûqa 4:16-21

Xizmeta wî Celîlêda ça ronayîke mezin be

Îşaya 9:1, 2

Metta 4:13-16

Mîna Mûsa wê keremeta bike

Qanûna Ducarî 18:15

Karên Şandiya 2:22

Mîna Mûsa wê derheqa Xebera Xwedê xeber de

Qanûna Ducarî 18:18, 19

Yûhenna 12:49

Wê geleka qenc ke

Îşaya 53:4

Metta 8:16, 17

Wê dîna meriya nekişîne ser xwe

Îşaya 42:2

Metta 12:17, 19

Wê hindava belengazada rem be

Îşaya 42:3

Metta 12:9-20; Marqos 6:34

Heqiya Xwedê wê eyan ke

Îşaya 42:1, 4

Metta 12:17-20

Wê Şîretkarê Pir Baş be

Îşaya 9:6, 7

Yûhenna 6:68

Wê navê Yehowa elam ke

Zebûr 22:22

Yûhenna 17:6

Wê bi mesela xeber de

Zebûr 78:2

Metta 13:34, 35

Rêber

Daniyêl 9:25

Metta 23:10

Gelek wê baweriya xwe wî neynin

Îşaya 53:1

Yûhenna 12:37, 38

Wê bibe kevirê likumandinê

Îşaya 8:14, 15

Metta 21:42-44

Meriv wê wî înkar kin

Zebûr 118:22, 23

Karên Şandiya 4:10, 11

Bê menî wê bê nefretkirinê

Zebûr 69:4

Yûhenna 15:24, 25

Wê li ser ceşikê bikeve Orşelîmê

Zekerya 9:9

Metta 21:4-9

Zar wê pesina bidine wî

Zebûr 8:2

Metta 21:15, 16

Wê bi navê Yehowa bê

Zebûr 118:26

Yûhenna 12:12, 13

Hevalê wîyî nêzîk wê nemamiya wî bike

Zebûr 41:9

Yûhenna 13:18

Bi 30 zîvî wê bê firotanê e

Zekerya 11:12, 13

Metta 26:14-16; 27:3-10

Heval wê wî bihêlin

Zekerya 13:7

Metta 26:31, 56

Şedên derew wê miqabilî wî derên

Zebûr 35:11

Metta 26:59-61

Wê xwe ker ke ber merivên ku wî neheq bikin

Îşaya 53:7

Metta 27:12-14

Wê tûyî wî bikin

Îşaya 50:6

Metta 26:67; 27:27, 30

Wê li serê wî xin

Mîxa 5:1

Marqos 15:19

Wê wî bidine ber qamçiya

Îşaya 50:6

Yûhenna 19:1

Wê caba wan nede, yên ku hicûmî ser wî kin

Îşaya 50:6

Yûhenna 18:22, 23

Serwêrên dewletê wê tevayî miqabilî wî derên

Zebûr 2:2

Lûqa 23:10-12

Wê dest-nigên wî stûnêva mix kin

Zebûr 22:16

Metta 27:35; Yûhenna 20:25

Ser kincê wî wê peşk bavêjin

Zebûr 22:18

Yûhenna 19:23, 24

Wê wî ça gunekar hesab kin

Îşaya 53:12

Metta 27:38

Wê qerfa wî bikin

Zebûr 22:7, 8

Metta 27:39-43

Bona gunekara wê biçerçire

Îşaya 53:5, 6

1 Petrûs 2:23-25

Usa wê bê kifşê, ku tê bêjî Xwedê ew hîştiye

Zebûr 22:1

Marqos 15:34

Wê sirke û şerava zirav tevkirî bidine wî

Zebûr 69:21

Metta 27:34

Pêşiya mirinê wê tî be

Zebûr 22:15

Yûhenna 19:28, 29

Ruhê xwe wê bide destê Xwedê

Zebûr 31:5

Lûqa 23:46

Jîyîna xwe wê berva bide

Îşaya 53:12

Marqos 15:37

Jîyîna xwe wê ça kirîn bide, seva ku gune bide hildanê

Îşaya 53:12

Metta 20:28

Tu hestûyên wî wê neyêne şkênandinê

Zebûr 34:20

Yûhenna 19:31-33, 36

Kêleka wî wê qul kin

Zekerya 12:10

Yûhenna 19:33-35, 37

Bal merivekî dewletî wê bê definkirinê

Îşaya 53:9

Metta 27:57-60

Ji mirinê wê rabe

Zebûr 16:10

Karên Şandiya 2:29-31

Dewsa yê nemam, kesekî din wê bê bijartinê

Zebûr 109:8

Karên Şandiya 1:15-20

Li milê Xwedêyî rastê wê rûnê

Zebûr 110:1

Karên Şandiya 2:34-36

a Ensîklopêdiya “McClintock and Strong’s Cyclopedia” usa dibêje: “Bêşik, navnivîsarên rikiniyataye berekên Îbraniya û malbetên wan, wedê zeftkirina Orşelîmê hatibûn kutakirinê, ne ku pêşiya vê yekê”.

b Navê Îbraniye Îmmanûyêl, kîjan ku tê hesabê “Xwedê tevî me ye”, dide kifşê wekî rola Îsa ça Mesîh çida bû. Jîyîna wîye ser erdê û kirên wîyî qenc, îzbat dikin, wekî Xwedê tevî xizmetkarên xwe bû (Lûqa 2:27-32; 7:12-16).

c Ça tê kifşê, xebera “Nisretî” ji xebera Îbraniye “nêtsêr” pêşda hatiye, çi ku tê hesabê “çîl”.

d Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa xronolojiya Kitêba Pîroz, ya sala 29 D.M., çaxê Mesîh hat, binihêrin gotar “Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh”.

e Ev pêxembertî kitêba Zekeriyada nivîsar e, lê Metta dibêje ku ew pêxembertî “bi zarê Yêremiya pêxember” hatiye gotinê (Metta 27:9). Diqewime Kitêba Yêremiya kitêba pêşin bû parên Nivîsarên Pîrozda, yên ku dihatine navkirinê “Pêxember” (Lûqa 24:44). Lema jî çaxê Metta dida xebatê xebera “Yêremiya”, bi vê yekê ewî derheqa hemû kitêba digot, nava kîjanada bû usa jî kitêba Zekeriya.