Çiqas Navên Xwedê Hene?
Caba Kitêba Pîroz
Tenê navekî Xwedê heye. Li ser zimanê Îbranî ev usa tê nivîsarê: יהוה û ser zimanê Kurmancî tê gotinê “Yehowa”. a Xwedê bi pêxemberê xwe Îşaya, got: “Ez XUDAN im [Yehowa, DT], navê min ew e” (Îşaya 42:8). Manûskrîptên Kitêba Pîroze kevinda, ev nav weke 7 000 cara hatiye nivîsarê. Dêmek navê Yehowa ji hemû sernavên wî û ji navên meriva, zêdetir hatiye nivîsarê. b
Gelo navên Yehowa dîsa hene?
Li gora Kitêba Pîroz, tenê navekî Xwedê heye. Lê usa jî gelek sernav ser wî têne gotinê, û her yek ji wan xeyset-hunurên wî eyan dikin. Jêrê çend mesele hatine dayînê.
Sernav |
Rêz |
Şirovekirin |
---|---|---|
Allah |
(Tu ciya tune) |
Xebera Erebiye “Allah” nav nîne, lê ew sernav e, ku tê hesabê “Xwedê”. Welgerandina Kitêba Pîrozda ser zimanê Erebî û hine zimanên dinda jî xebera “Allah” didine xebatê ça “Xwedê”. |
Himzor |
Destpêbûn 17:1 |
Qewata wî bêhesab e. Kitêba Pîrozda heft cara nivîsar e xebera Îbranîye “Êl Şad day”, çi ku tê hesabê “Xwedayê Himzor”. |
Alfa û Omêga |
Eyantî 1:8; 21:6; 22:13 |
Ew gilî gotin “Yê Pêşin û Yê Paşin” usa jî “Destpêbûn û Axirî” têne hesabê, wekî pêşiya Yehowa tu Xwedêyê Himzor tune bûye û paşê wî jî wê tune be (Îşaya 43:10). Alfa û omêga ew hene herfên pêşin û paşin elîfbeya Yûnanîda. |
Yê ku Rojên Wî Kevin in |
Daniyêl 7:9, 13, 22 |
Destpêka wî tune ye; ew timê hebûye. Dêmek ew pêşiya her tiştî û her kesî hebûye (Zebûr 90:2). |
Efirandar |
Îşaya 40:28 |
Hemû tişt ewî efirandiye. |
Bav |
Jîyîndar. |
|
Xwedê |
Destpêbûn 1:1 |
Ewê ku hêjayî hebandinê ye; Himzor e. Xebera Îbranî “Êlohîm”, gelekanîda tê xebitandinê, çi ku hukumetî û xeyset-hunurên Yehowa eyan dike. |
Ew Xwedêyê xwedêya ye |
Qanûna Ducarî 10:17 |
Ew himberî xudanên qelp, yên ku hinek meriv wana dihebînin, Xwedêyê hemû zorayê ye (Îşaya 2:8). |
Mamoste |
Îşaya 30:20, 21 |
Hînkirin û rêberiya kêrhatî dide (Îşaya 48:17, 18). |
Hosteyê Himzor |
Zebûr 149:2 |
Hemû tişt çêkirina destê wî ye (Eyantî 4:11). |
Xwedêyê xwezilî |
1 Tîmotêyo 1:11 |
Yekî şa û eşq e (Zebûr 104:31). |
Ewê ku dua dibihê |
Zebûr 65:2 |
Xwexa guh dide duayên wan, yên ku bi baweriyê wîra dua dikin. |
Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim |
Derketin 3:14, DT |
Ew dikare bibe ew kê lazim e, seva ku qirara xwe bîne sêrî. Ew gilî-gotin usa jî hatiye welgerandinê ça “Ez Yê Heme”. Ew yek eyan dike mena navê Yehowa, ku rêza dinda nivîsar e (Derketin 3:15). |
Kumreş |
Derketin 34:14 |
Hebandina ku wîra dikeve tevî tu kesî paravenake. Ew sernav usa jî hatiye welgerandinê ça “pirsa hebandinêda hucetiyê teyax nakê” û “dewa dike, wekî tenê wî bihebînin”. |
Padşayê her-heyî |
Eyantî 15:3 |
Destpêk û xilaziya hukumetiya wî tune ye. |
Xudan |
Zebûr 135:5 |
Ew Axa ye; Xebera Îbranî “Adon” û “Adonîm”. |
Xudanê Zor; Xudanê Ordiyan |
Îşaya 1:9; Romayî 9:29, ÎM |
Serokê ordiya meleka. Ev sernav “Xudanê Ordiyan” usa jî hatiye welgerandinê ça Xweyê ordiya û Xudanê ordiya ezmanî (Romayî 9:29). |
Yê Herî Jorin |
Zebûr 47:2 |
Ciyê lapî bilind digire. |
Yê Herî Pîroz |
Metelok 9:10 |
Ji hemû bînbera yê herî pîroz (nav-namûsiyêda temiz û bêqisûr). |
Cêrker |
Îşaya 64:8 |
Hukumtiya wî ser her merivekî û ser mileta, mîna hukumtiya cêrkere ser heriya sor (Romayî 9:20, 21). |
Ewê ku dikire |
Îşaya 41:14 |
Li ser hîmê qurbanbûn û kirîna Îsa, meriva ji guna û mirinê aza dike (Yûhenna 3:16). |
Zinar |
Zebûr 18:2, 46 |
Ew e cî-sitar û kaniya xilazkirinê. |
Xilazkar |
Îşaya 45:21 |
Ji qeziyê û qirkirinê aza dike. |
Şivan |
Zebûr 23:1 |
Bona xizmetkarên xwe xem dike. |
Xudanê Hemû Zorayê |
Destpêbûn 15:2 |
Hukumetiya wî bêsînor e; bi Îbranî Adonay. |
Yê Bilind |
Daniyêl 7:18, 27 |
Ewê ku pê qewata himzor e. |
Nivîsarên Îbranîda navên Ciyada hatiye xebitandinê usa jî navê Yehowa
Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî nava hine navê ciyada, navê Xwedê heye. Lê ev navên Xwedê nînin.
Navê cî |
Rêz |
Şirovekirin |
---|---|---|
Yehowa-îrê |
Destpêbûn 22:13, 14 |
“Yehowa wê Bide”. |
Yehowa-nîssî |
Derketin 17:15 |
“Yehowa Ala Min e”. Yehowa Xwedê ye, cimeta kîjanî ku dikare alîkariyê û paristinê ji wî bistîne (Derketin 17:13-16). |
Yehowa-şalom |
Hakimtî 6:23, 24 |
“Yehowa Aştî ye”. |
Yehowa-şamma |
Hezeqêl 48:35 |
“Yehowa Wêderê ye”. |
Çima gerekê navê Xwedê bizanibin û bidine xebatê
Bona Yehowa navê wî gelek ferz e, lema jî Kitêba Pîrozda ev bi hezara cara hatiye nivîsarê (Malaxî 1:11).
Îsa Mesîh, Kurê Xwedê hergav dida kifşê, ku navê Xwedê çiqas ferz e. Mesele ewî duayê xweda Yehowara got: “Navê te pîroz be” (Metta 6:9; Yûhenna 17:6).
Ewên ku derheqa Xwedê pêdihesin û navê wî didine xebatê, gava pêşin davêjin, ku tevî Yehowa dostiyê bikin (Zebûr 9:10; Malaxî 3:16). Ser wan meriya ev sozên Xwedê wê bêne sêrî: “Ew Min hiz dike, ezê jî wî xilaz kim, ezê piştovanê wî bim, çimkî navê min nas dike” (Zebûr 91:14).
Kitêba Pîroz dibêje: “Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li erdê yan li ezmên, çawa bêhesab xwedê û bêhesab xudan hene jî” (1 Korintî 8:5, 6). Ji vê rêzê rind tê kifşê, wekî tenê navê Xwedêyê rast û tek Yehowa ye (Zebûr 83:18).