Ez Mirinê Dixwazim; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, Çaxê Ez Difikirim Xwe Bikujim?
Caba Kitêba Pîroz
Belê! Kitêba Pîroz ji Xwedê ye “ku ber dilê şkestiyada tê” (2 Korintî 7:6). Hemikî Kitêba Pîroz kitêba sihet-qewatê nîne, lê ewê alî geleka kiriye, ku fikirên xwekuştinê ji xwe dûr xin. Şîretên vê kitêbê dikarin alî te jî bikin.
Gelo Kitêba Pîroz çi şîretên kêrhatî dide?
● Dilê xwe meriyara veke.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).
Ev çi tê hesabê: Çaxê fikirên nerast dikevine hişê me, em gerekê alîkariyê ji merivên din bixwazin.
Hergê tu dilê xwe meriyara venekî, fikirên xirab dikarin te zeft kin. Lê çaxê tu halê xwe gilî dikî, tu diha baş xwe texmîn dikî û ser dereca xwe cûrekî mayîn dinihêrî.
Şîret: Hergê fikirên nerast dikevine hişê te, hema îro jî kesekîra derheqa vê yekê bêje; mesele nefereke xwera yan jî hevalekîra. a Tu usa jî dikarî hestên xwe, ser kaxazê binivîsî.
● Alîkarî ji doxdira bixwaze.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Metta 9:12).
Ev çi tê hesabê: Çaxê em nexweş in, em gerekê herin ser doxdir.
Fikirên xwekuştinê, nîşana nexweşiya psîxîkî û êmosiyalî ye. Tu gerekê ji vê yekê şerm nekî, çimkî ev mîna nexweşiyên din e. Nexweşiyên psîxîkî û êmosiyalî têne qenckirinê.
Şîret: Paş nexe û derbêra, ji doxdira alîkariyê bixwaze.
● Bîr neke, Xwedê bona te xem dike.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ne pênc çivîk bi du diravên çarqurûşê têne firotanê? Lê Xwedê ji wan yekî jî bîr nake. . . . Netirsin, hûn ji gelek çivîka qîmettir in” (Lûqa 12:6, 7).
Ev çi tê hesabê: Tu seva Xwedê qîmet î.
Dibe ku tu difikirî, wekî kesek te hez nake û bona te nafikire, lê Xwedê halê te divîne û bona te xem dike hingê jî, gava tu naxwazî bijîyî. Zebûra 51:17-da tê gotinê: “Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî”. Xwedê dixwaze wekî tu bijîyî, çimkî ew te hez dike.
Şîret: Kitêba Pîroz lêkolîn ke, ku îzbat bî wekî Xwedê te hez dike. Mesele, binihêre serê 24 ji kitêba Nêzîkî Yehowa bin.
● Dua bike.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).
Ev çi tê hesabê: Xwedê dixwaze wekî tu dilê xwe wîra vekî û hemû derd-kulê xwe wîra gilî kî.
Xwedê dikare edilaya dil bide te û usa jî te qewî ke, ku bikaribî dereca xweda teyax kî (Fîlîpî 4:6, 7, 13). Xwedê tê hewara wan, kî ku bi lavaya berbi wî diçin (Zebûr 55:22).
Şîret: Îroda destpêke Xwedêra dua bike. Navê wî hilde, dêmek Yehowa, û derdê dilê xwe wîra birêje (Zebûr 83:18). Ji wî bixwaze, ku alî te bike her tiştî sebir kî.
● Bifikire derheqa sozên Xwedê.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e” (Îbranî 6:19).
Ev çi tê hesabê: Êmosiyên me dikarin bêne guhastinê, anegorî vê yekê ku em wedê firtonê gemiyêda nin, ya ku virda-vêda davêje. Lê hêviya Kitêba Pîroz, alî me dike qewî ser niga bisekinin.
Ev hêvî, merema pûç nîne, lê ser hîmê sozê Xwedê ye, ku dibêje, wekî wê her meniyê êşa dilê me, bide hildanê (Eyantî 21:4).
Şîret: Bixûnin gotara “Hêviya Baş bona Roja Sibê”.
● Tiştên başva mijûl be.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye” (Metelok 17:22).
Ev çi tê hesabê: Çaxê em tiştên usava mijûl in ku me şa dikin, usa em sihet-qewata xwe baş dikin.
Şîret: Wan tişta bike, çi ku tera hewas e. Mesele, guh bide miqamê rihet, bixûne tiştên hewas, yan jî tişteke din bike. Him jî tuyê diha bextewar bî, hergê seva merivên din tiştekî bikî, hela hê tiştên biçûk jî (Karên Şandiya 20:35).
● Miqatî sihet-qewata xwe be.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê” (1 Tîmotêyo 4:8).
Ev çi tê hesabê: Em hingê karê distînin, gava em sportêva mijûl dibin, êpêce xewa xwe distînin, û xwarina kêrhatî dixwin.
Şîret: Mesele, wê baş be wekî bi lez 15 deqa rê herî.
● Bîr neke, wekî jîyîna meda, hest û tiştên din têne guhastinê.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we” (Aqûb 4:14).
Ev çi tê hesabê: Hergê tê kifşê ku şixulê we xirab e û safîkirina vê tune, bîr nekin wekî ev wedelû ye.
Hergê îro dereca te xirab e, sibê dikare aliyê başda bê guhastinê. Lema jî bixebite ku sist nebî (2 Korintî 4:8). Wede şûnda ev dereca ku te dilteng dike, wê bê guhastinê, lê hergê bo wan problêma tu xwe bikujî, usa problêmên te wê safî nebin.
Şîret: Bixûne serhatiyên Kitêba Pîroz derheqa wan meriya, yên ku dilteng dibûn û nedixwestin bijîn. Rast e wana pêşda nizanibû ku halê wan wê çawa be, lê axiriyê jîyîna wan aliyê başda hate guhastinê. Werên em çend mesela şêwir kin.
Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê, derheqa meriya, kîjan ku nedixwestin bijîn?
Belê. Bi rastî Kitêba Pîroz gilî dike derheqa hine meriya, yên ku nedixwestin bijîn. Xwedê seva vê yekê wana rezîl nedikir, lê alî wan dikir. Xwedê dikare alî te jî bike.
Êlyas
● Ew kê bû? Êlyas pêxemberekî mêrxas bû. Lê hebû wede, ku ew jî dilteng dibû. Aqûb 5:17 dibêje, ku “Êlyas xût merivekî mîna me bû”.
● Êlyas çima mirinê dixwest? Carekê Êlyas usa dilteng bû, ku xwe tenê texmîn kir, ew kete ber bayê tirsê û difikirî ku ew nehêjayî tiştekî ye. Ewî lavaya Yehowa kir: “Bes e, ya Xudan, niha canê min bistîne” (1 Padşatî 19:4).
● Çi alî Êlyas kir? Êlyas dilê xwe Xwedêra vekir. Gelo Xwedê çawa ew qewî kir? Xwedê xemgînî û qewata xwe hindava wîda da kifşê. Ewî usa jî Êlyas da bawerkirinê, wekî ew xizmetkarekî hêjayî ye ku dikare dîsa gelek tişta bike. Yehowa usa jî alîkarçiyê bi îtbar da Êlyas.
▸ Bixûne derheqa Êlyas: 1 Padşatî 19:2-18.
Îbo
● Ew kê bû? Îbo merivekî dewlemend bû, ew xweyê malbeta mezin bû, him jî ew bi aminî Xwedê diheband.
● Îbo çima mirinê dixwest? Jîyîna wîda nişkêva hemû tişt hate guhastinê. Ewî hebûka xwe unda kir. Hemû zarên wî xezebêda mirin. Ew bi nexweşiya giran, nexweş ket. Xêncî wê yekê, wî neheq dikirin, wekî yan çi ew xwexa neheq e hemû problêmên xweda. Paşî wan hemû tişta Îbo got: “Ez ji jiyana xwe ve dikerihim: Heta hetayiyê jiyanê naxwazim” (Îbo 7:16).
● Çi alî Îbo kir? Îbo Xwedêra dua dikir û tevî meriya xeber dida (Îbo 10:1-3). Hevalê wîyî amin, Elîhû piştgiriya wî dikir, û alî wî kir bi cûrekî mayîn ser derecê xwe binihêre. Lê hê ferz ew bû, wekî Îbo şîret û alîkariya Xwedê qebûl kir.
▸ Bixûne derheqa Îbo: Îbo 1:1-3, 13-22; 2:7; 3:1-13; 36:1-7; 38:1-3; 42:1, 2, 10-13.
Mûsa
● Ew kê bû? Mûsa rêberê cimeta Îsraêlê bû û pêxemberekî amin bû.
● Mûsa çima mirinê dixwest? Şixulekî giran ser stiyê Mûsa bû, û meriva ji bo şixulê wî, timê wî rezîl dikirin. Ji bo vê yekê Mûsa gelek dilteng bû û qidûm ket. Lema jî ewî lavaya Xwedê kir û got: “Diha rind e min bikuje” (Jimar 11:11, 15).
● Çi alî Mûsa kir? Mûsa dilê xwe Xwedêra vekir. Xwedê alî wî kir û barê wî sivik kir, bi saya çi jî Mûsa xwe diha baş texmîn kir.
▸ Bixûne derheqa Mûsa: Jimar 11:4-6, 10-17.
a Hergê fikirên xwekuştinê ji serê te dernayên, û vê demê merivên te kêleka te nînin, tu dikarî derbêra doxdirara têlêxî, ku alîkariya bi lez bistînî.