Kê Diçe Ser Ezmana?
Caba Kitêba Pîroz
Xwedê komeke biçûk ji Mesîhiyên amin dijbêre, wekî ewana paşî mirinê rabin û li ezmên bijîn (1 Petrûs 1:3, 4). Ewana gerekê paşî kifşkirina xwe jî, bi bawerî û rabûn rûniştina xwe mesele bin, wekî hêjayî padşatiya ezmana bin (Efesî 5:5; Fîlîpî 3:12-14).
Ewên ku diçine ezmên wêderê wê çi bikin?
Ewana wê tevî Îsa 1 000 salî qulix kin ça padşa û kahîn (Eyantî 5:9, 10; 20:6). Ewana wê saz kin ezmanên nû, dêmek serwêrtiya ezmanî, kîjan ku wê ser erdekî nû, dêmek ser însanetêra serwêrtiyê bike. Ew serwêrên ezmanî wê alî meriva bikin, wekî bi emirekî usa bijîn, çawa ku serê sêrîda Xwedê bona wana qirar kiribû, dêmek bibine bêqisûr (Îşaya 65:17; 2 Petrûs 3:13).
Çiqas meriv wê ji mirinê rabin bona jîyîna li ezmên?
Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî bona jîyîna li ezmên wê 144 000 meriv ji mirinê rabin (Eyantî 7:4). Eyantî 14:1-3-da dîtinokek tê şirovekirinê, kîjanêda Yûhennayê şandî dît, wekî “Berx li serê çiyayê Siyonê sekinî bû û sed çil çar hezar meriv tevî wî bûn”. Wê dîtinokêda “Berx” bi sîmbolîk Îsa ye, yê ku ji mirinê rabû (Yûhenna 1:29; 1 Petrûs 1:19). “Çiyayê Sîyonê” tê hesabê qulixiya Îsaye bilind û ya 144 000, yên ku wê tevî wî li ezmên serwêrtiyê bikin (Zebûr 2:6; Îbranî 12:22).
Kitêba Pîrozda ser “bijartî û amina” yên ku wê tevî Îsa padşatiyê bikin tê gotinê “keriyê pêzî biçûk” (Eyantî 17:14; Lûqa 12:32). Ew yek dide kifşê, ku hesabê wana wê ji hesabê pezên Îsa kêmtir be (Yûhenna 10:16).
Nihêrandina nerast derheqa wan yên ku diçine li ezmên
Nihêrandina nerast: Hemû merivên baş diçine li ezmên.
Îzbatî: Xwedê soz dide, wekî ji merivên baş nîvê zef wê ser erdê heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:11, 29, 34).
Îsa got: “Kesek neçûye ezmên” (Yûhenna 3:13). Usa ewî da kifşê, wekî merivên baş kîjan ku pêşiya wî miribûn, mesele Birahîm, Mûsa, Îbo û Dawid neçûbûne li ezmên (Karên Şandiya 2:29, 34). Hêviya wan hebû ku ji mirinê rabin û ser erdê bijîn (Îbo 14:13-15).
Rabûna bona jîyîna li ezmên tê navkirinê “rabûna miriyaye pêşin” (Eyantî 20:6). Ew tê hesabê wekî rabûneke din jî heye, dêmek rabûna bona jîyîna ser erdê.
Kitêba Pîroz hîn dike, wekî çaxê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike, “îdî mirinê tune be” (Eyantî 21:3, 4). Eva soza wê li ser erdê bê sêrî, çimkî li ezmên mirin tu car tune bûye.
Nihêrandina nerast: Her merivek xwexa safî dike li ezmên bijî yan ser erdê.
Îzbatî: Xwedê safî dike wekî ji Mesîhiyên amin kî “lecxelata jorçûyînê”, dêmek hêviya emirê ser ezmên bistîne (Fîlîpî 3:14). Seva ku meriv bê bijartinê wekî li ezmên bijî, xwestina wîva girêdayî nîne (Metta 20:20-23).
Nihêrandina nerast: Hêviya jîyîna ser erdê ew meriv distînin, kîjan ku nehêjane herine li ezmên.
Îzbatî: Xwedê wan meriva, yên ku wê emirê ser erdê bistînin, nav dike “gelê min”, “kesên min hilbijartin” û “wê bibin zureta ku Xudan bereket kiriye” (Îşaya 65:21-23). Ewana wê qedir bistînin, wekî nêta Xwedê bînin sêrî, kîjan ku Xwedê serê sêrîda derheqa meriva qirar kiribû. Nêt ew bû ku meriv kamil bin û heta-hetayê cinetêda li ser erdê bijîn (Destpêbûn 1:28; Zebûr 115:16; Îşaya 45:18).
Nihêrandina nerast: Hejmara 144 000 derheqa kîjanî ku kitêba Eyantîda tê gotinê, bi sîmbolîk e.
Îzbatî: Rast e kitêba Eyantîda hene hejmarên bi sîmbolîk, lê hine hejmar ne bi sîmbolîk in. Mesele, wêderê tê gotinê derheqa “navên her donzdeh şandiyên Berx” (Eyantî 21:14). Were em niha binihêrin ku çi îzbat dike, wekî hejmara 144 000 jî bi sîmbolîk nîne.
Eyantî 7:4-da tê gotinê: “Hingê reqema yên ku hatibûne morkirinê [yan jî kîjan ku hatine qebûlkirinê ku emirê li ezmana bistînin], ... sed çil çar hezar” bû. Kontêksta vê rêzêda usa jî tê gilîkirinê derheqa komeke din, dêmek “elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta” Endemên ji “elaleteke usa mezin” jî ji Xwedê xilazbûnê distînin (Eyantî 7:9, 10). Hergê hejmara 144 000 bi sîmbolîk bûya, û derheqa wê komê bûya kîjan ku bêhesab bû, hingê wê firqiya orta wanda nehata xanê. a
Xêncî vê yekê, derheqa 144 000 tê gotinê, wekî “evana ji nava meriva hatine kirînê çawa berê deremeta pêşin” (Eyantî 14:4). Ev gilî “berê deremeta pêşin”, derheqa koma biçûk ya bijartiya ye. Ev yek şirovekirina zelal e derheqa wan, yên ku wê li ezmên tevî Îsa serwêrtiyê bikin ser wan merivara, kîjan ku wê ser erdê bin û hejmara wan eyan nîne (Eyantî 5:10).
a Prosfêsor Robêrt Tomas jî derheqa hejmara 144 000, kîjan ku Eyantî 7:4-da hatiye kifşkirinê, usa nivîsiye: “Ew hejmar konkrêt e, ya ku cude dibe ji hejmara nekonkrêt kîjan ku serê 7:9-da ne. Hergê em hesab kin ku ew hejmar [144 000] bi sîmbolîk e, wekî usa ne kitêbêda tu hejmarî gerekê konkrêt hesab nekin” (“Eyantî 1-7: An Exegetical Commentary”, rûpêla 474).