Gelo bi Rastî Cenim Heye? Li gora Kitêba Pîroz Cenim Çi ye?
Caba Kitêba Pîroz
Hine welgerandinên Kitêba Pîrozda tê xebitandinê xebera “cenim” (Metelok 15:24; Metta 5:30). Ji şikilê rêlîgî, ku vê gotarêda heye, tê kifşê wekî gelek meriv bawer dikin ku cenim ew cî ye, kîderê merivên gunekar heta-hetayê diçerçirin. Lê gelo Kitêba Pîroz bi rastî evê yekê hîn dike?
Vê gotarêda
Cenim ciyê çerçirandina heta-hetayê ye?
Na. Xebera orîjînal, (bi Îbranî “Şêol”, bi Yûnanî “Hadîs”) ya ku hatiye welgerandinê ça “cenim”, welgerandinên kevinda dihate hesabê “Diyarê Miriya”, dêmek mezelê însanetê bi temamî. Kitêba Pîrozda eyan tê gotinê ku mezelda meriv tu tiştî texmîn nakin, çimkî sax nînin.
Yên mirî tu tiştî texmîn nakin, lema jî nikarin ji êşê biçerçirin. “Li diyarê miriya yê ku tu diçî kar û şêwir, zanebûn û şehrezayî tuneye” (Waîz 9:10, ÎM). Cenimêda tu kes ji êşê nake qare-qar. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bira nepak şermî bin dîyarê mirîyada [hine welgerandinada “cenimêda”] ker bimînin” (Zebûr 31:17; 115:17).
Cezakirina bona gune, mirin e, ne ku cenimêda çerçirandin. Xwedê merivê pêşin, Ademra, got wekî bona teribandina qanûna Wî, ewê bimire (Destpêbûn 2:17). Xwedê derheqa çerçirandina cenimêda tu tişt negotiye. Çaxê Adem gune kir, Xwedê gote wî: “Tu ax î û tê dîsa bibî ax” (Destpêbûn 3:19). Adem îda gerekê emir nekira. Hergê Xwedê bixwesta Adem cenimêda biçerçiranda, ewî wê derheqa wê yekê raste-rast bigota. Cezakirina bona teribandina qanûnên Xwedê nehatiye guhastinê. Gelek qirne paşî gunekirina Adem, Xwedê nivîskarekî Kitêba Pîroz hêlan kir ku binivîse: “Maşê gune mirin e” (Romayî 6:23). Bona gunekirinê cezakirina diha sert tune ye, “çimkî ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye” (Romayî 6:7).
Hela hê ev fikir jî ku meriv heta-hetayê biçerçirin, ber çevê Xwedê reş e (Yêremya 32:35). Fikira derheqa çerçirandina meriva bi temamî cude dibe ji wê yekê, ku Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Ew dixwaze wekî em ji hizkirinê wîra xizmet kin, ne ku ji tirsa çerçirandina heta-hetayê (Metta 22:36-38).
Merivên qenc jî dikevine cenimê. Hine welgerandinên Kitêba Pîrozda kîjanada ku xebera “cenim” tê xebitandinê, nivîsar e wekî merivên Xwedêra amin jî zanibûn ku paşî mirinê wê herine cenimê. Mesele, Aqûb û Îbo ev yek gotine (Destpêbûn 37:35; Îbo 14:13). Hela hê derheqa Îsa jî nivîsar e, wekî paşî mirinê heta ku nehata saxkirinê, ew cenimêda bû (Karên Şandiya 2:31, 32). Ji wan mesela tê kifşê, wekî wan welgerandinada xebera “cenim” tê hesabê mezel yan Diyarê Miriya. a
Îsa bi meteloka derheqa merivê dewletî û Lazar çi dixwest bigota?
Ev meteloka Îsa Lûqa 16:19-31-da nivîsar e. Metelok tê hesabê mesele, bi saya kîjanê aliyê ruhanî yan namûsiyêda ders têne dayînê. Meteloka derheqa merivê dewletî û Lazar serhatiya rêalî nîbû (Metta 13:34). Seva ku hê zêde derheqa wê metelokê pêbihesin, binihêrin gotar “Kê bûn Merivê Dewletî û Lazar?”
Cenim tê hesabê ji Xwedê qetiyayî bin?
Na. Ev hînkirin ku mirî zanin, wekî ji Xwedê qetiyayî ne, miqabilî hînkirina Kitêba Pîroz e. Wêderê zelal tê gotinê, wekî yên mirî tu tiştî nizanin (Zebûr 146:3, 4; Waîz 9:5).
Gelo kesek ji cenimê vegeriyaye?
Erê. Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa nehe merivên ku miribûn, dêmek ketibûn Diyarê Miriya (hine welgerandinada nivîsar e “cenim”), û paşê jî hatibûn saxkirinê. b Hergê ewana cenima agirda bûna, paşî saxkirinê wana wê eseyî derheqa wê yekê gilî kira. Lê qe yekî ji wan tu tişt derheqa çerçirandinê negotine. Wana ne jî gotiye, wekî wêderê tiştek texmîn kirine. Lê çira? Çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî yên mirî tu tiştî nikarin fem bikin yan texmîn kin, çawa ku merivê xewa kûrda (Yûhenna 11:11-14; 1 Korintî 15:3-6).
a Binihêre çargoşe “ Xeberên ji Kitêba Pîroze Orîjînal”.
b Binihêre 1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37; 13:20, 21; Metta 28:5, 6; Lûqa 7:11-17; 8:40-56; Yûhenna 11:38-44; Karên Şandiya 9:36-42; 20:7-12.