Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Zarên Xwe Hîn kin bi Sebir û Xîret Bigihîjine Nêtên Xwe

Zarên Xwe Hîn kin bi Sebir û Xîret Bigihîjine Nêtên Xwe

 Kurê we dike qarînî: “Ez nikarim vê yekê bikim! Ev yek gelek çetin e! Ezê tu cara nikaribim vê yekê hîn bim!” Ev dilteng dibe û dixwaze vî şixulî bihêle, çimkî jêra çetin e. Tu îda westiya yî jêra bêjî, wekî ew qewatê bide xebatê, lê tu dixwazî wekî ew hîn be ku çawa çetinaya alt ke. Gelo tu gerekê derbêra alî wî bikî? Gelo tu gerekê bihêlî wekî ew destê xwe berjêr ke? Yan tu gerekê zara xwe hîn kî, wekî ew berdewam ke çetinaya alt ke?

Tu gerekê çi bizanibî

 Xîretbûn gelek ferz e. Çaxê dê-bav alî zara xwe dikin wekî ew xîret be, ew yek wê alî wî bike ku mektebêda rind hîn be, ji aliyê fîzîkî û êmosiyalîda diha sihet-qewat be û heleqetiya wî jî wê tevî meriva diha baş be. Lê hergê dê-bav timê zara xwe diparêzin û nahêlin wekî ew xwexa çetinaya alt ke, wî çaxî zara wan wê bikeve dêprêsiyayê, wê xwe usa texmîn ke ku tu tişt destê wî nayê û wê ji emirê xwe kêm lezetê bistîne.

 Xîretbûn dikare qewî be. Hela hê zarên biçûk jî dikarin xîreta xwe qewî kin wekî çetinaya alt kin û problêma safî kin. Li gora lêkolînekî, zara 15 meyî wê diha bi xîret tiştên çetin alt ke, hergê pêşiyê bivîne ku ça kesê mezin bi xîret çetinayên xwe safî dike, ne ku hêsa şixulê xwe tîne sêrî.

 “Tê bîra min ku min ça qîzên xwe hîn dikir benên solên xwe girê din. Ev yek rojekêda nayê standinê. Her car çaxê wanra lazim bû benên solên xwe girêdin, ewana 10-15 deqa rûdiniştin û dikirine bîra xwe ku ça vê yekê bikin. Paşê min alî wan dikir. Weke çend meh lazim bû heta ku ewana vê yekê hîn bûn û ev yek bê hêsir derbaz nedibû. Min dikaribû emirê xwe hêsa kira hergê solên bê ben wanra bikiriya. Lê cara mera ça dê-bavara sebir lazim e wekî zarên xwe hîn kin bi sebir bigihîjine nêta xwe”.—Kolîn.

 Xîretbûn dikare sist be. Hine dê-bav bê hemdê xwe dikarin bibine menî, wekî xîreta zarên wan sist be. Gelo ça? Seva ku zar bikaribe xweda bawer be, hine dê-bav lez dikevin zara xwe ji hemû çetinaya “xilaz kin”, wekî ew xwe bêkêr hesab neke û dilteng nebe. Lê ev yek dikare nebaş ser zara hukum ke. Avtorek bi navê Cêsîka Lahêy usa dinivîse: “Her car çaxê em zarên xwe ji çetinaya xilaz dikin . . . em ça bêjî wanra dibêjin, wekî ewana necêribandî ne û em bawer nakin ku ewana xwexa dikarin wan çetinaya safî kin”. a Axiriya vê yekê çi ye? Zar dikarin zû dilteng bin û xîret nekin çetinayên xwe safî kin, çimkî wê bifikirin ku lazim e wekî kesê mezin dewsa wan çetinaya safî ke.

Dewsa ku zarên xwe ji şixulê çetin “xilaz kin”, hûn dikarin wana hîn kin bi sebir û xîret ev şixul bînin sêrî

Hûn çi dikarin bikin?

 Wana hêlan kin ku xîret bin. Dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin xîret bin bi vê yekê, ku li gora salên wan şixul bidine wan. Mesele, zarên 3-5 salî dikarin kinca qet kin û lîstokên xwe cîwar kin. Lê zarên hinek mezin dikarin xwarinê cîwar kin, texte rast kin, paşê pey xwera top kin, sifirê temiz kin û gemarê bavêjin. Lê ne her gav zar dixwazin şixulê malê bikin, yeke ewana karê distînin gava dê-bav ji biçûktayêda şixulê malê didine wan. Zar çi kar ji vê yekê distînin? Ewana hîn dibin xîret bin, û ev yek wê alî wan bike ku gava ewana mezin bin, xebata çetin lê lazim ji destê xwe bernedin.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23).

 “Wede badîhewa xerc nekin û zarara şixulên bêkêr nedin tenê ji bo vê yekê, ku ewana tiştekîva mijûl bin. Tu kes û hela hê zara jî ev yek xweş nayê. Şixulekî usa bidine wan, ku kêrî wan bê. Hergê zara we biçûk e, heta kîderê destê wî digihîje, bira tozê hilde. Çaxê erebê dişon, bira zar alî we ke ciyên nimiz bişo. Paşê bîr nekin bona wî şixulî payê zara xwe bidin”.—Krîs.

 Gava zar şixuleke çetin dike, rêberiya wî bikin. Cara zar şixulê xwe nîvîda dihêlin çimkî nizanin ça evê şixulî xilaz kin. Lema jî çaxê hûn zara xwe tiştekî teze hîn dikin, wê baş be vê mêtodê bidine xebatê: Pêşiyê bira zar binihêre ça hûn ev şixul dikin. Paşê tevayî vê yekê bikin. Paşê jî binihêrin ku ça zar ev şixul dike û şîreta bidine wî. Xilaziyêda, bira zar bi temamî ev şixul xwexa bike.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Min mesele wera hîşt, wekî çi ku min bona we kir, hûn jî hema usa bikin” (Yûhenna 13:15).

 “Dikarim bêjim, ku hergê em dixwazin wekî zarên me xîret bin û bi sebir bigihîjine nêtên xwe, em dê-bav gerekê vê yekêda mesela baş bin bona zarên xwe. Em gerekê xwexa wan hunura bidine kifşê, kîjan ku em dixwazin wekî zarên me nav xweda pêşda bînin”.—Doûg.

 Alî zara xwe kin wekî fem ke, ku cara her kesîra çetin e şixulekî bike, yan jî qe nikare bike. Dereceke ji emirê xwe gilî ke, ku çaxê cem te şixulekî dernediket, lê te xwe paş nexist û ev yek karê tera anî. Zara xwera şiroveke ku ev yek normal e çaxê çetin e şixulekî teze bike, û gava şaşiya dike, ev dikare alî wî bike pêşda here. Zara xwera bêjin, ku şaşiyên wî hezkirina we hindava wîda kêm nake. Çaxê meriv sportêva mijûl dibin, masûlkên wan mezin û qewî dibin, usa jî feresetên zarên we diha qewî dibin, çaxê hûn mecalê didine wan xwexa çetinaya safî kin. Lema jî gava zar rastî çetinaya tê, dewsa ku derbêra alî wî bikin, hergê dilteng dibe jî mecalê bidine wî xwexa vê çetinayê safî ke. Kitêbekêda tê gotinê, wekî “mêtodeke herî baş ku cahil qewî û cêribandî be ev e, ku ew destê xwe bavêje şixulekî usa, kîjan ku gelek çetin e, yan jî dibeke qe nikaribe bîne sêrî” (How Children Succeed).

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji bo mirov qenc e ku di xortaniya xweda nîr hilgirtin” (Lûrînên Yêremya 3:27, ÎM).

 “Çaxê zar zane ku dê-bav hazir in alî wî bikin, lê mecalê didine wî ku çiqas çetin nîbe jî, ew xwexa her tiştî bike wekî şixulekî bîne sêrî, ew karê distîne. Hine wede şûnda zar îda wê dilteng nebe, lê ji bo vê yekê ku ew bi sebir û bi xîret berdewam dikir şixul bike, ewê feresetên lazim pêşda bîne û xweda bawer be”.—Cordan.

 Bona xîreta wan payê wan bidin, ne ku bona zêna wan. Mesele, dewsa ku bêjin, “Te ev têst rind anî sêrî, eferim! Tu gelek aqil î”, hûn dikarin usa bêjin, “Te ev têst rind anî sêrî, eferim! Ez ecêbmayî mam ku te ça bi xîret xwe hazir dikir”. Çima ferz e payê zaro bidin bona qewatê ku ew daye xebatê ne ku bona zêna wî? Profêsora psîxolojiyayê, Kêrol Dwêk, dibêje wekî çaxê em payê zaro bona zêna wî didin, “ew dikare xweda dudilî be gava rastî tiştekî çetin bê, yan jî tiştek cem wî usa neyê standinê ça ew difikirî”. Ew berdewam dike: “Hergê dê-bav dixwazin tişteke baş seva zara xwe bikin, herî baş wê ev be, ku wana hîn kin çetinaya hez bikin, ji şaşiyên xwe hîn bin, şabûnê ji xebata bi xîret bistînin, mêtodên teze seva gihîştina nêta xwe bivînin û berdewam kin hîn bin. Bi vê yekê zarên wan vê xwestinêva ku payê wan bidin, girêdayî nîbin”. b

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Meriv bi pesindayînê tê cêribandinê” (Metelok 27:21).

a Ji kitêba The Gift of Failure.

b Ji kitêba Mindset.