KILAM 92
Maleke ji bo Navê Te
(1. Dîrokan 29:16)
-
1. Me ev mal ji bo şerefa te
ava kiriye, Yehowa.
Bi serbilindî em vê malê
pêşkêşî te dikin niha.
Em her çi didin destê te jî,
gişt aîdî te ne jixwe.
Loma em ji dil dişixulin
ji bo şan û şohreta te.
(DÎSGOTIN)
Bila ev mal li te xweş bê
û rûmetê bide te.
Ji kerema xwe re, Xwedê,
ji karê me razî be.
-
2. Heta ku ev avahî hebe,
emê lê xwedî derkevin.
Dua û kilamên şukranê
li vir bila bên bihîstin.
Mirovên dilpak bila werin,
der barê te de hîn bibin,
ji te re îbadetê bikin
û pesnê navê te bidin.
(DÎSGOTIN)
Bila ev mal li te xweş bê
û rûmetê bide te.
Ji kerema xwe re, Xwedê,
ji karê me razî be.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Qra. 8:18, 27; 1. Dîr. 29:11-14; Kar. 20:24)