KILAM 76
Ma Tu Dilxweş Nabî?
(Îbranî 13:15)
-
1. Ma tu dilxweş nabî
gava tu xizmet dikî,
wexta ku tu vî îşî
bi xîret pêk tînî?
Her tim dewam bike,
Xwedê destekê dide.
Ew dilpakan nas dike,
qet şika me tune.
(DÎSGOTIN)
Bi kêfxweşî û dilşadî,
bi bawerî û dilxwazî
em mizgînê belav dikin
ji bo pesnê Xwedê.
-
2. Ma tu dilxweş nabî
wexta ku tu dibînî
ku kesekî dilpak tê
ser rêya rastiyê?
Hin kes qebûl nakin,
mizgîna me naxwazin.
Dîsa jî em nawestin
û qet nasekinin.
(DÎSGOTIN)
Bi kêfxweşî û dilşadî,
bi bawerî û dilxwazî
em mizgînê belav dikin
ji bo pesnê Xwedê.
-
3. Ma tu ne dilxweş î,
ma tu ne serbilind î,
ku tu Xwedê nas dikî,
ku tu dostê wî yî?
Hem bi dilovanî
hem jî bi zarşîrînî
roj bi roj li her cihî
here ba her kesî!
(DÎSGOTIN)
Bi kêfxweşî û dilşadî,
bi bawerî û dilxwazî
em mizgînê belav dikin
ji bo pesnê Xwedê.
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 13:48; 1. Sel. 2:4; 1. Tîm. 1:11)