Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 52

Sonda Xwedayînê û Binavbûn

Sonda Xwedayînê û Binavbûn

(Îbranî 10:7, 9)

  1. 1. Yehowa Xaliqê me ye,

    em jê re heyran in.

    Hemû eserên destê wî

    çi xweş û bedew in!

    Hilma heyatê ji wî ye,

    em pesnê wî didin.

    Tenê ew hêja ye ku em gişt

    ji wî re xizmet bikin.

  2. 2. Gava Îsa hat dinyayê

    li gor emrê Xweda,

    ew hazir bû ku pêk bîne

    daxwaza Yehowa.

    Piştî ku Îsa bin av bû

    ew êdî bû Mesîh.

    Heta mirinê ew sadiq ma,

    wî karê xwe anî cih.

  3. 3. Niha em hatine ber te,

    serê xwe xwar dikin.

    Em hazir in ku emrê xwe

    teslîmî te bikin.

    Bi hezkirineke mezin,

    te Kurê xwe daye.

    Bi xwîna wî te em kirîne,

    em aîdî te bûne.

(Li van ayetan jî binêre: Met. 16:24; Mar. 8:34; Lûqa 9:23)