KILAM 51
Me Jiyana Xwe Daye Destê Yehowa
-
1. Xwedê em anîne ser rêya rastiyê,
wî em kirîne bi fîdyeyê.
Wî ji textê ezmanî
daye şewq û ronahî.
Wî dilê me girtiye,
loma me sond xwariye.
(DÎSGOTIN)
Me jiyana xwe daye destê Yehowa,
em êdî bûne şagirtên Îsa.
-
2. Me soz daye ku emê her tim guh bidin,
daxwaza Xwedê emê bikin.
Çi dilxweşiya mezin,
em ji dil şikur dikin
ku em aîdî wî ne,
navê wî li ser me ye.
(DÎSGOTIN)
Me jiyana xwe daye destê Yehowa,
em êdî bûne şagirtên Îsa.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 43:3; 107:22; Yûh. 6:44)