KILAM 41
Bavo, Guh Bide Me
(Zebûr 54)
-
1. Ey Yehowa, tu Bavê me yî.
Tu hêjayî hemû pesnan î.
Tu pîroz î, kes tune wek te.
(DÎSGOTIN)
Yehowa Bavo, guh bide me.
-
2. Em jiyanê û rêberiyê
ji destê te distînin, Xwedê.
Em pir şa ne, li bin siya te.
(DÎSGOTIN)
Yehowa Bavo, guh bide me.
-
3. Bi dilnizmî em dua dikin.
Em dixwazin dilsoz bimînin.
Bi ruhê xwe alî me bike.
(DÎSGOTIN)
Yehowa Bavo, guh bide me.
(Li van ayetan jî binêre: 2. Mû. 22:27; Zeb. 106:4; Aqûb 5:11)