KILAM 37
Bi Dil û Can ji Yehowa re Xizmet Bike
-
1. Bavê me, Xwedayê Mezin,
em hejî te dikin, Yehowa.
Em bi dil û can dixwazin
guh bidin te, Xwedayê hêja.
Qanûnên te bêkêmasî ne,
em ji wan çi qas hez dikin!
(DÎSGOTIN)
Ey Yehowa, tu hêja yî
ku em ji te re xizmet bikin.
-
2. Hemû karên te bedew in,
erd û ezman pesnê te didin.
Bila em jî bi dilsozî
navê te her roj pîroz bikin.
Em dixwazin dilrast bimînin
û dilê te tim şa bikin.
(DÎSGOTIN)
Ey Yehowa, tu hêja yî
ku em ji te re xizmet bikin.
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 6:15; Zeb. 40:8; 113:1-3; Waiz 5:4; Yûh. 4:34)