Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 14

Pesnê Padîşahê Nû Bide

Pesnê Padîşahê Nû Bide

(Zebûr 2:12)

  1. 1. Xebereke muhîm heye

    ji bo hemû însanan:

    Îsa Mesîh Padîşah e,

    ji wî re bide pesnan!

    Ewê bîne edaletê

    û paqij bike dinyayê.

    Bila daxwaza Xwedê pêk bê

    li erdê, wek li ezmanan!

    (DÎSGOTIN)

    Yehowa û Kurê wî Îsa

    hêjayî hemû hurmet û rûmetê ne.

    Şa be û her tim bi dengê bilind

    pesnê Padîşah bide!

  2. 2. Îsa êdî rûniştî ye

    li ser textê ezmanî.

    Ewê cenetê saz bike

    bi keremên bêdawî.

    Îsa wê me xelas bike

    û aştiya rastîn bîne.

    Padîşahê me wê rê veke

    ji bo jiyana herheyî.

    (DÎSGOTIN)

    Yehowa û Kurê wî Îsa

    hêjayî hemû hurmet û rûmetê ne.

    Şa be û her tim bi dengê bilind

    pesnê Padîşah bide!

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 2:6; 45:1; Îşa. 9:6; Yûh. 6:40)