KILAM 100
Mêvanperwer Be
-
1. Yehowa yekî pir mêvanperwer e,
cihêtiyê nake, xema me dixwe.
Ew destvekirî ye,
şewqa tavê dide,
dibarîne berf û baranê.
Wexta ku em ji dil qenciyê dikin
em çav didin emsala herî mezin.
Mêvanheziya me,
qencî û xêra me
qet narevin ji çavê Xwedê.
-
2. Eger kesek bikeve tengasiyê
û em bi dilxwazî destek bidinê,
Xwedê wê şa bibe,
çimkî ew dibîne
hemû kesên ku xêrê dikin.
Bi sedsalan berê, Lîdya wisa bû,
ew hem comerd hem jî mêvanperwer bû.
Bila em mîna wê
mêvanperweriyê
ji her kesî re nîşan bidin.
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 16:14, 15; Rom. 12:13; 1. Tîm. 3:2; Îbr. 13:2; 1. Ptr. 4:9)