Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa Yê Herî Bilind e, Lê Xatirê Me Digire

Yehowa Yê Herî Bilind e, Lê Xatirê Me Digire

“[Yehowa] bi afirandina me dizane, ew bibîr tîne ku em ax in” (ZEB. 103:14).

KILAM: 30, 10

1, 2. (a) Yehowa bi me re çawa ye? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

HIKUMDARÊN vê dinyayê carinan bi zordarî li ser xelkê “serdestiyê” dikin (Met. 20:25; Waiz 8:9). Yehowa tu caran wisa nake! Ew her çi qas xwediyê qudreta bêsînor e jî, ew ji însanên qisûrdar re dilovan e û xatirê wan digire. Ew hîs û hewcedariyên me dike hesabê. “Ew bibîr tîne ku em ax in”, yanî ew sînorên me dizane (Zeb. 103:13, 14).

2 Gelek serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Yehowa çawa xatirê xizmetkarên xwe digire. Niha emê li sê serpêhatiyan binêrin: A yekê, emê bibînin ku Xwedê çawa alî Samûyêl kir ku ew fermana wî bide Kahîn Elî. A diduyan, emê bibînin ku Yehowa çawa bi sebir alî Mûsa kir gava ew fikirî ku ew nikare bibe rêberê Îsraêliyan. A sisêyan jî, emê bibînin ku gava Xwedê miletê Îsraêl ji Misrê derxist, wî çawa xatirê wan digirt. Gava em li van serpêhatiyan binêrin, bifikire ku tu der heqê Yehowa de çi dielimî, û tu çawa dikarî wî ji xwe re bikî nimûne.

SERPÊHATIYA SAMÛYÊL

3. Şevekê, çi hat serê Samûyêl, û kîjan pirs tê meydanê? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Gava Samûyêl hê biçûk bû, wî di konê îbadetê de dest bi xizmeta Yehowa kir (1. Sam. 3:1). Şevekê, piştî ku Samûyêl raketibû, tiştekî ecêb çêbû * (1. Samûyêl 3:2-10). Yekî bangî wî kir. Samûyêl fikirî ku Kahîn Elî gazî wî kiribû, loma Samûyêl çû ba wî û got: “A vay ez, ji ber ku te bangî min kir.” Lê Elî got ku wî gazî Samûyêl nekir. Samûyêl vegeriya cihê xwe, û du caran dîsa wisa bû. Îcar Elî fehm kir ku yê ku bangî Samûyêl dikir, Xwedê ye. Loma wî ji Samûyêl re got ku gerek ew çi cewab bide, û Samûyêl wisa kir. Yehowa xwe çima cara pêşîn rasterast neda nas kirin? Kitêba Pîroz nabêje. Dibe ku Yehowa wisa kir ji ber ku wî hîsên Samûyêl dikir hesabê.

4, 5. (a) Gava Yehowa fermana xwe li ser Elî da Samûyêl, wî çi kir? (b) Ji vê serpêhatiyê, em der heqê Yehowa de çi dielimin?

4 1. Samûyêl 3:11-18 bixwîne. Li gor Qanûna Yehowa, gerek zarok hurmetê bidin mezinan, bîlhesa serokan (2. Mû. 22:28; 3. Mû. 19:32). Samûyêl wê çawa sibehê biçûya ba Elî û fermana Xwedê rasterast bidaya wî? Bi eslê xwe, “Samûyêl tirsiya ku xewn û xeyalê ji Elî re bibêje”. Lê belê, Elî êdî fehm kiribû ku yê ku bi Samûyêl re peyivî, Xwedê bû. Loma Elî ji Samûyêl pirsî ka Xwedê çi got. Samûyêl jî “hemû tişt” ji wî re gotin.

5 Gotinên Samûyêl dişibîn xebera ku “zilamekî Xwedê” berê dabû Elî (1. Sam. 2:27-36). Serpêhatiya Samûyêl û Elî rêyî me dide ku Yehowa çi qas bihîkmet e û halê însanan dike hesabê.

6. Ji serpêhatiya Samûyêl, em dikarin kîjan dersan bistînin?

6 Eger tu hê ciwan î, serpêhatiya Samûyêl dikare nîşanî te bike ku Yehowa problem û hîsên te rind fehm dike. Dibe ku tu şermok î û ji te re zor tê ku tu mizgîna Padîşahiyê bidî mezinan û nekevî ber bayê hevalên xwe. Bawer be ku Yehowa dixwaze alî te bike. Loma dua bike û dilê xwe ji wî re veke (Zeb. 62:8). Li ser serpêhatiya Samûyêl û serpêhatiyên din, ên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, kûr bifikire. Bi xwişk û birayên ciwan û extiyar re sohbet bike. Dibe ku ew jî bi tengahiyên wisa bi ser ketine. Ewê ji te re bibêjin ku Yehowa çawa alî wan kiriye – dibe ku carinan bi awayên hêvînekirî!

SERPÊHATIYA MÛSA

7, 8. Yehowa çawa xatirê Mûsa digirt?

7 Gava Mûsa 80 salî bû, Yehowa wezîfeyeke giran da wî. Mûsa wê biçûya Misrê û miletê Îsraêl ji koletiyê bifilitandiya (2. Mû. 3:10). Xuya ye ku ev wezîfe ji wî re zor hat, çimkî ew 40 salên borî bi îşê şivantiyê ve mijûl bûbû. Wî got: “Ez kî me ku, herim cem Fîrawûn û lawên Îsraêl ji Misirê ve derxînim?” Xwedê wisa cewab da: “Bi rastî ez ê bi te re bim” (2. Mû. 3:11, 12). Wekî din, Xwedê soz da ku rîspiyên Îsraêl wê guhdariya Mûsa bikira. Dîsa jî, Mûsa tirsî ku ewê guhdariya wî nekin (2. Mû. 3:18; 4:1). Mûsa çi qas îtiraz kir jî, Yehowa sebir kir. Bi ser de, wî qudret da Mûsa ku mucîzeyan çêke. Li Kitêba Pîroz, mirovê pêşîn ê ku mucîze çêkirin, Mûsa bû (2. Mû. 4:2-9, 21).

8 Dîsa jî, Mûsa li bahaneyan digeriya. Wî got ku ew zilamekî “devgiran û zimangiran” e. Xwedê wisa cewab da wî: “Ez ê tevî devê te bibim û tiştê ku tu bibêjî, ez ê hînî te bikim.” Gelo Mûsa êdî îqna bû? Na! Îcar wî ji Xwedê xwest ku ew kesekî din bişîne. Yehowa êdî bi hêrs ket, lê wî dîsa jî hîsên Mûsa kir hesabê û Harûn wek peyvdarê Mûsa tayîn kir (2. Mû. 4:10-16).

9. Sebir û xatirgirtina Yehowa çawa alî Mûsa kir ku ew bibe rêberekî baş?

9 Ev serpêhatî der heqê Yehowa de çi rêyî me dide? Ji ber ku Yehowa Karîndarê Her Tiştî ye, wiyê bikaribûya Mûsa bitirsanda ku ew zû guhdarî bike. Lê belê Yehowa sebir kir û bi dilovanî cesaret da xizmetkarê xweyî dilnizm. Gelo feydeya vê alîkariya xatirgir hebû? Belê! Çawa ku Yehowa xatirê Mûsa digirt, Mûsa jî xatirê kesên din digirt û bû rêberekî pir baş û sernerm (4. Mû. 12:3).

Di munesebetên xwe bi kesên din re, gelo tu Yehowa ji xwe re dikî nimûne? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Gava em xatirgirtina Yehowa ji xwe re dikin nimûne, em çawa feyde distînin?

10 Em ji vê serpêhatiyê çi dielimin? Eger tu zilamekî zewicî yî, dê an bav î an kalê civatê yî, heta dereceyekê otorîteya te li ser kesên din heye. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku tu ji pîrek, zarok an xwişk û birayên xwe re wek Yehowa xatirgir, dilovan û bisebir bibî! (Kol. 3:19-21; 1. Ptr. 5:1-3). Eger tu Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re bikî nimûne, tuyê xwîngerm bibî û kesên din wê bi hêsanî bikaribin dilê xwe ji te re vekin (Met. 11:28, 29). Wekî din, tuyê ji kesên din re bibî emsal (Îbr. 13:7).

XELASKAREKÎ HÊZDAR Û XATIRGIR

11, 12. Gava Yehowa miletê Îsraêl ji Misrê derxist, wî çawa alî wan kir ku ew netirsin?

11 Gava miletê Îsraêl li sala 1513an a B.M. ji Misrê derket, dibe ku hejmara wan weke 3 milyon bû. Di nav wan de zarok, kal û pîr û belkî jî kesên nexweş an seqet hebûn. Ew bi rastî jî hewceyî Rêberekî eleqedar û xatirgir bûn. Bi navgîniya Mûsa, Yehowa ji wan re bû Rêberekî wisa. Di netîceyê de, miletê Îsraêl netirsiya gava ew ji welatê Misrê derket, ê ku heta wê demê warê wan bû (Zeb. 78:52, 53).

12 Yehowa çawa alî wan kir ku ew netirsin? A yekê, wî ew bi “nîzama cengê” ji Misrê derxistin (2. Mû. 13:18, WDN). Bi saya vê nîzamê, Îsraêliyan fehm kir ku her tişt di bin kontrola Xwedê de ye. Wekî din, Yehowa xwe “bi roj ... bi ewran, bi şev bi ronahiya agir” ji wan re eyan dikir (Zeb. 78:14). Bi vî awayî, Yehowa nîşanî wan dida ku ew rêberiya wan dike û wan diparêze. Miletê Îsraêl bi rastî jî hewceyî vê temînatê bû, çimkî pir wext derbas nebû ku ew ketin halekî zor.

Li Behra Sor, Yehowa çawa xatirê Îsraêliyan girt? (Li paragrafa 13an binêre)

13, 14. (a) Li Behra Sor, Yehowa ji bo Îsraêliyan çi kir? (b) Yehowa çawa qudreta xwe li ser ordiya Misrê eyan kir?

13 2. Mûsa 14:19-22 bixwîne. Bîne ber çavê xwe ku çi qewimî gava miletê Îsraêl ji welatê Misrê derket: Leşkerên Fîrawûn li pişt wan e, û Behra Sor jî li ber wan e. Ji nişka ve, Xwedê mudaxile dike. Sitûna ewr, a ku berê li pêşiya wan bû, derbasî pişta wan dibe, nav wan û ordiya Misrê. Niha leşkerên Fîrawûn di tariyê de ne, lê kampa Îsraêliyan ronahî ye! Paşê, Mûsa destê xwe li ser behrê hildide, û bayekî xurt ji rojihilatê tê û di behrê de rê vedike. Xelk û heywanên malê bi nîzam dadikevin zemîna behrê. Lê belê zemîna behrê herî an bûz nîne. Erd hişk û ziwa ye, û her kes – kesên ku nikarin zû bimeşin jî – bi rihetî derbasî aliyê din dibin.

14 2. Mûsa 14:23, 26-30 bixwîne. Gava Fîrawûnê pozbilind û bêaqil dibîne ku çi diqewime, ew jî tevî ordiya xwe dadikeve zemîna behrê û dikeve pey wan. Niha, dîwarên avê ji her du alî ve li ser wan dikevin. Tu kes ji wan sax namîne! (2. Mû. 15:8-10).

15. Ji vê serpêhatiyê, em der heqê Yehowa de çi dielimin?

15 Ji vê serpêhatiyê, em dibînin ku Yehowa, Xwedayê nîzamê ye. Bi saya vê taybetiyê, em dikarin rihet bin û xwe di emniyetê de hîs bikin (1. Kor. 14:33). Wekî din, Yehowa şivanekî dilovan e, yê ku xizmetkarên xwe xwedî dike. Ew wan bi hezkirinê hembêz dike û wan ji dijminan diparêze. Li van rojên dawîn, em ji van taybetiyên Yehowa teselî û qewetê distînin (Mtl. 1:33).

16. Ji vê ku Yehowa miletê Îsraêl çawa filitand, em dikarin çi bielimin?

16 Îro jî, Yehowa xizmetkarên xwe xwedî dike. Xwedê alî wan dike ku ew dostiya xwe bi wî re winda nekin û wan ji dijminan diparêze. Di demeke nêzik de, wexta ku tengahiya mezin wê dest pê bike, emê karibin xwe bispêrin Yehowa (Pey. 7:9, 10). Halê xizmetkarên Xwedê çi be jî – ciwan an extiyar, saxlem an seqet – ne lazim e ku ew li tengahiya mezin bikevin panîkê. * Li şûna vê, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz wê van gotinên Îsa Mesîh bînin bîra xwe: “Li jor binêrin û serê xwe hildin, çimkî xilasiya we nêzîk dibe” (Lûqa 21:28). Li wexta êrîşa Gog, yanî îtifaka miletên îroyîn – ên ku ji Fîrawûn gelek hêzdartir in – xizmetkarên Xwedê wê baweriya xwe winda nekin (Hêz. 38:2, 14-16). Ew çawa dikarin baweriya xwe xwedî bikin? Ew dizanin ku Yehowa her tim eynî ye. Xwedê wê ji bo wan dîsa bibe Xelaskarekî dilovan û xatirgir (Îşa. 26:3, 20).

17. (a) Serpêhatiyên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku Yehowa çawa bi xizmetkarên xwe eleqedar dibe, ji bo me çima bifeyde ne? (b) Li meqaleya din, emê li ser çi şêwir bikin?

17 Li vê meqaleyê, me dît ku Yehowa çawa bi dilovanî û xatirgirtinê rêberiya xizmetkarên xwe dike, wan xwedî dike û difilitîne. Gava tu li ser serpêhatiyên wisa kûr difikirî, bala xwe bide hûrgiliyên ku rengê sifatên Yehowa bi zelalî eyan dikin. Eger tu wisa bikî, tuyê hê jî zêdetir heyrana van sifatên baş bibî, û hezkirin û baweriya te ji Yehowa re wê hê jî xurttir bibe. Li meqaleya din, emê bibînin ku em çawa dikarin wek Yehowa xatirê kesên din bigirin: li malbatê, li civatê û li xizmetê.

^ par. 3 Li gor nivîsên dîrokzan Josephus, Samûyêl li wê demê 12 salî bû.

^ par. 16 Bi îhtimaleke mezin, di nav van kesan de, ên ku li cenga Harmagedonê wê sax bimînin, kesên seqet jî wê hebin. Gava Îsa li dinyayê dijiya, wî “hemû êş û nexweşî qenc dikirin”. Piştî Harmagedonê, Îsa wê kesên ku sax mane qenc bike (Met. 9:35). Ne lazim e ku Îsa şîfa bide kesên ku ji miriyan bên rakirin, çimkî bê guman, ewê jixwe bi bedenên saxlem û bi siheta baş bên rakirin.