Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Li şeva berî mirina xwe, Îsa behsa kesên “qencîxwaz” kir. Ew kî bûn, û ew çima wisa dihatin bi nav kirin?

Îsa li şeva berî mirina xwe ji şagirtên xwe re got ku gerek ew di nav xwişk û birayan de xwe bilind nekin. Wî ji wan re got: “Padîşahên miletan hukumdariyê li ser wan dikin û yên ku serdestiyê li wan dikin, dixwazin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin. Lê belê divê hûn ne wisa bin” (Lûqa 22:25, 26).

Ev kesên “qencîxwaz” kî bûn? Îsbatên arkeolojîk nîşan didin ku li kultura Yewnanî û Romayiyan, zilamên navdar û hikumdarên ku ji bo xelkê xêr kiribû wek Euergetes, yanî “qencîxwaz” an “xêrxwaz” dihatin bi nav kirin.

Ji bo hin padîşahan jî digotin “qencîxwaz”. Mesela, hikumdarên Misrê Ptolemaîos III. Euergetes (w. 247-222 B.M.) û Ptolemaîos VIII. Euergetes II. (w. 147-117 B.M.) û hikumdarên Romayî Julius Caesar (48-44 B.M.) û Augustus (31 B.M.-14 P.M.) jî wisa dihatin bi nav kirin. Wekî din, ji bo padîşahê Cihûstanê Hêrodesê Mezin jî wisa digotin. Bi îhtimaleke mezin, Hêrodes ev nav qezenc kir ji ber ku wî dema xelayê genim û kinc belav kiribûn.

Li gor zanyarê Kitêba Pîroz Adolf Deissmann, navê “qencîxwaz” pir belavbûyî bû. Wî got: “Li ser nivîsarên kevnar, hûn bi hêsanî dikarin bibînin ku ev nav bi sedan caran hatiye xebitandin.”

Îsa çima ji şagirtên xwe re got: “Hûn ne wusa bin?” Gelo wî dixwest bigota ku gerek ew bala xwe nedin xêra mirovên din? Helbet na. Bi eslê xwe, Îsa dixwest bigota ku gerek ew bi niyeta rast comerd bin.

Di dema Îsa de, mirovên dewlemend ji bo temaşe û lîstikan, avakirina park û perestgehan û tiştên din pere didan. Mexseda wan ew bû ku mirovên din ji wan re heyran bimînin, qedrê wan bigirin an raya xwe bidin wan. Kitêbek wisa dibêje: “Hinek ji wan ji dil comerd bûn, lê gelek kesan xwe ji bo menfaetên siyasî wek kesên comerd nîşan didan.” Îsa dixwest ku şagirtên wî wisa nebin û ji xweheziyê dûr bisekinin.

Çend sal bi şûn de, Pawlosê şandî jî got ku gerek em bi niyeta rast comerd bin. Wî ji xwişk û birayên li Korîntê re wisa nivîsî: “Ne bi bêdilî an jî mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike” (2. Kor. 9:7).