Here Naverokê

Here naverokê

Her Tim Rastiyê Bibêje

Her Tim Rastiyê Bibêje

“Bila her kes ya rast ji cîranê xwe re bibêje” (ZEK. 8:16).

KILAM: 56, 124

1, 2. Mirovan herî zêde seba çi zerar dîtiye?

MIROVAN gelek tiştên bifeyde derxistine, yên ku jiyana me hêsan dikin, mesela telefon, ronahiya elektrîk, erebe û sarinc. Ji xeynî van, tiştên pir xerab jî hatine derxistin, mesela barûd, mayin, cixare û bombaya atomê. Lê belê belaya herî kevn û xerab çi ye? Derew! Derew ev e ku mirov bi qesdî tiştên nerast dibêje ku kesekî din bixapîne. Gelo derewa pêşîn ji aliyê kê ve hatibû gotin? Li gor gotinên Îsa Mesîh, “bavê derewan”, Îblîs e (Yûhenna 8:44 bixwîne). Îblîs kengê dest bi derewan kir?

2 Derewa pêşîn bi hezaran sal berê li baxçeyê Adenê hat gotin. Adem û Hewa li Ceneta li ser erdê dijiyan, a ku Xwedê dabû wan. Xwedê ji wan re gotibû ku gerek ew ji “dara zanîna qencî û xerabiyê” nexwin ku ew nemirin. Paşê, Îblîs bi devê marekî ji Hewayê re wisa got: “Hûn qet namirin. Çimkî Xwedê dizane ku roja ku hûn ji mêweya vê darê bixwin, çavên we wê vebin û hûnê bibin mîna Xwedê û qencî û xerabiyê bizanin” (1. Mû. 2:15-17; 3:1-5, WDN).

3. Em çima dikarin bibêjin ku niyeta derewa Îblîs xerab bû, û netîceyên vê derewê bûne çi?

3 Niyeta derewa Îblîs pir xerab bû. Wî rind dizanibû ku eger Hewa bi gotinên wî baweriyê bîne û mêweya qedexekirî bixwe, ewê bimire. Çi heyf e ku Adem û Hewayê bêîtaetî kir. Di netîceyê de, ew mirin (1. Mû. 3:6; 5:5). Seba gunehê wan, “mirin derbasî hemû mirovan bû”. Kitêba Pîroz dibêje ku mirinê “li ser wan ên ku wek sûcê Adem guneh nekirin jî” hikumdarî kiriye (Rom. 5:12, 14). Îro, li şûna ku em li gor armanca Xwedê ya eslî heta bi hetayê bijîn, “rojên jiyana me heftê sal in, em bi sihet bin, belkî heştê sal”. Carinan jî, jiyan “bi zehmet û bi keder” ve tije ye (Zeb. 90:10). Netîceyên derewa Îblîs çi qas xerab bûn!

4. (a) Emê cewabên kîjan pirsan bistînin? (b) Li gor Zebûr 15:1, 2, Yehowa kê wek dostên xwe qebûl dike?

4 Li Yûhenna 8:44, Îsa Mesîh got ku Îblîs “li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune”. Îblîs niha jî bi derewên xwe ‘hemû dinyayê dixapîne’ (Pey. 12:9). Em helbet naxwazin ji aliyê Îblîs ve bên xapandin. Loma emê bala xwe bidin sê pirsan: Îblîs mirovan bi kîjan metodan dixapîne? Mirov çima derewan dikin? Em çawa dikarin her tim rastiyê bibêjin da ku wek Adem û Hewayê dostiya Yehowa winda nekin? (Zebûr 15:1, 2 bixwîne).

ÎBLÎS MIROVAN BI KÎJAN METODAN DIXAPÎNE?

5. Îblîs mirovan çawa dixapîne?

5 Pawlosê şandî got ku gerek em xwe biparêzin ku “em ji aliyê Îblîs ve neyên mexdûr kirin” (2. Kor. 2:11, KP). Em dizanin ku hemû parên vê dinyayê – dîn û baweriyên sexte, siyaseta derewçîn û şîrketên çavbirçî – di bin kontrola Îblîs de ne (1. Yûh. 5:19). Loma em şaş namînin ku hin lîderên vê dinyayê seba bandora Îblîs û cinên wî derewan dikin (1. Tîm. 4:1, 2). Mesela, hin patronên mezin bi reklamên derewîn eşyayên zerardar difroşin û mirovan dixapînin.

6, 7. (a) Sûcê alimên dînî çima giran e? (b) Te ji alimên dînî kîjan derew bihîstine?

6 Sûcê alimên dînî jî pir giran e, çimkî ew riya murîdên xwe digirin ku ew negihîjin jiyana herheyî. Çawa? Seba hîndariyên wan, dibe ku mirov heyateke xerab bajon û rizaya Xwedê winda bikin (Hoş. 4:9). Li rojên Îsa, alimên dînî wisa dikir. Îsa ji wan re got: “Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurê [helaka herheyî]” (Met. 23:15). Îsa ew alimên dînî bi gotinên sert mehkûm kirin. Alimên wê demê bi rastî zarokên Îblîs bûn! (Yûh. 8:44).

7 Îro, di gelek dîn û baweriyan de, alimên dînî wek mele, keşîş, şêx an unwanên din tên bi nav kirin. Wek alimên li sedsala yekê, ew jî “ji rastiyê re dibin asteng” û “wan rastiya Xwedê bi derewê guhert” (Rom. 1:18, 25). Mesela, ew hîn dikin ku Xwedê xeraban davêje cehenemê, ku ruh piştî mirinê namire, ku mirov piştî mirinê kiras diguherîne an jî ku Xwedê homoseksueltiyê qebûl dike.

8. Di demeke nêzik de, siyasetvan wê kîjan derewê bikin? Wê demê, gerek reaksiyona me çi be?

8 Siyasetvan jî mirovan bi derewên xwe dixapînin. Di demeke nêzik de, siyasetvan wê dereweke pir mezin bikin: Ewê îlan bikin ku wan “aştî û ewledarî” saz kirine! Lê paşê, “helak wê ji nişkê ve bê ser wan”. Gava ew dibêjin ku halê dinyayê her ku diçe çêtir dibe, bila em baweriya xwe bi wan neynin! Em rind dizanin “ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê” (1. Sel. 5:1-4).

MIROV ÇIMA DEREWAN DIKIN?

9, 10. (a) Hin mirov çima derewan dikin, û netîceya derewan çi ye? (b) Gerek em çi ji bîr nekin?

9 Îro, yên ku derewan dikin ne tenê lîder in. Di meqaleyeke bi temaya “Em Çima Derewan Dikin?” de, nivîskar dibêje ku “derew êdî wek sifata însanî tê dîtin, a ku li hiş û dilê mirovan kûr rûniştiye.” Yanî, gelek mirov difikirin ku derew tiştekî normal e. Mirov carinan derewan dikin ji bo ku şaşî an sûcên xwe veşêrin. Wekî din, mirov carinan ji bo avantajên ekonomîk an menfaetên din derewan dikin. Wek ev meqale dibêje, hin kes “bi hêsanî ji kesên nenas, ji hevalkarên xwe re an ji dost û hevalên xwe re derewan dikin”.

10 Seba derewan, pêwendiyên li nav mirovan xera dibin, û gelek kes êdî bi hev re baweriyê naynin. Mesela, hin kes zinê dikin û paşê derewan dikin ku sûcê xwe veşêrin. An jî, hin kes xwe wek kesên dilovan nîşan didin, lê belê li malbatên xwe zilmê dikin. Ji bîr neke ku tu kes nikare Yehowa bixapîne, çimkî “her tişt li ber çavê” wî “tazî û vekirî ye” (Îbr. 4:13).

11. Serpêhatiya Hananya û Saferyayê çi rêyî me dide? (Li resmê ewilî binêre.)

11 Kitêba Pîroz behsa mêrekî bi navê Hananya û jina wî Saferya dike. ‘Îblîs dilê wan tije kir’ ku ew ji Xwedê re derewan bikin û şandiyên Îsa bixapînin. Piştî ku wan zeviyeke xwe firotibû, wan tenê pareke pereyan teslîmî şandiyan kir. Petrûs pirsî: “Ma we zevî bi ewqasî firot?” Wan jî got: “Erê, bi ewqasî.” Mexseda wan ev bû ku civat bifikire ku ew pir comerd in. Lê belê, Yehowa dizanibû ku ew derewan dikin û ceza da wan (Kar. 5:1-10).

12. Çi wê bê serê derewçînên dilxerab?

12 Yehowa li derewan çawa dinêre? Kesên ku bi niyeta xerab derewan dikin û tobe nakin, wê wek Îblîs bên avêtin “gola êgir”, yanî ewê heta bi hetayê helak bibin (Pey. 20:10; 21:8; Zeb. 5:6). Çima? Çimkî di çavê Yehowa de, derewçîn û kesên ku xerabiyên din dikin, wek hev in (Pey. 22:15).

13. Yehowa li derewan çawa dinêre, û gerek em çi bikin?

13 Em dizanin ku Yehowa “ne mirov e ku derew bibêje”. Belê, “derew gotina Xwedê bêîmkan e” (4. Mû. 23:19; Îbr. 6:18, KP). Yehowa ji “zimanê derewîn” nefret dike (Mtl. 6:16, 17). Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em wek wî durist bin. Loma gerek em “derewan li hev nekin” (Kol. 3:9).

RASTIYÊ BIBÊJE

14. (a) Şagirtên Îsa çawa ji endamên dînên sexte cuda ne? (b) Maneya prensîpa li Lûqa 6:45 çi ye?

14 Yek ji ferqên li nav şagirtên Îsa û endamên dînên sexte çi ye? Şagirtên Îsa rastiyê dibêjin (Zekerya 8:16, 17 bixwîne). Pawlos got ku em xwe bi “peyivîna rastiyê” wek xizmetkarên Xwedê nîşan didin (2. Kor. 6:4, 7). Îsa wisa got: “Dev ji tijebûna dil dibêje” (Lûqa 6:45). Loma eger dilê mirovekî qenc bi rastiyê ve tije be, ewê bi duristî bipeyive – ji kesên nenas re, ji hevalkarên xwe re û ji dost û hevalên xwe re. Niha emê li çend mîsalan binêrin ku em çawa dikarin di her tiştî de durist bin.

Bi fikra te, gelo jiyana vê xwişka ciwan baş e? (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15. (a) Jiyaneke durû çima bêaqilî ye? (b) Ciwan çawa dikarin xwe biparêzin ku ew nekevin ber bayê hemsalên xwe? (Li jêrenotê binêre.)

15 Gelek ciwan dixwazin ji aliyê hemsalên xwe ve bên qebûl kirin. Ji ber vê yekê, hin ciwan jiyaneke durû dajon. Çawa? Gava malbata wan û civat wan dibîne, ew xwe wek kesên binamûs xuya dikin, lê li cem hevalên xwe û li ser înternetê, ew dişibin mirovên vê dinyayê. Hinek ji wan kincên vekirî li xwe dikin, ji muzîka bêexlaq hez dikin, zêde alkol vedixwin an narkotîkan bi kar tînin, yarên wan ên veşartî hene, devpîs in û tiştên hê jî xerabtir dikin. Jiyana wan bi derewan ve tije ye. Ew li ber dê û bavê xwe, li ber xwişk û birayên li civatê û li ber Xwedê durûtiyê dikin (Zeb. 26:4, 5). Yehowa dizane ka em tenê ‘bi devê xwe rûmetê didin wî, lê dilê me ji wî dûr e’ (Mar. 7:6). Loma wê baş be ku em li gor vê şîretê bijîn: “Bila dilê te çavnebariyê ji gunehkaran re neke; lê bila tim û tim di tirsa XUDAN de bijî” (Mtl. 23:17). *

16. Gava em formên ji bo xizmeta tamrojî tije dikin, gerek em cewabên xwe çawa bidin?

16 Dibe ku tu dixwazî bibî pêşengê daîmî an xebatkarê Beytelê. Gava tu forma ji bo xizmeta tamrojî tije dikî, ferz e ku cewabên te li ser siheta te, li ser exlaqa te, li ser fîlman ku tu li wan temaşe dikî û li ser muzîkê ku tu lê guh didî gişt rast û durist bin (Îbr. 13:18). Eger te tiştekî nebaş kiribe, ê ku ji aliyê kalên civatê ve nehatiye muzakere kirin, gerek tu çi bikî? Bi wan re bipeyive û alîkariya wan bixwaze ku tu karibî xizmeta xwe bi wijdanekî pak pêk bînî (Rom. 9:1; Gal. 6:1).

17. Eger îşê me bê qedexe kirin û der heqê xwişk û birayên me de melûmat bê xwestin, gerek em çi bikin?

17 Eger belavkirina mizgînê di welatê te de bê qedexe kirin û dewlet der heqê xwişk û birayan de melûmatê bixwaze, gerek tu çi bikî? Gelo lazim e ku tu her tiştî ji wan re bibêjî? Gelo Îsa cewab da hemû pirsên waliyê Romayî? Li gor prensîpa Kitêba Pîroz ku “wexta hişbûnê û wexta gotinê heye”, Îsa cewab neda hemû pirsên wî (Waiz 3:1, 7; Met. 27:11-14). Eger tiştekî wisa çêbe, wê baş be ku em aqilmend bin û xwişk û birayên xwe neavêjin talûkeyê (Mtl. 10:19; 11:12).

Gerek tu kengê xeber nedî û kengê rastiyê bibêjî? (Li paragrafên 17 û 18an binêre)

18. Eger kalên civatê der heqê xwişk û birayan de pirsan bipirsin, gerek em çi bikin?

18 Eger xwişk an birayekî me gunehekî giran kiribe û tu dizanî ku çi qewimiye, gerek tu çi bikî? Lazim e ku kalên civatê pakiya civatê biparêzin, loma dibe ku ew ji te bipirsin ka tu der heqê vê meseleyê çi dizanî. Tuyê çi bikî? Eger kesê ku sûc kiriye dost an merivekî te be, tuyê çi bikî? “Şahdeyê durist rastiyê dibêje” (Mtl. 12:17; 21:28). Gerek tu ji kalên civatê re rastiyê bibêjî û tiştekî veneşêrî. Lazim e ku ew bizanibin ku çi qewimiye da ku ew karibin alî kesê ku sûc kiriye bikin ku ew rizaya Yehowa ji nû ve bistîne (Aqûb 5:14, 15).

19. Li meqaleya bê, emê çi bielimin?

19 Dawid Padîşah ji Yehowa re wisa dua kir: “Tu ji dil û can rastiyê dixwazî” (Zeb. 51:6). Dawid dizanibû ku duristî ji hundirê dilê me tê. Şagirtên Îsa her tim ji hev re rastiyê dibêjin. Wekî din, ji bo ku em nîşan bidin ku em xizmetkarên Xwedê ne û ji endamên dînên sexte cuda ne, gerek em rastiya Kitêba Pîroz hîn bikin. Li meqaleya bê, emê bibînin ku em çawa dikarin vê bikin.

^ par. 15 Li beşa 15an (“How Can I Resist Peer Pressure?”) û beşa 16an (“A Double Life—Who Has to Know?”) a kitêba Questions Young People Ask—Answers That Work, Cîld 2, binêre.