Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Min Karê ku li ser Min Deyn Bû, Kir

Min Karê ku li ser Min Deyn Bû, Kir

BI ZÊDETIRÎ 30 salî, Donald Ridley wek avûkatê teşkîlata Şahidên Yehowa xebitî. Bi saya xebata wî, me gelek dozên li ber mehkemeyên bilind qazanc kirin û heqê nexweşan hatiye parastin ku neqla xwînê red bikin. Donald birayekî jîr û jêhatî, dilnizm û fedakar bû.

Di sala 2019an de, birayê me Donald bi nexweşiyeke bêçare nexweş ket. Nexweşî zû bi pêş ve çû, û li 16ê Tebaxê ya sala 2019an, Donald jiyana xwe ji dest da.

Ez di sala 1954an de li bajarê St. Paulê (Minnesota, DYA) di malbateke navhalî de hatim dinyayê. Malbata me Katolîk bû. Ji pênc zarokan, yê diduyan ez im. Ez çûm dibistaneke Katolîk, û min li dêrê xizmet dikir. Dîsa jî, zanîna min a di heqê Kitêba Pîroz de kêm bû. Min bawer dikir ku Xwedê heye, lê bi zeman re, min baweriya xwe bi dêrê winda kir.

RONAHIYA RASTIYÊ DIGIHÎJE MIN

Sala pêşîn gava min li zanîngehê hiqûq dixwend, Şahidên Yehowa hatin ber deriyê min. Min kincên xwe dişûştin, loma wexta min tune bû. Rojeke din, ew dîsa hatin, û du pirsên min hebûn. Pirsa min a pêşîn ev bû: “Mirovên xerab çima ji mirovên baş hê serkeftîtir in?” Pirsa diduyan jî ev bû: “Em çawa dikarin bi rastî bextewar bin?” Wan kitêba The Truth That Leads to Eternal Life û Kitêba Pîroz dan min. Wekî din, min kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Tiştên ku ez hîn dibûm çavên min vekirin. Fikra ku Padîşahiya Xwedê wê li ser dinyayê hikum bajo li min pir xweş hat. Min fehm kir ku hikumdariyên dinyayê bûn sebeba kul û derd û neheqiyê.

Li destpêka sala 1982yan, min ji Yehowa re sond xwar ku ezê her tim ji wî re xizmet bikim. Paşê, di eynî salê de, ez li civîna mezin a bi temaya “Rastiya Padîşahiyê” bin av bûm. Ev civîna mezin li bajarê St. Paulê di avahiyeke mezin de derbas bû. Heftiyek bi şûn de, ez ji bo îmtihana baroyê dîsa çûm eynî avahiyê. Li meha Cotmehê, min bihîst ku ez di îmtihanê de serkeftî bûm, yanî ez êdî hazir bûm ku îşê avûkatiyê bikim.

Li wê civîna mezin, min Mike Richardson nas kir, birayekî ji Beytela Brooklynê. Wî ji min re got ku li Beytelê, ofîseke hiqûqê hatiye saz kirin. Gotinên zilamê Etyopyayî, yên ku li Karên Şandiyan 8:36 derbas dibin, hatin bîra min û min ji xwe pirsî: “Çi dikare ji min re bibe asteng ku ez li Ofîsa Hiqûqê nexebitim?” Loma min ji bo xizmeta Beytelê miraceet kir.

Dê û bavê min aciz bûn ji ber ku ez bûm Şahidê Yehowa. Bavê min pirsî ka îşê li Beytelê wê çawa piştgiriya kariyera min bike. Min jê re got ku ezê ji bo kariyera xwe nexebitim, lê her mehê tenê 75 dolar bistînim.

Piştî ku ez ji bo demekê li mehkemeyekê xebitîbûm, min di sala 1984an de li Brooklynê (New York) dest bi xizmeta Beytelê kir. Ez li Ofîsa Hiqûqê hatim tayîn kirin. Min ji tecrûbeya ku min li mehkemeyê qazanc kiribû, pir feyde dît.

NÛKIRINA TIYATROYA STANLEY

Tiyatroya Stanley ewilî wisa xuya dikir

Li meha Mijdarê ya sala 1983an, Tiyatroya Stanley (Jersey City, New Jersey) hat kirîn. Teşkîlatê dixwest sîstemên elektrîk û avê ji nû ve çêkin. Wan ji memûrên mesûl re got ku ew dixwazin Tiyatroya Stanley wek saloneke ji bo civînên mezin bi kar bînin. Lê belê, ev yek problem bû, çimkî li gor qanûnên îmarê, salonên îbadetê nikaribû li cihên ticarî bên ava kirin. Ji ber vê yekê, îzin nehat dayîn. Birayên me dîsa îzin xwest, lê şaredariyê dîsa îzin neda.

Heftiya pêşîn ku ez li Beytelê bûm, teşkîlatê li ber mehkemeya federal a herêmê doz vekir. Bi saya tecrûbeya ku min di hundirê du salan de li mehkemeya federal a herêmê li St. Paulê qazanc kiribû, min dozên wisa rind dizanibû. Yek ji avûkatên me got ku Tiyatroya Stanley ji bo cure cure tiştan hatibû bi kar anîn, mesela ji bo fîlman û ji bo konseran. Îcar civînên Şahidên Yehowa çima qedexe ne? Mehkemeya federal a herêmê li vê dozê nêrî û qerar da ku Jersey City’yê azadiya me ya dînî xera kiribû. Mehkemeyê ferman kir ku îzin ji me re bê dayîn. Min fehm kir ku gava teşkîlat îşê Yehowa bi destê hiqûqê bi pêş dixe, Yehowa xîreta teşkîlatê bibereket dike, û ez şa bûm ku di vî îşî de, para min jî heye.

Ji bo nûkirina Tiyatroya Stanley projeyeke mezin dest pê kir, û li 8ê Îlonê ya sala 1985an – yanî çend meh bi şûn de – mezûniyeta sinifa 79an a Gîleadê li wê salonê derbas bû. Xebata li Ofîsa Hiqûqê ji bo min qedrekî mezin bû, û dilê min pir şa bû ku min dikaribû bi saya vê xebatê îşê Padîşahiyê bi pêş bixim. Vê xebatê bi rastî jî ji xebata min a berê zêdetir kêf dida min. Li wê demê min nizanibû ku bi zeman re, minê gelek îmtiyazên wisa bistendana.

PARASTINA HEQÊ TEDAWIYA BÊXWÎN

Di salên 1980yan de, gelek doktor û nexweşxaneyan guh nedida gava Şahidekî Yehowa tedawiya bêxwîn dixwest. Halê jinên bihemlê hê jî zortir bû, çimkî hakim gelek caran difikirîn ku heqê wan tune ku neqla xwînê red bikin. Ew ditirsiyan ku eger neqla xwînê neyê dayîn, zarok dikare bê dê bimîne.

Li 29ê Kanûnê ya sala 1988an, gava xwişka Denise Nicoleau kurê xwe anî dinyayê, wê pir xwîn winda kir. Hemoglobîna wê bin 5,0 ket, û doktor îzin xwest ku neqla xwînê bide wê. Xwişka me Denise qebûl nekir. Sibeha din, nexweşxaneyê ji mehkemeyê îzin xwest ku neqla xwînê bide xwişka me. Hakim izin da nexweşxaneyê – bê celse û bêyî ku xeberê bide xwişka Denise yan zilamê wê.

Li 30yê Kanûnê, nexweşxaneyê li gel îtirazên zilam û merivên wê neqla xwînê da wê. Wê êvarê, çend merivên wê û 1-2 kalên civatê hatin girtin ji ber ku ew li derdora nivîna xwişka Denise’ê sekinîn ji bo ku ji neqla xwînê re bibin asteng. Li 31ê Kanûnê, sibehê, xebera vê bûyerê li televîzyon, radyo û rojnameyên New York City û Long Islandê derket.

Ez û Philip Brumley di ciwantiya xwe de

Li 2yê Çileyê, sibehê, ez çûm ba serokhakim Milton Mollen. Min jê re got ku çi qewimîbû û ku hakim fermana neqla xwînê bê celse îmza kiribû. Piştî nîvro, hakim gazî min kir ku em li ser dozê û li ser qanûnan xeber bidin. Wê êvarê, nazirê min Philip Brumley tevî min çû ofîsa hakim. Wekî din, hakim gazî avûkatê nexweşxaneyê jî kir. Sohbeta me pir sert derbas bû. Loma birayê Philip ji min re notek nivîsî ku gerek ez “hê sakîntir” bim. Ev yek bi rastî jî şîreteke baş bû, çimkî ez seba gotinên avûkatê nexweşxaneyê pir bihêrs bûm.

Ji aliyê çepê ve: Avûkatên teşkîlatê Richard Moake, Gregory Olds, Paul Polidoro, Philip Brumley, ez û Mario Moreno li roja ku em li doza Watchtower v. Village of Stratton çûn ber Mehkemeya Bilind a DYA (li kovara Awake! a 8 Çile 2003 binêre)

Weke saetek bi şûn de, hakim got ku sibeha din, ewê ewilî li doza me binêre. Gava em ji ofîsa hakim derketin, wî got ku îşê avûkatê nexweşxaneyê wê pir zor be. Min hîs kir qey Yehowa em didan bawer kirin ku emê bi ser bikevin. Ez şaş mam ku Yehowa em çawa bi kar dianîn ku daxwaza xwe pêk bîne.

Em heta nîvê şevê xebitîn ku xwe ji bo sibehê hazir bikin. Mehkeme nêzikî Beytela Brooklynê ye, loma piraniya xwişk û birayên ku li Ofîsa Hiqûqê dixebitîn peya çûn mehkemeyê. Piştî ku heyeta mehkemeyê guh da me, wan fermana neqla xwînê îbtal kir. Mehkemeya bilind pişta xwişka me girt û qerar da ku fermanek nikare bê dayîn bêyî ku mehkeme guh bide nêrîna kesê nexweş.

Di netîceyê de, mehkemeya herî bilind a New Yorkê qerar da ku heqê xwişka me heye ku neqla xwînê red bike. Piştî vê dozê, min li sê dozên din ên di heqê neqla xwînê de jî avûkatî kir (li çarçoveya “ Serkeftinên li ber Mehkemeyên Bilind” binêre). Wekî din, ez tevî avûkatên din ên Beytelê li dozên din jî xebitîm, mesela li dozên welayeta zarokan, dozên hevberdanê, dozên emlakê û dozên îmarê.

ZEWAC Û MALBATA MIN

Ez û pîreka min Dawn

Berî ku min pîreka xwe Dawn nas kir, wê sê zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikirin. Wê hem debara xwe dikir hem jî xizmeta pêşengiyê dikir. Jiyana wê pir bizehmet bû, û ez heyran dimam ku wê çawa bi dilsozî xizmet dikir. Di sala 1992yan de, li civîneke mezin, a ku li New York City’yê derbas bû, min jê re teklîf kir ku em hevdû nas bikin. Salek bi şûn de, em zewicîn. Pîreka min Dawn bi rastî jî hevaleke biqîmet e, ya ku ji Yehowa pir hez dike (Mtl. 31:12).

Gava em zewicîn, zarok 11, 13 û 16 salî bûn. Min dixwest ku ez ji wan re bibim bavekî baş, loma min weşanên teşkîlatê rind lêkolîn kir û hemû şîretên ji bo zirbavan anîn cih. Em helbet carinan rastî probleman dihatin, lê ez şa me ku zarokan ez wek dost û bavê xwe qebûl kirim. Deriyê me ji hevalên zarokên me re her tim vekirî bû, û gava mala me bi ciwanan tije bû, em pir kêfxweş dibûn.

Di sala 2013an de, em derbasî Wisconsinê bûn ku alî bavê min û dê û bavê Dawnê bikin, ên ku êdî kal û pîr bûn. Ez pir şa bûm ku min dîsa jî dikaribû car caran di îşê hiqûqê de alî Beytelê bikim.

PROBLEMEKE NEHÊVÎKIRÎ

Li meha Îlonê ya sala 2018an, min ferq kir ku ez gelek caran dikuxiyam berî ku xeber bidim. Ez çûm ba doktor, lê wî fehm nekir ku problem çi ye. Paşê, doktorekî din got ku bila ez herim ba norologekî. Li meha Çileyê ya sala 2019an, norolog got ku bi îhtimaleke mezin, nexweşiya min nexweşiyeke norolojîk a bi navê PSP ye, ya ku her ku diçe xerabtir dibe.

Sê roj bi şûn de, gava min ser bûzê spor dikir, min zendê xweyî rast şikênand. Bi normalî, ez di vê sporê de hoste bûm, loma min tê derxist ku min koordînasyona xwe winda dikir. Nexweşiya min zû pêş ve diçû û ser xeberdan, daqultandin û hereketên min bandor dikir.

Ez pir kêfxweş im ku min dikaribû ji bo teşkîlatê avûkatiyê bikim. Wekî din, ez şa me ku min dikaribû di kovarên profesyonel de gelek meqaleyan binivîsim û li seranserê dinyayê di semînerên ser hiqûqa tibê de gotaran pêşkêş bikim ku heqê redkirina neqla xwînê biparêzim. Dîsa jî, wek Lûqa 17:10 dibêje, ‘ez xulamê bêkêr im; min ew karê ku li ser me deyn bû, kir’.