Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

Ji Xwendina Kitêba Pîroz Bêtir Feydeyê Bistîne

Ji Xwendina Kitêba Pîroz Bêtir Feydeyê Bistîne

“Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?” (KARÊN ŞANDIYAN 8:30).

KILAM 97 Em bi Peyva Xwedê Dijîn

PÊŞGOTIN a

1. Çi nîşan dide ku Nivîsarên Pîroz ji bo Îsa Mesîh muhîm bûn?

 BÎNE ber çavê xwe ku tu guh didî xeberdana Îsa Mesîh. Gotinên Nivîsarên Pîroz tim di bîra wî de bûn û wî ew gelek caran bi serbestî dianîn zimên! Mesela, gotinên pêşîn ên piştî binavbûna wî û hinek gotinên dawîn ên berî mirina wî ayetên ji Nivîsarên Pîroz bûn b (5. Mûsa 8:3; Zebûr 31:5; Lûqa 4:4; 23:46). Îsa Mesîh di dema xizmeta xwe de di nav sê sal û nîvan de gelek caran li ber xelkê ji Nivîsarên Pîroz dixwend, ayet ji hişê xwe digotin û ew şîrove dikirin (Metta 5:17, 18, 21, 22, 27, 28; Lûqa 4:16-20).

Îsa Mesîh ji Nîvsarên Pîroz hez dikir û dihişt ku ew tesîrê li gotin û kirinên wî bikin (Li paragrafa 2yan binêre)

2. Gava Îsa mezin dibû, çi alî wî dikir ku ew Nivîsarên Pîroz baş nas bike? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

2 Gelek salan berî ku Îsa Mesîh dest bi xizmeta xwe kir, wî tim Peyva Xwedê dixwend û dibihîst. Li malê, wî bê şik dibihîst ku Ûsiv û Meryemê çawa rasterast ji Nivîsarên Pîroz xeber dida c (5. Mûsa 6:6, 7). Bê guman Îsa her roja Sebtê tevî malbata xwe diçû kenîşteyê (Lûqa 4:16). Li wê derê, dema ku ji Nivîsarên Pîroz dihat xwendin, wî baş guhdarî dikir. Bi zeman re, ew elimî ku bi tena serê xwe Nivîsarên Pîroz bixwîne. Loma, Îsa Nivîsarên Pîroz baş nas dikirin, ji wan hez dikir û dihişt ku ew tesîrê li wî bikin. Mesela, gava Îsa di 12 saliya xwe de li perestgehê bû, ev yek li ber çavên kesên din jî eşkere bû. Mamosteyên ku Qanûna Mûsa baş nas dikir, “gotinên wî dibihîstin [û] li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman” (Lûqa 2:46, 47, 52).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

3 Em jî dikarin Peyva Xwedê baş nas bikin û jê hez bikin. Ji bo vê yekê, lazim e ku em her roj Peyva Xwedê bixwînin. Gelo em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz bêtir feydeyê bistînin? Em dikarin ji peyvên ku Îsa Mesîh ji Şerîetzan, Fêrisî û Sadûqiyan re gotibûn hin tiştan bielimin. Wan gelek caran Nivîsarên Pîroz dixwendin, lê Peyva Xwedê li ser hiş û dilê wan tesîr nedikir. Îsa Mesîh bala wan kişand ser sê tiştên ku wan nedikirin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku gotinên wî çawa alî me dikin ku em (1) ji tiştên ku em dixwînin fehm bikin, (2) rastiyên biqîmet bibînin, û (3) bihêlin ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê me bike.

BIXWÎNE Û FEHM BIKE

4. Em ji Lûqa 10:25-29 li ser xwendina Kitêba Pîroz çi hîn dibin?

4 Em dixwazin maneya gotinên ku em di Peyva Xwedê de dixwînin fehm bikin. Eger em wisa nekin, emê ji xwendinê gelek feydeyê nestînin. Mesela, ka bala xwe bide xeberdana ku di nav Îsa Mesîh û Şerîetzanekî de çêbû (Lûqa 10:25-29 bixwîne). Wî zilamî ji Îsa Mesîh pirsî ka ew çawa dikare jiyana bêdawî bi dest bixe. Îsa Mesîh cewaba wî ji Peyva Xwedê da. Wî wisa got: “Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?” Wî zilamî cewaba rast da. Wî ji Nivîsarên Pîroz xeber da û got ku gerek em ji Xwedê û ji cîranê xwe hez bikin (3. Mûsa 19:18; 5. Mûsa 6:5). Paşê wî ji Îsa Mesîh re wisa got: “Ma cîranê min kî ye?” Vê pirsê di heqê wî de tiştek eşkere kir. Wî maneya tiştên ku xwendibû fehm nekiribû. Loma, wî nizanibû ku çawa van ayetan di jiyana xwe de bîne cih.

Xwendin û fehmkirin hunereke ku em dikarin bi pêş bixin

5. Dua û xwendina hêdî hêdî çawa dikarin alî me bikin?

5 Ji bo ku tu ji Peyva Xwedê baştir fehm bikî, gelo tu dikarî çi bikî? Ev şîret dikarin alî te bikin. Berî xwendinê dua bike. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz fehm bikin û baş bala xwe bidin xwendinê, alîkariya Yehowa ji me re lazim e. Loma ji Yehowa re dua bike ku ew ruhê pîroz bide te. Paşê hêdî hêdî bixwîne. Bi vî awayî, gotinên Kitêba Pîroz wê di hişê te de bimînin. Ev yek jî dikare alî te bike: Belkî tu dikarî bi dengê bilind bixwînî yan jî qeyda deng a Kitêba Pîroz bibihîzî û pê re bixwînî. Bi gotineke din, guh dibihîze, çav dibîne û dil dixwîne. Yanî tu dikarî ji Peyva Xwedê baştir fehm bikî û gotinên Xwedê di hiş û dilê xwe de bihêlî (Yêşû 1:8). Piştî xwendinê ji Yehowa re dîsa dua bike. Ji Yehowa re şikir bike ku wî Peyva xwe diyarî me kiriye. Wekî din, alîkariyê ji wî bixwaze, da ku tu bikaribî gotinên wî di jiyana xwe de bînî cih.

Çima notên biçûk dikarin alî te bikin ku tu ji tiştê ku dixwînî fehm bikî û ji bîr nekî? (Li paragrafa 6an binêre)

6. Çima çêtir e ku tu di wexta xwendinê de pirsan ji xwe bikî û notên biçûk binivîsî? (Li resim jî binêre.)

6 Çi dikare alî te bike ku tu ji Kitêba Pîroz baştir fehm bikî? Li ser tiştên ku tu dixwînî pirsan ji xwe bipirse. Dema ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, li cewabên van pirsan bigere: “Di vê serpêhatiyê de kesê sereke kî ye? Kî xeber dide? Ew bi kê re xeber dide û çima? Ev serpêhatî kengê û li ku derê diqewime?” Pirsên wisa wê alî te bikin ku tu fehm bikî ku fikra herî muhîm çi ye. Wekî din, gava tu dixwînî, ji xwe re notên biçûk binivîse. Gava tu binivîsî, tuyê fikrên xwe derbasî çend gotinan bikî û bi vî awayî, fikrên te wê zelaltir bibin. Bi ser de jî, nivîsandin wê alî te bike ku tu gotinên xwendî di bîra xwe de bihêlî. Tu dikarî pirsên xwe û netîceyên lêkolîna xwe binivîsî. Fikrên muhîm bi çend gotinan binivîse. Dersên ji bo xwe binivîse yan jî li ser tiştên ku te xwendine hîsên xwe binivîse. Bi alîkariya van notan, tuyê fehm bikî ku Peyva Xwedê ji bo te jî hatiye nivîsandin.

7. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, kîjan sifet ji me re lazim e û çima? (Metta 24:15)

7 Îsa Mesîh got ku ji bo fehmkirina Peyva Xwedê fehmdarî ji me re lazim e (Metta 24:15 bixwîne). Gelo fehmdarî çi ye? Bi saya fehmdariyê, em dikarin pê derxin ku du fikir çawa bi hev ve girêdayî ne û çawa ji hev cuda ne û fikrên ku ne zelal xuya dikin fehm bikin. Wekî din, Îsa Mesîh nîşan da ku fehmdarî lazim e, da ku em fehm bikin ku sozên Kitêba Pîroz çawa tên cih. Belê, bi saya vî sifetê muhîm, em dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz feydeya herî mezin bi dest bixin.

8. Em çawa dikarin bi fehmdarî bixwînin?

8 Yehowa fehmdariyê dide xizmetkarên xwe. Loma, ji wî re dua bike û alîkariya wî bixwaze ku tu vî sifetê muhîm bi pêş bixî (Methelokên Silêman 2:6). Gelo tu çawa dikarî li gor duaya xwe hereket bikî? Li ser tiştên ku tu dixwînî kûr bifikire û bala xwe bidê ku ew çawa bi tiştên ku tu dizanî ve girêdayî ne. Ji bo ku zanîna te kûrtir bibe, li hacetên lêkolînê binêre. Mesela, tu dikarî Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa bi kar bînî. Ev weşan wê alî te bikin ku tu ji maneya gotinên Kitêba Pîroz baştir fehm bikî û wan di jiyana xwe de bînî cih (Îbranî 5:14). Eger tu Kitêba Pîroz bi fehmdarî bixwînî, her ku diçe tuyê ji Kitêba Pîroz zêdetir fehm bikî.

BIXWÎNE Û RASTIYÊN BIQÎMET BIBÎNE

9. Çavên Sadûqiyan ji bo kîjan rastiya muhîm kor bûn?

9 Sadûqiyan her 5 kitêbên pêşîn ên Nivîsarên Îbranî rind nas dikirin. Lê dîsa jî, çavên wan ji bo rastiyên muhîm kor bûn. Mesela, gava Sadûqiyan li ser rabûna miriyan pirsek ji Îsa Mesîh kir, wî cewabeke balkêş da wan. Wî ji wan re got: “Ma li ser rabûna miriyan we di Kitêba Mûsa de, di serhatiya deviyê de nexwendiye ku çawa Xwedê jê re dibêje: ‘Ez Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im’?” (Marqos 12:18, 26). Sadûqiyan ev qisim gelek caran xwendibû. Lê pirsa Îsa Mesîh xuya dikir ku wan rastiyeke muhîm qebûl nedikir. Wan bawer nedikir ku kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jiyanê (Marqos 12:27; Lûqa 20:38). d

10. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, em dixwazin bala xwe bidin çi?

10 Em ji gotinên Îsa Mesîh çi hîn dibin? Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, em dixwazin bala xwe bidin ser dersên ku em ji ayetekê yan ji serpêhatiyekê hîn dibin. Em dixwazin ne tenê rastiyên esasî fehm bikin, lê rastî û prensîpên kûr, ên ku veşartî xuya dikin, fehm bikin.

11. Li gor 2. Tîmotêyos 3:16, 17, gelo em çawa dikarin di Kitêba Pîroz de rastiyên biqîmet bibînin?

11 Gelo tu çawa dikarî di dema xwendina Kitêba Pîroz de rastiyên biqîmet bibînî? Ji bo cewaba vê pirsê, 2. Tîmotêyos 3:16, 17 bîxwîne. Ev ayet dibêjin ku “Tevahiya Nivîsara Pîroz … bi kêr tê” ji bo (1) hînkirin, (2) lêhilatin, (3) rastkirin û (4) perwerdekirinê. Bi alîkariya van çar nuqteyan, tu dikarî ji temamiya Kitêba Pîroz feydeyê bistînî. Gava tu dixwînî, bala xwe bidê ku serpêhatiyek li ser Yehowa, mexseda wî yan prensîpên wî çi hîn dike. Bifikire ku ew gotin çawa ji bo lêhilatin yanî edebkirinê bifeyde ne. Hûr lê binêre ku tu çawa dikarî niyet û xwestekên xerab bibînî, wan red bikî û ji Xwedê re dilsoz bimînî. Ji xwe bipirse ku ew qisim çawa dikare ji bo rastkirina nêrînên şaş, mesela yên ku mirov di xizmetê de dibêjin, bên bikaranîn. Û bifikire ku di ayetan de li ser perwerdekirina di rêya rastdariyê de çi tê gotin. Yanî baş fehm bike ku tu çawa dikarî wek Yehowa li ser meseleyekê bifikirî. Eger tu van çar nuqteyan di hişê xwe de bihêlî, tuyê ji xwendina Kitêba Pîroz bêtir feydeyê bistînî û rastiyên biqîmet bibînî.

BILA XWENDIN TESÎRÊ LI HIŞ Û DILÊ TE BIKE

12. Îsa Mesîh çima ji Fêrisiyan pirsî: “Ma we nexwendiye?”

12 Îsa Mesîh ji Fêrisiyan wisa pirsî: “Ma we nexwendiye?” Bi vê pirsê, wî eşkere kir ku nêrîna Fêrisiyan a li ser Nivîsarên Pîroz şaş e (Metta 12:1-7). e Fêrisiyan li ser şagirtên Îsa Mesîh digot ku ew roja Sebtê nagirin. Loma, Îsa Mesîh bi du mîsalên ji Nivîsarên Pîroz û bi ayeteke ji kitêba Hoşeya cewab da wan. Bi vî awayî, wî nîşan da ku wan maneya qanûna roja Sebtê fehm nekiriye û ew bêrehm hereket dikin. Gelo xwendina Peyva Xwedê çima tesîr li hiş û dilê wan nedikir? Çimkî wan Nivîsarên Pîroz bi niyeta nerast û bi pozbilindî dixwendin. Ev yek bû sebeb ku ew ji Peyva Xwedê fehm nekin (Metta 23:23; Yûhenna 5:39, 40).

13. Gerek em Kitêba Pîroz bi çi niyetê bixwînin û çima?

13 Gotinên Îsa Mesîh nîşanî me didin ku gerek em Kitêba Pîroz bi niyeta rast bixwînin. Em naxwazin bişibin Fêrisiyan. Gerek em dilnizm bin û ji dil bixwazin hîn bibin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotina ku di hundirê we de hatiye çandin … bi dilnizmî qebûl bikin!” (Aqûb 1:21, KP). Eger em dilnizm bin, emê bihêlin ku Peyva Xwedê di dilê me de kok berde. Tenê mirovên niyetqenc û dilnizm dihêlin ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê wan bike û dixwazin li gor dilrehmî, dilşewatî û hezkirina Xwedê bimeşin.

Em çawa dikarin fehm bikin ka Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê me dike yan na? (Li paragrafa 14an binêre) f

14. Em çawa dikarin bizanibin ka Kitêba Pîroz tesîrê li hiş û dilê me dike yan na? (Li resim jî binêre.)

14 Mirovê ku ji kesên din re qenc e nîşan dide ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê wî dike. Fêrisiyan nedihişt ku Peyva Xwedê bigihîje dilê wan, loma wan “yên bêsûc mehkûm” dikirin (Metta 12:7, KP). Belê, eger em bi gotin û kirinên xwe ji kesên din re qenc bin, emê xuya bikin ku Kitêba Pîroz ketiye hiş û dilê me. Gelo em li ser kesên din tiştên qenc dibêjin yan jî zû behsa qisûrên wan dikin? Gelo em dilrehm in û hazir in ku kesên din efû bikin yan jî em ji niyeta kesên din şik dikin û yekî xeydok in? Bi alîkariya van pirsan, em dikarin fehm bikin ka Peyva Xwedê tesîrê li hîs, fikir û kirinên me dike yan na (1. Tîmotêyos 4:12, 15; Îbranî 4:12).

XWENDINA PEYVA XWEDÊ DILÊ ME XWEŞ DIKE

15. Îsa Mesîh di heqê Nivîsarên Pîroz de çi hîs dikir?

15 Îsa Mesîh ji Nivîsarên Pîroz hez dikir. Ji berê ve, Peyva Xwedê li ser hîsên wî wisa gotibû: “Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te” (Zebûr 40:8). Ji ber ku wî ji Peyva Xwedê hez dikir, wî bi dilxweşî û bi serkeftî ji Yehowa re xizmet dikir. Eger em jî Peyva Xwedê bixwînin û jê hez bikin, emê dilxweş û serkeftî bibin (Zebûr 1:1-3).

16. Ji bo ku tu ji xwendina Peyva Xwedê zêdetir feydeyê bistînî, tu dixwazî çi bikî? (Li çarçoveya “ Gotinên Îsa Mesîh Dikarin Alî Te Bikin ku Tu ji Tiştên ku Dixwînî Fehm Bikî” binêre.)

16 Mîsala Îsa Mesîh û gotinên wî dilê me xurt dikin ku em Kitêba Pîroz ne bi çavekî, lê bi çar çavan bixwînin. Ji bo ku em ji Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, gerek em dua bikin, hêdî hêdî bixwînin, pirsan ji xwe bikin û notên biçûk binivîsin. Fehmdarî wê alî me bike ku em bi alîkariya weşanên me li ser tiştên ku dixwînin kûr bifikirin. Eger em di dema xwendina Kitêba Pîroz de li rastiyên biqîmet bigerin, emê Kitêba Pîroz bi awayekî hê baştir bi kar bînin. Û ji bo ku Peyva Xwedê tesîrê li hiş û dilê me bike, gerek em wê bi niyeta rast bixwînin. Gava em xîret bikin ku li gor van nuqteyan Kitêba Pîroz bixwînin, emê ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin û nêzîktirî Yehowa Xwedê bibin (Zebûr 119:17, 18; Aqûb 4:8).

KILAM 95 Ronahî Her ku Diçe Zêde Dibe

a Hemû xizmetkarên Xwedê xîret dikin ku her roj Kitêba Pîroz bixwînin. Gelek mirovên din jî Kitêba Pîroz dixwînin, lê ew bi rastî fehm nakin ku çi dixwînin. Di rojên Îsa Mesîh de jî hal û mesele eynî wisa bû. Gelek mirovan Peyva Xwedê dixwend, lê bi rastî jê fehm nedikir. Tiştên ku Îsa Mesîh ji wan re gotibûn dikarin alî me bikin ku em ji xwendina Kitêba Pîroz bêtir feydeyê bistînin.

b Gava Îsa bin av bû û bi ruhê pîroz wek Mesîh hat hilbijartin, wisa xuya dike ku jiyana wî ya li ezmanan dîsa hat bîra wî (Metta 3:16).

c Meryemê Nivîsarên Pîroz baş nas dikirin û gotinên wê dianîn zimên (Lûqa 1:46-55). Wisa xuya dike ku pereyê Ûsiv û Meryemê têrê nedikir ku ji xwe re kopyayên Nivîsarên Pîroz bikirin. Loma, dema ku Peyva Xwedê di kenîşteyê de dihat xwendin, wan baş guhdarî dikir, da ku Peyva Xwedê di hişê wan de bimîne.

d Li meqaleya “Nêzîkî Xwedê Bibin – ‘Ew … Xwedayê Zindiyan e’” binêre (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2013, bi zimanê Îngilîzî).

e Wekî din, li Metta 19:4-6 binêre. Di van ayetan de tê gotin ku Îsa Mesîh eynî pirs ji Fêrisiyan kir: “Ma we nexwendiye?” Wan ji Nivîsarên Pîroz dizanibû ku Xwedê însan çawa afirandibûn. Lê dîsa jî, wan fehm nekiribû ku Xwedê li ser zewacê çi dibêje.

f RESIM: Yek ji birayên ku di dema civînê de mesûlê sîstema deng û vîdeoyê ye çend şaşiyan dike. Piştî civînê, du bira li şûna ku behsa şaşiyên wî bikin pesnê wî didin.