Zîhniyeta Ruhî bi Pêş Bixe
“Bi Ruh rêve herin” (GAL. 5:16).
KILAM: 22, 75
1, 2. Rewşa ruhî ya birayekî me çawa bû, û wî ev problem çawa hel kir?
ROBERT di 15 saliya xwe de bin av bûbû, lê wî têra xwe qîmet nedida rastiyê. Ew wisa dibêje: “Min tu caran tiştekî xerab nekir, lê belê xîreta min hindik bû. Ji derve, min wek mirovekî bi zîhniyeta ruhî xuya dikir, çimkî ez diçûm hemû civînan û min her sal çend caran wek pêşengê alîkar xizmet dikir. Lê belê tiştek kêm bû.”
2 Heta ku Robert zewicî, wî fehm nedikir ku tiştek kêm e. Wî û xanima wî carinan ji hev pirsên li ser Kitêba Pîroz dipirsîn. Ji ber ku zîhniyeta ruhî ya xanima wî biqewet bû, wê bi rihetî cewabên pirsan didan. Lê belê Robert her tim fedî dikir, çimkî wî cewab nedizanîn. Ew wisa dibêje: “Wekî ku min tiştek nizanibû. Ez bi xwe wisa fikirîm: ‘Madem ku ez ji aliyê ruhî ve serê malê me, gerek ez tiştekî bikim.’” Robert bi rastî jî wisa kir. Ew wisa dibêje: “Min Kitêba Pîroz lêkolîn kir û kir. Bi zeman re, melûmata rastiyê di fikir û dilê min de rind rûnişt. Fehmkirina min zêde bû, û ji her tiştî muhîmtir, ez nêzikî Yehowa bûm.”
3. (a) Serpêhatiya Robert çi rêyî me dide? (b) Emê niha li ser kîjan pirsan bişêwirin?
3 Em dikarin ji serpêhatiya Robert dersên muhîm bistînin. Belkî em Kitêba Pîroz heta cihekî dizanin û bi dewamî diçin civînan, lê belê tenê ev bi xwe me nake mirovên bi zîhniyeta Flp. 3:16). Ji bo ku em her daîm bi pêş ve herin, emê di vê meqaleyê de li ser van sê pirsan bişêwirin: (1) Çi wê alî me bike ku em analîz bikin ku rewşa zîhniyeta me ya ruhî bi rastî çi ye? (2) Em çawa dikarin zîhniyeta ruhî bînin meydanê û wek mirovên bi zîhniyeta ruhî bi dewamî mezintir bibin? (3) Eger zîhniyeta me ya ruhî biqewet be, ev yek wê çawa li heyata me tesîr bike?
ruhî. An jî dibe ku em jixwe bi pêş ve çûne, lê gava em li xwe dinêrin, em dibînin ku gerek em zîhniyeta xwe ya ruhî hê jî zêdetir bi pêş bixin (XWE ANALÎZ BIKE
4. Şîreta li Efesî 4:23, 24 ji bo kê ye?
4 Gava em dest bi xizmeta Xwedê dikin, jiyana me bi temamî diguhere. Kitêba Pîroz ji kesên ku jixwe hatine bin av kirin re jî wisa dibêje: “Di ruh û hişê xwe de [bi dewamî, WDN] nû bibin” (Ef. 4:23, 24). Ji ber ku em qisûrdar in, gerek em xwe bi dewamî biguherînin. Eger me bi salan ji Yehowa re xizmet kiribe jî, dîsa jî lazim e ku em zîhniyeta xwe ya ruhî biparêzin (Flp. 3:12, 13).
5. Ji bo ku em xwe analîz bikin, wê baş be ku em kîjan pirsan bipirsin?
5 Ji bo ku em karibin zîhniyeta xwe ya ruhî xwedî bikin û bi pêş bixin, gerek em xwe bi duristî analîz bikin. Emrê me çi qas be jî, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez xwe diguherînim û hêdî hêdî dibim xwediyê zîhniyeta ruhî? Gelo şexsiyeta min her ku diçe dişibe şexsiyeta Îsa? Hal û hereketên min yên li civînan der heqê zîhniyeta min a ruhî de çi nîşan didin? Sohbetên min der heqê daxwazên min de çi eyan dikin? Gelo ez Kitêba Pîroz bi programeke baş û bi întizam lêkolîn dikim? Şekil û şemala min zîhniyeta min çawa eyan dike? Gelo ez şîretan qebûl dikim? Gava ez têm ceribandin, ez çi dikim? Gelo ez di riya rastiyê de êdî gihîştî me?” (Ef. 4:13). Wê baş be ku em li ser van pirsan bifikirin û analîz bikin ku em ji aliyê ruhî ve bi rastî bi pêş ve çûne an na.
6. Ji bo ku em xwe analîz bikin, carinan dibe ku çi lazim be?
6 Ji bo ku em zîhniyeta xwe ya ruhî analîz bikin, ji me re carinan alîkarî lazim dibe. Pawlosê şandî got ku kesekî bi zîhniyeta nefsî nikare fehm bike ku Xwedê ji wî ne razî ye. Lê belê kesekî bi zîhniyeta ruhî dikare fehm bike ku Xwedê ji me çi dixwaze û zîhniyeta nefsî çima şaş e (1. Kor. 2:14-16; 3:1-3). Kalên civatê, yên ku xwediyê fikra Mesîh in, zû fehm dikin gava yekî dikeve zîhniyeta nefsî. Eger ew bala me li ser vê bikişînin, gelo em şîretên wan qebûl dikin û tînin cih? Eger em vê yekê bikin, emê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin (Waiz 7:5, 9).
JI ALIYÊ RUHÎ VE XURTTIR BIBE
7. Ji bo ku em bibin xwediyê zîhniyeta ruhî, gelo zanîna Kitêba Pîroz bes e?
7 Ji bîr neke ku ji bo ku em bibin xwediyê zîhniyeta ruhî, zanîna Kitêba Pîroz ne bes e. Silêman Padîşah riya Xwedê rind dizanibû. Bi ser de, gotinên wî ketin Kitêba Pîroz. Dîsa jî, Silêman zîhniyeta xwe ya ruhî bi zeman re winda kir û dev ji dilsoziya xwe berda (1. Qra. 4:29, 30; 11:4-6). Madem ku wisa ye, ji xeynî zanîna Kitêba Pîroz çi lazim e? Lazim e ku em ji aliyê ruhî ve bi dewamî bi pêş ve herin (Kol. 2:6, 7). Em çawa dikarin vêya bikin?
8, 9. (a) Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve xurttir bibin? (b) Gava em lêkolîn dikin û kûr difikirin, gerek daxwaza me çi be? (Li resmê ewilî binêre.)
8 Li sedsala yekê, Pawlos xwişk û bira tembîh kirin ku ew “ber bi Îbr. 6:1). Ji bo ku tu jî vê tembîha Pawlos bînî cih, tu dikarî çi bikî? Serê pêşîn, wê baş be ku tu kitêba “Xwe nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) lêkolîn bikî. Ev kitêb wê alî te bike ku tu fehm bikî ku tu çawa dikarî li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijî. Eger te lêkolîna vê kitêbê ji xwe xelas kiriye, tu dikarî weşanên din lêkolîn bikî da ku baweriya te xurttir be (Kol. 1:23). Ji bo ku tu tiştên ku tu dielimî di jiyana xwe de bînî cih, gelo tu dua dikî û kûr difikirî?
bêkemahîtiyê ve pêşve herin” (9 Wexta ku em lêkolîn dikin û kûr difikirin, daxwaza me gerek ev be ku em rizaya Yehowa bistînin û qanûnên wî bînin cih (Zeb. 40:8; 119:97). Wekî din, gerek em dev ji her tiştê ku dikare me ji aliyê ruhî ve bisekinîne, berdin (Tît. 2:11, 12).
10. Ciwan çawa dikarin zîhniyeta ruhî bînin meydanê?
10 Eger tu hê ciwan î, gelo armancên te yên ruhî hene? Li civînên yekrojî, birayekî ku li Beytelê xizmet dike her tim bi kesên ku wê bên bin av kirin re sohbet dike. Gelek ji wan ciwan in. Bira ji wan dipirse ku armancên wan ên ruhî çi ne. Cewabên gelek kesan eyan dikin ku ew bi zelalî dizanin ku ew dixwazin çi bikin ji bo xizmeta Yehowa. Hinek dixwazin xizmeta tamrojî bikin, hinek jî dixwazin mizgînê li xeribiyê belav bikin. Lê belê carinan, hin ciwan nizanin ku çi dixwazin bikin. Gelo ew difikirin ku ne lazim e ku ji xwe re armancên ruhî bigirin? Eger tu ciwan î, ji xwe wisa bipirse: “Gelo ez tenê ji bo xatirê dê û bavê xwe bi îşên ruhî mijûl dibim? Gelo ez xîret dikim ku dostiya min bi Xwedê re xurttir bibe û ku ez nêziktirî wî bibim?” Helbet, ne tenê ciwan hewceyî armancên ruhî ne. Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, armancên ruhî wê alî me giştan bikin ku em ji aliyê ruhî ve biqewet bibin (Waiz 12:1, 13).
11. (a) Ji bo ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, gerek em çi bikin? (b) Em dikarin kê ji xwe re bikin nimûne?
11 Gava em keşf dikin ku em ji kîjan aliyan ve zeîf in, gerek em xwe biguherînin. Pir muhîm e ku em bibin xwediyê zîhniyeta ruhî. Bi eslê xwe, ev pirsa man û nemanê ye (Rom. 8:6-8). Lê belê, gihîştîbûna ruhî nayê maneya ku mirov gerek bêqisûr be. Ruhê Yehowa wê alî me bike ku em bi pêş ve herin. Dîsa jî, gerek em pir xîret bikin. Çend sal berê, birayê John Barr, ê ku li Koma Rêberiyê xizmet dikir, li ser Lûqa 13:24 wisa şîrove kir: “Ji bo gelek kesan, sebeba sernekeftiyê ev e ku ew bi têra xwe xîret nakin ku ew xurt bibin.” Gerek em wek Aqûb bin: Wexta ku wî bi melekekî re gulaş kir, Aqûb heta ku ji wî bereket nestend, wî ew nehişt (1. Mû. 32:26-28). Lêkolîna Kitêba Pîroz helbet dikare kêfê bide me, lê armanca Kitêba Pîroz ne tenê ev e ku em kêfê bistînin. Loma gerek em xîret bikin ku xezîneyên ruhî, yên ku dikarin alî me bikin, bi dest bixin.
12, 13. (a) Çi wê alî me bike ku em gotinên Romayî 15:5 bi kar bînin? (b) Serpêhatiya Petrûsê şandî û şîreta wî çawa dikarin alî me bikin? (c) Tu dikarî çi bikî ku zîhniyeta ruhî bînî meydanê? (Li çarçoveya “Tu Çawa Dikarî ji Aliyê Ruhî ve bi Pêş ve Herî?” binêre.)
12 Her ku em xîret dikin ku em zîhniyeta ruhî bînin meydanê, ruhê pîroz wê qewetê bide me ku em zîhniyeta xwe biguherînin. Bi alîkariya ruhê pîroz, fikra me wê her ku diçe bişibe fikra Mesîh (Rom. 15:5). Bi ser de, ewê alî me bike ku em dev ji xwestekên nefsê berdin û sifatên baş ên ku Xwedê ji wan hez dike, pêk bînin (Gal. 5:16, 22, 23). Eger zîhniyeta me zorê li me bide ku em bala xwe bidin tiştên madî û xwestekên nefsê, gerek em dev ji mucadeleyê bernedin. Her daîm ji Yehowa re dua bike ku ew ruhê pîroz bide te û alî te bike ku tu bala xwe bidî tiştên munasîb (Lûqa 11:13). Mesela, Petrûsê şandî bîne bîra xwe. Wî di heyata xwe de çend caran wek mirovekî bi zîhniyeta ruhî hereket nekir (Met. 16:22, 23; Lûqa 22:34, 54-62; Gal. 2:11-14). Lê wî dev ji mucadeleyê berneda. Hêdî hêdî, bi alîkariya Yehowa, Petrûs bû xwediyê zîhniyeta Mesîh.
13 Petrûs paşê nîşan da ku gerek em li ser kîjan tiştan bişixulin (2. Petrûs 1:5-8 bixwîne). Her ku em “hemû xîretkêşiyê bi kar bînin” ji bo ku em bibin xwediyê sifatên wek xwegirtin, ragirtin û hezkirina biratiyê, emê alîkariyê bistînin ku em ji aliyê zîhniyeta ruhî ve bi pêş ve herin. Her roj, ji xwe wisa bipirse: “Îro gerek ez çi bikim ku ez ji alîyê ruhî ve bi pêş ve herim?”
LI GOR RÊBERIYA KITÊBA PÎROZ BIJÎ
14. Zîhniyeta ruhî wê çawa li ser jiyana me tesîr bike?
14 Zîhniyeta Mesîh wê li ser xeberdana me, li ser hal û hereketên me yên li mektebê an jî li cihê şixulê û li ser qerarên ku em her roj didin, tesîr bike. Qerarên me wê eyan bikin ku ka em xiret dikin ku em bi rastî bibin şagirtên Îsa. Ji ber ku em mirovên bi zîhniyeta ruhî ne, em naxwazin îrtibata xwe bi bavê meyî ezmanî re têxin talûkeyê. Gava xwestekên nefsê zorê li me didin, zîhniyeta Mesîh wê alî me bike ku em wan red bikin. Berî ku em qeraran bidin, wê baş be ku em li ser van pirsan bifikirin: “Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî min bikin ku ez qerarekî baş bidim? Eger Îsa li şûna min bûya, wiyê çi bikira? Kîjan qerar wê dilê Yehowa xweş bike?” Mesele çi be jî, gerek em her tim wisa bifikirin. Niha emê li ser çend mîsalan şêwir bikin û prensîpeke Kitêba Pîroz tesbît bikin ku dikare alî me bike ku em qerarekî baş bidin.
15, 16. Zîhniyeta Mesîh çawa dikare alî me bike ku em li van waran qerarên baş bidin: (a) Zewac (b) Hevaltî?
15 Zewac. Prensîpa Kitêba Pîroz li 2. Korintî 6:14, 15 derbas dibe (bixwîne). Peyvên Pawlos bi zelalî eyan dikin ku kesekî bi zîhniyeta ruhî nikare bi kesekî bi zîhniyeta nefsî re bi temamî di ahengê de bibe. Di warê zewacê de, em çawa dikarin vê prensîpê bişixulînin?
16 Hevaltî. 1. Korintî 15:33 prensîpa Kitêba Pîroz eyan dike (bixwîne). Kesekî bi zîhniyeta ruhî wê bi kesên ku dikarin zerarê bidin siheta wî ya ruhî, hevaltiyê neke. Tu çawa dikarî vê prensîpê bi kar bînî? Mesela, ev prensîp çawa dikare alî te bike ku tu li warê înternet û torên civakî aqilmend bî? An jî, eger yekî nenas te dawet bike ji bo lîstikên li ser înternetê, tuyê çi bikî?
17-19. Zîhniyeta ruhî çawa dikare alî te bike (a) ku tu ji îşên vala dûr bisekinî? (b) ku tu herî pey armancên rast? (c) ku tu muneqaşeyan hel bikî?
17 Faeliyetên ku ji pêşveçûna ruhî re dibin Îbranî 6:1 bixwîne). Hemû faeliyetên ku ji aliyê ruhî ve mirî, vala an jî bêfeyde ne, “karên mirî” ne. Ji bo gelek tiştan, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ev faeliyet bifeyde ye an bêfeyde ye? Gelo wê baş be ku ez bikevim vî îşê tîcarî an na? Gerek ez çima tev li tevgerên civakî nebim?”
manî. Pawlos ji şagirtên Îsa re got ku gerek ew xwe ji “karên mirî” dûr bixin (18 Armancên ruhî. Di weaza li ser çiyê, Îsa rêberî da me ku em herin pey armancên rast (Met. 6:33). Kesekî bi zîhniyeta ruhî wê bikeve pey armancên ruhî. Bi alîkariya vê prensîpê, em dikarin cewabên van pirsan bibînin: “Piştî mektebê, ma hewce ye ku ez herim zanîngehê? Gerek ez li îşekî çawa bigerim?”
19 Muneqaşe. Şîreta ku Pawlos da civata Romayê çawa alî me dike ku em muneqaşeyan hel bikin? (Rom. 12:18). Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em dixwazin “bi hemû mirovan re di aştiyê de bin”. Gava muneqaşe derdikeve, em çi dikin? Gelo em serhişk in an jî kesên “aştîker” in? (Aqûb 3:18).
20. Tu çima dixwazî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî?
20 Belê, prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em li van waran û li warên din jî qerarên baş bidin, ên ku layiqî kesekî bi zîhniyeta ruhî ne. Bi saya zîhniyeta ruhî, emê hê dilşadtir û kêfxweştir bibin. Robert – ê ku serpêhatiya wî li serê vê meqaleyê derbas bû – wisa dibêje: “Piştî ku min dostiya xwe bi Yehowa re xurt kir, ez bûm zilam û bavekî baştir. Ez kêfxweş û dilşad bûm.” Eger em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin pêşveçûna ruhî, emê jî karibin nîmetên wisa bi dest bixin. Eger em bibin xwediyê zîhniyeta ruhî, emê ji jiyana xwe zêdetir kêfê bistînin û bigihîjin “jiyana rastîn” (1. Tîm. 6:19).