Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16

Wek Yehowa Dilrehm Be

Wek Yehowa Dilrehm Be

“Li gor dîtinê dadbar [mehkeme] nekin, lê li gor rastiyê dadbar bikin” (YÛH. 7:24).

KILAM 101 Bi Yektî Kar Bikin

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa li me çawa dinêre?

GELO li te xweş tê gava kesên din li gor reng û rûyê te yan bejn û bala te li te dinêrin? Helbet na! Loma em çi qas şa ne ku Yehowa bi çavê însanan li me nanêre. Mesela, gava Samûyêl pêxember li kurên Îşay dinêrî, wî wek Yehowa li wan nedinêrî. Yehowa ji wî re gotibû ku yek ji kurên Îşay wê bibe padîşahê Îsraêl. Gelo kîjan ji wan? Gava Samûyêl kurê Îşay yê mezin Elîab dît, ew difikirî ku Yehowa ew hilbijartiye, çimkî Elîab wek padîşahek xuya dikir. “Lê belê XUDAN ji Samûyêl re got: Li xuyanîbûna wî û dirêjiya qama wî nenihêre; ji ber ku wî red kirim.” Ders çi ye? Yehowa wisa dibêje: “Mirov li wec dinêre, lê belê XUDAN li dil dinêre” (1. Sam. 16:1, 6, 7).

2. Wek Yûhenna 7:24 nîşan dide, gerek em mirovan çima “li gor dîtinê” mehkeme nekin? Mîsalekê bide.

2 Ji ber ku em qisûrdar in, em mirovan carinan “li gor dîtinê” mehkeme dikin (Yûhenna 7:24 bixwîne). Lê belê, mirov nikare “li gor dîtinê” di heqê kesekî de her tiştî fehm bike. Mesela, doktorek çi qas bitecrûbe û jêhatî be jî, ew nikare her tiştî fehm bike gava ew tenê li kesekî nexweş dinêre. Wexta ku ev kes behsa nexweşiya xwe û hîsên xwe dike, gerek doktor rind guh bide. Dibe ku doktor bixwaze ku rontgenek bê kişandin ku ew karibe hundirê bedenê bibîne. Eger doktor wisa neke, rîsk heye ku ew teşhîseke şaş deyne. Mîna vê, em nikarin xwişk û birayên xwe bi temamî fehm bikin gava em tenê ji derve li wan dinêrin. Lazim e ku em li “hundirê” wan binêrin. Em helbet nizanin ku di dilê wan de çi heye, loma em tu caran nikarin mirovan bi qasî Yehowa fehm bikin. Dîsa jî, em dikarin hewl bidin ku em Yehowa ji xwe re bikin emsal. Gelo çawa?

3. Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

3 Yehowa li xizmetkarên xwe çawa muemele dike? Ew guh dide wan. Ew hal û rewşa wan dike hesabê. Wekî din, ew ji wan re dilrehm e. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa li Ûnis, Êlyas, Hacer û Lût çawa muemele dikir. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin li minasebetên xwe ya bi xwişk û birayan re Yehowa ji xwe re bikin emsal.

RIND GUH BIDE

4. Em belkî çima di heqê Ûnis de negatîf difikirin?

4 Ji ber ku em di heqê Ûnis pêxember de her tiştî nizanin, em belkî difikirin ku ew kesekî pênebawer yan nedilsoz bû. Yehowa rasterast emir dabû Ûnis ku ew here û fermana wî li bajarê Nîneweyê îlan bike. Lê belê, Ûnis guh neda Yehowa û li gemiyekê siwar bû da ku “ji ber XUDAN bireve” (Yns. 1:1-3). Ma te fersendeke din bidaya Ûnis ku ew wezîfeya xwe bîne cih? Belkî na. Lê Yehowa fersendeke nû da wî (Yns. 3:1, 2).

5. Ji Yûnis 2:1, 2, 9, em di heqê Ûnis de çi fehm dikin?

5 Gava Ûnis ji Yehowa re dua kir, wî eyan kir ku ew însanekî çawa ye (Yûnis 2:1, 2, 9 bixwîne). Ûnis bê guman gelek caran ji Yehowa re dua kiribû. Lê belê, bi saya duaya ku Ûnis kir gava ku ew ket zikê masî, em dikarin wî baştir fehm bikin. Ûnis her çi qas ji wezîfeya xwe reviyabû jî, gotinên wî rêyî me didin ku ew yekî dilnizm û şikurdar bû, û ku ew biqerar bû ku guh bide Yehowa. Li şûna ku tenê li kirinên Ûnis binêre, Yehowa cewab da duaya wî û paşê jî ew wek pêxember bi kar dianî.

Bi saya guhdayînê, emê halê mirovan hê baştir fehm bikin (Li paragrafa 6an binêre) *

6. Wê çima baş be ku em rind guh bidin?

6 Ji bo ku em rind guh bidin mirovan, gerek em dilnizm û bisebir bin. Ev yek çima muhîm e? A yekê, emê di heqê wan de zû negihîjin netîceyên şaş. A diduyan, emê hîs û niyetên wan baştir fehm bikin, û ev yek wê alî me bike ku em ji wan re hê dilrehmtir bin. A sisêyan jî, emê belkî karibin alî wan bikin ku ew xwe baştir fehm bikin. Carinan em hîsên xwe rind fehm nakin heta ku em wan neynin zimên (Mtl. 20:5). Li Asyayê, kalekî civatê wisa dibêje: “Carekê, min şîret da bêyî ku guh bidim. Min ji xwişkekê re got ku gerek ew li civînan cewabên hê xweştir bide. Lê paşê, min bihîst ku xwendina wê zeîf e, û lê pir zor tê ku cewaban bide.” Pir muhîm e ku her kalê civatê rind guh bide berî ku ew şîretê bide kesekî (Mtl. 18:13).

7. Ji vê ku Yehowa çawa alî Êlyas kir, em çi dersê distînin?

7 Li hin xwişk û birayên me seba jiyan, kultur yan şexsiyeta wan zor tê ku behsa fikir û hîsên xwe bikin. Em çawa dikarin alî wan bikin ku ew dilê xwe ji me re vekin? Bîne bîra xwe ku Yehowa çi kir gava Êlyas ji Îzebelê reviya. Gelek roj derbas bûn berî ku Êlyas dilê xwe ji Bavê xweyî ezmanî re vekir. Yehowa rind guh da wî. Paşê, wî cesaret da Êlyas û wezîfeyeke nû da wî (1. Qra. 19:1-18). Belkî wext lazim e heta ku xwişk û birayên me dilê xwe ji me re vekin. Loma gerek em wek Yehowa bi sebir bin ku em baweriya wan qazanc bikin. Paşê, gava ew hazir in ku behsa fikir û hîsên xwe bikin, gerek em rind guh bidin wan da ku em wan rind fehm bikin.

XWIŞK Û BIRAYAN NAS BIKE

8. Li gor 1. Mûsa 16:7-13, Yehowa çawa alî Hacerê kir?

8 Piştî ku xizmetkara Sarayê Hacer bû pîreka Abram û bihemle ma, wê tiştekî bêaqil kir. Ji ber ku zarokên Sarayê tune bûn, Hacerê ew kêm didît. Problem ew qas mezin bûbû ku Sarayê Hacer qewirand (1. Mû. 16:4-6). Bi nêrîna me ya qisûrdar, em belkî difikirin ku Hacer jinikeke zimandirêj bû, ya ku di netîceyê de heqê xwe stend. Lê belê, Yehowa wisa nedifikirî. Wî melekê xwe şand ba wê. Melek alî Hacerê kir ku ew nêrîna xwe rast bike û jê re got ku Yehowa bi wê re ye. Hacerê fehm kir ku Yehowa halê wê didît û ew xwedî dikir. Loma wê got: “Min Xwedayê ku min dibîne dît” (1. Mûsa 16:7-13 bixwîne).

9. Xwedê di heqê Hacerê de çi kir hesabê?

9 Belê, Yehowa halê Hacerê û şertên wê rind dizanibûn (Mtl. 15:3). Hacer jinikeke Misrî bû, ya ku li maleke Îbranî dijiya. Gelo wê xwe carinan xerîb hîs dikir? Gelo wê bêriya malbat û welatê xwe dikir? Ji xeynî Hacerê, jinikeke Abram a din jî hebû. Li wê demê, hin zilamên dilsoz ji xwe re çend jin dianîn. Lê ev yek ne li gor armanca Yehowa ya eslî bû (Met. 19:4-6). Loma tê fehm kirin ku rewşa van du jinan çima bû sebeba çavnebarî û nefretê. Yehowa helbet bêhurmetiya Hacerê xweş nedidît, lê belê wî bê guman hal û şertên Hacerê kirin hesabê.

Xwişk û birayan rind nas bike (Li paragrafên 10 heta 12yan binêre) *

10. Em çawa dikarin xwişk û birayan rindtir nas bikin?

10 Wê baş be ku em Yehowa ji xwe re bikin emsal û xîret bikin ku em hevdû fehm bikin. Xwişk û birayan rind nas bike. Berî û piştî civînan bi wan re sohbetê bike, bi wan re derkeve xizmetê û eger fersend hebe, wan ji bo xwarinê gazî mala xwe bike. Eger tu wisa bikî, tuyê belkî tê derxî ku xwişkeke ku sar xuya dike bi eslê xwe fediyok e, ku birayekî ku malperest xuya dike bi eslê xwe comerd e yan ku malbateke ku gelek caran dereng tê civînan bi eslê xwe bi muxalefetê micadele dike (Eyûb 6:29). Gerek em helbet ‘pozê xwe nexin xebata yên din’ (1. Tîm. 5:13). Dîsa jî, wê baş be ku em xwişk û birayan ji nêziktir ve nas bikin da ku em wan rindtir fehm bikin.

11. Çima muhîm e ku kalên civatê xwişk û birayan rind nas bikin?

11 Pir muhîm e ku kalên civatê xwişk û birayan rind nas bikin. Serpêhatiya birayekî bi navê Artûr, yê ku nazirê herêmê bû, bîne ber çavê xwe. Ew tevî kalekî din çû ziyareta xwişkekê, ya ku fediyok xuya dikir û xwe ji kesên din dûr digirt. Artûr dibêje: “Em pê hesiyan ku zilamê wê zû miribû. Li gel çetinahiyan, wê du qîzên xwe di riya rastiyê de mezin kiribûn. Niha çavên wê êdî rind nedidît, û ew ketibû depresyonê. Dîsa jî, wê ji Yehowa pir hez dikir, û baweriya wê xurt bû. Me fehm kir ku em dikarin ji vê xwişkê pir dersan bistînin” (Flp. 2:3). Vî nazirê herêmê Yehowa ji xwe re dikir emsal. Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz nas dike, û ew kul û derdên wan dizane (2. Mû. 3:7). Ji bo kalên civatê, yên ku miyan rind nas dikin, hêsantir e ku alî wan bikin.

12. Xwişkekê nêrîna xwe çawa guhert?

12 Eger tu ji hereketên hin xwişk û birayan aciz dibî, wê baş ku tu wan rindtir nas bikî. Eger tu wisa bikî, tuyê halê wan rindtir fehm bikî. Xwişkeke bi navê Yip Yee, ya ku li Asyayê dijî, wisa dibêje: “Xwişkeke li civata min her tim bi dengekî bilind xeber dida. Ez difikirîm ku ew hebekî bêedeb e. Lê belê gava ez bi wê re çûm xizmetê, wê ji min re got ku wê bi dê û bavê xwe re li sûkê masî difirotin. Lazim bû ku ew bi dengê bilind xeber bide ku bala xelkê bikişîne.” Yip Yee wisa dewam dike: “Ji bo ku ez xwişk û birayan fehm bikim, gerek ez wan rindtir nas bikim.” Helbet xîret lazim e ku em xwişk û birayan ji nêzik ve nas bikin. Lê belê, bi vê yekê ku em şîreta Kitêba Pîroz qebûl dikin û dilê xwe fireh dikin, em Yehowa ji xwe re dikin emsal, ê ku “dixwaze ku hemû mirov xelas bibin” (1. Tîm. 2:3, 4; 2. Kor. 6:11-13).

DILREHM BE

13. Wek 1. Mûsa 19:15, 16 nîşan dide, melekan çi kir gava Lût “bi giranî ve kir”?

13 Gava Lût li bajarê Sodomê dijiya, du melek hatin ba wî. Wan dixwest ku ew tevî malbata xwe ji bajêr derkeve û jê re got: “Em ê vir tune bikin” (1. Mû. 19:12, 13). Sibeha din, Lût û malbata wî hê li malê bûn. Loma melekan dîsa ji Lût re got ku gerek ew here, lê “wî bi giranî ve kir”. Em belkî difikirin ku Lût yekî bêxem yan bêîtaet bû. Lê belê Yehowa dixwest wî bifilitîne. Ji ber vê yekê, melekan destê wan girt û ew birin derveyî bajêr (1. Mûsa 19:15, 16 bixwîne).

14. Yehowa belkî çima ji Lût re ew qas dilrehm bû?

14 Yehowa çima ji Lût re ew qas dilrehm bû? Lût belkî bi lez nediket ji ber ku ew ji mirovên li derveyî bajêr ditirsiya. Talûkeyên din jî hebûn. Lût bi îhtimaleke mezin dizanibû ku li newaleke li nêzikî Sodomê, du padîşah ketibûn kortalên qetranê (1. Mû. 14:8-12). Wekî din, Lût bê guman ji bo malbata xwe xem dixwar. Bi ser de, Lût mirovekî dewlemend bû, loma mala wî ya li Sodomê belkî maleke pir xweş bû (1. Mû. 13:5, 6). Wê helbet lazim bûya ku Lût hemen guh bidaya Yehowa. Dîsa jî, Yehowa bala xwe neda şaşiya Lût, lê ew wek “mirovê rast” didît (2. Ptr. 2:7, 8).

Bi saya guhdayînê, emê belkî fehm bikin ku em çawa dikarin dilrehm bin (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Li şûna ku em hereketên mirovan mehkeme bikin, wê baş be ku em çi bikin?

15 Li şûna ku em hereketên mirovan mehkeme bikin, wê baş be ku em xîret bikin ku fikir û hîsên wan fehm bikin. Xwişkeke bi navê Veronica, ya ku li Ewropayê dijî, hewl da ku wisa bike. Ew wisa dibêje: “Xwişkek hebû ya ku her tim rûtirş xuya dikir. Wê xwe her tim ji kesên din dûr digirt. Carinan, ez ditirsiyam ku pê re xeber bidim. Lê paşê, ez difikirîm ku eger ez li şûna wê bûma, ezê hewceyî dostekê bûma. Loma min jê pirsî ka ew çawa ye, û wê dilê xwe ji min re vekir. Niha ez halê wê baştir fehm dikim.”

16. Gerek em çima alîkariya Yehowa bixwazin ku em hê dilrehmtir bibin?

16 Tenê Yehowa me bi temamî fehm dike (Mtl. 15:11). Loma ji wî alîkariyê bixwaze ku tu karibî wek wî li mirovan binêrî û fehm bikî ku tu çawa dikarî dilrehm bî. Xwişkeke bi navê Anjela bi saya duayê hê dilrehmtir bûye. Li civata wê, xwişkeke bi şexsiyeteke zor hebû. Anjela dibêje: “Wê pir hêsan bûya ku min ew rexne bikira û destê xwe ji wê bikişanda. Lê paşê, min ji Yehowa alîkarî xwest ku ez karibim hîsên wê baştir fehm bikim.” Gelo Yehowa cewab da duaya wê? Anjela dibêje: “Em bi hev re derketin xizmetê, û me paşê bi saetan sohbet kir. Min bi dilrehmî guh da wê. Niha ez ji wê zêdetir hez dikim, û ez dixwazim alî wê bikim.”

17. Wê baş be ku em çi bikin?

17 Em nikarin xwişk û birayan ji hev cihê bikin û bibêjin ku kî hêjayî dilrehmiya me ye û kî na. Wek Ûnis, Êlyas, Hacer û Lût, hemû xizmetkarên Yehowa rastî tengasiyan tên. Carinan, ew xwe bi xwe dibin sebeba tengasiyên xwe. Bi rastî, em gişt jî carinan wisa dikin. Loma Yehowa dixwaze ku em “derdên hev hilgirin” (1. Ptr. 3:8). Xwişk û birayên çeşîd bi çeşîd hene. Gava em guhdariya Yehowa dikin, em bi vê yekê piştgiriya yekîtiya malbata me ya bêemsal dikin. Bila em her tim guh bidin hevdû û ji hev re dilrehm bin!

KILAM 87 Werên! Hêlana Bistînin

^ par. 5 Ji ber ku em qisûrdar in, em carinan difikirin ku em niyeta mirovan dizanin. Lê belê tenê Yehowa “li dil dinêre” (1. Sam. 16:7). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku wî çawa bi dilovanî alî Ûnis, Êlyas, Hacer û Lût kir. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin wek Yehowa ji xwişk û birayan re dilovan bin.

^ par. 52 RESIM: Birayekî extiyar aciz dibe gava birayekî ciwan dereng tê civînê, lê paşê fehm dike ku ew dereng hatibû ji ber ku wî bi erebeya xwe qeza kiribû.

^ par. 54 RESIM: Nazirê koma xizmetê di serî de difikire ku xwişkek ji xwişk û birayan re sar e, lê ew paşê fehm dike ku ew tenê li ber kesên ku ew rind nas nake fediyok e.

^ par. 56 RESIM: Gava xwişkek cara pêşîn xwişkeke din li Salona Îbadetê dibîne, ew difikire ku ew rûtirş e, lê gava ew wê ji nêziktir ve nas dike, ew fehm dike ku ew yeke wisa nîne.