SERPÊHATÎ
Baweriya bi Yehowa Dilê Min Rihet Dike
GAVA ez ji mirovan re behsa jiyana xwe dikim, ez gelek caran ji wan re dibêjim: “Ez çenteyekî di destê Yehowa de me!” Yanî wek ku ez çenteyê xwe li gor dilê xwe dibim her derê, ez dixwazim ku Yehowa û teşkîlata wî jî min bi vî awayî bi kar bînin û ji min re bibêjin ku ez kengê herim ku derê. Hin tayînên ku min qebûl kiribûn hem zehmet bûn hem jî carinan bitalûke bûn. Lê min di emrê xwe de dîtiye ku baweriya bi Yehowa dilê min rihet dike.
YEHOWA NAS DIKIM Û BAWERIYA XWE BI WÎ TÎNIM
Ez di sala 1948an de li Nîjeryayê di gundekî biçûk de hatim dinyayê. Wê demê, apê Moustapha û paşê birayê min ê mezin Wahabi bûn Şahidên Yehowa. Gava ez neh salî bûm, bavê min mir. Ez pir xemgîn bûm. Wahabi ji min re got ku rojekê, bavê me wê ji mirinê rabe û emê wî dîsa bibînin. Van gotinên xweş li ser min ew qas tesîr kir ku min dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Îcar ez di sala 1963yan de vaftîz bûm. Paşê sê birayên min ên din jî vaftîz bûn.
Di sala 1965an de, ez çûm bajarê Lagosê cem birayê xwe Wilson. Li wê derê, min gelek caran bi pêşengên daîmî yên civata Igbobiyê re wext derbas dikir. Xîret û kêfxweşiya wan ez teşwîq kirim, û di Çileya 1968an de, ez jî bûm pêşeng.
Li bakurê Nîjeryayê pêşengên xisûsî pir lazim bûn. Loma, birayekî bi navê Albert Olugbebi, yê ku li Beytelê xizmet dikir, ji bo me ciwanan civîneke taybet çêkir û behsa vê hewcedariyê kir. Gotinên wî hê jî di guhê min de ne: “Hûn ciwan in û dikarin wext û qeweta xwe ji bo Yehowa bi kar bînin. Ji bo we gelek kar heye!” Wek Îşaya pêxember, ez bi dil Îşaya 6:8).
û can hazir bûm ku li gor daxwaza Yehowa tevbigerin, loma min forma ji bo pêşengiya xisûsî tije kir (Di Gulana 1968an de, ez wek pêşengê xisûsî hatim şandin bajarê Kanoyê, li bakurê Nîjeryayê. Wê demê Şerê Biafrayê (1967-1970) li wê herêmê bûbû sebebê êş û mirinê û paşê derbasî rojhilatê Nîjeryayê bû. Birayekî bi niyeta qenc xîret dikir ku min qanih bike ku ez neçim wê derê. Lê min ji wî re got: “Qet xeman nexwe. Eger Yehowa dixwaze ku ez li wê derê jê re xizmetê bikim, bê şik ewê bi min re be.”
DI DEMA ŞER DE, MIN XWE DISPART YEHOWA
Halê bajarê Kanoyê pir xerab bû. Ji ber şer, ev bajar wêran bûbû. Di xizmetê de, me carinan cesedên kesên ku di şer de hatibûn kuştin, didîtin. Berê li bajarê Kanoyê çend civat hebûn, lê niha piraniya xwişk û birayan reviyabûn. Ji 15 mizgînvanan kêmtir mabûn, û ew jî pir ditirsiyan û bêcesaret mabûn. Dema ku ez û 5 pêşengên xisûsî yên din gihîştin wê derê, ew pir kêfxweş bûn. Bi saya teşwîqa me, dilê xwişk û birayan rihet bû. Me alî wan kir ku ew dîsa derkevin xizmetê û herin civînan. Wekî din, wan dîsa raporên xizmetê û sparîşên ji bo weşanan dişandin buroyê.
Me dest bi hînbûna zimanê Hausa kir. Dema ku mirovan xebera xêrê bi zimanê xwe dibihîst, wan gelek caran guh dida me. Lê belê, endamên dînekî navdar ji me hez nedikir, loma lazim bû ku em hay ji xwe hebin. Carekê, zilamekî bi kêrê li pey me ket. Em zû reviyan û ew negihîşt me. Şikir ji Xwedê re! Tevî talûkeyan jî, Yehowa em diparastin, û mizgînvan zêde dibûn (Zebûr 4:8). Îro, di 11 civatên Kanoyê de ji 500 mizgînvanan zêdetir hene.
MUXALEFETA LI NÎJERÊ
Dû re di Tebaxa 1968an de, piştî ku ez tenê çend mehan li Kanoyê mabûm, teşkîlatê ez û du pêşengên xisûsî yên din şandin Niamey’yê, paytexta Komara Nîjerê. Di demeke kin de, me fehm kir ku Nîjer bi
rastî jî welatekî pir germ e. Lazim bû ku em hem hînî rewşa hewayê bibin hem jî zimanê resmî, yanî Fransî hîn bibin. Ev tişt her çi qas ne hêsan bûn jî, me xwe spart Yehowa û li paytextê bi çend mizgînvanên herêmê re dest bi xizmetê kir. Di demeke kin de, me kitêba ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz a bi navê The Truth That Leads to Eternal Life (Rastiya ku Dibe ber bi Jiyana Herheyî) da xelkê Niamey’yê û hema her kesê ku dikaribû bixwenda, nisxeyeke vê kitêbê bi dest xist. Hin kes jî li me digeriyan û ev kitêb dixwest!Piştî demeke kin, me fehm kir ku dewletê ji Şahidên Yehowa hez nedikir. Di Tîrmeha 1969an de, li wî welatî komcivîna pêşîn çêbû û teqrîben 20 kes hatin. Em bi çarçavan li benda vaftîzbûna du mizgînvanên nû bûn. Lê di roja yekê ya komcivînê de, polîs hatin û bername da sekinandin. Wan pêşengên xisûsî û çavdêrê herêmê birin qereqolê. Piştî îfadedayînê, wan emir da me ku em roja din dîsa bên qereqolê. Gava me fehm kir ku polîs dixwazin probleman derxin, me gotara vaftîzê di mala kesekî de organîze kir û dû re mizgînvanên nû bi dizîka di çemekî de hatin vaftîzkirin.
Piştî çend hefteyan, hukûmetê ferman da ku em û pênc pêşengên xisûsî yên din ji dewletê derkevin. Ji bo vê, wan tenê 48 saet dan me, û gerek me ev yek ji kîsê xwe bikira. Em rasterast çûn buroya li Nîjeryayê. Li wê derê, me tayînên nû standin.
Em hatin şandin gundekî Nîjeryayê yê bi navê Orisunbare. Li wê derê, komeke biçûk a mizgînvanan hebû û xelkê dixwest rêya rastiyê nas bike. Lê piştî şeş mehan, buroyê xwest ku ez bi tena serê xwe vegerim Nîjerê. Pêşî ez ecêbmayî mam û biheyecan bûm, lê paşê min bi dilxweşî xwest ku xwişk û birayên li Nîjerê dîsa bibînim!
Ez vegeriyam Niamey’yê. Piştî rojekê, bazirganekî Nîjeryayî fehm kir ku ez Şahidekî Yehowa me û di heqê Kitêba Pîroz de gelek tişt ji min pirsîn. Me dest bi lêkolînê kir. Piştî ku wî dev ji kişandina cixareyê û vexwarina pir zêde ya alkolê berda, ew vaftîz bû. Piştî vê, min li gelek herêmên Nîjerê xizmet dikir û di gelek salan de didît ku mirovan çawa rastî qebûl dikir. Dema ku ez cara pêşîn hatim wê derê tenê 31 Şahidên Yehowa hebûn, lê çaxê ku ez ji wê derê çûm, hejmara wan gihîştibû 69an.
“HAYA ME JI XWIŞK Û BIRAYÊN LI GÎNEYÊ NÎNE”
Di dawiya sala 1977an de, ez ji bo perwerdeyê vegeriyam Nîjeryayê. Di dawiya vê kursa sê hefteyî de, koordînatorê Komîteya Buroyê, birayê Malcolm Vigo, nameyeke ji buroya Sierra Leoneyê da min. Ew li birayekî nezewicî û bisihet digeriyan,
ê ku bi zimanê Îngilîzî û Fransî xeber dide, da ku ew wek çavdêrê herêmê li Gîneyê xizmetê bike. Birayê Vigo ji min re got ku ez ji bo vê wezîfeyê hatime perwerdekirin. Wî anî ziman ku ev ne wezîfeyeke hêsan e. Wî ev şîret da min: “Pêşî bifikire û paşê qerarê bide.” Min di cih de cewab da û got: “Ji ber ku Yehowa min dişîne, ezê herim.”Ez bi teyareyê çûm Sierra Leoneyê û min birayên ji buroyê dîtin. Endamekî Komîteya Buroyê ji min re wisa got: “Haya me ji xwişk û birayên li Gîneyê nîne. Em nizanim ew çawa xizmetê dikin.” Her çi qas buro ji karê belavkirina mizgînê yê li Gîneyê mesûl bû jî, xwegihandina mizgînvanan ne mumkin bû, çimkî li wê derê rewşa siyasî tev li hev bû. Buroyê her çi qas hewl dida ku birayekî bişîne Gîneyê, dîsa jî ev yek çênedibû. Ji ber vê yekê, ji min hat xwestin ku ez herim paytexta Gîneyê, bajarê Konakriyê û hewl bidim ku destûra rûniştinê bi dest bixim.
“Ji ber ku Yehowa min dişîne, ezê herim”
Gava ez gihîştim Konakriyê, ez çûm konsûlxaneya Nîjeryayê. Û min ji konsûl re got ku ez dixwazim mizgînê li Gîneyê belav bikim. Wî şîret da min ku ez li wê derê nemînin, çimkî îhtimal hebû ku ez bêm girtin yan jî zerar bigihîje min. Wî got: “Vegere Nîjeryayê û li wê derê mizgînê belav bike.” Min got: “Ez dixwazim li vê derê bimînim.” Loma wî nameyek ji Wezîrê Karûbarên Hundirî re nivîsand û wî wezîrî alî min kir.
Demeke kin piştî vê, ez vegeriyam buroya li Sierra Leoneyê û min qerara wî wezîrî ji wan re got. Gava birayan bihîst ku Yehowa rêwîtiya min bibereket kiriye, ew pir kêfxweş bûn. Min li Gîneyê destûra rûniştinê stand!
Ji sala 1978an heta 1989an ve, min wek çavdêrê herêmê li Gîne û Sierra Leoneyê û wek temsîlkarê çavdêrê herêmê li Lîberyayê xizmet dikir. Di destpêkê de, ez gelek caran nexweş diketim. Ev yek carinan li herêmên dûr diqewimî. Lê xwişk û birayan çi ji destê wan dihat, dikir ku min bibin nexweşxaneyê.
Carekê, ez bi giranî bi nexweşiya malaryayê ketim û di zikê min de kurmik hebûn. Piştî ku hinekî qenc bûm, min bihîst ku birayan texmîn dikir ku ezê bimirim û difikirîn ku min li ku derê defn bikin! Li ber mirinê jî, fikra ku ez dev ji tayîna xwe berdim qet nedihat aqlê min. Û ez hê jî emîn im ku tenê Yehowa dikare me biparêze û heta ji mirinê jî rake.
EM WEK JIN Û MÊR XWE DISPÊRIN YEHOWA
Di sala 1988an de, min Dorcas nas kir. Ev xwişka pêşeng ji Yehowa pir hez dike û pir dilnizm e. Em zewicîn, û wê destek da tayîna min a wek çavdêrê herêmê. Dorcas xanimeke pir dilovan û fedakar e. Di navbera civatan de, em gelek caran bi çenteyên xwe teqrîben 25 kîlometre dimeşiyan. Ji bo civatên hê dûrtir, me her cureyê wesayîtên çûnûhatinê bi kar dianîn, da ku em li ser rêyên biherî û biqul bi rêve herin.
Dorcas pir wêrek e. Mesela, carinan em neçar diman ku di çemên tije tîmseh re derbas bibin. Di rêwîtiyeke pênc rojî de, ji ber ku pirên darîn ên li ser çem şikestî bûn, em mecbûr man ku qeyîkê bi kar bînin. Dema ku Dorcas ji qeyîkê peya dibû, ew ket ava kûr. Me nizanibû ajnê bikin û di çem de tîmseh hebûn. Çi qas baş e ku hin ciwanan xwe avêtin avê û ew xelas kir. Ji bo demekê, me her duyan li ser vê bûyerê xewnên ne xweş didîtin, lê me tayîna xwe dewam dikir.
Di destpêka sala 1992yan de, gava em pê hesiyan ku Dorcas bihemle ye, ev yek ji bo me surprîz bû. Gelo hewce bû ku em niha dev ji xizmeta tamrojî berdin? Me ji hev re digot: “Yehowa xelatek daye me!” Ji ber vê yekê, me qerar da ku navê keça xwe bikin Jahgift (ku bi zimanê Îngilîzî tê maneya “xelata ji Yah”). Çar salan piştî bûyîna Jahgiftê, birayê wê Eric hat dinyayê. Her du zarokên me bi rastî jî diyariyên ji Yehowa ne. Jahgiftê ji bo hin deman di ofîsa wergerandinê de li Konakriyê xizmet dikir, û Eric alîkarê civatê ye.
Ji bo ku xanima min zarokên me mezin bike, lazim bû ku Dorcas xizmeta pêşengiya xisûsî bide sekinandin. Lê belê, wê wek pêşenga daîmî xizmeta xwe dewam dikir. Bi alîkariya Yehowa, min xizmeta pêşengiya xisûsî dewam dikir. Piştî ku zarokên me mezin bûn, Dorcasê dîsa dest bi xizmeta pêşengiya xisûsî kir. Îro em her du jî wek mizgînvanên wezîfedar li deşta Konakriyê xizmetê dikin.
YEHOWA ME DIPARÊZE
Yehowa ez bişandima ku derê, ez diçûm wê derê. Min û xanima xwe gelek caran dît ku Yehowa me diparêze û bibereket dike. Ji ber ku me xwe nedispart tiştên madî, lê baweriya xwe bi Yehowa dianî, em ji gelek xem û derdan hatin parastin. Ez û Dorcas ji serpêhatiyên xwe hîn bûne ku Yehowa “Xwedayê Xelasiya me” ye, loma dilê me her tim rihet û aram e (1. Dîrokan 16:35). Ez bi vê yekê bawer im: Xwedê wê her kesê ku xwe dispêre wî biparêze (1. Samûyêl 25:29).