Here Naverokê

Here naverokê

Bi Gotin û Kirinên Xwe Dilovan Be

Bi Gotin û Kirinên Xwe Dilovan Be

GAVA Lisayê * cara pêşîn di heqê rastiyê de bihîst, gelo çi li wê xweş hat? Ew dibêje: “Tiştê ku herî zêde li min tesîr kir, dilovaniya mirovan bû.” Anna jî wisa dibêje: “Di serî de, ji hîndariyên Şahidên Yehowa zêdetir, dilovaniya wan dilê min girt.” Îro, her du jî xwişkên me ne, û ew ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê distînin. Lê belê, di destpêkê de wan herî zêde ji dilovaniya Şahidên Yehowa re heyran mabûn.

Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin bi gotin û kirinên dilovan bigihîjin dilê mirovan. Wekî din, emê bibînin ku gerek em li hemberî kê dilovan bin.

BI DILOVANÎ BIPEYIVE

Beşa 31ê ya Methelokên Silêman behsa jinikeke jîr û jêhatî dike, ya ku “qanûna dilovaniyê li ser zimanê wê ye” (Methelokên Silêman 31:26, NWT). Ew îznê dide ku ev “qanûn” rêberiya zimanê wê bike. Ji bo serê malbatan jî pir muhîm e ku ev “qanûn” li ser zimanê wan hebe. Piraniya dê û bavan rind dizanin ku gotinên sert û bihêrs nagihîjin dilê zarokan. Loma, ji bo ku tesîra gotinên wan baş be, lazim e ku dê û bav bi dilovanî bipeyivin.

Helbet muhîm e ku ne tenê dê û bav, lê em gişt bi dilovanî xeber bidin. Gelo tu çawa dikarî bi dilovanî xeber bidî? Cimleya pêşîn a Methelokên Silêman 31:26 (NWT) wisa dibêje: “Ew devê xwe bi hîkmet vedike.” Yanî, lazim e ku em bi dîqat bipeyivin. Wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gelo xeberdana min wê aştiyê bi pêş bixe yan hêrsê sor bike?” (Methelokên Silêman 15:1). Belê, pir muhîm e ku em rind bifikirin berî ku em bipeyivin.

Ayeteke din wisa dibêje: “Gotinên bêfikirandin hatine gotin, mîna şûr dibirin” (Methelokên Silêman 12:18). Ji bo ku em zimanê xwe kontrol bikin, gerek em ji berê ve bifikirin ku xeberdana me çawa dikare li ser kesên din tesîr bike. Belê, eger “qanûna dilovaniyê” li ser zimanê me hebe, emê bi sertî xeber nedin (Efesî 4:31, 32). Li şûna fikir û gotinên negatîf, bila em gotinên nazik bi kar bînin û bi germî xeber bidin. Di vî warî de, Yehowa ji me re emsal e. Mesela, wexta ku Êlyas pêxember cesareta xwe winda kiribû, Yehowa bi navgîniya melekekî bi “dengekî zirav û biaram” pê re xeber da (1. Qiralan 19:12). Helbet, ji bo ku em dilovan bin, ne bes e ku em tenê bi dilovanî xeber bidin. Lazim e ku em bi dilovanî hereket bikin jî. Gelo çawa?

DILOVANÎ LI SER MIROVAN TESÎR DIKE

Kesên ku çav didin Yehowa hem bi dilovanî xeber didin hem jî bi dilovanî hereket dikin (Efesî 4:32; 5:1, 2). Lisa wisa dibêje: “Gava ji nişka ve lazim bû ku em mala xwe bar bikin, du cotên ji civatê ji îşê xwe îzin stand ku alî me bikin. Wê demê, min hê dest bi kursa Kitêba Pîroz nekiribû.” Dilovaniya xwişk û birayan li ser Lisayê tesîr kir ku ew rastiyê lêkolîn bike.

Annayê jî qîmet da dilovaniya Şahidên Yehowa. Ew dibêje: “Seba halê dinyayê, li min pir zor dihat ku îtibara xwe bi mirovan bînim. Wexta ku ez rastî Şahidên Yehowa hatim, min şik dibir ka niyeta wan çi ye. Min ji xwe re digot: ‘Gelo ew çima xema min dixwin?’ Lê belê, gava min didît ku xwişka ku Kitêba Pîroz hînî min dikir bi rastî dilovan e, min îtibara xwe pê anî.” Gelo netîce bû çi? Ew dibêje: “Bi zeman re, min zêdetir bala xwe da tiştên ku ez hîn dibûm.”

Wek me dîtiye, dilovaniya xwişk û birayan dilê Lisa û Annayê girt û alî wan kir ku ew îtibara xwe bi Yehowa û bi xizmetkarên wî bînin.

JI MIROVAN RE DILOVAN BE

Hin kes seba şexsiyet yan kultura xwe rûken û nazik in. Ev yek helbet tiştekî xweş e. Lê eva xwe bi xwe nayê maneya ku kesên wisa dilovaniya Xwedê ji xwe re emsal digirin (li Karên Şandiyan 28:2 jî binêre).

Kitêba Pîroz dibêje ku dilovaniya rastîn pareke “berê Ruh” e (Galatî 5:22, 23). Ji bo ku em wek Yehowa û Îsa Mesîh dilovan bin, gerek em îznê bidin ku ruhê pîroz li ser me tesîr bike. Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em xema însanan dixwin. Hezkirina Yehowa û hezkirina însanan me dehf dide ku em dilovan bin. Eger em vî sifetî ji dil nîşan bidin, Xwedê wê ji me razî be.

GEREK EM JI KÊ RE DILOVAN BIN?

Li me belkî hêsan tê ku em li hemberî kesên ku em nas dikin yan kesên ku li hemberî me baş in, dilovan bin (2. Samûyêl 2:6). Mesela, em dikarin dilovaniya xwe bi vê yekê nîşan bidin ku em ji mirovan re spasdar bin (Kolosî 3:15). Lê eger em difikirin ku kesek hêjayî dilovaniya me nîne, îcar gerek em çi bikin?

Bîne bîra xwe ku Yehowa ji her kesî re dilovan e – heta li hemberî kesên ku hêjayî dilovaniya wî nînin jî. Kitêba Pîroz di heqê vî sifetî de derseke muhîm nîşanî me dide. Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî gelek caran behsa vê dilovaniya heqnekirî dike. Gelo Xwedê dilovaniya xwe çawa ji me re eyan dike?

Bîne ber çavê xwe ku bi milyonan însan çawa ji dilovaniya Yehowa feydeyê dibînin. Ji ber ku Xwedê dilovan e, ew hewcedariyên însanan tedarek dike (Metta 5:45). Bi ser de, berî ku me Yehowa nas kiribû jî, wî dilovaniya xwe ji me re nîşan dida (Efesî 2:4, 5, 8). Mesela, wî Kurê xweyî yekta di oxira însaniyetê de feda kir. Wek Pawlosê şandî nivîsîbû, Yehowa fîdye ‘li gor dewlemendiya kerema xwe’ da (Efesî 1:7). Wekî din, li gel vê yekê ku em gunehkar in û dilê Yehowa carinan diêşînin, ew bi dewamî rêberiya me dike û me hîn dike. Gotinên wî ji bo me wek “baranên sivik” in (5. Mûsa 32:2). Em nikarin heqê dilovaniya wî bidin. Rastî ev e ku jiyana me ya herheyî bi dilovaniya wî ve girêdayî ye (li 1. Petrûs 1:13 jî binêre).

Dilovaniya Yehowa me dehf dide ku em jî dilovan bin. Wek Yehowa, wê baş be ku em ne tenê ji hin kesan re, lê roj bi roj ji her kesî re dilovan bin (1. Selanîkî 5:15). Eger em bi dewamî dilovan bin, emê ji xwişk û birayan re, ji hevalders yan hevalkarên xwe re û ji cîran û maliyên xwe re bibin wek agirekî ku di rojekê sar de mirovan germ dike.

Bîne ber çavê xwe ku malbata te û xwişk û birayên li civatê wê ji gotin û kirinên te yên dilovan çi qas feydeyê bibînin. Mesela, belkî ji xwişk yan birayekî re ji bo îşên bexçe yan malê yan ji bo îşên bazarê alîkarî lazim be. Yan jî, dibe ku kesekî ku tu li xizmetê rastî wî têyî, hewceyî alîkariya te be. Gelo tu hazir î ku li rewşên wisa dilovaniyê nîşan bidî?

Bila em çav bidin Yehowa, da ku “qanûna dilovaniyê” li ser hemû gotin û kirinên me tesîr bikin!

^ Navên li vê meqaleyê hatine guherandin.