Here Naverokê

Here naverokê

Yehowa ji Kesên Berdar Hez Dike

Yehowa ji Kesên Berdar Hez Dike

“Yên di nav erdê qenc de ew in ku ... bi bîhna fireh ber didin” (LÛQA 8:15).

KILAM: 68, 72

1, 2. (a) Serpêhatiyên xwişk û birayên dilsoz çawa cesaretê didin me? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Îsa der heqê xizmeta li “warê xwe” de çi gotibû? (Li jêrenotê binêre.)

SERGIO Û OLINDA li Amerîkayê dijîn. Ev jin û mêr mezintirî 80 salî ne, lê her du jî hê pêşeng in. Lingên wan êdî diêşin, û ew nikarin bi rihetî bimeşin. Dîsa jî, ew her sibeh peya diçin meydaneke qelebelix. Ew bi dehan salan wisa berdewam dikin. Li saet 7an, ew li nêzikî îstasyoneke otobusê disekinin û weşanên me pêşkêşî mirovan dikin. Piraniya mirovan li ber wan derbas dibin, lê Sergio û Olinda dîsa jî bi sebir li benda kesên eleqedar dimînin. Nîvro, ew hêdî hêdî vedigerin malê. Roja din, li saet 7an, ew dîsa diçin vê meydanê. Havîn û zivistan, ew her heftî şeş roj mizgîna Padîşahiyê belav dikin.

2 Li seranserê dinyayê, gelek xwişk û bira hene ku wek Sergio û Olindayê ne. Piraniya mirovên ku li warê wan dijîn, guh nadin mizgînê, lê ew dîsa jî bi dehan salan dev ji xizmeta xwe bernadin. Eger halê te jî wisa ye, sebra te bi rastî jî hêjayî pesnan e. * Gelek xwişk û bira – hem ên nû hem jî yên bitecrûbe – ji dilsoziya te cesaretê distînin. Mesela, hin nazirên herêmî wisa dibêjin: “Gava ez tevî xwişk û birayên wisa derdikevim xizmetê, ez ji dilsoziya wan qewetê distînim.” “Dilsoziya wan alî min dike ku ez sebir bikim û di xizmeta xwe de cesûr bim.” “Gava ez li wan dinêrim, dilê min şa dibe.”

3. Niha emê li ser kîjan sê pirsan bişêwirin?

3 Ji bo ku em karibin îşê belavkirina mizgînê bînin cih, emê niha li ser cewabên van sê pirsan bişêwirin: Dibe ku em carinan çima xemgîn bibin? Em çawa dikarin serkeftî bibin? Em çawa dikarin ‘bi bêhna fireh ber bidin’?

DIBE KU EM ÇIMA XEMGÎN BIBIN?

4. (a) Dilsariya piraniya Cihûyan li ser Pawlos çawa bandor kir? (b) Pawlos çima ew qas xemgîn bû?

4 Gelo tu carinan xemgîn dibî ji ber ku gelek kes guh nadin mizgînê? Eger wisa be, tuyê halê Pawlos rind fehm bikî. Di nav 30 salî de, gelek kes bi saya alîkariya wî bûn şagirtên Îsa (Kar. 14:21; 2. Kor. 3:2, 3). Lê belê piraniya Cihûyan guh neda Pawlos, û hinek ji wan li wî zilm dikir (Kar. 14:19; 17:1, 4, 5, 13). Dilsariya wan li ser Pawlos çawa bandor kir? Wî wisa got: “Ez yê Mesîh, rastiyê dibêjim. ... Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye” (Rom. 9:1-3). Pawlos çima ew qas xemgîn bû? Wî îşê belavkirina mizgînê bi dil û can dikir, û wî ji mirovan bi rastî hez dikir. Loma Pawlos gelek li ber xwe ket ji ber ku Cihûyan rehma Xwedê red kir.

5. (a) Em çima dixwazin mizgînê bidin însanan? (b) Em çima carinan xemgîn dibin?

5 Wek Pawlos, em jî mizgînê didin mirovan ji ber ku em xema wan dixwin (Met. 22:39; 1. Kor. 11:1). Çima? Em rind dizanin ku mirovên ku ji Yehowa re xizmet dikin, pir nîmetan distînin. Loma em dixwazin ku kesên din jî fehm bikin ku ew çawa dikarin hê bextewartir bibin. Ji ber vê yekê, daxwaza me ev e ku ew rastiya der heqê Yehowa de bibihîzin û bielimin ku armanca wî ya ji bo însanan çi ye. Bi eslê xwe, em ji mirovan re wisa dibêjin: “Ji kerema xwe re, vê hediyeya biqîmet qebûl bikin!” Gava mirov vê hediyeyê naxwazin, dibe ku dilê me biêşe. Sebeba vê ne ev e ku baweriya me kêm e, lê ev e ku em ji mirovan bi rastî hez dikin. Belê, em carinan xemgîn dibin, lê em dîsa jî sebra xwe winda nakin. Xwişka me Elena, a ku zêdetirî 25 salan pêşeng e, wisa dibêje: “Îşê belavkirina mizgînê ji min re zor tê. Dîsa jî, ez naxwazim dev ji vî îşî berdim.”

EM ÇAWA DIKARIN BERDAR BIBIN?

6. Niha emê li kîjan pirsê binêrin?

6 Em çima dikarin bawer bin ku em mizgînê li ku derê belav bikin jî, xizmeta me dikare serkeftî bibe? Ji bo ku em cewaba vê pirsa muhîm bistînin, emê li du meselên Îsa binêrin. Di van meselan de, Îsa nîşan da ku gerek em “ber” bidin (Met. 13:23). Mesela pêşîn, der heqê mêwa tiriyan de ye.

7. (a) “Rezvan”, “mêw” û “şivik” kî ne? (b) Em dixwazin cewaba kîjan pirsê bistînin?

7 Yûhenna 15:1-5, 8 bixwîne. Li van ayetan, Îsa ji şandiyên xwe re wisa got: “Bi zêde fêkî [yanî “ber”] dayîna xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.” Îsa Bavê xwe Yehowa wek “rezvan”, xwe wek “mêwa rastîn” û şagirtên xwe wek “şivik” bi nav kirin. * Lê belê, Îsa rasterast negot ku “ber” çi ye. Em çawa dikarin fehm bikin ku wî behsa çi cure “ber” kir?

8. (a) Di vê meselê de, “ber” çima nayê maneya şagirtên nû? (b) Em der heqê daxwazên Yehowa de çi dizanin?

8 Îsa der heqê Xwedê de wisa got: “Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire.” Yanî, ji ber ku Yehowa me wek xizmetkarên xwe qebûl bike, lazim e ku em “ber” bidin (Met. 13:23; 21:43). Loma di vê meselê de, “ber” nayê maneya şagirtên nû (Met. 28:19). Eger wisa bûya, Şahidên dilsoz ên ku nikarin kesekî bikin şagirt ji ber ku tu kes guhdariya wan nake wê bibûna wek şivikên bêber. Gelo ev rast e? Helbet na! Em nikarin mirovan bi zorê bikin şagirt. Yehowa ji me hez dike, û ew me seba tiştekî ku em nikarin bikin, red nake. Daxwazên Yehowa her tim maqûl in (5. Mû. 30:11-14).

9. (a) Ji bo ku em “ber” bidin, lazim e ku em kîjan xebatê bikin? (b) Niha emê bala xwe bidin kîjan meselê? Çima?

9 Madem ku wisa ye, lazim e ku em çi cure “ber” bidin? Xuya ye ku “ber” tê maneya xebateke ku ji destê me tê. Îsa behsa kîjan xebatê kir? Bîlhesa xebata belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedê * (Met. 24:14). Mesela Îsa ya li ser cotkar jî vêya îsbat dike. Niha emê bala xwe bidin vê meselê.

10. (a) Di vê meselê de “tov” çi ye û “erd” çi ye? (b) Genim çi cure “ber” dide?

10 Lûqa 8:5-8, 11-15 bixwîne. Li mesela cotkar, “tov” tê maneya “peyva Xwedê”, yanî mizgîna Padîşahiyê. “Erd” tê maneya dilê mirovan. Tovê ku dikeve ser erdê qenc şîn dibe û mezin dibe. Paşê, ew ber dide. “Ber” çi ye? Gelo simbilên genim dîsa simbilên nû tînin meydanê? Na! Ayet dibêje ku “berê wî sed tov” e. Yanî yek tov sed tovî dide. Dibe ku tovên nû jî şîn bibin û mezin bibin. Ji vê meselê em der heqê xizmeta xwe de çi dielimin?

Em çawa dikarin ‘bi bêhna fireh ber bidin’? (Li paragrafa 11an binêre)

11. (a) Mesela cotkar bi xizmeta me ve çawa girêdayî ye? (b) Em çawa tovên nû tînin meydanê?

11 Mesela, dibe ku çend sal berê, dê û bavê te an kesekî din mizgîna Padîşahiyê da te. Ew gelek şa bûn gava tovê mizgînê ket dilê te. Wek erdê qenc, te mizgîn qebûl kir. Paşê, tovê mizgîna Padîşahiyê kok berda û bû simbila genim, a ku bi zeman re hazir bû ku ber bide. Simbileke genim ne simbilên nû, lê tovan dide. Mîna vê, em jî ne şagirtên nû, lê tovên nû yên Padîşahiyê tînin meydanê. * Em vêya çawa dikin? Her ku em behsa mizgîna Padîşahiyê dikin, em tovên ku di dilê me de hene, zêde dikin û belav dikin (Lûqa 6:45; 8:1). Ji vê meselê, em fehm dikin ku hemû mizgînvanên ku dev ji îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê bernadin, di çavê Xwedê de berdar in.

12. (a) Em ji meselên mêw û cotkar çi dielimin? (b) Ev mesel çawa li ser te tesîr dikin?

12 Em ji meselên mêw û cotkar çi dielimin? Ji van meselan, em fehm dikin ku eger mirov guh nedin mizgînê jî, em dikarin bi saya dilsoziya xwe “ber” bidin. Pawlos wisa got: “Her yek ji wan wê li gor keda xwe bergîdan [yanî “xelat”] bistîne” (1. Kor. 3:8). Xelat li gor kedê tê dayîn, ne li gor netîceyên vê kedê. Xwişka me Matilda, ya ku 20 sal pêşengiyê dike, wisa dibêje: “Ez pir şa me, çimkî ez dizanim ku Yehowa wê keda me xelat bike.”

EM ÇAWA DIKARIN ‘BI BÊHNA FIREH BER BIDIN’?

13, 14. Li gor Romayî 10:1, 2, gava mirovan mizgîna Padîşahiyê qebûl nekir, Pawlos çima dev ji xizmeta xwe berneda?

13 Çi wê alî me bike ku em ‘bi bêhna fireh ber bidin’? Wek me dîtibû, Pawlos pir xemgîn bû ji ber ku Cihûyan mizgîna Padîşahiyê qebûl nekir. Dîsa jî, wî hêviya xwe ji wan nebir. Wî der heqê wan de wisa got: “Daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e. Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e” (Rom. 10:1, 2). Çi sebeb hebûn ku Pawlos xizmeta xwe berdewam bike?

14 A yekê, Pawlos got ku wî seba ‘daxwaza dilê xwe’ dev ji xizmeta xwe berneda. Wî ji dil dixwest ku Cihû riya xelasbûnê bibînin (Rom. 11:13, 14). A diduyan, Pawlos behsa ‘lavakirina xwe a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan’ kir. Wî ji Xwedê re dua dikir ku ew alî hin Cihûyan bike ku ew mizgîna Padîşahiyê qebûl bikin. A sisêyan, Pawlos dizanibû ku “xîreta wan ji bo Xwedê heye”. Wî dizanibû ku bi saya rastiya Kitêba Pîroz, mirovên dilpak dikarin bibin şagirtên bixîret.

15. Em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin nimûne?

15 Di xizmeta xwe de, em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin nimûne? A yekê, gerek daxwaza me hebe ku em kesên dilpak bibînin. A diduyan, gerek em ji Yehowa re dua bikin ku ew dilê wan veke (Kar. 13:48; 16:14). Silvana, ya ku nêzikî 30 salî pêşeng e, wisa dibêje: “Berî ku ez diçim malekê, ez ji Yehowa re dua dikim ku ew nêrîneke pozîtîf bide min.” Wekî din, gerek em ji Yehowa re dua bikin ku ew bi destê melekan rêberiya me bike ku em rastî kesên dilpak bên (Met. 10:11-13; Pey. 14:6). Robert, ê ku zêdetirî 30 salî pêşeng e, wisa dibêje: “Ez pir kêfxweş im ku di xizmeta me de, melek alî me dikin, çimkî ew rind dizanin ku halê xwediyê malê çi ye.” A sisêyan, gerek em bawer bin ku mirov dikarin xwe biguherînin û qenciyê bikin. Carl, kalekî civatê yê ku zêdetirî 50 salî berê hat bin av kirin, wisa dibêje: “Ji bo ku ez fehm bikin ku xwediyê malê kesekî çawa ye, ez rind bala xwe didim tiştên biçûk. Dilpakiya mirovan carinan ji bişira wan, ji awira wan an jî ji pirsên wan ên jidil eyan dibe.” Belê, em jî dikarin wek Pawlos bi bêhnfirehî ber bidin.

“RIHETIYÊ NEDE DESTÊ XWE”

16, 17. (a) Waiz 11:6 çi rêyî me dide? (b) Dibe ku xebata çandinê li ser kesên ku li me dinêrin, çawa tesîr bike?

16 Dibe ku em carinan difikirin ku mizgîna Padîşahiyê nagihîje dilê mirovan. Dîsa jî, xebata çandinê pir muhîm e (Waiz [Mamosteyê Şehrezayiyê] 11:6 bixwîne). Rast e, gelek kes guh nadin me, lê ew dîsa jî bala xwe didin şekil û şemala me, hereketên me û rûyê me. Bi zeman re, dibe ku hinek ji wan fehm bikin ku nêrîna wan a li ser Şahidên Yehowa ne rast e. Sergio û Olinda jî rastî kesên wisa hatin.

17 Sergio wisa dibêje: “Carekê, ji ber ku em nexweş ketin, em çend roj neçûn meydana bajêr. Gava em vegeriyan, mirovan ji me re got: ‘Çi qewimî? Me bêriya we kiriye!’” Olinda jî bi bişirekê wisa dibêje: “Şofêrên otobusan destê xwe ji me re hejand. Hinek ji me re got: ‘Aferîn ji we re!’ û kovarên me xwestin.” Zilamek jî hat ba erebeya weşanan, baqekî kulîlkan da wan û ji wan re spas kir ji bo xîreta wan.

18. Tu çima dixwazî ‘bi bêhna fireh ber bidî’?

18 Belê, ji bo ku mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê bê dayîn, gerek em di xebata çandina tovê Padîşahiyê de ‘rihetiyê nedin destê xwe’ (Met. 24:14). Eger em wisa bikin, Yehowa wê ji me razî bibe, çimkî ew ji kesên ku “bi bîhna fireh ber didin” hez dike!

^ par. 2 Îsa jî rind dizanibû ku xizmeta li “warê xwe” ne hêsan e. Her çar nivîskarên Încîlê behsa vê yekê kiribû (Met. 13:57; Mar. 6:4; Lûqa 4:24; Yûh. 4:44).

^ par. 7 Şivikên vê meselê kesên ku wê li ezmanan bijîn temsîl dikin. Dîsa jî, hemû xizmetkarên Xwedê dikarin ji vê meselê dersên muhîm bistînin.

^ par. 9 Ji bo ku em “ber” bidin, helbet lazim e ku em “berê Ruh” jî pêk bînin. Lê belê ev du meqale bala me dikişînin li ser pêkanîna ‘fêkiyê lêvan’, yanî li ser belavkirina mizgîna Padîşahiyê (Gal. 5:22, 23; Îbr. 13:15).

^ par. 11 Li wextên din, Îsa peyvên “çandin” û “çinîn” ji bo îşê şagirtkirinê bi kar anîn (Met. 9:37; Yûh. 4:35-38).