Here Naverokê

Here naverokê

Ji bo Dilşadiya Rastîn Kîjan Cure Hezkirin Lazim e?

Ji bo Dilşadiya Rastîn Kîjan Cure Hezkirin Lazim e?

“Xwezî bi wî gelî ku Xudan [Yehowa] Xwedayê wan e” (ZEB. 144:15).

KILAM: 111, 109

1. Çaxa me çima bêemsal e?

DI HEMÛ tarîxê de, çaxa me, çaxeke bêemsal e. Wek Kitêba Pîroz ji berê de gotibû, Yehowa niha “elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî” ye, top dike. Hejmara vê ‘miletê mezin’ bûye zêdetirî 8 milyon kesên dilşad, ên ku “şev û roj diperizin” Xwedê (Pey. 7:9, 15; Îşa. 60:22). Belê, hejmara kesên ku ji Xwedê û ji cîranên xwe hez dikin di çaxa me de pir zêde bûye.

2. Kesên ku ji Xwedê dûr in çi cure hezkirinê eyan dikin? (Li resmê ewilî binêre.)

2 Wekî din, Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku di çaxa me de kesên ku ji Xwedê dûr in wê hezkirineke din – hezkirineke xweperest – eyan bikira. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Di rojên dawîn de ... mirov wê bibin xwehez, perehez, ... û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin” (2. Tîm. 3:1-4). Hezkirina xweperest, ji hezkirina ku şagirtên Îsa eyan dikin, bi temamî cuda ye. Menfaetperestî tu kesî dilşad nake. Li şûna vê, hezkirineke wisa dibe sebeba “wextên dijwar”.

3. Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin, û çima?

3 Pawlos dizanibû ku hezkirina xweperest ji bo şagirtên Îsa jî bitalûke ye. Loma, wî got ku gerek em xwe ji kesên ku ji tiştên nerast hez dikin “dûr bixin” (2. Tîm. 3:5). Helbet em nikarin ji kesên wisa bi temamî dûr bisekinin. Em çawa dikarin ji fikrên dinyayê, yên ku derdora me girtiye, dûr bisekinin û xîret bikin ku em rizaya Yehowa – yanî rizaya Xwedayê hezkirinê – bistînin? Niha emê bibînin ku hezkirina Xwedê ji hezkirina ku di 2. Tîmotêyos 3:2-4 de tê tarîf kirin, çawa cuda ye. Bi saya vê, emê karibin hezkirina munasîb, a ku dikare me bi rastî dilşad bike, bi pêş bixin.

HEZKIRINA XWEDÊ AN HEZKIRINA XWE?

4. Çima ne xerab e ku em bi awayekî maqûl ji xwe hez bikin?

4 “Mirov wê bibin xwehez.” Pawlos bi îlhama Xwedê wisa nivîsî. Gelo ev tiştekî xerab e ku em ji xwe hez bikin? Na! Helbet gerek em heta dereceyekê ji xwe hez bikin. Îsa wisa got: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike” (Mar. 12:31). Eger em ji xwe hez nekin, em nikarin ji cîranê xwe hez bikin. Wekî din, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike. Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe” (Ef. 5:28, 29). Loma normal û baş e ku em bi awayekî maqûl ji xwe hez bikin.

5. Kesên ku bi zêdeyî ji xwe hez dikin çawa ne?

5 Hezkirina ku di 2. Tîmotêyos 3:2 de derbas dibe, ne normal e ne jî maqûl e. Ev hezkirineke xwar, hezkirineke xweperest e. Kesên ku bi zêdeyî ji xwe hez dikin li ser xwe zêdetir difikirin (Romayî 12:3 bixwîne). Di jiyana wan de, ew herî zêde li menfaetên xwe digerin. Ew xema kesên din pir naxwin. Gava tiştekî xerab çêdibe, ew mesûliyeta vê yekê qebûl nakin, lê kesên din sûcdar derdixînin. Kesên wisa bi rastî dilşad nabin.

6. Netîceyên hezkirina Xwedê çi ne?

6 Hin lêkolînerên Kitêba Pîroz dibêjin ku wexta ku Pawlos sifatên xerab ên rojên dawîn nîşan dan, wî serê pêşîn behsa xweheziyê kir ji bo ku hemû sifatên din pê ve girêdayî ne. Sifatên kesên ku ji Xwedê hez dikin bi temamî cuda ne. Li gor Kitêba Pîroz, hezkirina Xwedê bi şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, nermî û xwegirtinê ve girêdayî ye (Gal. 5:22, 23). Zebûrbêj wisa nivîsî: “Xwezî bi wî gelî ku Xudan [Yehowa] Xwedayê wan e” (Zeb. 144:15). Yehowa Xwedayekî bextewar e, û xizmetkarên wî jî wisa ne. Kesên ku ji Yehowa re xizmetê nakin tenê ji xwe hez dikin û her tim dixwazin ji xelkê bistînin, lê xizmetkarên Yehowa kêfxweş dibin gava ew ji bo xêra kesên din fedakariyê dikin (Kar. 20:35).

Em çawa dikarin ji hezkirina xwe dûr bisekinin? (Li paragrafa 7an binêre)

7. Ji bo ku em fehm bikin ku em ji Xwedê çi qas hez dikin, gerek em ji xwe çi bipirsin?

7 Em çawa dikarin fehm bikin ku kîjanê mezintir e – hezkirina me ji Xwedê an hezkirina me ji xwe? Filîpî 2:3, 4 wisa şîret dide: “Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire. Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre.” Bila em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez li gor vê şîretê hereket dikim? Gelo ez bi rastî xîret dikim ku ez daxwaza Xwedê bînim cih? Gelo ez bi dil û can alîkariya kesên din dikim – hem li civatê hem jî li xizmetê?” Fedakarîkirin helbet carinan zor e. Ji bo vê xîret lazim e. Lê ji rizaya Serwerê kaînatê tiştekî xweştir heye?

8. Bi saya hezkirina Xwedê, hinekan çi kiriye?

8 Hinekan seba hezkirina Xwedê dev ji îşê xweyî cazîb berda ku ew karibin ji Yehowa re zêdetir xizmetê bikin. Mesela, xwişkeke me ya bi navê Ericka, ya ku li Amerîkayê dijî, hekîm e. Lê li şûna ku ew li warê hekîmiyê şan û şohretê bi dest bixe, ew bû pêşenga daîmî. Heta niha, wê tevî zilamê xwe li çend welatan xizmet kiriye. Ericka wisa dibêje: “Me li herêmeke bi zimanekî din xizmet kiriye û pir dostên nû nas kirine. Bi saya van serpêhatiyan, em bi rastî pir kêfxweş bûne û me gelek nîmet stendine. Niha ez hê hekîmtiyê jî dikim, lê ji bo ku ez dikarim wext û qeweta xwe bi zêdeyî ji bo şîfadayîna ruhî û ji bo îşên civatê xerc bikim, ez pir dilşad im û hundirê min rihet e.”

SERWETA LI EZMANAN AN JÎ SERWETA LI DINYAYÊ?

9. Hezkirina pere çima dilşadiyê nayne?

9 Pawlos nivîsî ku mirov wê bibin “perehez”. Çend sal berê, pêşengekî li Îrlendayê ji zilamekî re behsa Xwedê kir. Zilam cuzdanê xwe derxist, pere nîşan da û bi kuretî got: “Aha xwedayê min!” Helbet her kes wek wî zilamî nabêje. Dîsa jî, li dinyayê, însanên ku ji pere û ji mal û milk hez dikin, gelek in. Loma Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kesê ku ji pere hez dike, ji pere têr nabe; yê ku ji serwetê hez dike, qîma xwe bi qezenca xwe nayne” (Waiz [Mamosteyê Şehrezayî] 5:10). Însanên wisa her tim dixwazin mal û milkê xwe zêde bikin û seba vê “bi gelek êşan cefa”yê didin xwe (1. Tîm. 6:9, 10).

10. Kitêba Pîroz der heqê feqirî û dewlemendiyê de çi dibêje?

10 Helbet ji me hemûyan re pere lazim e. Pere, me heta dereceyekê diparêze (Waiz 7:12). Lê gelo însan dikare bi îmkanên temelî dilşad be? Belê! (Waiz 5:12 bixwîne). Kurê Yake Agûr wisa nivîsî: “Ne xizanî, ne jî dewlemendiyê bide bin; nanê ku dikeve para min bide, bes e.” Em bi hêsanî fehm dikin ku wî çima nedixwest feqîr bibe. Li ayeta paşê, wî got ku ew naxwaze seba feqîriyê diziyê bike û navê Xwedê reş bike. Lê wî çima dua kir ku ew dewletî nebe? Wî wisa got: “Ya na ez ê ji zêdiyeyê, bi gotina: XUDAN kî ye? te înkar bikim” (Mtl. 30:8, 9). Bi îhtimaleke mezin, hin kesên ku tu nas dikî seba mal û milkê xwe difikirin ku hewcedariya wan bi Xwedê tune.

11. Îsa der heqê pere de çi şîret da?

11 Ên ku ji pere hez dikin nikarin rizaya Xwedê bistînin. Îsa wisa got: “Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin. Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin.” Paşê wisa berdewam kir: “Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Met. 6:19, 20, 24).

12. Jiyaneke mutewazî çawa dikare fersendê bide me ku em ji Xwedê re zêdetir xizmetê bikin? Behsa mîsalekê bike.

12 Gelek kesan fehm kiriye ku bi saya jiyaneke mutewazî, ew dilşadtir dibin û dikarin ji Yehowa re zêdetir xizmetê bikin. Jack, birayekî ku li Amerîkayê dijî, xaniyê xweyî mezin û îşê xwe firotin ku ew karibe tevî pîreka xwe pêşengiyê bike. Jack wisa dibêje: “Ji me re hêsan nebû ku em xaniyê xweyî xweşik û araziyê xwe bifiroşin. Lê belê seba problemên îşê min, ez her tim aciz dibûm. Pîreka min pêşenga daîmî bû û her dem pir kêfxweş bû. Wê wisa digot: ‘Serokê min, serokê herî baş e!’ Niha ez jî pêşeng im, û em her du ji bo Yehowa dixebitin.”

Em çawa dikarin ji hezkirina pere dûr bisekinin? (Li paragrafa 13an binêre)

13. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

13 Em li pere çawa dinêrin? Ji bo ku em vêya fehm bikin, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pere bi rastî baweriyê tînim û li gor vê hereket dikim? Gelo pere ji bo min ji her tiştî muhîmtir e? Ez herî zêde qîmetê didim çi: Mal û milk an jî dostiya min bi Yehowa û bi însanan re? Gelo ez bi rastî xwe dispêrim Yehowa ku ew hewcedariyên min tedarek bike?” Em dikarin bawer bin ku eger em xwe bispêrin Xwedê, ewê her tim alîkariya me bike (Met. 6:33).

GELO EM LI YEHOWA AN JÎ LI KÊFA XWE DIGERIN?

14. Gerek em li kêfê çawa binêrin?

14 Wek ji berê de hatibû gotin, îro kesên ku ‘ji kêfê hez dikin’ jî gelek in. Mîna ku ne xerab e ku em bi awayekî maqûl qîmetê bidin xwe û pere, ne xerab e ku em bi awayekî maqûl kêf bikin. Yehowa naxwaze ku em bikevin înziwayê an jî ku em ji faeliyetên xweş dûr bisekinin. Kitêba Pîroz ji xizmetkarên Xwedê re wisa dibêje: “Here bi şahî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şeraba xwe vexwe” (Waiz [Mamosteyê Şehrezayiyê] 9:7).

15. Ên ku ‘ji kêfê hez dikin’ kî ne?

15 Bi eslê xwe, 2. Tîmotêyos 3:4 bala me dikişîne li ser kesên ku ji kêfê hez dikin, lê ji Xwedê hez nakin. Ev yek ku ayet dibêje ku ew “ji Xwedê bêtir” ji kêfê hez dikin nayê maneya ku ew hebekî ji Xwedê jî hez dikin. Alimekî wisa nivîsî: “Ev [ayet] nabêje ku ew heta dereceyekê ji Xwedê jî hez dikin. Maneya van gotinan ev e ku ew ji Xwedê qet hez nakin.” Ev ayet ji bo kesên ku ji kêfê bi zêdeyî hez dikin çi hişyariyeke cidî ye! Kesên ku ‘ji kêfê hez dikin’ ew in ku bi “kêfên vê dinyayê difetisin” (Lûqa 8:14).

16, 17. Di warê kêf û şahiyê de, Îsa ji me re çawa bû emsal?

16 Îsa li warê kêf û şahiyê maqûl bû. Mesela, ew çû ‘dîlanekê’ û ‘ziyafetekê’ (Yûh. 2:1-10; Lûqa 5:29). Li dîlanê, wexta ku şerab xelas bû, Îsa mucîze kir û av bû şerab. Carekê din, gava mirovan Îsa seba xwarin û vexwarinê eyiband, wî nîşan da ku nerîna wan ne maqûl e (Lûqa 7:33-36).

17 Ji aliyê din ve, Îsa xwe bi temamî neda zewq û sefayê. Ji bo Îsa, daxwaza Yehowa tiştê herî muhîm bû, û wî ji bo xêra kesên din pir fedakarî dikir. Ji bo ku ew însanan ji guneh û mirinê bifilitîne, ew razî bû ku bi pir êş û jan li ser dîrekekê bimire. Îsa ji kesên ku diçin pey wî re wisa got: “Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî” (Met. 5:11, 12).

Em çawa dikarin ji hezkirina kêfê dûr bisekinin? (Li paragrafa 18an binêre)

18. Ji bo ku em fehm bikin ku em ji kêf û şahiyê çi qas hez dikin, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

18 Em çawa dikarin fehm bikin ku em ji kêf û şahiyê çi qas hez dikin? Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo kêf û şahî ji bo min ji xizmet û civînan muhîmtir e? Gelo ez hazir im ku di oxira xizmeta Xwedê de fedakariyê bikim? Gava ez qerar didim ku ez wexta xwe çawa derbas bikim, gelo ez fikrên Yehowa tînim ber çavê xwe?” Eger em bi rastî ji Xwedê hez dikin, emê ne tenê ji tiştên ku em dizanin ku Xwedê ji wan nefret dike, lê ji tiştên ku em texmîn dikin ku Xwedê ji wan nefret dike jî, dûr bisekinin (Metta 22:37, 38 bixwîne).

RIYA DILŞADIYÊ

19. Kî qet nikare bi rastî dilşad bibe?

19 Kêm zêde 6.000 sal e ku dinyaya Şeytan bûye sebeba kul û derdan. Niha, li van rojên dawîn ên vê dinyayê, kesên ku bi zêdeyî ji xwe, ji pere û ji kêfê hez dikin gelek in. Ew ji her tiştî zêdetir li menfaetên xwe digerin. Lê ew qet nikarin bigihîjin dilşadiya rastîn. Kitêba Pîroz rêyî me dide ku em çawa dikarin bi rastî dilşad bin: “Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e, hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e” (Zeb. 146:5).

20. Bi saya hezkirina Xwedê, tu çawa dilşad bûye?

20 Li nav xizmetkarên Xwedê, hezkirina Xwedê her ku diçe mezintir dibe. Sal bi sal, gelek kesên nû Yehowa nas dikin û jê hez dikin. Ev yek îsbat dike ku Padîşahiya Xwedê niha hikm dajo, û di demeke nêzik de, ev Padîşahî wê bereketên mezin bîne. Eger em dixwazin bi rastî dilşad bin, gerek em daxwaza Xwedê bînin cih û rizaya wî bistînin. Ên ku ji Yehowa hez dikin wê heta bi hetayê bextewar bin! Li meqaleya din, emê bibînin ku hezkirina xweperest dibe sebeba kîjan sifatan. Wekî din, emê bibînin ku sifatên xizmetkarên Yehowa çi ne.