Here Naverokê

Here naverokê

Dersên ku em ji Dîtiniyên Zekerya Distînin

Dersên ku em ji Dîtiniyên Zekerya Distînin

“Ji min re vegerin ... ez ê jî vegerim we” (ZEK. 1:3).

KILAM: 89, 86

1-3. (a) Wexta ku Zekerya dest bi pêxembertiyê kir, halê xizmetkarên Yehowa çawa bû? (b) Yehowa çima dixwest ku xizmetkarên wî vegerin ba wî?

ZEKERYA dîtiniyên ecêb dîtin: Tomareke ku difire, zembîleke ku tê de pîrekek rûdine, û du pîrekên ku bi baskên mîna baskên leglegan difirin (Zek. 5:1, 7-9). Yehowa ew dîtinî çima nîşanî pêxemberê xwe dan? Li wê demê, halê miletê Îsraêl çi bû? Dersên ku em ji van dîtiniyan distînin çi ne?

2 Sala 537an a B.M. ji bo xizmetkarên Yehowa saleke kêfxweşiyê bû. Piştî ku ew 70 sal sirgûn bûn, ew ji Babîlê hatin azad kirin. Ewilî, wan bi heyecaneke mezin dest bi îşê xwe kir ku ew îbadeta rast li Orşelîmê ji nû ve saz bikin. Li sala 536an a B.M., temela perestgehê hat ava kirin. Wê wextê milet “bi dengê bilind qêriya û şemate ji dûr ve hate bihîstin” (Esra 3:10-13). Lê pir wext derbas nebû ku li hemberî avakirinê muxalefet rabû. Seba tengahî û muşkîleyan, milet cesareta xwe winda kir û dev ji avakirina perestgehê berda. 16 sal piştî vê, perestgeha Yehowa hê xelas nebûbû. Lazim bû ku yekî ji wan re bibêje ku ew vegerin Yehowa û ne tenê li menfaetên xwe bigerin. Yehowa dixwest ku ew vegerin ba wî û bê tirs û bi hemû dilê xwe jê re îbadet bikin.

3 Li sala 520an a B.M., Yehowa pêxemberê xwe Zekerya şand ku ew alî xizmetkarên Xwedê bikin ku ew bînin bîra xwe ku ew çima ji Babîlê hatibûn azad kirin. Navê Zekerya tê maneya “Yehowa Anî Bîra Xwe”. Belê, wan ji bîr kir ku Yehowa ji bo wan çi kiribû, lê Xwedê xizmetkarên xwe hê jî dianî bîra xwe (Zekerya 1:3, 4 bixwîne). Ji hezkirina xwe, Xwedê soz da wan ku ewê alî wan bike ku ew îbadeta pak ji nû ve saz bikin. Ji xeynî vê, wî bi aşkerahî rêyî wan da ku ew îbadeta bêdil qebûl nake. Bila em bibînin ku Yehowa bi destê dîtiniyên Zekerya ên şeş û heftan çawa alî wan kir ku ew bikevin hereketê. Wekî din, em dikarin ji van dîtiniyan kîjan dersan bistînin?

CEZAYA XWEDÊ YA JI BO DIZÎKIRINÊ

4. Zekerya di dîtiniya xwe ya şeşan de çi dît? Ev yek ku her du aliyên tomarê nivîsî ne tê çi maneyê? (Li resmê 1ê ya serê meqaleyê binêre.)

4 Beşa 5an a kitêba Zekerya bi dîtiniyeke ecêb dest pê dike (Zekerya 5:1, 2 bixwîne). Zekerya dibîne ku tomarek difire. Dirêjiya tomarê nêzikî 9 metre ye, û firehiya wê 4,5 metre ye! Tomar vekirî ye û hazir e ku ew bê xwendin. Li ser her du aliyên tomarê, fermanek nivîsî ye (Zek. 5:3). Di normalê de, tenê yek aliyê tomarê dihat xebitandin. Ev yek nîşan dide ku fermana tomarê giran û pir muhîm e.

Yehowa ji diziyê nefret dike (Li paragrafên 5 heta 7an binêre)

5, 6. Yehowa li diziyê çawa dinêre?

5 Zekerya 5:3, 4 bixwîne. Rast e ku her kes li ber Yehowa mesûl e, lê belê mesûliyeta kesên ku navê wî li ser wan e hê jî mezintir e. Yên ku ji Xwedê hez dikin dizanin ku dizîkirin zerarê dide navê Xwedê (Mtl. 30:8, 9). Niyet an sebeb çi be jî, kesekî ku diziyê dike çavbirçîtiyê dike û ji Xwedê zêdetir ji mal û milk hez dike. Ew qanûna Xwedê kêm dibîne û qîmet û rûmetê nade Yehowa û navê wî.

6 Zekerya 5:3, 4 dibêje ku lanet wê bikeve mala diz, di hundirê mala wî de bisekine û wî bixwe. Tu kes nikare ji fermana Yehowa bireve. Ew dikare hemû xerabiya ku di nava xizmetkarên Yehowa de veşartî ye, derxîne. Mirov belkî dikare diziya xwe ji dewlet, midur, kalên civatê an dê û bavê xwe veşêre, lê ew nikare kirinên xwe ji Xwedê veşêre. Xwedê soz dide ku her dizî wê bê xuya kirin (Îbr. 4:13). Em pir kêfxweş in ku xwişk û birayên me dixwazin “di her tiştî de” durist bin! (Îbr. 13:18).

7. Em çawa dikarin ji laneta tomarê bifilitin?

7 Yehowa ji diziyê nefret dike. Yehowa hikum dide kesên ku qanûnên wî bi qesdî xera dikin. Loma em dixwazin her tim li gor qanûnên wî yên bilind bijîn. Bila hal û hereketên me navê wî şermezar nekin. Bi vî awayî, em dikarin ji laneta tomarê bifilitin.

“HER ROJ” SOZÊ XWE BÎNE CIH

8-10. (a) Sond çi ye? (b) Tsedekiya Padîşah kîjan sonda xwe xera kir?

8 Wekî din, tomar kesên ku bi navê Xwedê bi derewan sond dixwin hişyar dike (Zek. 5:4). Kesekî ku sond dixwe tasdîq dike ku ew rast dibêje an soz dide ku ewê tiştekî bike an neke.

9 Gava yekî bi navê Yehowa sond dixwe, ev tiştekî pir cidî ye. Padîşahê dawîn ê Orşelîmê Tsedekiya bi navê Yehowa sond xwar ku ewê ji padîşahê Babîlê re dilsoz bimîne. Lê belê Tsedekiya sonda xwe xera kir. Loma Yehowa got ku ewê li Babîlê bimire ji ber ku wî sonda xwe neaniye cih (Hêz. 17:16).

10 Yehowa dixwest ku Tsedekiya sonda ku wî bi navê Xwedê xwaribû bîne cih (2. Dîr. 36:13). Lê li şûna ku Tsedekiya li gor sozê xwe hereket bike, wî ji Misrê alîkarî xwest ji bo ku ew ji bindestiya Babîlê azad be (Hêz. 17:11-15, 17, 18).

11, 12. (a) Sonda herî muhîm çi e? (b) Li gor sonda me ya xwedayînê, gerek em her roj çi bikin?

11 Yehowa sozên me jî dibihîze. Sondên ku em dixwin ji bo wî pir muhîm in, û gerek em wan bînin cih ji bo ku ew ji me razî be (Zeb. 76:11). Gava em xwe didin Yehowa, ev soz, sozê meyî herî muhîm e. Maneya xwedayînê ev e ku em sond dixwin ku çi dibe bila bibe, emê ji Yehowa re xizmet bikin.

12 Em çawa dikarin sonda xwedayînê bînin cih? Gava em li tengahiyên biçûk an mezin rast tên, em dikarin nîşan bidin ku em bi rastî dixwazin li gor sonda xwe “her roj” pesnê Yehowa bidin (Zeb. 61:8). Mesela, eger yekî li cihê îş an mektebê ji me re cîlwe bike, gelo emê tiştên wisa red bikin û wisa nîşan bidin ku em ji riyên Yehowa kêfê distînin? (Mtl. 23:26). Eger ferdên din ên malbata me ne Şahidên Yehowa ne, gelo em alîkariya Yehowa dixwazin ku hal û hereketên me her tim layiqî şagirtên Îsa bin? Gelo em her roj ji Xwedayê xweyî dilovan re şikur dikin ji bo ku em di bin hîmayeya wî de ne û ew ji me hez dike? Gelo em Kitêba Pîroz her roj dixwînin? Ma me bi eslê xwe soz nedaye ku emê van tiştan bikin û guhdariya Yehowa bikin? Gava em xizmeta xwe bi xîret dikin, em nîşan didin ku em ji Yehowa hez dikin û me xwe bi rastî daye wî. Îbadeta me jiyana me ye, ne tenê formalîte ye. Eger em sozê xwe bînin cih û dilsoz bimînin, emê xêrê bibînin (5. Mû. 10:12, 13).

13. Dîtiniya Zekerya ya şeşan çi rêyî me dide?

13 Dîtiniya Zekerya ya şeşan rêyî me dide ku lazim e ku yên ku ji Yehowa hez dikin diziyê û sondên bi derewan nekin. Wekî din, em dibînin ku Îsraêliyan her çi qas şaşî kirin jî, Yehowa ew nehiştin. Yehowa zanibû ku halê wan zor bû ji ber ku derdora wan tijî dijmin bû. Xwedê sozên xwe her tim tîne cih, û ewê alîkariya me bike ku em jî sozên xwe bînin cih. Mesela, ew soz dide me ku di demeke nêzik de, ewê li hemû dinyayê xerabiyê tune bike. Dîtiniya Zekerya ya heftan bala me dikişîne ser vê hêviya xweş.

XERABÎ TÊ DANÎN CIHEKÎ MUNASÎB

14, 15. (a) Zekerya di dîtiniya xwe ya heftan de çi dît? (Li resmê 2yan ya serê meqaleyê binêre.) (b) Pîreka li hundirê zembîlê çi temsîl dike, û ew çima tê hebs kirin?

14 Piştî dîtiniya tomarê, melekek ji Zekerya dixwaze ku ew “çavên xwe bilind bike”. Gelo dîtiniya heftan çi eyan dike? Zekerya dibîne ku zembîleke bi navê “efa” derdikeve (Zekerya 5:5-8 bixwîne). Li ser vê zembîlê, “devikê gule” heye. Gava devik tê rakirin, Zekerya dibîne ku tê de “pîrekek rûniştibû”. Melek dibêje ku ev pîrek “Xerabî” ye. Bîne ber çavê xwe ku Zekerya çi qas tirsiya gava pîrekê kir ku ji zembîlê derkeve! Lê melek wê bi lez davêje zembîlê û zembîlê bi devikê giran digire. Maneya vê çi ye?

15 Ev dîtinî nîşan dide ku Yehowa di nav xizmetkarên xwe de xerabiyê nahêle. Ev yek ku melek devikê gule li ser zembîlê dike nîşan dide ku Xwedê wê xerabiyê bisekinîne û zû tune bike (1. Kor. 5:13).

Pakiya îbadeta rast ji aliyê Yehowa ve tê parastin (Li paragrafên 16 heta 18an binêre)

16. (a) Zekerya paşê çi dît? (Li resmê 3yan ya serê meqaleyê binêre.) (b) Pîrekên bi baskan zembîle dibin ku derê?

16 Paşê, du pîrekên bi baskên mîna baskên leglegan xuya dibin (Zekerya 5:9-11 bixwîne). Ev pîrek, ji pîreka li hundirê zembîlê çi qas cuda ne! Bi baskên xwe yên biqewet, ew dadikevin û zembîla ku tê de “Xerabî” heye hildidin. Ew wê dibin ku derê? Xerabî tê birin “warê Şînarê” – yanî Babîlê. Lê ew çima zembîle dibin Babîlê?

17, 18. (a) Şînar çima ji bo ‘Xerabiyê’ cihekî munasîb e? (b) Mesûliyeta me çi ye?

17 Di dema Zekerya de, Şînar ji bo hebskirina Xerabiyê cihekî munasîb bû. Wî û Îsraêliyan zanibû ku Babîl cihekî çi qas xerab e. Seba pûtperestiya wê derê, lazim bû ku xizmetkarên Xwedê her roj mucadele bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Lê ev dîtinî ew rihet dikirin û temînat dida wan ku Yehowa wê pakiya îbadeta rast biparêze.

18 Wekî din, vê dîtiniyê nîşanî wan da ku gerek ew jî pakiya îbadeta Yehowa biparêzin. Lazim bû ku ew îzin nedin ku xerabî têkeve li nav xizmetkarên Xwedê. Teşkîlata Xwedê pak e, me diparêze û me bi hezkirinê xwedî dike. Mesûliyeta me ev e ku em bi hev re bixebitin ku teşkîlata Xwedê her tim pak bimîne. Ma em naxwazin pakiya “mala xwe” biparêzin? Belê, gerek em her cure xerabiyê ji ceneta ruhî dûr bixin.

MIROVÊN PAK HURMETÊ DIDIN YEHOWA

19. Em ji dîtiniyên Zekerya çi dielimin?

19 Dîtiniyên Zekerya yên şeş û heftan hemû kesên ku dev ji neduristiyê bernadin hişyar dike. Belê, Yehowa îzin nade xerabiyê, û gerek em jî ji xerabiyê nefret bikin. Wekî din, Bavê meyî ezmanî bi destê kitêba Zekerya cesaretê dide me. Eger em xîret bikin ku Xwedê ji me razî be û biparêze, emê ne lanetê, lê belê bereketa Yehowa bistînin. Loma gerek em hewl bidin ku em di vê dinyaya xerab de pak bimînin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin vê yekê bikin! Lê em çawa dikarin emîn bin ku îbadeta rast wê li vê dinyaya bêxwedê serkeftî be? Her ku em nêziktirî tengahiya mezin dibin, em ji ku dizanin ku Yehowa wê teşkîlata xwe biparêze? Meqaleya din wê cewabên van pirsan bide.