Li gor Meta 15:1-39

  • Adetên mirovan (1-9)

  • Tiştê ku ji dil tê, mirov pîs dike (10-20)

  • Baweriya mezin a jinikeke ji Finîkyayê (21-28)

  • Îsa mirovan ji gelek nexweşiyan qenc dike (29-31)

  • Îsa 4.000an têr dike (32-39)

15  Hingê ji Orşelîmê Fêrisî û qanûnzan hatin ba Îsa, û wan ji wî pirsî: 2  “Çima şagirtên te adetên bav û kalên me li erdê dixin? Mesela, ew berî xwarinê destên xwe naşon*.” 3  Îsa cewaba wan da: “Lê hûn çima ji bo xatirê adetên xwe emrên Xwedê li erdê dixin? 4  Mesela, Xwedê gotiye ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku nifir li dê yan bavê xwe bike, gerek bê kuştin’. 5  Lê hûn dibêjin, ‘Yê ku ji dê yan bavê xwe re dibêje: “Her tiştê ku ez pê dikarim alîkariya te bikim, qurbaneke ji bo Xwedê ye,” 6  êdî ji ber vê yekê, ne lazim e ku ew qedrê bavê xwe bigire.’ Bi vî awayî, we peyva Xwedê ji bo xatirê adetên xwe pûç û betal kiriye. 7  Ey durûno, Îşaya pêxember li ser we çi qas rast got: 8  ‘Ev milet bi devê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 9  Îbadeta wan pûç û betal e, çimkî ew li gor hîndariyên mirovan hîn dikin.’” 10  Hingê Îsa gazî xelkê kir û ji wan re got: “Rind guh bidin û fehm bikin. 11  Ne tiştê ku dikeve devê mirov wî pîs dike, lê belê tiştê ku ji devê mirov derdikeve wî pîs dike.” 12  Paşê şagirtên Îsa hatin ba wî û ji wî re gotin: “Ma tu nizanî ku Fêrisî ji ber gotinên te aciz bûne?” 13  Îsa cewaba wan da: “Her dara ku Bavê minî ezmanî neçandiye wê ji kokê ve bê rakirin. 14  Dev ji wan berdin. Ew rêberên kor in. Û eger yekî kor rêberiya yekî kor bike, her du jî wê bikevin çalê.” 15  Petrûs ji wî re got: “Maneya vê mîsalê ji me re şirove bike.” 16  Îsa ji wan re got: “Ma hûn jî hê fehm nakin? 17  Ma hûn nizanin, her tiştê ku dikeve dev, di zik re derbas dibe û paşê dîsa derdikeve? 18  Lê belê, tiştê ku ji dev derdikeve, ew ji dil tê û mirov pîs dike. 19  Mesela, fikrên xerab ji dil derdikevin: kuştin, zina, bêexlaqiya cinsî, dizî, şahidiya derewîn û kufir. 20  Ev hemû tiştên hanê mirov pîs dikin, lê xwarina bi destên neşûştî* mirov pîs nake.” 21  Îsa ji wê derê derket û çû herêma Sûr û Saydayê. 22  Jinikeke ji Finîkyayê*, ya ku li wê derê dijiya, hat ba wî û lava kir: “Efendiyê min, Kurê Dawid, rehmê li min bike. Keça min bi cinan ketiye û êşeke mezin dikişîne.” 23  Lê Îsa qet cewaba wê neda. Şagirtên wî hatin ba wî û rica kirin: “Wê bişîne, bila here! Çimkî ew bi qîrîn li pey me ketiye.” 24  Îsa cewab da: “Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên Îsraîlê* hatime şandin.” 25  Lê jinik hat ba wî, ket ser çokan û got: “Efendiyê min, alî min bike!” 26  Îsa ji wê re got: “Ne baş e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikên biçûk.” 27  Wê got: “Belê, Efendiyê min. Lê kûçikên biçûk jî hûrikên ku ji sifra xwediyê wan dikevin erdê, dixwin.” 28  Hingê Îsa ji jinikê re got: “Baweriya te çi qas mezin e! Bila li gor daxwaza dilê te be.” Di eynî demê de, keça wê qenc bû. 29  Îsa ji wê derê çû û nêzîkî behra Celîleyê bû. Ew hilkişiya çiyê û li wê derê rûnişt. 30  Gelek mirov hatin ba wî. Di nav wan de kesên seqet, kor, lal û gelek kesên din ên nexweş jî hebûn. Wan ew danîn ber lingên Îsa û wî hemû qenc kirin. 31  Gava mirovan dît ku kesên lal dipeyivin, kesên seqet baş dimeşin û kesên kor dibînin, ew ecêbmayî man û rûmet dan Xwedayê Îsraîlê. 32  Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: “Dilê min bi van mirovan dişewite. Êdî sê roj e ku ew bi min re ne û xwarina wan nemaye. Ez naxwazim wan birçî bişînim, da ku ew di rê de ji birçan nekevin.” 33  Lê şagirtan ji wî re got: “Li vî cihê tenha em li ku derê dikarin ew qas nan bînin ku van hemû mirovan têr bikin?” 34  Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wan got: “Heft nan û çend masiyên biçûk hene.” 35  Wî ji mirovan re got ku bila ew li erdê rûnin. 36  Paşê wî ew heft nan û çend masî hildan û ji Xwedê re şikir kir, nan şikandin û dan şagirtên xwe, û wan li mirovan belav kirin. 37  Hemûyan xwar û ew têr bûn. Paşê wan heft selik bi pariyên bermayî ve tije kirin. 38  Hejmara yên ku jê xwarin, ji xeynî jin û zarokan, 4.000 mêr bûn. 39  Piştî ku Îsa mirov şandin, ew li qeyîkê* siwar bû û çû herêma Magadanê.

Jêrenot

Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.
Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.
Yan “Kenanî”.
Bi herfî “Mala Îsraîlê”.
Yan “belem”.