Li gor Marqos 10:1-52

  • Zewac û hevberdan (1-12)

  • Îsa ji bo xêra zarokan ji Xwedê re dua dike (13-16)

  • Pirsa zilamekî dewlemend (17-25)

  • Fedakariyên ji bo Hukimdariya Xwedê (26-31)

  • Îsa dîsa behsa mirina xwe dike (32-34)

  • Xwestina Aqûb û Yûhena (35-45)

    • Fîdyeya Îsa ji bo gelekan (45)

  • Çavên Bartîmeyosê kor vedibin (46-52)

10  Îsa ji wê derê çû û gihîşt sînorê Cihûstanê, li aliyê din ê Çemê Urdunê. Dîsa gelek mirov li derdora wî top bûn, û wek her car wî dest pê kir ku wan hîn bike. 2  Fêrisî nêzîkî wî bûn, da ku wî biceribînin. Wan ji wî pirsî ka îzin heye ku mêr jina xwe berde. 3  Wî cewab da: “Mûsa çi emir da we?” 4  Wan got: “Mûsa îzin da ku kaxiza berdanê bê nivîsandin û jin bê berdan.” 5  Lê Îsa ji wan re got: “Ji ber dilhişkiya we, wî ev emir ji bo we nivîsand. 6  Lê belê di destpêkê de ‘Xwedê* ew wek jin û mêr çêkirin. 7  Ji ber vê yekê, mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde, 8  û her du wê bibin yek*’, da ku ew êdî ne didu, lê yek* bin. 9  Loma yên ku Xwedê gihandine hev*, bila mirov ji hevdû veneqetîne.” 10  Gava ew dîsa li malê bûn, şagirtan li ser vê yekê ji wî pirsî. 11  Wî ji wan re got: “Her kesê ku jina xwe berde û bi keseke din re bizewice, li hember wê zinayê dike. 12  Û eger jinek mêrê xwe berde û bi kesekî din re bizewice, ew jî zinayê dike.” 13  Hingê mirovan zarok dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan. Lê şagirtên wî nehişt ku ew vêya bikin. 14  Gava Îsa ev yek dît, ew hêrs bû û ji wan re got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min. Rê li ber wan negirin, çimkî Hukimdariya Xwedê aîdî kesên wek wan e. 15  Bi rastî, kesê ku Hukimdariya Xwedê mîna zarokekî qebûl neke, ewê tu caran nekeve wê.” 16  Wî zarok hembêz kirin, destên xwe danîn ser wan û ji bo xêra wan ji Xwedê re dua kir. 17  Gava Îsa di rê de bû, zilamek hat pêşiya wî, xwe li ber wî avêt ser çokan û jê pirsî: “Mamosteyê qenc, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 18  Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min re dibêjî Mamosteyê qenc? Ji xeynî Xwedê tu kes ne qenc e. 19  Tu emiran dizanî: ‘Nekuje, zinayê neke, nedize, şahidiya derewîn neke, nexapîne, qedrê dê û bavê xwe bigire.’” 20  Wî zilamî got: “Mamoste, ji zaroktiya xwe ve ez xwe li van hemû emran digirim.” 21  Îsa li wî nêrî, jê hez kir û got: “Tenê tiştekî te kêm e: Here, mal û milkê xwe bifiroşe û bide feqîran. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 22  Lê ew bi gotinên wî xemgîn bû û çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû. 23  Piştî ku Îsa li dora xwe nêrî, wî ji şagirtên xwe re got: “Ji bo kesên zengîn wê çi qas zehmet be ku bikevin Hukimdariya Xwedê!” 24  Lê şagirt bi gotinên wî şaş man. Hingê Îsa dîsa got: “Zarokno, çi qas zehmet e ku mirov bikeve Hukimdariya Xwedê! 25  Ev yek ku deveyek* di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.” 26  Şagirt hê zêdetir şaş man û ji wî* pirsî: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 27  Îsa li wan nêrî û got: “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ne ji bo Xwedê, çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e.” 28  Hingê Petrûs ji wî re got: “Ka binêre, me her tişt hişt, û em li pey te hatin.” 29  Îsa got: “Bi rastî, her kesê ku ji bo xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe 30  ewê niha di vê demê de 100 qat zêdetir mal, xwişk, bira, dê, zarok, erd bistîne û di eynî demê de zilmê bibîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne. 31  Lê gelek kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn, û kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn.” 32  Ew di rê de bûn û hildikişiyan Orşelîmê. Îsa li pêşiyê diçû, şagirt bi ecêbmayî li pey wî diçûn, lê kesên ku li pey wan dihatin ditirsiyan. Wî dîsa Diwanzdeh* dan aliyekî û behsa tiştên ku gerek bên serê wî kir: 33  “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê serokên kahînan û qanûnzanan. Û ewê fermana mirinê bidin wî û wî bidin destê mirovên miletên din. 34  Ewê qerfên xwe bi wî bikin, tif li wî bikin, wî bidin ber qamçiyan û wî bikujin. Lê piştî sê rojan ewê bê rakirin.” 35  Kurên Zebedî Aqûb û Yûhena nêzîkî Îsa bûn û gotin: “Mamoste, em dixwazin tiştekî ji te rica bikin ku tu ji bo me bikî.” 36  Wî ji wan re got: “Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?” 37  Wan got: “Destûrê bide ku em di Hukimdariya* te de li aliyê teyî rastê û li aliyê teyî çepê rûnin.” 38  Lê Îsa ji wan re got: “Hûn nizanin ku hûn çi rica dikin. Kasa ku ez jê vedixwim, gelo hûn dikarin jê vexwin, yan bi awayê ku ezê vaftîz* bibim, hûn dikarin vaftîz bibin?” 39  Wan ji wî re got: “Erê, em dikarin.” Hingê Îsa got: “Kasa ku ez jê vedixwim, hûnê jê vexwin, û bi awayê ku ezê vaftîz* bibim, hûnê vaftîz bibin. 40  Lê ev yek ku kî li aliyê minî rastê yan li aliyê minî çepê rûne, ne qerara min e. Ji bo kê ev cih hatine hazirkirin, ewê li wan cihan rûnin.” 41  Gava deh şagirtên din ev yek bihîst, ew bi Aqûb û Yûhena hêrs bûn. 42  Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Hûn dizanin kesên ku wek hukimdarên miletan tên dîtin xwe di ser mirovan re digirin*, û rêberên mezin bi zordarî li ser wan hukim dikin. 43  Gerek di nav we de ne wisa be. Lê yê ku dixwaze di nav we de bibe yê mezin, gerek xizmetkarê we be. 44  Û yê ku dixwaze di nav we de bibe yê pêşîn, gerek xulamê hemûyan be. 45  Çimkî Kurê Mirov jî nehatiye ku ji wî re xizmet bê kirin, lê ku ji kesên din re xizmetê bike û canê xwe ji bo gelekan wek fîdye bide.” 46  Paşê ew gihîştin Erîhayê. Lê gava Îsa bi şagirtên xwe re û bi gelek mirovan re ji Erîhayê derdiket, zilamekî kor ê bi navê Bartîmeyos (kurê Tîmeyos) li kêleka rê rûniştî bû û pars dikir. 47  Gava wî bihîst ku Îsayê Nasirayî derbas dibe, wî bi dengekî bilind gazî kir: “Îsayê kurê Dawid, rehmê li min bike!” 48  Gelek kes aciz bûn û ji wî re gotin ku bila ew hiş be. Lê wî bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 49  Îcar Îsa sekinî û got: “Gazî wî bikin.” Wan jî gazî zilamê kor kir û jê re got: “Netirse! Rabe, ew gazî te dike.” 50  Wî xeftanê xwe ji xwe avêt, zû rabû ser xwe û çû ba Îsa. 51  Îsa ji wî re got: “Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?” Zilamê kor got: “Mamoste*, ez dixwazim ku çavên min dîsa bibînin.” 52  Îsa ji wî re got: “Here, baweriya te tu qenc kirî.” Di cih de çavên wî vebûn, û ew li pey Îsa çû.

Jêrenot

Bi herfî “wî”.
Yan “bedenek”.
Yan “bedenek”.
Bi herfî “kirine di bin nîrekî de”.
Yan “hêştir”.
Yan belkî “ji hevdû”.
Yanî 12 şandî.
Bi herfî “rûmet”.
Yan “imad”, “bin av”.
Yan “imad”, “bin av”.
Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.
Bi herfî “Rebûnî”.