Li gor Lûqa 22:1-71

  • Kahîn dixwazin Îsa bidin kuştin (1-6)

  • Hazirbûna ji bo Cejna Derbasbûna dawîn (7-13)

  • Şîva Xudan a pêşîn (14-20)

  • “Yê ku min dide dest bi min re li ser sifrê ye” (21-23)

  • Minaqeşeyeke mezin ka kî yê herî mezin e (24-27)

  • Peymana Îsa ji bo hukimdariyê (28-30)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike (31-34)

  • Hazirbûn lazim e; 2 şûr (35-38)

  • Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê dua dike (39-46)

  • Îsa tê girtin (47-53)

  • Petrûs Îsa înkar dike (54-62)

  • Henekên xwe bi Îsa dikin (63-65)

  • Îsa li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan disekine (66-71)

22  Cejna Nanê Bêhevîrtirş*, a ku wek Cejna Derbasbûnê jî dihat binavkirin, nêzîk dibû. 2  Serokên kahînan û qanûnzan li rêyeke baş digeriyan ku Îsa bidin kuştin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan. 3  Hingê Şeytan li ser dilê Cihûda tesîr kir, ê ku yek ji Diwanzdehan* bû û jê re Îsxeryot dihat gotin. 4  Cihûda çû û bi serokên kahînan û fermandarên îbadetgehê re xeber da ku ewê Îsa çawa bide destê wan. 5  Ew bi vê yekê şa bûn û bi wî re li hev hatin ku pereyên zîvî bidin wî. 6  Wî ev yek qebûl kir, û ji wê demê ve li fersendekê digeriya ku wî bide destê wan bêyî ku xelk li derdora wan be. 7  Roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* hat, dema ku qurbana Cejna Derbasbûnê gerek bê pêşkêşkirin. 8  Îcar Îsa Petrûs û Yûhena şandin û ji wan re got: “Herin û xwarina Cejna Derbasbûnê hazir bikin, da ku em bixwin.” 9  Wan ji wî re got: “Tu dixwazî ku em li ku derê hazir bikin?” 10  Wî ji wan re got: “Gava hûn bikevin bajêr, zilamekî ku cerekî avê hildigire wê rastî we bê. Li pey wî herin mala ku ewê bikeve wê. 11  Û ji xwediyê malê re bibêjin: ‘Mamoste dipirse: “Odeya mêvanan li ku derê ye, da ku ez tê de bi şagirtên xwe re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim?”’ 12  Ew zilam wê li qata jorîn odeyeke mezin û lihevdayî nîşanî we bide. Li wê derê xwarinê hazir bikin.” 13  Ew jî çûn û wan her tiştê ku wî ji wan re gotibû, eynî wisa dît. Û wan hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin. 14  Gava wexta xwarinê hat, Îsa bi şandiyên xwe re li ser sifrê rûnişt. 15  Û wî ji wan re got: “Hesreta min ev bû ku ez bi we re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim berî ku ez cefayê bikişînim. 16  Ez ji we re dibêjim, ezê dîsa jê nexwim heta ku ev di Hukimdariya Xwedê de bê cih.” 17  Wî tasek hilda, ji Xwedê re şikir kir û got: “Vê bigirin, û di nav xwe de yek bi yek derbas bikin, 18  çimkî ez ji we re dibêjim, ji niha û pê ve, êdî ezê ji vê şerabê venexwim heta ku Hukimdariya Xwedê bê.” 19  Paşê wî nan hilda, ji Xwedê re şikir kir, nan şikand, da wan û got: “Ev bedena min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 20  Wisa jî piştî xwarinê wî tas da wan û got: “Ev tas peymana nû ya li ser esasê xwîna min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê rijandin. 21  Lê va ye, yê ku min dide dest bi min re li ser sifrê ye. 22  Erê, her tiştê ku li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn wê bê cih. Lê wey li wî kesê ku wî dide dest!” 23  Hingê wan di nav xwe de pirsî ka kî ji wan wê tiştekî wisa bike. 24  Wekî din, di nav wan de minaqeşeyeke mezin çêbû ka kî ji wan ê herî mezin e. 25  Lê wî ji wan re got: “Padîşahên miletan xwe di ser mirovan re digirin* û ji kesên ku li ser wan hukim dikin re, xêrxwaz tê gotin. 26  Lê belê gerek hûn ne wisa bin. Bila yê mezin di nav we de bibe wek ê biçûk, û yê ku rêbêriyê dike bibe wek xizmetkarekî. 27  Ma kî mezintir e? Yê ku li ser sifrê rûniştî ye, yan yê ku xizmetê dike? Ma ne yê ku li ser sifrê rûniştî ye? Lê ez di nav we de wek xizmetkarekî me. 28  Lê belê, yên ku di tengasiyên min de bi min re mane, hûn in. 29  Û ez bi we re peymanekê girêdidim, çawa ku Bavê min bi min re peymaneke ji bo hukimdariyekê girêda, 30  da ku hûn di Hukimdariya min de li ser sifra min bixwin û vexwin, û li ser textan rûnin û bibin hakimên 12 eşîrên Îsraîlê. 31  Şîmûn, Şîmûn, Şeytan xwest ku we wek genim li bêjingê bixe. 32  Lê min ji bo te dua kir ku baweriya te sist nebe, û gava ku tu vegerî, birayên xwe xurt bike.” 33  Hingê wî got: “Efendiyê min, ez hazir im ku bi te re bikevim hebsê û bi te re bimirim jî.” 34  Lê Îsa got: “Petrûs, ez ji te re dibêjim, îro dîk wê bang nede heta ku tu sê caran înkar bikî ku tu min nas dikî.” 35  Paşê wî ji wan re got: “Gava min hûn bêyî kîsik, bêyî tûrikên xwarinê û bêyî sol* şandin, ma tiştek ji we kêm bû?” Wan got: “Na!” 36  Hingê wî ji wan re got: “Lê niha, yê ku kîsikê wî heye bila bi xwe re bibe, wisa jî tûrikên xwarinê. Û yê ku şûrê wî tune ye, bila kincê xwe bifiroşe û şûrekî bikire. 37  Çimkî ez ji we re dibêjim, tiştê ku hatiye nivîsîn gerek li ser min bê cih: ‘Ew bi kesên bêqanûn re hat hesabkirin.’ Ev yek li ser min tê cih.” 38  Hingê wan got: “Efendiyê me, li vir du şûr hene.” Wî jî got: “Ev bes e.” 39  Ew ji wê derê derket û wek her gav çû ser Çiyayê Zeytûnê, û şagirt jî li pey wî çûn. 40  Gava ew gihîştin wê derê, wî ji wan re got: “Bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.” 41  Ew hinekî* ji wan dûr ket, çû ser çokan û dest pê kir ku dua bike: 42  “Ya Bavo, eger tu bixwazî, vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne daxwaza min, lê daxwaza te bê cih.” 43  Hingê melekek ji ezmên jê re xuya bû û ew xurt kir. 44  Lê wî ew qas êş dikişand ku wî hê jî zêdetir dua kir. Û xwêdana wî wek dilopên xwînê diket erdê. 45  Piştî duayê, ew çû ba şagirtan û dît ku ew ji xeman westiyayî di xew re çûne. 46  Wî ji wan re got: “Hûn çima razane? Rabin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.” 47  Gava ew hê dipeyivî, gelek mirov hatin wê derê, û Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû li pêşiya wan bû. Ew nêzîkî Îsa bû ku wî maç bike. 48  Lê Îsa ji wî re got: “Cihûda, tu Kurê Mirov bi maçekê didî dest?” 49  Gava kesên li derdora wî fehm kir ku çi wê biqewime, wan got: “Efendiyê me, em bi şûr lêxin?” 50  Heta yek ji wan bi şûr guhê rastê yê xulamê kahînê mezin jêkir. 51  Lê Îsa got: “Bes e.” Wî destê xwe da guhê xulam, û ew qenc kir. 52  Paşê Îsa ji serokên kahînan, fermandarên îbadetgehê û rîspiyên ku hatibûn ku wî bigirin re, got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin? 53  Gava ez her roj di nav we de di îbadetgehê de bûm, we destê xwe dirêj nekir ku min bigirin. Lê niha saeta we ye û wexta ku tarî hukim dike ye.” 54  Hingê wan Îsa girt û bir mala kahînê mezin, lê Petrûs ji dûr ve li pey wan diçû. 55  Gava wan di nava hewşê de agir vêxist û li dorê rûniştin, Petrûs jî bi wan re rûnişt. 56  Lê keçikeke xizmetkar ew li ber êgir rûniştî dît, bi dîqat li wî nêrî û got: “Ev zilam jî bi wî re bû.” 57  Lê wî ev yek înkar kir û got: “Ez wî nas nakim.” 58  Hinek bi şûn de, kesekî din ew dît û got: “Tu jî yek ji wan î.” Lê Petrûs got: “Na, ez ne yek ji wan im.” 59  Weke saetek bi şûn de, zilamekî din bi piştrastî got: “Bi rastî ev zilam jî bi wî re bû. Çimkî ew ji Celîleyê ye.” 60  Lê Petrûs got: “Ez nizanim ku tu behsa çi dikî.” Gava ew hê dipeyivî, dîkekî bang da. 61  Efendiyê me zivirî û li Petrûs nêrî, û Petrûs gotinên Efendiyê me anîn bîra xwe, gava wî gotibû: “Îro berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” 62  Û ew derket derve û bi dilekî şewitî giriya. 63  Zilamên ku nobedariya Îsa dikirin qerfên xwe bi wî kirin, li wî xistin, 64  û piştî ku wan ser û çavê wî girêda, wan digot: “Eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.” 65  Û wan li dijî wî pir kufir kir. 66  Gava bû roj, koma rîspiyên xelkê, yanî serokên kahînan û qanûnzan, li hev top bûn û wan Îsa anî Mehkemeya Bilind a Cihûyan û got: 67  “Eger tu Mesîh î, ji me re bibêje.” Lê wî ji wan re got: “Eger ez ji we re bibêjim jî, hûnê qet bawer nekin. 68  Û eger ez ji we bipirsim jî, hûnê cewab nedin. 69  Lê belê ji niha û pê ve Kurê Mirov wê li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûne.” 70  Hingê wan hemûyan got: “Yanî tu Kurê Xwedê yî?” Wî ji wan re got: “Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.” 71  Wan got: “Ma hewceya me bi gotinên şahidên din heye? Çimkî me ev yek bi xwe ji devê wî bihîstiye.”

Jêrenot

Yan “Nanê Şkeva”.
Yanî 12 şandî.
Yan “Nanê Şkeva”.
Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.
Bi herfî “sandal”.
Bi herfî “bi qasî dûriya avêtina kevirekî”.