Nameya ji Kolosiyan re 3:1-25
3 Madem ku hûn bi Mesîh re ji mirinê hatine rakirin, li tiştên ezmanî bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştî ye.
2 Bi dewamî ne li ser tiştên ku li ser rûyê erdê ne, lê li ser tiştên ezmanî bifikirin.
3 Çimkî hûn mirine, û jiyana we li gor daxwaza Xwedê li ba Mesîh veşartî ye.
4 Gava Mesîh, ê ku jiyana me ye, xuya bibe, hingê hûnê jî bi wî re di rûmetê de xuya bibin.
5 Loma hemû daxwazên xerab tune bikin: Bêexlaqiya cinsî, mirdarî, xwestekên cinsî yên eyb û şerm, daxwazên bizerar û çavbirçîtiyê, yanî pûtperestiyê.
6 Ji ber van tiştan xezeba Xwedê tê.
7 Berê, we jî ev tişt dikirin.
8 Lê niha gerek hûn dev ji van hemû tiştan berdin: Xezeb, hêrs, xerabî, çêr* û devpîsîtî.
9 Derewan li hev nekin. Şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin.
10 Şexsiyeta nû li xwe bikin, a ku bi zêdebûna zanîna we ya li ser Xwedê bi dewamî nû dibe. Çimkî ev şexsiyet di sûretê Xwedê de ye, yê ku ev şexsiyet çêkiriye.
11 Ferq nake ku kesek Yûnan yan Cihû be, sinetbuyî yan nesinetbûyî be, xerîb be, Îskît* be, xulam yan jî azad be. Lê belê, Mesîh her tişt e û bi her kesî re di yekîtiyê de ye.
12 Wek hilbijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilşewatî, qencî, dilnizmî, nermî û sebrê li xwe bikin.
13 Her çi qas sebebekî we ji bo gazinan hebe jî, her tim li hevdû sebir bikin û hevdû ji dil efû bikin. Çawa ku Yehowa hûn ji dil efû kirine, gerek hûn jî hevdû efû bikin.
14 Ji xeynî van hemû tiştan, hezkirinê li xwe bikin, çimkî hezkirin mirovan dike yek.
15 Wekî din, bila aştiya Mesîh rêberiya dilê we bike, çimkî hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin. Û şikirdariya xwe nîşan bidin.
16 Bila hîndariya Mesîh dilê we bi temamî tije bike û hîkmetê bide we. Bi dewamî hîn bikin û bi zebûran, bi kilamên ji bo pesnê Xwedê, bi stranên îbadetê û bi stranên şikirdariyê hevdû dilxurt bikin. Bi temamiya dilê xwe* ji Yehowa re şikir bikin.
17 Her tiştê ku hûn dikin û dibêjin bi navê Efendiyê me Îsa bikin, û bi destê wî şikir ji Bavê me Xwedê re bikin.
18 Jinno, bi ya mêrên xwe bikin, çimkî Efendiyê me vêya dixwaze.
19 Mêrno, her tim ji jinên xwe hez bikin, û hêrsa xwe li ser wan ranekin*.
20 Zarokno, her tim guhdariya dê û bavê xwe bikin, çimkî ev yek dilê Efendiyê me xweş dike.
21 Bavno, jiyana zarokên xwe zehmet nekin, da ku dilê wan neyê şikestin.
22 Xulamno, her tim guhdariya axayên xwe bikin. Bila hûn ne ji ber vê yekê ku mirov we bibînin û hûn dilê wan xweş bikin, guhdar bin, lê ji ber ku hûn ji Yehowa ditirsin, bi temamiya dilê xwe guhdar bin.
23 Her tiştê ku hûn dikin, ne ji mirovan re, lê wek ji Yehowa re bi dil û can bikin.
24 Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku hûnê mîrasa xwe ji Yehowa wek xelat bistînin. Ji Axayê mezin re, yanî ji Mesîh re xulamtiyê bikin.
25 Ji bîr nekin, kesê ku neheqiyê dike wê ji bo kirinên xwe bê cezakirin, çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan.
Jêrenot
^ Yan “peyvên pîs”.
^ Di demên borî de ev peyv ji bo mirovên ku ji ber rabûn û rûniştina xwe kêm dihatin dîtin jî bi kar dianîn.
^ Yan “Di dilê xwe de”.
^ Yan “bi wan re ne sert bin”.