Karên Şandiyan 10:1-48

  • Dîtiniya Kornêlyos (1-8)

  • Dîtiniya Petrûs a li ser heywanên helalkirî (9-16)

  • Petrûs tê ba Kornêlyos (17-33)

  • Petrûs mizgîniyê dide mirovên ku ne Cihû ne (34-43)

    • “Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan” (34, 35)

  • Mirovên ne Cihû ruhê pîroz distînin û vaftîz dibin (44-48)

10  Li Qeyseriyê zilamekî bi navê Kornêlyos hebû, ew fermandarekî* di koma Îtalî de bû. 2  Wî bi hemû maliyên xwe re ji Xwedê re îbadet dikir. Wî gelek caran xêr li feqîran dikir û her gav ji Xwedê re dua dikir. 3  Piştî nîvro li dora saet sisê*, wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku melekê Xwedê hat ba wî û ji wî re got: “Kornêlyos!” 4  Kornêlyos bi tirs li wî nêrî û got: “Efendiyê min, tu çi dixwazî?” Wî got: “Xwedê duayên te bihîstin û xêrên ku te li feqîran kirine, dîtin û ji bîr nake. 5  Zilaman bişîne Yafayê û gazî Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bike. 6  Ew mêvanê Şîmûnê çermker e, yê ku mala wî li ber behrê ye.” 7  Piştî ku melekê ku bi wî re xeber da, çû, Kornêlyos gazî du xizmetkarên xwe û eskerekî dîndar, ê ku di bin destê wî de bû, kir. 8  Wî her tişt ji wan re got û ew şandin Yafayê. 9  Roja din, gava ew nêzîkî bajêr bûn, nîvro li dora saet diwanzdeh* Petrûs derket ser banê xanî ku dua bike. 10  Lê ew gelek birçî bû û xwest tiştekî bixwe. Dema ku wan xwarin hazir dikir, wî dîtiniyek dît. 11  Wî ezman vekirî û tiştekî* wek çarşeveke mezin a kitanî ku ji her çar doran ve girtî bû û dadiket erdê, dît. 12  Di hundirê wê de her cureyê heywanên çarling, heywanên wek mar û xwijok, û teyrên ezmên hebûn. 13  Hingê wî dengek bihîst, ê ku ji wî re got: “Petrûs, rabe, heywanekî şerjê bike û bixwe!” 14  Lê Petrûs got: “Ez nikarim, Efendiyê min, çimkî min tu car tiştekî mirdar yan heram nexwariye.” 15  Wî cara diduyan ev deng bihîst, ê ku got: “Tiştên ku Xwedê helal kirine, wek tiştên heram nehesibîne.” 16  Ev yek cara sisêyan jî çêbû, û di cih de tiştê* ku Petrûs dît hilkişiya ezmên. 17  Petrûs şaş ma, û hê ew li ser maneya vê dîtiniyê difikirî, zilamên ku ji aliyê Kornêlyos ve hatin şandin, mala Şîmûn dîtin û li ber dergeh sekinîn. 18  Wan gazî kir û pirsî ka Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin mêvanê vê malê ye. 19  Dema ku Petrûs li ser vê dîtiniyê difikirî, ruh* ji wî re got: “Sê mirov li te digerin. 20  Loma rabe, here jêr û bi wan re here. Dudilî nebe, çimkî min ew şandine.” 21  Hingê Petrûs daket jêr ba wan mirovan û got: “Kesê ku hûn lê digerin, ez im. Hûn çima hatin?” 22  Wan got: “Kornêlyosê fermandar em şandin. Ew zilamekî rast e û ji Xwedê ditirse, û hemû Cihû qedrê wî digirin. Wî bi destê melekekî pîroz ji Xwedê rêberî stand ku bişîne pey te ku tu werî mala wî, da ku ew guh bide gotinên te.” 23  Îcar Petrûs ew gazî hundir kirin û ew kirin mêvan. Roja din, ew rabû û bi wan re çû. Çend birayên ji Yafayê jî bi wî re çûn. 24  Rojek bi şûn de ew gihîştin Qeyseriyê. Kornêlyos li benda wan bû, û wî dost û merivên xwe li hev top kiribûn. 25  Gava Petrûs ket hundir, Kornêlyos hat pêşiya wî, xwe avêt ber lingên wî û hurmet da wî. 26  Lê Petrûs ew rakir û got: “Rabe, ez jî wek te mirov im.” 27  Hê wî bi Kornêlyos re sohbet dikir, ew ket hundirê malê û dît ku gelek mirov top bûne. 28  Petrûs ji wan re got: “Hûn baş dizanin ku ev yek li dijî Qanûnê ye ku yekî Cihû bi kesekî ji miletekî din re eleqedar bibe yan jî ku ew here ba wî. Lê belê, Xwedê nîşanî min da ku gerek ez tu mirovî wek yekî mirdar yan heram nehesibînim. 29  Loma gava wan ez anîm, min gazin nekirin û hatim. Niha ez dixwazim bizanim ka we çima gazî min kiriye.” 30  Hingê Kornêlyos got: “Berî çar rojan di eynî demê de, min piştî nîvro li dora saet sisê* di mala xwe de dua dikir. Ji nişka ve zilamekî bi kincên spî li ber min sekinî 31  û got: ‘Kornêlyos, Xwedê duayên te bihîstin û xêrên ku te li feqîran kirine dîtin û ji bîr nake. 32  Zilaman bişîne Yafayê û gazî Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bike. Ew mêvanê Şîmûnê çermker e, yê ku mala wî li ber behrê ye.’ 33  Hingê min di cih de zilam şandin pey te, û em bi hatina te kêfxweş bûn. Niha em li vir li ber Xwedê sekinî ne û hazir in ku guh bidin hemû tiştên ku Yehowa li te emir kirine.” 34  Hingê Petrûs got: “Niha ez bi rastî fehm dikim ku Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan. 35  Lê di nav her miletî de kesê ku ji wî ditirse û ya rast dike, Xwedê wî qebûl dike. 36  Xwedê mizgîniya aştiyê bi destê Îsa Mesîh, ê ku Efendiyê me hemûyan e, şand Îsraîlê. 37  Piştî ku Yehya* xebera li ser vaftîzbûnê* belav dikir, hûn dizanin ku pêşî di Celîleyê de û paşê di temamiya Cihûstanê de hatibû gotin 38  ku çawa Xwedê Îsayê ji Nasirayê* bi ruhê pîroz hilbijart û qudret da wî. Wekî din, çawa Îsa li welêt digeriya, tiştên qenc dikirin û kesên ku di bin tesîra Îblîs de êş dikişand, qenc dikirin, çimkî Xwedê bi wî re bû. 39  Em şahidên van hemû tiştan in, ên ku wî li welatê Cihûyan û li Orşelîmê kirin. Lê wan ew li dar xist û kuşt. 40  Xwedê ew di roja sisêyan de ji mirinê rakir û îzin da ku ew bê dîtin. 41  Wî îzin neda ku her kes wî bibîne, lê tenê îzin da me, yên ku bi wî re xwar û vexwar piştî ku ew ji mirinê hatibû rakirin. Em ji berê ve ji aliyê Xwedê ve hatin hilbijartin ku wî bibînin û behsa wî bikin. 42  Wekî din, Îsa li me emir kir ku em mizgîniyê bidin xelkê û bi awayekî baş şahidiyê bikin ku Xwedê ew hilbijartiye ku li ser kesên sax û mirî bibe hakim. 43  Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, û dibêjin ku bi saya navê wî gunehên her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne wê bên efûkirin.” 44  Hê Petrûs li ser van tiştan xeber dida, ruhê pîroz ket ser hemû kesên ku xebera Xwedê bihîst. 45  Şagirtên Cihû*, yên ku bi Petrûs re hatibûn, ecêbmayî man, çimkî ruhê pîroz, yanî hediyeya ji Xwedê, li ser mirovên ji miletên din jî hatiye rijandin. 46  Û wan bihîst ku ew bi zimanên xerîb xeber didin û rûmetê didin Xwedê. Hingê Petrûs got: 47  “Ma wan jî wek me ruhê pîroz nestandiye? Îcar kî dikare rêya wan bigire ku ew di avê de vaftîz bibin*?” 48  Hingê Petrûs emir da ku ew bi navê Îsa Mesîh bên vaftîzkirin. Piştre wan ji wî rica kir ku ew çend rojan li cem wan bimîne.

Jêrenot

Yan “sersed”. Kesekî ku di ser 100 eskerî re ye.
Bi herfî “li dora saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Bi herfî “li dora saeta şeşan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Bi herfî “yek ji cureyên firaqan”.
Bi herfî “firaq”.
Yanî ruhê Xwedê.
Bi herfî “saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “Yûhena”.
Yan “imadbûn; binavbûn”.
Yan “Nisret”.
Yan “bawermendên ku hatibûn sinetkirin”.
Yan “imad bibin; bin av bibin”.