Nameya ji Filîpiyan re 3:1-21

  • “Em xwe naspêrin xisûsiyetên bedenî” (1-11)

    • Pawlos ji ber Mesîh her tiştî bêqîmet dibîne (7-9)

  • Pawlos xîret dike ku bigihîje xelata xwe (12-21)

    • Warê li ezmanan (20)

3  Îcar birano, di xizmeta Xudanê me de bi dewamî kêfxweş bin. Ji bo min ne zehmet e ku ez dîsa eynî tiştan ji we re binivîsim, çimkî ev yek ji bo xêra we ye. 2  Xwe ji mirovên pîs* dûr bigirin. Xwe ji kesên ku zerarê didin dûr bigirin. Xwe ji kesên ku bedenê dibirin* dûr bigirin. 3  Çimkî sinetbûna me, yên ku bi rêberiya ruhê Xwedê ji wî re xizmet dikin, rast e. Em xwe naspêrin xisûsiyetên bedenî*, lê em xwe dispêrin Mesîh Îsa. 4  Ji hemû mirovên din zêdetir sebebên min hene ku ez xwe bispêrim xisûsiyetên xwe yên bedenî. Ji hemû kesên din ez zêdetir dikarim bibêjim ku xisûsiyetên min hene, çimkî: 5  Ez li roja heştan hatim sinetkirin. Ez ji miletê Îsraîl û ji eşîra Benyamîn im. Ez Îbranî me û kurê Îbraniyan im. Ez Fêrisî bûm, û min xwe hûr û kûr li Qanûnê digirt. 6  Ji ber xîreta xwe, min zilm li civatê dikir. Û ez di pêkanîna Qanûnê de bêsûc bûm. 7  Lê belê ji ber Mesîh, ez tiştên ku ji bo min muhîm bûn niha bêqîmet dibînim. 8  Bi rastî, gava ez van hemû tiştan dişibînim zanîna biqîmet a li ser Efendiyê min Mesîh Îsa, ez hemû tiştên din pûç û vala dibînim. Ji bo xêra Mesîh, min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil dibînim, da ku ez Mesîh qezenc bikim 9  û bibim aîdî wî. Ez ne ji ber vê yekê ku ez her tiştî li gor Qanûnê dikim wek kesekî rast têm derxistin, lê ji ber ku ez baweriya xwe bi Mesîh tînim. Ev rastdarî ji Xwedê tê û li ser esasê baweriyê ye. 10  Daxwaza min ev e ku ez Mesîh û qudreta yê ku ew ji mirinê rakir, nas bikim û bibim hevparê cefayên wî. Heta ez hazir im ku bi mirineke mîna ya wî bimirim jî, 11  da ku eger mumkin be ez di nav wan kesan de bim, ên ku wê pêşîn ji mirinê bên rakirin*. 12  Min ev xelat hê nestandiye, û ez hê ne kamil im. Lê çi ji destê min tê ez dikim, da ku ez xelata ku Mesîh Îsa ji bo min hilbijartiye, bistînim. 13  Birano, ez nafikirim ku min ev xelat jixwe bi dest xistiye. Lê di vê yekê de ez bawer im: Ez tiştên çûyî ji bîr dikim û bala xwe didim tiştên li pêşiya xwe. 14  Çi ji destê min tê ez dikim, da ku ez bigihîjim hedefa xwe, yanî ku ez xelata jiyana ezmanî, ya ku Xwedê dide kesên ku wî bi saya Mesîh Îsa gazî wan kiriye, bistînim. 15  Loma, em hemû yên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne gerek xwediyê vê nêrînê bin. Eger hûn bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê ji we re nêrîna rast eşkere bike. 16  Lê belê em bûne kesên gihîştî, û bila em bi eynî awayî dewam bikin. 17  Birano, wê baş be ku hûn hemû min ji xwe re bikin emsal û bala xwe bidin kesên ku li gor emsala ku me daye we dijîn. 18  Çimkî niha gelek kes hene, yên ku Mesîh û darê wî yê îşkenceyê kêm dibînin. Berê min gelek caran behsa wan dikir, lê niha ez wan bi hêstirên çavan tînim zimên. 19  Ew ber bi helakbûnê ve diçin, zikê wan* xwedayê wan e, ew bi kirinên xwe yên eyb serbilind in û ew bi tenê li ser tiştên vê dinyayê difikirin. 20  Lê warê* me li ezmanan e, û em bi çar çavan li benda xelaskarê xwe yê ji ezmanan in, yanî Efendiyê me Îsa Mesîh. 21  Ewê qudreta xwe ya mezin, a ku wî standiye ku hukimdariya her tiştî bike, bi kar bîne ku bedena me ya reben biguherîne û bike wek bedena xwe ya birûmet.

Jêrenot

Bi herfî “kûçikan”.
Yanî kesên ku dibêjin ku sinet lazim e.
Yan “tiştên ku mirov qîmetê didin wan”.
Li vir behsa rabûna pêşîn tê kirin.
Yan “daxwazên bedena wan”.
Yan “welatê”.